Ez bi çavên xwe şahidê wan kêliyan bûm ku têkoşîn di pêvajoya xweseriyê de gihîşt lûtkeyê.

Yan jî rasttire ku ez bibêjim, ez bi xwe bûm beşek ji wê têkoşînê. Şerefa naskirina hevalên wekî Zeryan, Salar, Avareş û Bêrîvan û hem jiyana bi wan re û hem jî şerkirina li kêleka wan bi min re çêbû. Bi vî awayî min gavên xwe yên ewil di têkoşîna azadiyê de avêtin. Di wan rojên berxwedanê de, min dît ku dewleta faşîst a Tirk hemû derfetên xwe seferber kirin her tank û top bi kar anîn û êrîşî gelê me kirin û wan di jêrzemînan de zindî şewitandin. Dema ku min dît Apocî li dijî vê hovîtiyê bi Kleş û bombeyên destan şer dikin, bi hesteke mezin a dilsoziyê û baweriya bi bidestxistina azadiyê tevdigerin min ji xwe re got: "Çi dibe bila bibe, Apocî dê bêguman bi ser bikevin; emê bêguman bi ser bikevin!" ji ber wê demê, wê bawerî û dilsoziyê nîşanî min da ku serkeftin û serfirazî misoger in. "Divê ez bimeşim," min ji xwe re got; "çi dibe bila bibe, divê ez heta dawiyê li kêleka van Apociyên ku di dilê xwe de xwediyê wê bawerî û dilsoziyê ne, bimeşim." Hevalên bedew ên ku çavên wan bi evîna serkeftinê dibiriqîn, dayikên ku hêviyên wan di coşa tilîliyên wan de veşartî bûn, zarokên Kurd ên bêguneh ku di dema komkirina qalikên fîşekan de lîstik dilîstin ew bûn kesên ku zû ronahiya dawiya vê rêyê dîtin. Rastiya wê tiştê ku me jiyan kir, sedema sereke ya wê gihîştina zû ya hişmendiyê bû ku li Kurdistanê dihat dîtin. Diviyabû zarokên Kurd zû mezin bibin, ji ber ku welatekî li benda rizgariyê li pêşiya wan bû. Belê, diviyabû em zû mezin bibin. Gelek hevalên ku di pêvajoya berxwedana xweseriyê de min nas kir, bûn sterkek û tevlî kerwana şehîdan bûn. Di şexsê wan de, min  felsefeya jiyanê ya Rêber Apo naskir. Derfeta min çêbû ku ez bîrdoziya Rêber APO fêm bikim. Belê, min dizanibû ku Rêbertî, rêberê me ye û ji bo gelê Kurd têdikoşe, lê rasttire ku ez bibêjim min ew bi rastî û di naveroka wî de nas nedikir. Bi saya van hevalan, min karîbû Rêbertî ji nêz ve nas bikim û felsefe û îdeolojiya wî fêm bikim. Heval Salar, Bêrîvan û Zeryan; ew bûn xalên werçerxê yên jiyana min. Wekî gel, rastiyeke me ya wisa heye ku min ew rastî bi rêya şêwaza jiyana wan nas kir. Her yek ji wan ji herêmeke cuda bû, lê hemû jî giyanên ciwan bûn ku xwe ji bo bidestxistina azadiyê di bin sîwana Apocitiye  de kom bibûn. Ev ezmûn ji bo min pir bi wate bû; li vir bû ku ez yekem car bi hevalên têkoşer re bûm, yekem çalakiyên xwe pêk anîn, yekem car hevalekî şehîdbûyî dît û gelek "yekemînên" din jî jiyan kirin. Min rastiya dijmin bi awayekî şenbertir dît. Bi rêya mînakên herî şênber, min dît ku dijmin çiqas bêrehm û bêsînor e; çawa tiştek ji mirovahiyê di wan de nemaye. Rastiya şer wiha bû; her roj ew bi rûyê xwe yê herî gemar li hember me derdiket û her ku diçû, hovtir dibû. Van rastiyan di hundirê min de ruhê berxwedanê û tolhildanê xurt kirin. Di vê pêvajoya parastina cewherî de, ez bi hevalên pir hêja re hatim cem hev û têkiliyên hevaltiyê yên kûr û bi wate jiyan kir. Her yek ji wan şopeke kûr di dilê min de hişt û soza tolhildanê ya her yekî ji wan, tenê biryardariya min xurttir kir. Gelek ji wan hevalên ku em mil bi mil sekinîbûn û heta rojên dawî yên berxwedanê li kêleka hev şer kiribûn gihîştin asta şehadetê. Hilgirtina ala têkoşîna wan û berdewamkirina vê meşa bi rûmet, dê bibe barê herî giran ê ku ezê di tevahiya jiyana xwe de li ser milên xwe hilgirim. Erkeke min a pîroze ku ez têkoşîna wan bidomînim û wê jiyana azad a ku wan ji bo me dixwest, pêşkêşî vî gelî bikim. Bi rastî, ji bo pêkanîna vê deynê bû ku ez hatim çiyayan. Hêzên desthilatdar hene ku dixwazin li Kurdistanê cihê xwe yê mayînde çêbikin, lê ewê qet negihîjin armancên xwe. Em, wekî Apocî, dê qet rê nedin vê yekê. Bêdengmayîn û bêçalakîmayîna li hember êrîşên dijmin û komkujiyên ku li ber çavên min dihatin kirin, dê bûya mezintirîn neheqî li hember vî gelî. Li hember van rastiyanû bi wê baweriyê êdî tiştek nikarîbû min bide sekinandin, min rêya xwe ber bi çiyayan ve guhert ber bi wan çiyayên pîroz ên ku warê Zeryanan in.

 

Ji Bo Rêber APO, Kesayeta  Azad A Ku Jiyanê Bilind Dike

 

Bi we re me wateya jiyanê dît; bi we re em ketin ser rêyên herî dijwar ên ku nemumkun dihatin dîtin û bi saya bîrdoziya we , kesayetên me yên windabûyî ji nû ve zayî. Em Derwêş û Edûleyên wan çiyayên azadin ku we ronî kirin. Em şopdarên wan lehengên mezinin ku navên wan bi tîpên zêrîn li rûpelên dîrokê hatine nivîsandin û em pêkanîna sonda tolhildanê ya dawî ya şehîdên xwe ne. Em milîtanên serhildêr û bi îrade yên Botanê ne ku serî netewandin tevî ku di jêrzemînan de bi zindî hatin şewitandin. Û em şervanên dilsozin ku her dem ji bo jiyana li welatê xwe yê talankirî amadene şer bikin.

 

Seroke min; bi saya wê hêza ku ez ji we digirim, ez bi tundî bi jiyanê ve girêdayî me û têkoşîna xwe xurtir dikim. Ez hewldidim ku bigihîjim wê kesayetiya azad a ku we derxistiye holê. Divê mirov ji bo têgihiştinê hewl bide. Dilsoziya bi xwe re û têkoşîna bi xwe re, tiştekî jiyanî ye. Di PKKê de, eger mirov têkoşînê bi awayekî rast bimeşîne, mirov ser dikeve. Ez li nasnameya xwe ya rastîn digerim; ez dixwazim bibim "Deniz". Ji bo vê yekê, divê ez têbikoşim bi hemû hêza xwe têbikoşim. Hewildana ji bo naskirina xwe û gihîştina bi cewhera xwe ya rastîn, rêwîtiyeke ji derve ber bi hundir ve ye. Carinan dibe ku ev yek dijwar be; dibe ku îfadekirin an parvekirina wê zehmet be û carinan jî mirov tenê dikare bêhnekî sivik jê werbigire. Di dirêjahiya dîrokê de, mîrateya ku ji me re maye, mîrateya berxwedanê bûye. Me her tim ji bo kesên din jiyan kiriye, ji bo kesên din têkoşiyaye û ji bo kesên din serkeftin bi dest xistiye. Lê belê, di wê kêliya ku me biryar da em tenê ji bo xwe têbikoşin û bi ser bikevin, biryara tunekirina me hat dayîn. Lê belê em bi şensin ku Rêberekî me yê wekî we hebû. Hun  Rêberekî xwediyê fedakariyeke bêhempa yê bêyî ku bifikire ka wê çi bi serê min were, ji bo rastiya gelê xwe di her warî de bûyî mertal. Rêberekî fedakar ku tenê ji bo şehîdan û gel têdikoşe. Serokemin; bi saya moral û hêza ku ez ji we digirim, ezê têbikoşim ne ji bo kesekî din, lê ji bo gelê xwe û ji bo rêzgirtina li hemberî hewldanên hevalên xwe yên ku ji bo vê dozê berdêla herî giran dane da ku fedakariyên wan bidomin, ezê şer bikim. Milîtantî vê yekê ji min dixwaze. Ez lêhurbûy,n dikim. Ez bi kûrahî balê dikişînim ser armanca xwe; ez bi hemû hêza xwe hewldidim ku bigihîjim heqîqetê û bibim beşek ji vê heqîqetê. Rastiya vî şerê ku em tê de ne, ji me nûjeniyê dixwaze. Pêwîste mirov her kêlî û her roj xwe nû bike û bi nêzîkatiyên nû dest bi her rojê bike. Divê em di warê hest û hizrê de xwe nû bikin, di warê taktîkê de nûjeniyeke xurt pêk bînin û karibin bersiveke bi bandor bidin. Dijmin li herêma Heftanînê êrîşên dijwar pêk tîne û ez jî li wir wekî sabotajvan erkên xwe bi cih tînim. Ez bi berdewamî lêhurbûyîn dikim  ser branşa sabotajê û hewl didim ku destkeftiyên nû bi dest bixim. Eşkereye ku şer dê dijwartir bibe û em jî bi vê hişmendiyê xwe amade dikin. Ez  hîs dikim ku şert û mercên dijwartir li benda me ne. Lê belê, em ji bo her rewşekê amade ne; her dilekî ku bi îdeolojiya we hatiye çekdarkirin, di bin her şert û mercî de dê derbên herî giran li dijmin bixe  di vê yekê de ti gumaneke min a herî biçûk jî tune ye. Ev şereke ku divê were qezenckirin; şerê berxwedana di bin hemû şert û mercan de û bidestxistina serkeftinê bi rêya wê berxwedanê ye.

 

Ji Bo Wan Kesên Fedakar Ên Ku Dilên Wan Wekî Çeman’in

 

Ronahiya ku ji çavên we de dibiriqî, tevahiya hebûna min dorpêç kir. Gelo çavên mirovan bi rastî dikarin evqasî bedewiyê bibiriqin? Ew kesên wisa ne ku bi ken ber bi mirinê ve dimeşin. Ew giyanên bedew û xwedî kenên bêgunehin ku mil bi mil sekinîn û dijmin poşman kirin ji ber wan hovîtiyên ku li ser gelê me pêk anîbûn. Ey giyanên hêja ez çawa dikarim we bi peyvan bînim ziman an jî we têxim nava van rûpelên spî? Ez çawa dikarim li beramberî dilên wisa mezin bisekinim? Emê çawa li ser wê rêya jiyanê bimeşin ku we bi parastina me bi bedenên xwe ava kir? We wate da jiyanê û wekî stêrkan li ezmanan biriqîn. Xwezî min bikaribûya bi we re bûma heke tenê ji bo kêliyek kurt  jî be da ku bibim şahidê kenê we. Ew peyvên ku ji dilên we diherikîn, ji bo me wekî fermanan in. Rêber APO gotiye ku PKK partiya şehîdan e. Belê, PKK partiya şehîdan e. Ji bo ku vê partiyê zindî bihêlin û radestî nifşên pêşerojê bikin, wan heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin û ew ala ku li ba dibû, radestî me kirin. Wan bi temamî girîngiya wê barê ku li ser milên wan bû fêm kirin û bi wê hişmendiyê ber bi pêş ve meşiyan. Wan meşiyan ji ber ku bawer dikirin. Wan meşiyan ji ber ku dilsoz bûn. Wan bi baweriyeke bêhejmar û bêyî ku bêhna xwe bidin meşiyan, ji ber wan dizanibû ku rê ber bi ku ve diçe. Jiyana di nava PKKê de hebûneke bi heybet e. Ew hem xemeke mezin û hem jî şahiyeke mezin dihewîne. Her tişt xwediyê navek, pênaseyek û wateyekê ye. Di nav van de, rastiya şehadetê xwediyê girîngiyeke kûr e. Şehîd ew kesên ku ji heqîqetê paya xwe girtine û gerekça herî bi wate ya jiyan kirine ne. Ew rabirdû, niha û pêşeroja me ne. Ew paşeroja me ne; ew stûnên jiyaneke azad in. Ey lehengên ku gotin: "Heger ez bedena xwe parçe parçe bikim jî, dê têr neke" dîrok bi saya we careke din gihîşt asteke bilindtir. Wekî Kemal, Mazlûm, Zîlan û Egîd hûn bi xwe bûn dîrok û we jiyan û hêvî geş kirin. Ji bo bidestxistina têrbûneke rastîn, divê mirov li hember kujeran serî hilde, eynî weke Kemal’an. Divê mirov weke Mazlûm bi biryar û tijî hêvî be, wekî Zîlan bigihîje asta xwedawendekê û hemû hizrên xerabûyî têk bibe. Divê mirov wekî Bêrîtan bi biryar û bi îradeyeke xurt bisekine, û wekî Armanc xwedî ruhê bilind be û hezkirinê di dilê xwe de bigire. Divê mirov wekî Zekiye tevahiya gerdûnê bixe nava pêlên agir, wekî Bêrîvan jiyanê bidomîne û wekî Zeryan fedakar û wêrek be. Divê mirov wekî Gever bikene, wekî Boran li dijî zordaran derkeve û wekî Egîd guleya yekem li dijî zordaran biteqîne. Divê mirov ji bo gelê me yê bindest û hemû kesên ku di bin zilmê de ne, bibe nîşaneya îrade, bawerî û hêza jiyanê. Li Botanê jî, divê mirov bibe Egîd  bi wêrekî şer bike û pêşengiya şer bike. Di 15ê Tebaxê de, divê mirov bibe wekî Gabar hemû paqijî-nêzîkatiyên şaş ji holê rake û dilê xwe ji bo fedaiyan veke. Û di dawiyê de, divê mirov bibe milîtan û bi rûmet bigihîje pîroziyê. Ey dilên mezin ên ku jiyan ewqas hez kirin ji bo wê canê xwe dan: Ez we bi rêz, spasdarî û hesreteke kûr bi bîr tînim; rêya we rêya me ye.