Şehîd Bêrîtan Tolhildan
Dema ku min li qeraxê Gola Wanê ber bi Ercişê ve rêwîtî dikir, ruhê min bi azadiyê tije dibû.
Ji dengê dilê xwe û ji dilsoziya xwe ya ji bo azadiyê min fehm kir ku bi tevlîbûna nav refên azadiyê re, min biryara herî rast daye. Ev biryar, biryara gihîştina heqîqetê ya di rêya azadiyê de bû. Ev biryar, biryara ji nû ve hebûnê bû. Wê kêliyê min kelecana herî mezin a temenê xwe dijî, wekî ku dilê min ê ji sîngê min derketa. Çavê min li hilatina rojê asê mabû. Dema ku roj hêdî hêdî hildihat, hêviyên jiyanê li ser Gola Wanê reng digirtin. Ezê bibama lehenga gelê xwe; ez diçûm şer bikim da ku pêşerojeke bextewar pêşkêşî nifşê nû bikim. Dilê min wekî ku ne yê min be, lê ji bo bibe dilê gelekî zindî dibû. Her milîtanekî ku tevlî rêya şoreşê dibû, dilê xwe fedayî azadiya gelê xwe dikir. Erê, ez ê bibim jina çiyan û lehenga gelê xwe.
Tiştekî din ê ku min ber bi rêya azadiyê ve dikişand û ez bi vê jiyanê ve gire didam – rastiya şehîdan bû. Rastiya şehîdan, berpirsyartiyên min – zarokeke ciwan a vî gelî – nîşanî min dida. Dema ku min hîn di pergalê de jiyan dikir û tevlî merasîmên hevalên şehîd dibûm, sekna serbilind a gelê Kurd û veguherandina hêsrên çavên wan ber bi kîneke mezin a tolhildanê ve, min pir bandor dikirin. Wan bi serbilindî û biryardarî digot: "Ji ber ku zarokên me di vê rêya pîroz de canê xwe feda kirine, em pir bi rûmet in." Vê yekê di hundurê min de rê li ber hestên kûr vedikir. Û wê demê min ji xwe re got: "Ev dijmin li hemberî vîna gel têk çûye." Vî gelî bi hezaran zarokên xwe wekî misogeriya azadiyê fedaî şoreşa Kurdistanê kir. Û ji vê pîroztir û watedartir tiştek din nîne.
Pênasekirina rastiya şehîdan ji bo min bi rastî pir zehmet e; min gelek heval nas kirin ku ji bo Rêbertiyê, ji bo gelê xwe û ji bo welatê xwe sîngê xwe kirin mertal. Min li van mekanên pîroz hevalên wisa nas kirin ku ji bo gelê xwe li ser piyan bihêlin, bi kenê li ser lêvan ser mirinê de diçûn; bi lehengiya hevalên şehîd re, mirin li van mekanên pîroz hate qedandin, têk birin. Ji ber ku eger tu ji bo gelê xwe berdêl didî, tu ne miriyê vî gelî yî, tu Şehîdê wî yî. Min ev di rastiya şehîdan de hîn baştir fehm kir. Rastiya şehîdan fêrî min kir ku ez ji mirinê netirsim û bi wêrekî bimeşim. Ev jî me ber bi jiyan û jiyandinê ve dibe. Her şehîdek bû pireke jiyanê ji bo nifşê nû; ev jî diyalektîka jiyanê ya PKK'ê û dilsoziya wê ya ji bo jiyanê nîşan dide. Em lêgerînerên azadiyê ne ku berdêlên zayina hebûneke nû didin û ji mêtingeran re jî meydanê dixwînin. Li hemberî rastiya şehîdan, min wijdan û hezkirina xwe hîn bêhtir lêpirsîn kir. Û min xwe di rêya azadiyê de dît. Li çiyan ez gihîştime cewhera xwe. Her ku min xwe nas kir, hêviya min a ji bo azadiyê hîn mezintir bû; tarîtî bi qudreta heqîqetê li çiyan veguherî ronahiyê.
Ji ber ku ez tevlî refên PKK'ê bûm, xwe pir bi şans dibînim; min bi hezaran heval li çiyan nas kir û ez bûm şahidê çîrokên lehengiya bi hezaran hevalan. Û ez bi bedewiyên şoreşê re mezin bûm; hest û ramanên min bi vê têkoşîna destanî re mezin bûn, min rastiya dijmin hîn ji nêz ve nas kir. Her ku min nas kir, kîna min a tolhildanê wekî gogeke ji agir mezin dibû. Û min soz da rêhevalên xwe yên şehîd û gelê xwe; ez ê bi tevlîbûn û şerê xwe, derbên giran li dijmin bixim. Û ji bo ku ev derb pir bi bandor bibe, divê ez her dem pirsiyara "Mirov divê çawa bijî, çawa şer bike?" ji xwe bikim. Her êvar, dema ku ez serê xwe datînim li ser balîfê û ji xwe dipirsim "Îro min ji bo rêxistinê çi kir?", ez bawer dikim ku ez ê bigihîjim lêpirsîneke rast û çareseriyê, û ez ê ji bo nirxên partiyê bibim bersiveke rast. Dijmin têkçûna xwe ya li hemberî vîna mezin qebûl nake û ji ber vê yekê dixwaze hêrs û kîna têkçûnê bi êrîşên giran ên li ser çiyayên me derxîne. Dixwaze bi teknîka ku bi dizîna pereyên gel bi dest xistiye şer biser bixe; lê şerê ku bi teknîkê tê qezenckirin, ne serkeftineke bi lehengî û dadperwer e. Bi teknîka bilind şerkirina li hemberî artêşeke ku bi rûmet û derfetên xwe tekoşînê dike, û vê weke serkeftinê pêşkêşkirin – ne karê lehengiyê ye, karê bêrûmetiyê ye. PKK bi vîna xwe û bi derfetên di destên xwe de şerê rûmetê dide. Ew PKK'ê pîroz dike. Di dîroka PKK'ê de lehengiyên mezin û bi wate dibin pûslaya rêya heqîqetê. Û em ê jî wekî lehengên xwe yên di dîrokê de li ber xwe bidin û serkeftinê tacîdar bikin. Hevalên me yên wêrek bi çalakî û têkoşîna xwe bûn bersiva serdemê. Tiştê ku dikeve ser milê me jî ew e ku em bi coş û kelecanê, li gorî wesiyet û daxwaza cangoriyên xwe, bi xwe û dijmin re têkoşîneke mezin bidin. Dema ku ez tevlî partiyê bûm, min ev pir baş fehm kir. Dîrok wê nebe dîroka mirovên xayîn û bêrûmet; dîrok wê bibe dîroka kesên rûmetdar ên ku xwe di oxira azadiyê de feda dikin.
Dîrokê vê nîşanî me da: dîrok bi lehengiya şehîdan re, bi evîna welat û bi dilsoziyê ruh girt. Ez jî wekî şervaneke tevgera azadiyê, dixwazim xwe di nava agir de ji nû ve biafrînim û bersiva herî tund bidim feraseta ku dixwaze mirovahiyê bi bêrûmetiyê qirêj bike. Ez vê hêzê di xwe de dibînim. Wekî jin ez ê berpirsiyariyên xwe yên li hemberî pêvajoyê bi cih bînim û serkeftinê tacîdar bikim.
Nivîsandin Erk e (Wezîfe ye)
Dembaş, rojnivîsa min a ku min hîn navek lê nekiriye. Lê divê tu vê zanibî; tu rojnivîsa min a sipî yî ku min wekî perçeyekî ji canê xwe pejirandiye. Niha min pênûs girt destê xwe û dest bi nivîsandinê kir. Jiber ku bîranînên min ên bi wate û bi nirx hene ku divê ez bi te re parve bikim. Lehengên sereke yên van bîranînên bedew, hevalên min ên şehîd in. Dema ku ez pênûsê digrim destê xwe û dest bi nivîsandinê dikim, wekî ku ez careke din diçim wan deman û bi hevalên şehîd re digihîjim hev. Li gorî min, divê her şervanekî azadiyê şahî, xemgînî û kêliyên xwe yên kêfxweşiyê yên di rêya azadiyê de jiyan dike binivîsîne; Jilewraye ku her peyva tê nivîsandin, şopên mezin di dîroka Kurdistanê de dihêle. Ji ber vê yekê ez jî nivîsandinê wekî wezîfeyekê digrim dest û wisa dest pê dikim. Navê rojnivîsa min a beriya te “Kurdistan” bû. Hevalên ku em di heman wargehê de diman, dema navê rojnivîsa min bihîstin, gotin "Çima Kurdistan?". Min jî ji wan re got ku pergalê ji bo ku me ji dîroka me qut bike, her tiştê ji destê wê dihat kir. Wê demê min rastiya Kurdistanê û dîroka Kurdistanê nizanibû. Dema ku ez tevlî PKK'ê bûm, min rastiya Kurdistanê hîn baştir fehm kir; her ku min fehm kir, min polîtîkayên dijmin yên li Kurdistanê jî fêhm kir. Û evîna Kurdistanê, dilsoziya bi wê re di dilê min de cihê xwe girt. Û min li ser rûpelên yekem ên rojnivîsa xwe ya ‘Kurdistanê’, pratîka xwe ya yekem, qada Metînayê nivîsand. Li ser girê Çarçel yên ku min soza xwe dabûyê, di bin şînahîya asîmanan de min bedewiya jiyanê dît. Min bêhna axa ku bi xwîna hevalên min ên şehîd hatibû avdan kişand hinavên xwe û min her kêliyê, li ser rûpelên sipî bi hibra şîn nivîsand. Niha jî dor hat ku ez bedewiya çiyan û wateya jiyanê bi te re parve bikim, û ez ê bi pênûsa ku min girtiye destê xwe binivîsim ka dil li çiyan çawa dibin yek û çawa şer dikin. Nexasim ez dixwazim pîrozî û girîngiya îro binivîsim.
Îro roja ji dayikbûna Roja me ye; di rastiyê de bi hilatina Roja me re, gelê Kurd ji nû ve xwe nas kir. Bi wesîleya pîrozî û girîngiya vê rojê, em dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertiyê û baweriya xwe ya ji bo serkeftinê careke din dubare dikin. Em weke fedaîyên Rêber Apo ger dibêjin "Me keştiyên vegera ber bi koletiyê ve şewitandine", eger me kirasên ji agir li xwe kiribe, dem hatiye ku em derdora xwe ronî bikin. Rêberê min, bi zayin awe re gelê Kurd ji azwariyê wêdetir evîndar bû. Lewra dawîkirina zulma salan, danîna noqteya dawiyê wezîfeya me ya mezintirîn e. Rêberê min, dema ku ez ji we re dinivîsim, wekî ku hûn niha li kêleka min bin, ez we hîs dikim. Ez hestên xwe tenê bi nivîsandinê ji dîrokê re nahêlim; ez hestên xwe, lêhûrbûn û bîranînên xwe li dilê xwe nexş dikim. Bi zayina we re gelê Kurd ji nû ve rabû ser piyan; hûn mirovê pîroz ê mekana pîroz in. Hûn ew Rêberin ku di dîroka qirêjbûyî de dizanin bi cewher û çanda xwe bijîn. Hûn bûn sûlaveke evînê û we di dilan de cih girt. Ez dixwazim xwe di ber riya we de feda bikim. Feda kirina xwe ya di ber riya we de, gihîştina heqîqetê ye; jiber ku hûn wateya jiyanê ne. Rêberê min, roja 4ê Nîsanê ji bo me ji nû ve ji dayikbûna hezkirin û edaletê îfade dike; di rojeke wisa pîroz de, em bi nêzîkî 12 hevalên jin re pîrozbahiyeke bedew û bi wate dikin. Em bi 12 hevalên jin re di heman wargehê de û xweser xebatên xwe yên pratîkî dimeşînin. Ev jî bi keda ku we li ber jinê re da pêş ket. Eger îro ewqas hevalên jin dikarin li cem hev rûnin û li ser têkoşîn û şerê jinê nîqaş bikin, ev bê guman bi saya we ye. Hûn bûn rênîşana me ya azadiyê. Di çavê her hevalekê de, li kêleka kêfxweşî û bextewariyê ez hesreta mezin dibînim. Me pir dixwest ku em vê roja bi wate bi we re pîroz bikin, lê we yekitiya di ruh û ramanê de fêrî me kir. Ango em milîtanên Apoyî ne ku sînorên qutbûna fîzîkî hildiweşînin. Pergalê em şewitandin û kirine xwelî, lê we em ji xweliyên ji nû ve afirandin. We hiş û kesayetiya me ya ku bi salan e di xew de bû şiyar kir û bi rastiyan re rûbirû hişt. Em li hemberî we çiqasî bi nêzîkatiyeke rexnegir tevbigerin jî, kêm e, lê rexnedayina min wê pratîk û çalakiyên min be. Li hemberî mezinahiya we, ji ber hevaltiya xwe ya kêm û nebes, ez careke din rexnadayîna xwe didim.
Erê rojnivîsa min, îro di roja 4ê Nîsanê de min hestên xwe ji te re parve kirin. Min evîn û dilsoziya xwe ya ji bo Roja xwe nivîsand. Ji dil bawer dikim, wê rojek bê, em ê vê rojnivîsê bi Rêbertiya xwe re bixwînin. Ew roj nêzîk in û ji bo ku em bigihîjin wan rojan, divê em hewldanên mezintirîn bidin. Û divê em ji xwe feda bikin. Çendîn em vê bikin, em ê ewqasî nêzîkî serkeftinê bibin. Û soza min wê bibe pratîka min; ez ê bibim şopîner û pratîkerê soza xwe. Ji bo Kurdistaneke azad, berdêl çi dibin bila bibin ez amade me ku bidim. Welatê Xwedawendan, warê beheştê Kurdistan, li hemberî mêtingeran tu caran serê xwe netewandiye û têkneçûye. Em jî wekî fedaîyên vî welatê beheştê, tu carî serê xwe netewînin û têkneçin. Û em ê di Kurdistaneke azad de bi Rêbertiya xwe re hevdîtinê pêk bînin.


