Bedewiya Çiyan Min Ber Bi Azadiyê Ve Dikişîne

Di xeyala her milîtanekê de jiyaneke azad a li çiyayên Kurdistanê heye.

Ez jî dixwazim di nav bedewiya axa Kurdistanê de bigerim û bang bikim ‘azadiyî’. Dixwazim di nava semayê de bi ewran re rûbirû bimînim, para xwe ji baweşîna narîn a asîmanan bigirim û careke din bikevim kûrahiya xaka Kurdistanê. Bedewiya çiyayên Kurdistanê min bi xwe ve gire dide. Bêyî ku biwestim, bêyî ku gav paşve bavêjim, dixwazim têr bi têr di nav bedewiya çiyayên Kurdistanê de bigerim. Dixwazim ji kaniyên zelal û bedew ên Avaşîn û Çarçellayê qurtek avê vexwim û bibêjim "ez hatim". Dixwazim bang li Xwedawend û fermandarên xwe yên pêşeng Zîlan, Bêrîtan û Sarayê bikim û bibêjim ‘Ez hatim. Min qebûlî nava bedewiya dilê xwe bikin’. 

Li çiyan hest, moral û şopên heqîqetê zindî dibin. Ev zindîbûn me ber bi jiyana azad ve dibe. Ji ber vê yekê Rêbertiyê got: "Heqîqet eşq e, Eşq jiyaneke azad e". Erê, jiyana azad li çiyan e. Çiyan ez bi cewherê min re gihandime hev, min xwe li vir nas kir û dahûrandina civaka ku ez tê de mezin bûm, li van çiyan kir. Çiya bi bedewiya baranê re dibûn yek û diherikîn dilê şervanên azadiyê. Çiya sembola berxwedanê ne. Ev ruhê ku îdeolojî û felsefeya Rêbertiya me afirandiye û bûye sembola berxwedanê, dema ku ber bi bêdawîbûnê ve diherike, bi biryardariyeke mezin bihar û payîzê pêşwazî dike. Çiya bi bedewiya şervanên azadiyê re, xwe bi rengê kesk dixemilîne. Erê, di rojeke baranî de li pêşberî bedewiya çiyan, me agireke mezin lidadixist, me bi dehan hevalan destên hev digirt û diketine govendeke mezin a azadiyê û bi qasî ku ji deng û gewriyê me dihat, em diqêriyan "Bijî Serok Apo". Me dizanibû ku enerjî û gurvîna (yoğunluk) vê dirûşmê, wê me bigihîne Rêbertiya me. Ji ber ku Rêbertiya me her dem bi me re ye. Ew xelqeya ku me ava dikir, ruhê berxwedanê yê gerîla diteyisand. Di wê govendê de min di çavên hevalên xwe de xeyala hevdîtina mezin a bi Rêbertî re didît. Li van çiyan tişta ku herî zêde me bi hevalên me ve girê dide Rêbertiya me ye. Ji lewraye ku Rêber Apo fêrî me kir ku emê çawa bijîn. Nîşanî me da, bê emê çawa bi kedê veguherin kesayetên azad. Ger Rêbertiya me nebûya, me weke gelê Kurd nikaribû hebûna xwe jî biparêzin. Û eger îro li Kurdistanê gelê Kurd bi vîneke mezin mafê xwe diparêze û di vê rêyê de berdêlên giran dide jî, ev bi saya Rêbertiya me çêbû ye. 

Rêber Apo ji bo ku me ji xweliyên me ji nû ve biafirîne, kedeke mezin da, em ji nû ve ava kirin û bi çiyayên azad re gihandine hev. Dema ku min ji lûtekan li çiyan dinêrî, min nikarîbû çavên xwe ji heybeta çiyan rakim. Çiya weke ku wateya azadiyê di guhê min de dipistînin. Jiyana li van çiyan û nefesgirtina bi sedan rêhevalên xwe yên jin re, derba herî mezin e ku li dijmin dikeve. Ger îro ez dikarim li çiyan şer bikim, ev bi saya keda Rêbertî ye. Ez ê bibim layîqî keda ku Rêber Apo daye me jinan. Ez ê xwe û hevalên li kêleka xwe pêş bixînim û pêşengiya têkoşînê bikim. Ez ê xwe pêş bixînim û ji hemû jinên cîhanê re bibim bersiv. Û ger îro weke jin têkoşîna me gerdûnî bûye, ev jî bê guman bi saya Rêbertiya me ye. Ez bi kîjan peyvan hezkirin û dilsoziya ji bo Rêbertiya xwe bînim ziman jî, wê kêm bimîne. Li hemberî mezinahî û pîroziya Rêber Apo, ez dixwazim xwe ji nû ve biafirînim û xwe di ber riya azadiyê de feda bikim.

 Mirov divê teqez bizanibe, ku di bingeha fedaîbûnê de rêhevaltî heye: têtkiliyên hevaltyê yên samîmî û durust, beriya her tiştî xwe fedakirina li ber bedewiya jiyanê û têkoşînê re derbas dibe. Erê, divê ez xwe di ber bedewiya vê jiyanê de feda bikim. Her ku ez xwe feda bikim, ez dikarim bibim milîtaneke layîqî Rêbertiya xwe. Bi qasî ku hevalên xwe re hevaltiyeke durust û bi pîvan ava bikim, ez ê nêzî Rêbertiya xwe jî bibim. Kesên ku têkiliyên wan ên rêhevaltiyê xurt in, dizanin ji bo çi û ji bo kê şer dikin. Di pergalê de tu mirov canê xwe di ber hevalê xwe de feda nake, lê min di nav PKK'ê de gelek mirovên leheng nas kirin ku xwe diavêtin pêşiya guleya tê ser hevalê wan û digotin "bila canê hevala min neêşe, bila canê min biêşe". Her yek ji wan hevalan di bin sîwanê azadiyê de hatine gel hev, berê qet hevdu nasnedikirin. Îdeolojî û felsefeya Rêber Apo wan li çiyan bi têkiliyên rêhevaltiya samîmî re gihandine hev. Divê ez xwe ji nû ve biafirînim û têkiliyên xwe yên rêhevaltiyê xurt bikim.

Ji ber ku ez tevlî refên PKK'ê bûm û min hevalên ji hev binirxtir nas kirin, xwe pir bi şens dibînim. Jiber ku her yekî ji wan ji min re bîranînên bi nirh û dostaniyeke tije manewiyat hiştin. Ji ber vê yekê ye ku têkiliyên hevaltiyê li çiyan bi rengê jinê re hîn bêhtir bi wate dibin. Ew jinên ku pergala serdest a baviksalar ji bo wan dibêje hatina wan a du kesan gel hev bêxêrî û bêaramiyê tîne, îro li çiyan dibin bi hezaran û li dijî wê zêhniyeta serdest şer dikin. Dîrok di sedsala 21'an de berxwedana jinê dinivîsîne. Bêguman, dîrok wê tenê jinan li wan rûpelan nenivîsîne; bîrdariya gelê Kurd û hesabpirsîna îro ya ji dijmin jî binivîsîne. Gelê Kurd bi saya îdeolojî û felsefeya Rêber Apo pêş ket û bû gelekî rêxistinkirî. Çendî bextewar im ku ez weke zarokeke Kurd hatime dinyayê, nexwe min ê bedewiyên Kurdistanê nas nekira. Ez bawer dikim, ya rast – hîs dikim ku wê rojek bê, em ê bi gelê xwe re li çiyan bigerin û çîroka şerê xwe vebêjin. Lê ji bo ku em vê pêk bînin, divê em têkoşîneke bêhempa bidin. Ez xwe ji bo têkoşîneke bêhempa amade hîs dikim, ji lewraye ku şoreş fedaîbûneke mezin dixwaze, ez amade me ku her zehmetiyeke ku di riya şoreşê de rastî min were hilgirim. Pêşkêşkirina pêşerojeke baş ji bo nifşê nû erkê me ye; heya ku em bi vê hişmendiya wezîfeyê tevbigerin, tu zehmetî nikare me hilweşîne. Niha weke ku di dilê min de perperokek hebe; ev perperok dixwaze bi azadî bifire, biçe ser pacera girava Îmraliyê û bibêje "ez hatim Rêberê min". Gelek caran min ev gotin ji xwe re gotiye: "Berxwedanek tê nivîsandin, ev berxwedan bi sekna bêhempa a Rêber Apo tê nivîsandin, ev sekin li dijî dijmin û zaliman derketineke azadiyê ye." Weke milîtanên Rêber Apo, divê em li dora Rêbertiya xwe bibin xelekek ji agir. Ez soz didim Rêberê min, ez ê bedewiya vê jiyanê di ber berdêlên herî mezin de biparêzim.

 

Li ser şopa yên ku bi wate dijîn û şer dikin…

 

             Hêz û enerjiya ku di jiyanê de ava dibe min zêde bi kelecan dike, carnan enerjiya min têra bedewiya jiyanê nake. Pîroziya jiyana PKK'ê min ewqas ji kûr ve bandor dike. Li ser her şîverêyeke van çiyan, ku ez gavên xwe lê diavêjim, şopa hevalên xwe dibînim. Hevalên me di riya şoreşê de berdêlên giran dan û gihîştine şehadetê. Li ser her şîverêyekê ku ez lê gavan diavêjim, divê lêpirsîna ez çawa û ji bo çi şer bikimji xwe bikim û wisa bimeşim. Çavên min li hevalên min ên şehîd digerin; her ku ez digerim, ruh û dilê min bi wan re hevdîtinê pêk tîne. Ji ber ku wan perdeya tarîtiyê çirandin û ber bi ronahiyê ve meşiyan. Bi dilsoziyeke mezin, bi evîneke mezin di bin her şert û mercî de şer kirin, destanên bêhempa nivîsandin û gihîştine şehadetê. Di bin her darekê de, li ber her zinarekî, li ser her şîverêyekê û li lutkeyan rojên ku min bi hevalên xwe yên şehîd re derbas kirine di bîra min de zindî dibin. Divê ez bibim hevaleke layîqî wan.

Îro hinekî baran dibariya; ji bo ku em vê roja baranî baş binirxînin, me bi heval Bêrîtan re plansaziya gerîna li erazî çêkir û ber bi nîvro ve em derketine derve. Em derketin lûteka herî bilind û ji nişkê ve me li hev nihêrî û em bi hev re keniyan. Me got "ji ku derê ber bi ku derê ve"; dema ku pergalê em ber bi tarîtiyê ve dikişandin, Rêbertiyê destê me girt û em bi azadiyê re gihandin hev. Em kirin xwedî vîneke mezin û fêrî me kir ku em ê çawa li dijî paşverûtiyên xwe şer bikin. Di rastiyê de, pêşenga me ya mezin ku şerê herî mezin ê cesaretê bi xwe re kir, rêheval Sara ye. Min heval Sara herî zêde dema ku dest bi xwendina pirtûka wê ya "Jiyana Min Her Tim Şer Bû" kir, fehm kir. Her ku min dixwend, pirtûkê min dikişande nav xwe. Min bi Rêheval Sara re hevdîtinê pêk dianî. Niha ez dikevim ramanên kûr û difikirim ka ez ê çawa hîn baştir xwedî li tiştên ku hevala Sara ji me re wekî emanet hiştine derkevim. Hevala Sara bi jiyana xwe ji me re mîrateyeke mezin hişt. Di dirêjahiya jiyana xwe de her dem têkoşîn kir û ji şer nerevî. Min got: "Erê, hevala Bêrîtan, eger îro em dikarin li van çiyan têkoşîn bikin, keda Fermandara me Sara di vê de pir zêde ye." Û me gera xwe ya li erazî dewam kir. Her ku em geriyan, me erazî hîn baştir nas kir û me hesabê wê kir, ka di rewşeke gengaz de em ê li ku derê bicih bibin û çawa derbeyên giran li dijmin bixin. Em ê rê nedine wê ku dijmin bi vî rengî rehet bikeve nava axa Kurdistanê. Gava ku gava xwe ya yekem biavêjin, wê bi derbên giran re rûbirû werin. Bi hesaba hemû geşedanên gengaz, me cihê ku em ê lê bicih bibin diyar kir. 

Bi barîna baranê re, bêhna axê efsûn li me dikir. Çiya ewqas bedew in ku mirov naxwaze kêliyekê jî bisekine; ez dixwazim hemû van bedewiyan bibînim. Her ku em dimeşiyan, me bêhna giyayên ku tama yekî ji ya din xweştir digirt: tirşok, soryaz û gulik (stêrk) û me wan kom kir. Berî ku ez tevlî bibim, min gerîla bi şêwazekî pir çors nas dikir û dinirxand: ew tenê şervanên ku bi şer re mijûl dibin in. Lê piştî ku ez tevlî bûm, ketime ferqê ku çiqasî şaş difikirîm. Gerîla bi behremendiya xwe, xuluxkarî û nêrîna xwe ya hunerî, afirînerên jiyaneke ji ya her kesî cudatir, bedew û watedartir e. Eve miirovên azad û xwedî vîn ên ku Rêber Apo dixwaze biafirîne, dikarin wiha bijîn. Li ser lingên xwe radiwestin û bi afirîneriya xwe nûbûnên ava dikin. Ez jî weke jinekê ji bo ku bikaribim li ser lingên xwe bisekinim, divê şerekî mezin bidim. Ev şer hêzeke mezin a bîrewariyê dixwaze. Ez vê hêzê di xwe de dibînim. Divê ez bi hemû hêza xwe li dijî paşverûtiyên xwe şer bikim û lêgerîna xwe ya gihandina jineke azad mezin bikim. Û bawer dikim ku ez ê vê bi ser bixim. Ji dil bawer dikim, şerê me wê bigihîje serkeftinê. Gelê Kurd wê di sibeyên azad û demên ronî de bijî. Jiber ku ez bêhna şoreşê û bedewiya wê hîs dikim. Kêliyên ku em ê Rêber Apo bibînin jî li ber çavên xwe zindî dikim.