Li Ser Şopa Rêwiyên Azadiyê
Gerîla bi hêviya dil û baweriya di giyanê xwe de, li van çiyayan rêwîtiyê dike. Hêvî ji bo gerîla tiştekîn.
Dilên ku bi hezkirina jiyanê tijî bûne, bi coşa dilsoziyeke kûr xwe davêjin nava têkoşînê. Dibe ku tiştêekî ku te hêvî dikir an li bendê bûyî pêk neyên, lê belê hêvî her tim bi te re ye, her dem nêzîkî te yeû her dem li aliyê te yê çepê ye. Roja ez tevlî refên gerîla bûm min fêm kir ku min biryara herî rast a jiyana xwe daye. Jiyana ku min li vir dît, jiyaneke ku cewhera min penase dikir bû. Sade, zelal û bi hemû rastiyên xwe ve eşkere ye. Zelalî û sadebûn ji bo min bûn pîvan. Ez gelek kêfxweş bûm dema hîn bûm ku pîvana zelaliyê di nava PKKê de xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku ez bi xwe jî girîngiyeke mezin didim pîvanên zelaliyê. Min berê jî behs kiribû ku gerîla bi hêviya di dilê xwe de rêwîtiyê dike; bi rastî jî wisa ye. Gelo ji bilî bawerî û hêviyê çiyê gerîla heye? Hêza îradeyê, hezkirina jiyanê, dilsoziya bi dozê re û lêgerîna azadiyê û hêzên têkoşînê’ne ku gerîla li ser dimeşin. Ez jî ji bo ku bigihîjim van rastiyan, min biryara gerîlabûnê da. Hewldanên min ên ji bo bidestxistina jiyaneke mezin û lêgerîna min a xwe avakirinê, ez ber bi jiyana PKKê ve birim. Ez bawerbûm ku ez ê bersivên pirsên xwe di nava PKKê de bibînim. Ez bawerbûm ku ev şêwaza jiyanê ya ku bi îdeolojiya Rêber APO ve derketiye holê, dê bibe rêberê jiyana min. Gavadin min behsa baweriyê kir; tam jî ji ber vê yekê bû ku ez ketim vê rêwîtiyê. Eger tu rêwiyekî rastîn be, ew kesê ku rêya xwe diyar dike ewê tu bi xwe be, lê bele gava ku tu kete ser rêyekê, divê tu qet wê bernede û ji armanca xwe dûr nekeve. Dema ku min biryar da tevlî jiyana PKKê bibim, min ji roja ewil ve biryar da ku ezê qet paşve venegerim, qet ji armanca xwe venekşim û her dem wekî rêwiyekî bi biryar bimînim. Û heta roja îro, ez hewl didim ku bi heman biryardariya destpêkê li ser vê rêyê pêş ve biçim. Ev rêwîtiyeke dirêje, rêwîtiyeke bêhempa ye. Em hemû dizanin ku dawiya vê rêyê heye. Dibe ku em bi xwe wê encamê nebînin, lê ev ne girîng e; her çend em şahidiyê jê re nekin jî, yên piştî me dê bikin û tenê ev yek ji bû me wê bes be. Dîrok her tim barekî datîne ser milê kesên ku dê pişt re werin. Dibe tu hîn nehatibe dinyayê û dibe ku tu hîna ciwan be ev yek nayê zanîn. Lê belê, çi dibe bila bibe, barê te jî heye. Nêzî berya neha sedsalekê, Seyîd Riza gotibû: "Dê neviyên me tola me hilînin," û Heval Mehmet Hayri Durmuş jî li salona dadgehê ya Amedê qîriyabû û gotibû: "Ji bo serkeftina vê dozê, divê gelê Kurd têkoşîna çekdarî esas bigire" bi vî awayî hîna em jidayik nebibûn bang li me dikirin. Çawa ku wan pêşeroj dîtibû, barê herî giran yanî azadiya Kurdistanê ket ser milên me. Bi destpêkirina têkoşînê, wan rê ji me re vekir; wan ev barê giran bi awayekî herî bi wate hilda ser milên xwe û bingehê wê danî. Wekî şopdarê wan, erkê meye ku em vê xebatê pêşdetir bibin. Wan karê herî dijwar girt ser xwe û serkeftina herî zehmet bi dest xistin. Wan dizanibû çawa li ber xwe bidin. Bi rojan tî-birçî, bê xew ji bo wê doza ku baweriya wan pê hebû dizanibun sebir bikin. Ew rastî îşkenceyeke hovane hatin, lê li şûna ku bêdeng bimînin, wan bersiv da wekî şimaq li rûyê kujerên xwe xistin û her carê bi awayên nû bersiv dan. Ji ber ku li hemberî îşkenceyê bêdeng neman, carinan tenê bi sê kibrîtan ew bûn Mazlum. "Çar’an, bi nîşandana berxwedaneke mezin li hemberî xiyanetê, tarîtiya şevê bi bedenên xwe ronî kirin. Carinan bûn şeqam li ser ruye dijmin; carinan jî bê tirs li rûyê kujerên xwe tif kirin eynİwekî Sakîne Cansiz..
Dem weke avê derbas bû û şopdarên Sara û Mazlûm ev ala dewir girtin. Carinan li Botanê bûn Çîçek; bê navber bi rojan li dijî dijmin şer dikirin û birînên xwe bi xwe derman kirin. Carinan li Amedê bûn Nûman ku ji bo dijmin bûbû kabûsek, carnan jî li Serhatê bûn Sîdar, li Amanosê Dilşêr, li Botanê Delal û li Dersimê Jîndar. Nav guherîn, lê bawerî û girêdanbûyîn her dem eynîbûn. Niha jî ev rê bi heman biryardariyê berdewam dike. Sal 2022 ye; şer didome û xuyaye ku dê hîn demeke dirêj bidome. Dem derbas dibe û kes diguherin, lê têkoşîn bi heman dijwariyê gur û geş berdewam dike. Erk û berpirsiyariya me ew e ku em vê misyona dîrokê daye ser milê me, pêkbînin. Her çend cih biguherin jî, yên ku li ber xwe didin û yên ku bi berxwedanê serkeftinê bi dest dixin dilê wan wekî dilekî yekbûyî lê dide. Carinan li Zapê bûn Avzem, Bager, Arîn û Şerzan; carinan li Werxele bûn Baz û Helbest û carinan jî li kolanên Mersînê bûn Ruken û Sara. Li çiyayan, li zindanan û li metropolan bi kurtasî, li her derê wan canê xwe dan da ku têkoşînê berfireh bikin û wê bigihînin serkeftinê. Ew bêyî dudilî rasterast ser dijmin ve meşiyan, ji ber ew bi dozê bawer bûn û li gorî wê baweriyê tevdigeriyan. Çawa ku yên beriya wan kiribûn, ew jî bûn ronahiya rêberiyê ji bo nifşên pêşerojê.
Jina Kurd Dê Heta Dawiyê Dilsozê Bimîne
Demên wisa hene ku peyv têrê nakin ji bo nivîsandinê an jî mirov nikare tam diyar bike ka dixwaze çi binivîse. Min pênûs û deftera xwe hildane û dixwazim niha binivîsim.
Rastiya wê şerê ku em tê de ne, ne mijareke hêsan e. Carinan em rastî tiştên wisa tên ku tu kes nikare xeyal bike. Dijmin bi hemû hêza xwe pêşve tê. Artêşa Tirk li dijî me şerekî bêexlaqî dimeşîne û hemû teknolojiyên di destê xwe de bi kar tîne di nav de balafirên şer, amûrên keşfê û çekên kîmyewî heye. Ew bi temamî ji exlaqê dûrin û êrîşên hovane pêk tînin bêyî ku rêzê li ti rêzik an peymanên şer bigirin. Şerê ku ew dimeşînin, ji exlaq, kontrol an jî her cure hesteke mirovî bêpar e. Lê belê, tê zanîn ku divê şer di çarçoveya rêzik û peymanan de û li gorî pîvaneke exlaqî ya diyarkirî were meşandin. Lê wekî ku min aniye ziman, di têkoşîna me ya li dijî Tirkan de em rastî tiştekî wiha nehatine. Di gelek nivîsên xwe de min behsa bawerî û dilsoziyê kiriye; tam ji ber vê yekê ye ku gerîla bêyî dudilî şer dike. Her hevalek bêyî fikar an guman ber bi dijmin ve pêşve diçe û tu cihî ji bo pirsên gelo dê çi bibe nahêle. Ji ber em dizanin dawiya vê rêyê ber bi ku ve diçe.
Ev demeke ku ez li qada Metînayê tevlî xebatan bûme. Niha, em di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya "Cenga Xabûrê" ya Şehîd Savaş Maraş de, di nava yekîneyeke bi tevger de cih digirin. Wekî gerîlayeke YJA STARê, ez serbilind im ku bûm beşek ji vê şerî. Min gelek hewlda ku bigihîjim vê qadê, gelek caran daxwazkir û di dawiyê de biserketim ku tevlî eniyên pêşîn ên şerê çalak bibim. Metîna herêmeke bedew e; bi erdnîgariya xwe ya daristanî, wisa xuya dike ku gerîlayan hembêz dike. Hevalên me bi salane li vir pratîk didin meşandin. Di vê pêvajoya şerê dijwar de, êrîşên giran li dijî herêma Metînayê hatin kirin û êrîşên dijwar hîn jî berdewam dikin. Artêşa Tirk ku hem ji hewa û hem jî ji bejahiyê ve êrîşan pêk tîne, her carê ji ber êrîşên xwe poşman dibe û pir caran bi hejmareke kêmkirî paşve vekişiyaye. Lê belê, ji ber ew xizmeta hikûmeteke ku bi şer dijî dikin, bêyî şerm dîsa û dîsa vedigerin. Ew pişta xwe didin teknolojiya xwe ya leşkerî, lê gerîla ev teknolojî demeke dirêje bêbandor kiriye. Bi esasgirtina nirxandina Rêber Apo ya ku dibêje "teknolojiya herî mezin mirov bi xwe ye", gerîla li gorî vê rastiyê xwe perwerde kiriye. Têgihiştina Rêberê me bi rastî kûr bû: eger mirov be ku wê teknolojiyê îcad kiriye, wê demê dîsa mirove bi xwe dikare wê bêbandor bike.
Tevlîbûna nava refên gerîla di çarçoveya rastiya tevgera PKKê de ku wate da jiyana min bû destpêka kêliyên herî biwate yên hebûna min. Mirov di çi temenî de be bila bibe, dema tevlî PKKê dibe, dîsa jî xwe ji ber dereng tevlîbûnê rexne dike; divê ez mikur werim ku tevî min di temenekî ciwan de destpê kir jî, hesteke wisa di min de çêbû. Her ku mirov bi jiyana PKKê re dibe yek, hinek rastiyan zelaltir dibîne. Ez bi serbilindiya jinbûna xwe ya di nava PKKê de dijîm. Di destpêka her rojeke nû de, ez ji xwe re dibêjim: "Ez kêfxweş im ku endama PKKê me û kêfxweş im ku jin im." Em hemû niha dizanin ka Rêber APO çiqas nirxê dide jinan û ew çawa misyonekê ji bo wan diyar dike. Li gorî min, paradîgmaya Rêber APO ya azadiya jin ku li ber devê newalê bask dide jinan, hêviyê dixe dilê wan û wan xurt dike derbeya herî mezin li modernîteya kapîtalîst dixe. Ji ber vê yekê ye ku Rêber APO yê ku jinan ji zincîrên koletiyê rizgar dike û soza jiyaneke nû dide, bûye hedef. Yên ku dê civakê rizgar bikin jin in; lewma Rêber APO azadiya jinan li ser her tiştî re girt. Li ser vê bingehê, wî em ji rastiya vê pergala xerabûyî rizgar kirin û em ber bi çiyayan ve kişandin. Me di felsefeya wî ya hebûnê de jiyaneke nû dît û bi saya hebûna wî, em rastî bûn yên xwe. Îro, Rêbertî di tecrîdê de ye ku li ti dereke cîhanê mînakeke wê tune ye; ji ber ku wî ew wêrekî nîşan da ku mezintirîn serhildana dîrokê pêk bîne, da ku wê hesta xwebûnê ya ku ji me hatibû standin, ji nû ve bi dest bixe. Jinên Kurd dê vê yekê jibîr nekin û heta dawiyê dê dilsozê Rêberê xwe bimînin.


