Rûhal Yildiz 

 

Li seranserî Tirkiyeyê her sal bi sedan jin ji aliyê mêran ve tên kuştin an jî di rewşên gumanbar de mirî tên dîtin. Daneyên du salên dawî nîşan didin ku tenê di sala 2025’an de herî kêm 391 jinan jiyana xwe ji dest dane ango hatine qetilkirin.

Beşeke girîng a van bûyeran rasterast wekî kuştina jinan hatine tomarkirin, lê hejmareke mezin jî wekî “mirinên gumanbar” hatine tomarkirin. Dane, nîşan didin temenê wan jinên ku dibin hedef, bi piranî di navbera 19 û 45 saliyê de ye (Bi taybetî di komên temenî yên hilberîner û çalak de), her çend bûyer qadeke berfireh ji zarokan bigire heta jinên ser 80 saliyê jî digre nava xwe digirin. Bi piranî, jin ji aliyê wan mêran ve tên kuştin ku wan nas dikin, nêzîkî wan in, an jî yên ku jiyana xwe bi wan re parve kirine an jî niha parve dikin.

Zêdetirî nîvê jinan (nêzîkî %65) li malên xwe tên kuştin; yanî li wan cihên jiyanê yên ku divê tê de herî biewle bin. Li aliyê din, kuştinên li cihên giştî bi gelemperî li kolanan, li cihên kar an jî di pêvajoyên yasayî yên têkildarî veqetîn an hevberdanê de pêk tên.

 

Kiryarên "kastîk katîl" bi zelalî daxwaza serdest kirina li ser şêwaza jiyan û rewşa medenî ya jinan nîşan didin; ew têkoşîneke ji bo standina azadiya jinan û hewldana girtina wan di rewşeke tirsê û bêbandorkirinê de di nava çar dîwarên malê de temsîl dikin. Tiştê ku ev ‘kujerê kastîk’pêk tîne, nîşana vê yekê ye ku dema nikare bi awayekî din rewşê kontrol bike, bi rêya tundî û kuştinê hewldide pêşî li jinê bigire. Jinên ku li dijî hezaran salan ji biçûkxistinê û heta wekî "tişt(Nesne)" dîtinê têkoşîneke dirêj meşandine, niha di şerê azadiyê de helwesteke pir wêrek, rêxistinkirî û bi hêztir nîşan didin; ew hem li dijî têgeha "jina malê" û hem jî li dijî wê şêwaza jina bindest a ku kujerê (kastik katil)  dixwaze ferz bike, li ber xwe didin. Li seranserê Rojhilata Navîn dengê serhildana jinan bilind dibe; her çend pergala baviksalarî ji ber vê yekê bi tirse hewldide bi rêya tundî û gefên kuştinê jinan di bin kontrolê de bihêle, lê jin bi avakirina berxwedana xwe ya rêxistinkirî bersivê didin vê yekê. Ew vê yekê bi piştrastbûna li ser hêza xwe ya xweser ne ya dewletê û bi bingehgirtina hewldanên xwe li ser esasên ‘Jineolojî’ û ​​modernîteya demokratîk pêk tînin.

Jin parastina xwe ya cewherî xurt dikin ku di çarçoveya modernîteya demokratîk û ruhê yekîtiyê de, bi dirûşma "Dem dema jinan e" tê rêxistinkirin ne tenê li dijî kujerê sûcdar, her wiha li dijî "bedewiya rûyê derve" (wêneyê jina nûjen ê ku ji aliyê sîstemê ve hatiye afirandin), li dijî dûrxistina aborî ya ku sîstemê her tim jin tê de hiştiye û li dijî xizaniyê; ji ber ku ew dizanin tundiya li dijî jinê, an jî mirina wê, mijareke siyasî ye. Lewma di çarçoveya modernîteya demokratîk de, divê nêzîkatiya li hember parastina cewherî ya jinan wekî paradîgmayeke siyasî be ku xwe dispêre wekheviya zayendî, jiyana ekolojîk û xweser-rêxistinkirina civakî û ev yek ji bertekên takekesî yên sade an tedbîrên ewlehiyê yên teng wêdetir diçe û divê parêzvaniyê li vê yekê bike ku civak, li şûna ku bi temamî xwe bispêre dewletê an saziyên baviksalar, bi hêza xwe ya cewherî qadên xwe yên jiyanê biparêze.

Heke em bifikirin ka jin çawa dikarin parastina xwe ya cewherî di çarçoveya modernîteya demokratîk de rêxistin bikin û li mînakên cîhanî û herêmî binêrin...

 

1. Rêxistinkirina Li Ser Bingeha Komîn û Meclîsan

Ev tê wê wateyê ku biryar rasterast ji hêla jinan ve di meclîsên tax, gund an bajaran de têne girtin, ne ji hêla rayedarên navendî ve. Li vir, xweparastin ne tenê destwerdana fîzîkî lê avakirina mekanîzmayên çavdêriya civakiye ku pêşî li çerxa tundûtûjiyê digire berî ku ew dest pê bike. Mînakî, Kongra Star û meclîsên jinan ên ku di nav ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) de hatine damezrandin, mînakên herî berbiçav ên jinan temsîl dikin ku rasterast di dozên tundûtûjiyê de bi avakirina dadgehên xwe û komîteyên aştî û lihevhatinê mudaxele dikin. Bi çareserkirina pirsgirêkên qanûnî û civakî di nav komînên jinan de berî ku ew ji dadgehên dewletê re werin şandin, astengiyek civakî ya xweparastinê tê çêkirin.

 

2. Mekanîzmayên Dadweriyê yên Li Ser Bingeha Xwe Hêzkirin û Xwe Rêveberiyê

Ev yek avakirina mekanîzmayên parastin û dadweriyê yên alternatîf ji bo pêşî girtina li tecrîda jinên ku rastî tundûtûjiyê hatine an jî di bin xetereya tundûtûjiyê de ne vedihewîne. Mînakek: li Amerîkaya Latîn bi taybetî di nav tevgerên Zapatîsta û xweser ên li civakên xwecihî yên li Meksîka û Kolombiyayê de, jin pergalên xwe yên ewlehî û dadweriyê diyar dikin. Mêrên ku tundûtûjiyê pêk tînin bi tedbîrên wekî derxistina ji civakê, dûrxistina ji pêvajoyên xebata kolektîf an jî bi cezayên civakî têne cezakirin, bi vî rengî ewlehiya jinan dike berpirsiyariyek kolektîf.

 

3. Akademiyên Parastina Xwe û Însiyatîfên Bilindkirina Hişmendiyê

Ev pêvajoyên perwerdeyî ne li ser wê baweriyê hatine avakirin ku parastina xwe ne tenê reflekseke fîzîkî ye; ew demekê pêkan dibe ku jin bigihîjin wê hişmendiyê ku dîrok, maf, beden û siyaseta xwe biparêzin. Bo mînak, qadên xweser ên femînîst li seranserê cîhanê, bi rêya akademî û komxebatên jinan, kampên parastina xwe organîze dikin. Di van kampan de, li gel teknîkên fîzîkî, beşdar bi berxwedêriya psîkolojîk, rêyên bidestxistina serxwebûna aborî û bîreke hevpar a têkoşînê tên xurtkirin. Bi sûdwergirtina ji vê ezmûnê, Kongra Star û meclîsên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) kampên li ser bingeha parastina xwe pêk anîne ku bi rêya komxebatên li qadên xweser ên wekî gundê JINWAR têne birêvebirin. Ev kamp hem wekî akademî ji bo bilindkirina hişmendiya jinan xizmetê dikin û hem jî piştgiriyê didin azadiya aborî û jiyana tendurist.

 

4. Jiyana Hevpar a Azad û Guhertina Hişmendiyê

Felsefeya "jiyana hevpar a azad" ku hêmaneke bingehîn a modernîteya demokratîke armanc dike ku hişmendiya serdestiya mêr biguherîne. Pirsyarkirina rolên zayendî berî ku tundî rû bide, dabînkirina dabeşkirineke adil a karên malê û hilweşandina kodên çandî yên ku tundiya mêr rewa dikin, wekî şêwazên herî kûr ên xweparastinê têne dîtin; di çarçoveya teoriya modernîteya demokratîk de, xweseriya demokratîk û rêxistinbûna komunal wekî hêmanên herî girîng radiwestin ji bo tijîkirina valahiyên ku ji hêla pergalên dewletparêz û hiyerarşîk ve hatine afirandin. Ji bo jinan, ev yek nayê wê wateyê ku ji bo pêşîlêgirtina tundiyê pişta xwe bidin hêzên ewlehiyê yên dewletê an dadgehan, belkî pêwîste ku ew li ser asta herêmî mekanîzmayên xwe yên dadmendî û îradeyê ava bikin.

 

1. Modelên Meclîsên Herêmî: Herêmîkirina Biryardan û Çavdêriyê

Meclîsên jinan ên ku li astên tax û gundan têne avakirin, li wan deverên ku desthilatên navendî an jî sîstema dadweriyê ya di bin serdestiya mêran de tê de têrê nakin an jî bêalî dimînin, mertalek parastinê ya rasterast diafirînin.

Meclîsên Tax û Komûnan: Di van modelan de, jin li kolan an taxa xwe komûnekê ava dikin û ji bo ewlehiya hevdu berpirsiyariya sereke digirin ser xwe. Her mêrekî ku meylên tundûtûjiyê nîşan bide an jî hewl bide jinan bixe bin serdestiya xwe, rastî îradeya kolektîf a rasterast a taxê û çavdêriya civakî tê.

Pêvajoyên Biryardanê yên Xweser: Ev meclîs ne tenê di demên qrîzê de destwerdanê dikin; her wiha ji bo biryardana li ser xurtkirina jinan di warên aborî, civakî û çandî de wek avakirina cihên hilberînê yên hevpar, kooperatîf an atolyeyên perwerdeyê gavên rasterast davêjin. Ev serxwebûna aborî û civakî bingeha sereke ya xweparastina jinan pêk tîne.

 

 

2. Mekanîzmayên Dadweriya Civakî yên Alternatîf û Komîteyên Aştiyê: Di rewşên ku dadgehên dewletê edaletê dereng dixin, jinan îzole dikin an jî bêcezatiyê pêş dixin de, modernîteya demokratîk têgeha "dadweriya civakî" dide pêşiyê.

Komîteyên Aştî û Lihevhatinê (Komîsyonên Edaletê): Di rewşên tundûtûjî an nakokiyan de mesele berî dadgehên dewletê ji komîteyên jinan re têne şandin. Ev komîte sûcdar eşkere dikin, cezayên civakî ferz dikin û biryarên girêdayî didin da ku mafên jinan biparêzin.

Cezayên Civakî û Ostrasîzm (Dışlama): Di derbarê sûcên ku ji hêla pergala baviksalar ve bêceza mane de, civak dikare sûcdar ji qadên jiyana hevpar îzole bike û wan bi dûrxistina aborî û civakî re rû bi rû bihêle. Ev rêbaz rasterast peyama "civak dê vê tundûtûjiyê tehemûl neke" ji mêrre radigihîne û wekî astengker tevdigere.

Nêzîkatiya Dadweriya Sererastkirinê: Ji bilî cezakirinê, ev nêzîkatî armanc dike ku tevna civakî tamîr bike û hişmendiya serdest a mêran bi awayekî avahîsaziyê veguherîne. Hewl tê dayîn ku bi rêya rûniştinên perwerdehiyê, mekanîzmayên xwerexnekirinê û çavdêriya kolektîf adetê tundûtûjiyê yê kesane were şikandin.