Nîgar Adar

Di nav qanûnên gerdûnê û dîroka civakan de hin kêlî hene ku mirov dişibîne lêdana dilê heqîqetê;

ew kêlî, hevsengiya di navbera mirin û jiyînê de vediguherînin afirandineke nû û vejîneke pîroz. Ew kêlî dibin wan rojên taybet ên dîrokî ku tenê wekî rojek di salnameyê de cih nagirin û bi derbasbûna salan re qet wateya xwe winda nakin. Berevajî vê yekê; her ku dem derbas dibe, wekî bîranîneke civakî di kûrahiya hiş û wijdana gelan de hê mezintir dibin. Bîranîneke wisa ku gotinên pêşiyan, keda bav û kalan, stranên dayikan, ziman û hêviya nifşên berê bi hesteke zindî digihîne nifşên nû. Ji bo gelê Kurd ê ku dîroka wî her bi têkoşîna ji bo nasname, ziman, azadî û parastina hebûnê ve hatiye hûnandin, 27’ê Mijdarê – roja damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) – xwedî wateyeke wisa dîrokî ye. Her sal di vê rojê de di dilê milyonan mirovan de dengekî kevnar ji nû ve newaya xwe bilind dike; dengek ku ne ji dûr ve, lê ji kûrahiya bîranînê, ji heqîqeta dîrokê û ji dilê gelekî serhildêr tê.

Di 27’ê Mijdara 1978’an de, li gundê Fisê yê navçeya Licê ya Amedê, di nav şert û mercên herî giran û tarî yên serdemê de, koma destpêkê ya şoreşgeran gaveke dîrokî avêt û Tevgera PKK damezrandin. Ew bûyer di dîroka siyasî ya Kurdistanê de bû destpêka qonaxeke nû. Gelo çi dikare wateya wê rojê bi awayekî tam bîne ziman? Bêguman ew vîn û biryardariya kûr, ku di dilê ciwanan de veguherî hêviyeke mezin; ew israra bêhempa, ya nîşan dida ku mirov dikare tevî hemû dorpêç û sînorên li pêşiya xwe, xeyala jiyana bi rûmet biparêze û bi pêş bixe. Ji lewraye ku beriya guherînek di rastiya civakî de pêk were, divê ew di hiş û hestên mirovan de were xeyalkirin û afirandin; beriya ku rêyek were vekirin, divê baweriyek xurt hebe ku ew rê heye. Vê kelecan û baweriyê Rêber Apo û rêhevalên wî yên şoreşger: Sara, Fûad, Mazlûm, M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal ber bi vê gava dîrokî ve birin. Wan bawerd kir ku ev rê heye, heqe û wê bi ser bikeve.

Di nîvê duyem ê sedsala bîstemîn de Gelê Kurd di bin siya polîtîkayên înkar û îmhayê de rû bi rûyê windabûneke temam mabû; ziman û nasnameya wî tune dihat hesibandin, hebûna wî hatibû qedexekirin. Gelê di bin sîbera qirkirineke sîstematîk de bi "bêdengiya betonkirî" hatibû mehkûmkirin. Di rewşeke wiha de, pênasekirina nasnameyê tenê pirsgirêkeke siyasî nebû, di heman demê de meseleya hebûn û tunebûnê bû. Belê, di van şert û mercan de, ji çîrokên dayikan, axîn û kesera jinan, ji hestên birîndar ên dîrokê û ji kûrahiya axê tovek hate çandin û şax da. Ev gav bû îfadeya redkirina zordariyê, bû qîrîna li dijî bêdengiyê, bû navê berxwedan û serhildanê. Wisa 27'ê Mijdarê bû şiyarbûn, rîtualeke vejîna bîrdozî û deklarasyona parastina cewherî û berxwedana netewî. 

PKK Partiya Şehîdan e. Xeta Heqîqet û Jiyanê ye

Nirxandina bingehîn a ku nasnameya tevgera Apoyî pênase dike, gotina Rêbertî: "PKK partiya şehîdan e." Têkoşîna ku di 27’ê Mijdarê de bi awayekî fermî hate ragihandin, beriya her tiştî li ser bîranîn û canbexşiya hevalên destpêkê hate avakirin. Şehadeta hevalê Hakî Karer di Gulana 1977’an de li Dîlokê, ji bo tevgerê bû xala werçerxê ya manewî û rêxistinî. Rêber Apo vê heqîqetê wiha tîne ziman: "Dema Hakî Karer şehîd ket, me got ku xwîn rijiyaye, ji vir û şûn de êdî veger tune ye. Bersiva me ya ji bo bîranîna wî, biryara partîbûnê bû. Damezrandina PKK'ê soza ku li ser bîranîna şehîdan hatiye dayîn e."

Ji ber vê yekê, şehadet di felsefeya Tevgera me a Rêhevaltiya Komûnalîst de xeta felsefî, wijdanî û exlaqî ye. Lewma Rêbertî di nirxandinên xwe de destnîşan dike ku şehîd pîvana jiyana azad û nûnerên herî xurt ên heqîqetê ne. Ji vir û şun ve her şehadetek din ava tevgera PKK de bû banga ji nû ve xweşikkirin û mezinkirina jiyanê. Berxwedana zindana Amedê ya sala 1982’an a bi pêşengiya Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Dûrmûş, Ferhat Kurtay û gelek rêhevalên fedayî, îspat kir ku teslîmiyet mirin e, lê berxwedan jiyana herheyî ye. Heval Xeyrî Dûrmûş di kêliya dawî de bi gotina "Li ser kêlika gora min binivîsin; ev deyndarê gelê xwe çû" pîvana dilsoziya milîtaniya azadiyê danî holê. Ev sekna bi rûmet di dirêjahiya dîroka Tevgerê de bû pîvana bingehîn a bi hezaran lehengên Kurdistanê.

PKK – tevgera îspatkirina hebûna kurd e

Damezrandina tevgerê şoreşeke kûr a zihniyetê bû ku mêtingeriya li ser hiş û rûhê civakê perçe kir. Rêber Apo bi çavdêrî û analîzên xwe yên felsefî û bîrdozî, tespît kir ku mêtingeriya li ser Kurdistanê tenê dagirkirina axê nîne, di heman demê de dagirkirina hiş, rûh û cewherê civakê ye. Pergalê mirovê Kurd ji xwe biyanî kiribû, ew xistibû rewşeke wisa ku ji şerê azadiyê bireve û koletiya xwe wekî çarenûsê bipejirîne. Ji ber vê yekê, 27'ê Mijdarê li hemberî vê teslîmiyet û paşverûtiyê, derketina xeta şerkeriya azadiyê û şikandina klîşeyên koletiyê yên hezar salan îfade dike. 27'ê Mijdarê li dijî hemû pîvan, nirx û hovîtiya modernîteya kapîtalîst derketineke pîroz e, derketina ‘mirovê nû yê Azad e’. Rêber Apo di heman deme de nîşanî me da ku ‘azadî’ tenê bi parastina sînorên fîzîkî pêkan nabe; azadiya rastîn, avakirina civaka exlaqî û polîtîk e ku xwe ji bandorên lîberalîzm, ferdperestî û mêtingeriya zihniyetê paqij kiriye. Di hundirê peyva ‘azadî’ yê de cîhanek heye. Ew jiyana bi rûmet, jiyana bi ziman, çand û nasnameya xwe re ye, xweparastin, fikir û vîna azade. Wateya peyva azadiyê, bi wateya 27ê Mijdarê ve hate hûnandin. Ji ber ku ew roj – destpêka rêya dirêj a tekoşîna ji bo azadî û mafê gelê kurd bû, roja îspatkirina hebûna gele kurd bû. 

Bîranîn: Pira di Navbera Rabirdû û Pêşerojê de

Gelên ku bi êş, înkar û birînên kolektîf re rû bi rû mane, têkiliyeke taybet bi bîranînê re ava dikin. Bîranîn ne tenê berê xwe dayîna paşerojê ye; ew hewldana fêmkirina heqîqetê û rêgirtina li dubarebûna zordariyê ye. Lê bîranîn bi xwe re berpirsiyariyekê jî tîne. Heke mirov tenê êşê bibîne, dibe ku di bin giraniya wê de bimîne; heke wê înkar bike, dibe ku heman şaşî dubare bibin. Wateya dîrokê ew e ku mirov ji tecrubeyên borî hêz bigire û pêşerojê bi hişmendiyeke nû û xweser ava bike.

Bîranîna dîrokî divê ji vegotineke ku tenê sembol û lehengên xwe dubare dike wêdetir here. Ew divê cih bide pirsîn, lêhûrbûn, fêmkirina şertên heyî û nirxandina encamên biryarên berê. Ji ber ku gelê ku dixwaze pêşeroja xwe biafirîne, divê hem rastiya birînên xwe nas bike, hem jî bikaribe li ser rêbazê kewandina wan birînan bisekine, rexnedayiyane nêz bibe û veguhertinan ava bike. 27ê Mijdarê – dîroka 48 salan – dikare bibe rojek bi vî awayî: ne tenê rojek ji bo bîranînê, lê rojek ji bo xwendina dîrokê; ne tenê rojek ji bo dûbarekirina tiştên ku me bawerî pê anîye, lê rojek ji bo lêpirsîna tiştên ku me hîn çareser nekiriye û bi ser nexistî ye; ne tenê rojeke ku em pakrewanên xwe yên nemir Heqî, Sara, Kemal, Mazlûm, Fûat bi bîr tînin, ew di heman demê de rojek e ku em felsefeya wan di jiyana rojane de zindî bikin û keda wan bikin bingeha serkeftinê.

Azadiya Jinê: Pîvana Bingehîn a Guherînê

Di her civakê de jin ne tenê zeyendeke, beşek ji civakê ye; ew di avakirina jiyanê, veguhastina çandê û afirandina têkiliyên civakî de roleke bingehîn dilîze. Lê di dîrokê de vîn, fikir, xebat û hêza wan di bin siya desthilatdariya mêr û saziyên baviksalar de hatiye veşartin. Vê şoreşa bîrdozî, di esasê xwe de şoreşa azadiya jinê wekî stûna herî sereke ya avakirina civaka azad û demokratîk pejirand. Paradîgmaya Rêber Apo ya ku dibêje "Heya jin azad nebe, civak nikare azad bibe", di nav salan de ji çarçoveyeke teorîk derket û veguherî tevgereke xweser a civakî, leşkerî û felsefî. Jina Kurd a ku di bin sîstema serdest a baviksalarî û paşverûtiyê de hatibû bêbandorkirin, bi vê têkoşînê re nasnameya xwe ya xwedawendiyê ji nû ve dît, bû xwedî artêş û vîneke xweser. Ew dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku îro cîhanê hejandiye û sînoran derbas kiriye, mîrate û berhemê vê ked û kûrbûna bîrdozî ya 48 salan e.

Di vê serdemê de ku em ber bi salvegera pêngava pîroz ve diçin, pêvajoya ku li çiyayên Kurdistanê, Rojava, Şengal û li her qada têkoşînê tê meşandin, di bin ronahiya bîrdoziya modernîteya demokratîk de bûye mertalê parastina rûmeta mirovahiyê. Tevgera Rêhevltiya Komûnalîst, polîtîkayên tunekirin û asîmîlasyonê yên hêzên navneteweyî û hevkarên wan pûç kirin; Kurd ji rewşa "xenîmeta şer" derxistin û kirin hêzeke pêşeng a ku îro ji bo Sûrye, Iraq, Îran û Tirkiyeke demokratîk têdikoşe, dîroka Rojhilata Navîn ji nû ve ava dike.

27'ê Mijdarê ji bo me ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye; roja nûkirina biryardariya têkoşînê a ji bo azadiya Rêber Apo ye, roja parastina nirxên civakî û nûkirina peymana bi xeta şehîdan re ye. Roja felsefeya zindîbûnê, hêza hişmendiya azad û parastina hebûn û nasnameyê ye. Roja Berxwedana Netewî ye. Heya ku ev ruh û ev bîrdozî li ser van çiyan û di dilê gelê me de zindî be, tu sîstem û tu hovîtî nikare vîna mirovê azad teslîm bigire. Û belkê wateya herî kûr a vê rojê di vê yekê de ye: ku em ne tenê bibêjin em ji ku derê hatin, lê di heman demê de bipirsin em dixwazin bi vê bîranînê re ber bi ku ve biçin. Bila bîranîn bibe ronahîya rê, bila azadî bibe mafê her mirovekî û bila pêşeroja gelê Kurd bi rûmet, aştî û azad be.

Bijî 27'ê Mijdarê, tova azadiyê ku di dilê axê de hatiye çandin! Û her Bijî Rêber Apo!