Leyla Zagros

 

Dîroka ku bi Xwîna Berxwedanê Hate Nivîsandin

 

Di salnameya mirovahiyê de hin roj hene ku ne tenê bîranîna êşekê ne; ew roj manîfestoya serhildana li dijî neheqiyê û şiyarbûna wijdana gerdûnî ne.

25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê, ji kûrahiya dîrokeke bi êş, lê bi rûmet derketiye holê. Ev roj vedigere sala 1960’î û berxwedana bêhempa ya sê xwişkên şoreşger ên li Komara Domînîkê: Patria, Minerva û Maria Teresa Mirabal. Xwişkên Mîrabal li dijî dîktatoriya Rafael Trujillo serî hildan, zindan û êşkence nas nekirin, bûn sembola azadî û rûmetê û di 25’ê Mijdara 1960’î de ji aliyê hêzên dîktatoriyê ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Xwîna wan a ku li erdê rijî, nebû dawiya têkoşînê; berevajî, veguherî meşaleyekê ku sînorên parzemînan derbas kir û di sala 1999’an de salvegera kuştina jinên Tekoşer ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî Roja Têkoşîna Gerdûnî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê hate pejirandin.

 

Koka Tundiyê: Hiyerarşiya Mêrê Serdest

 

Lê belê, ji bo ku em 25’ê Mijdarê bi wateya wê ya rastîn û kûr fêm bikin, divê em tundiya li ser jinê tenê wekî bûyereke şexsî, malbatî yan jî hiqûqî nebînin û negirin dest. Wekî ku Rêber Apo di analîzên xwe yên dîrokî, sosyolojîk û felsefî de bi kûrahî destnîşan dike; tundî û koletiya li ser jinê ne qanûneke xwezayê ye û ne jî çarenûsek e. Ew encama pergala hiyerarşîk a mêrê serdest e ku beriya civaka çînî û dewletdar hatiye avakirin. Pergala Kujer a Kastîk ku bi hevkariya zilamê bihêz û arîstokrasiyê hate hûnandin, beriya her tiştî jin xiste bin kontrola xwe, ew ji çanda pîroz a xwedawendiyê qut kir û kir "mêtingeha herî kevin", çîn û neteweya di dîrokê de herî zêde hatiye perçiqandin. Bi standina aboriyê ji destê jinê û bi afirandina mîtolojî û olên yekxwedayî ku zilam kirine navend, jin hate bêvînkirin û di nava civakê de wekî "cinsê qels" hate pênasekirin.

Ji zarokatiyê ve, gelek keç fêr dibin ku divê dengê xwe nizm bikin, bi awayekî taybet rûnên, bimeşin, li xwe bikin û ji bo her biryarekê ku dixwazin bidin, hincetan pêşkêş bikin. Ji wan tê xwestin ku xwe biparêzin, lê pir caran ji wan nayê pirsîn ka çima ew neçar in her dem xwe biparêzin. Ew fêr dibin ku ji tirsê re rêzê bigirin; lê kesên ku tirsê diafirînin, gelek caran bi navên kevneşopî, namûs, desthilatdarî an hezkirinê tên veşartin. Dema ku mêr mafê xwe dibîne ku jiyana jinê birêve bibe, dema ku nirxê jinê tenê ji ber jinbûna wê tê daxistin, dema ku kontrolkirin wekî hezkirinê û zordarî wekî parastinê tê pêşkêşkirin, tundî êdî nabe tenê kiryara kesekî. Ew dibe beşek ji pergaleke ku dixwaze jinê di sînorên ku ji bo wê hatine xêzkirin de bihêle.

Îro pergala modernîteya kapîtalîst vê tundiya hezar salan bi hezar rengî û bi awayekî sîstematîk û kûrtir didomîne. Tundiya li ser jinê, di cewherê xwe de pergala herî kevin û zordar e ku bîst û çar saetan di meriyetê de ye. Ev tundî carinan di bin navê "namûs", "exlaq" û "evînê" de di nava çar dîwarên malbatê de xwe vedişêre; malbata kevneşop dibe bîreke kûr ku tê de jin hem ji aliyê fîzîkî û hem jî ji aliyê derûnî ve tê fetisandin. Carinan jî di bazara modernîteya kapîtalîst de, di bin navê "azadiya lîberal" de bedena jinê dibe amûra reklam û bazirganiyê û wê ji cewherê wê dûr dixe. Tişta ku tê fêmkirin ew e: her şîdet xwînê naherikîne. Hin birîn li ser laşê mirovan nayên dîtin, lê di hundirê dilê wan de bi salan dijîn. Ji ber vê yekê, divê em ji bîr nekin ku tundî tenê bi birînên li ser laşê jinê nayê pênasekirin. Carinan peyvek dikare bibe çek; carinan gefek dikare bibe dîwar; carinan bêdengiyek dikare bibe amûra kontrolkirinê, carnan jiyana di qesrên bi îhtîşam, carnan jî reklama bedena jinê dikare vîna wê bêveger bişkêne. Jina ku ji xwendinê bêpar hatiye hiştin, ya ku bi zorê hatiye zewicandin, ya ku li ber deriyê malê hatiye lêdan, ya ku navê wê li ser kêla gorê hatiye nivîsandin lê çîroka wê qet nehatiye vegotin: hemû di vê êşê de yek in.

Rêbertî di dahûrandin û paraznameyên xwe de gelek caran xêz kiriye ku di zimanê kurdî de peyva "Jin" û "Jîn" (Jiyan) heman kok û wateyê ne; ev hevrehî rastiya gerdûnî ya afirîneriya jinê nîşan dide. Bi kiryar û rêzikên ku li jor hatine diyarkirin, pergala desthilatdar a mêrparêz hewl dide vê wateya pîroz berovajî bike, nirxên çandî yên hezar salî hilweşîne û jiyanê ji bo jinê veguherîne zilmê.

Asta Têkoşîna Jinên Cîhanê: Sedsala 21’an Sedsala Şoreşa Jinê ye

 

Tevî vê zexta giran, îro di sedsala 21’an de jinên cîhanê êdî ne ew kesên bêçare ne ku serê xwe li ber çarenûsa xwe bitewînin û bêdeng bimînin. Ji Amerîkaya Latîn heta Ewropayê, ji Efxanistanê heta Îran û Kurdistanê, pêleke nû ya şiyarbûn, lêgerîn û serhildanê bilind dibe. Di navenda vê şiyarbûna gerdûnî de şoreşa Jinê a li Kurdistanê cih digire. Felsefeya Rêber Apo ya dibêje "Heya jin azad nebe, civak nikare azad bibe", îro ji sînorên Kurdistanê derketiye û bûye pûsûlaya hemû jinên cîhanê. Dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ku bi serhildana ji bo Jîna Emînî re cîhan hejand, nîşan da ku şoreşa sedsala 21’an şoreşa jinê ye. Çawa ku bindestiya yekem di qada zayendî de bi koletiya jinê dest pê kiribe, rizgariya dawî, şoreşa herî mezin jî wê di têkiliyên zeyendan û azadiya jinê de pêk bê.

Jinên cîhanê îro her ku diçe baştir fêm dikin ku tenê bi qanûnên lîberal û wekheviyeke fermî, rizgarî û azadî pêk nayên; ji ber ku sîstem bi xwe çavkaniya tundiyê ye. Rizgariya rastîn tenê bi avakirina Jineolojiyê (Zanista Jinê), bi redkirina hişmendiya dewletparêz û hiyerarşîk, bi rêxistinbûna xweser a jinê, bi komînan, bi parastina cewherî û bi yekkirina jîriya hestiyarî û jîriya analîtîk a jinê pêkan e. Jin êdî ne siya zilam e û ne jî pêveka wî ye; jin bi keda xwe, bi şerê xwe û bi vîna xwe ya xweser xwe ji nû ve diafirîne û mîtolojî, felsefe, ol û zanistê ji nû ve li gorî cewherê xwe şîrove dike.

 

An Azadî An Azadî!

 

 Dîroka serdestan gelek caran xwestiye ku jinên li dijî zilmê rabûne werin ji bîr kirin, an jî jiyana wan tenê di çarçoveya trajediya wan a şexsî de were vegotin. Lê bîranîna wan di şexsê jinên şoreşger yê Apoyî de sînorên xemgîniyê derbas kiriye. Bûye sembola îradeyekê ku li hemberî tirsa desthilatdariyê serî natewîne; bîranîna jinên ku bêdengî red kirine û rûmeta mirovahiyê parastine; buye bîranîna kesên ku ji bo azadiya jinên welatê xwe derketine çiyayên azad û ji bo rûmeta mirovahîyê bedena xwe kirine sîper. Di 25’ê Mijdarê de, banga ku li hemû jinên cîhanê tê kirin pir zelal û dîrokî ye: pergala mêrserdest û kapîtalîst ji zû ve şensê xwe yê ku bi reforman sererast bibe winda kiriye. Armanca jinan tenê daxwaza hin mafên fermî nîne; armanc ew e ku çavkaniya zordarî û tundiyê were rakirin û jiyaneke azad were avakirin. Lewra li pêşiya jinê rêyek heye: jiyaneke bi rûmet û azad. Jiyana azad jî tenê bi xeta şerkeriya jinê, bi redkirina têkiliyên milkkirinê û desthilatdariyê, û bi avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêkan e. Û azadiya jinê ne daxwazeke zêde ye. Ew şertê jiyaneke bi rûmet e!

Wekî ku Rêber Apo diyar dike; "Heqîqet eşqe e, eşq jiyana azad e." Evîna rastîn tu carî di kesayetên ku dil û aqlê wan bi koletî, destavêtin û desthilatdariyê hatine hûnandin de pêk nayê; ew tenê di hevsengiya hêz û azadiya beramber a jin û mêran de şîn dibe. Ji bo ku em bigihîjin vê heqîqetê û dawî li tundiya hezar salan bînin, divê her jinek li ser bingeha welatparêzî, hizra azad, rêxistinbûn, têkoşîna bênavber û estetîkê xwe ji nû ve biafirîne. Ji Xwişkên Mîrabal heta Sara, Bêrîtan, Zîlan, Berfîn, Leyla û Emîneyan, mîrasa berxwedanê rêya siberojê ronî dike. 25’ê Mijdarê ne roja şîn, girîn û lavahiyan e; ew roja bilindkirina têkoşîna hevpar a jinan, vegerandina pîroziya Xwedawendan û hilweşandina kelha koletiyê ye! Em îro ji bo Patria, Minerva û Maria Teresa, ji bo hemû jinên ku di bin navê "namûs", an "çarenûs", an "malbatê" de hatin bêdengkirin, çirayekê vêdixin; ne ji bo şînê, ji bo soza ku dengê wan êdî nayê birrîn.

 

25ê Mijdarê: Dengê Ku Nayê Bêdengkirin

Ne qanûna xwezayê bû ew zîncîra li stûyê te,
Ne jî qedera ezmanan bû ew tariya li ser rûyê te.

Navê te yê pîroz: ‘JİN’ ê li te kir gerdûn,
Li ber dîwarên koletiyê wan kirine "mirin".

 

Tu ne çivîka qefesê yî, ne şeva bêxew û dilsotî,

Ne siya mêrê desthilatdar, ne meta bazarên firotî!

 

Tu keça heqîqetê yî, mîratgira çanda Îştar û Sîtar,

Bi çirûska çavên xwe re diçirînî perdeya şeva tar.

Dilerzînî ji koka wê kelha zilm û zordariyê,

Dipelçiqînî bi vîna xwe kelepçeyên koletiyê!

 

Li Domînîkê rijand xwîn sê çirayên berxwedanê;

Patrîa, Mînerva, Marîa bûn meşaleya cîhanê

 

Ew xwîna li ser xakê neçilmisî, neçû ava qet,

Bû tovekî pîroz û pak, li Zagrosan şîn bû ji heq.

 

Li lûtkeyên serfiraz bi dengê Bêrîtan û Zîlanan,

Veguherî heqîqetê, bû destana lehengan.

 

25’ê Mijdarê!

Tu ne roja şîn û şewat, ne ya hêstir û hewar î,

Roja şikandina qefesan û lêdana derbên xedar î!

 

Roja vîna polayî, roja aqil û pêşengiyê,

Roja kolana dîrokê li rûpelên azadiyê.

 

Ji lûtkeyên Zagrosan heta kolanên Rojhilat,

Yek deng bilind dibe, diherike nava felat:

 

Mifteya jiyana nû tenê "Jin, Jiyan, Azadî" ye,

Heta ku jin azad nebe, çarenûs – tarîtî ye!