Rûken Jîrkî

 Berî her tiştî, ez hemû hevalên xwe yên şehîd û gelê xwe bibîrtînim ku bi şîara "Hûn nikarin roja me tarî bikin", di komploya navneteweyî ya 9ê Cotmehê de laşên xwe li dora Rêberê me şewitandin û çembera jiyanê çêkirin, em soz didin ku em ê mîrateya wan a birûmet zindî bihêlin.

Îro, bi saya mîrateya wan a têkoşînê û hewldan û pêşbîniya Rêberê me, komplo hatiye pûçkirin. Li ser vê bingehê, em dibêjin ku emê bi xwedî derketina li hewldan û fedakariyên wan têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin. Rastiyê li vê erdnîgariyê wateya xwe afirandiye û dîsa li van axan, şaristaniyê bi serûbinkirina rastiyê xwe sîstematîze kiriye. Lê çawa ku rastî qet nayê tahrîfkirin, ev mirovahiyê ku rastî afirandiye qet dev ji rastiya xwe bernedaye. Her çend ew rastiyek be ku di nav makîneyên şaristaniyê de hatiye tarîfkirin jî, rastiya demokratîk a gelan di damarên mirovahiyê de berdewam kiriye. Ji ber vê yekê, piştî hezaran salan jî, bi saya vê damara berxwedanê, tariya koletiyê ji nû ve ji aliyê rojê ve hatiye qetandin. Di seranserê dîrokê de, gelek lêgerînerên rastiyê hebûn, lê ji ber ku ew di hişmendiya xwe an jî derbirîna rastiyê de perçe perçe man, ew ji hêla modernîteyê ve seqet bûn û nekarîn encamê bi dest bixin. Lêbelê, serokatiya me, wekî derbirîna kolektîf a van lêgerînerên rastiyê û dibe ku hemû kêmasiyên wan temam bike, gihîştiye lûtkeya rastiyê. Bi guhertinek paradîgmatîk, serokatiya me rastiya hebûnê anjî rastiya gerdûnê ji nû ve pênase kiriye û hewl daye ku wê di şênberiya PKK-ê de sîstematîk bike. PKK-ê kur û keçên herî hêja yên gelên Arî aniye cem hev veguherandiye şervan û lêgerînerên rastiyê. Rêbertiya me gelên ku bi her cûre asîmîlasyon, qirkirin û şerê taybet bi hezaran salan ve parçe bûne aniye cem hev, rastiya her tiştî eşkere kiriye. Avakerên pergala serdest, dema ku li hember vê rastiyê alîgiriyên xwe zêde dikin, mehkûmî wê ne ku di tariya xwe de bifetisin. Çewtiyeke mezine ku koletiya jinan ji koletiya ku mirovahiyê bi hezaran salan kişandiye cuda were hesibandin. Weke ku Rêberê me diyar kir; Jin çîna yekem, zayend û neteweya kole bûyî ye. Koletiya jinan bingeha hemû koletiyê pêk tîne. 

 Ji ber vê yekê, bêyî çareserkirin û derbaskirina koletiya jinan, tu şêweyek din a koletiyê nayê derbaskirin û takekesek azad  di encamê de civakek azad, nayê afirandin. Ev rastiyek gerdûnî ye ku tê de beş ber bi tevahî ve diçe. Kes nikare li dijî vê rastiyê nîqaş bike an jî înkar bike. Ev rastî ji hêla Rêberê me ve hatiye eşkerekirin. Cihê jinan di rûpelên dîrokê de hema hema tune ye. Berxwedana jinan gelek caran ji hêla zihniyeta serdest a mêran ve hatiye xirabkirin anjî qet di rûpelên dîrokê de nehatiye bicihkirin. Jin her gav wekî nezan, bêxeber di karûbarên mêran de, ji hemû warên civakî hatine dûrxistin, weke karkerên erzan, kelûpel, amûrên reklamê û gelek danasînên din ên neyînî hatine nîşandan. Ev pênaseyên nerast li ser jinan bi xwe hatine ferzkirin. Lê belê, Rêberiya me hewl dide ku dîroka jinan a ku nehatiye nivîsandin ji nû ve binivîsîne û bi xurtkirina têkoşîna rizgariya jinan nasnameyeke jina azad ji nû ve biafirîne. Rêbertiya me armanc dike ku pergala serdest ji nû ve bi rastiyê ve girêbide, koletiya jinan û nirxên mirovî yên ku bi riya wan têne xwarin nas bike. Ji ber vê yekê, em fêm dikin çima Rêber APO di komploya 9ê Cotmehê de bû hedef. Ma mesele tenê li ser Kurd û Kurdistanê ye? Yên ku bersiva erê didin pir xelet in. Ji ber ku mesele ne tenê li ser Kurd û Kurdistanê ye.Hin Heremên Kurdistanê di destê Berzaniyan de jî heye. Çima wan êrîşî PKKê û bi taybetî li ser Rêber APO kirin û ne li ser rêxistinên din ên li Kurdistanê? Ji ber ku ramanên Rêbertiya me dîwarên koletiya hezar salan hildiweşînin, li şûna wan azadiyê ava dikin  ango civakek exlaqî û siyasî. Zîhniyeteke dewletê ya ku ji hêla hişê mêr ve hatiye avakirin dê tu carî rê nede pêşxistina civatek exlaqî û siyasî. Çima? Ji ber ku dewletê xwe li ser koletiya civakî, ked, jinên ku ji hêla hişê mêr ve hatine şekildan, tenê mirin û şer ava kiriye. Gelo civakek bi takekesên xwe, civakek xweser, exlaqî ku pîvanên pejirandin û redkirinên zelal ya herî girîng jî, civakek ku mirovên ji her tebeqeyê perwerde dibin, hewceyî dewletekê dibe? Gelo ew ê bihêle ku dewlet mîna şivanekî wê şivantiyê bike û îstismar bike? Tu civakek ku li gorî paradîgmaya rastiyê ya ku ji hêla Rêberê me ve hatî danîn pêş dikeve vê rewşê najî; berevojî vê, her yek dibe sembola azadiyê. Niha em dîsa bipirsin: ÇIMA KOMPLOYA 9'Ê COTMEHÊ? Bersiv ev e: ew berê xwe dane avahiya dewletê ye ku ji hêla hişê mêr ve hatî afirandin, nefretek li dijî azadiyê ye, di şexsê Rojê me de li dijî mirovahiyê tê meşandin û armanc dike ku mirovahiyê di nav koletiyê de bixeniqîne. Di sala 1998'an de, ji hêla hêzên komploger ve zextek mezin hate kirin da ku Rêberê me neçar bimîne ku ji Sûriyeyê derkeve. Di 9'ê Cotmeha 1998'an de, Rêberê me ji Sûriyeyê derket.

 Ew çû Yewnanistanê. Lê belê, Yewnanistan, her çend xwe wekî dost nîşan da jî, bi dewletên emperyalîst re hevkarî kir û xiyaneta herî mezin li dijî gelê Kurd pêk anî. Bi gotineke din, Yewnanistanê di pêvajoya komployê de destê dost veguherand destê dijmin. Paşê, Rûsyayê ji bo Projeya Çemê Şîn gelê Kurd firot, destên Îtalyayê hatin girêdan û pêvajoyek derket holê ku gelek dewletan di komploya navneteweyî de rol lîstine. Rêberê me weke "kesê ku nayê xwestin" hate pênasekirin û ji hêla tu dewletê ve nehat qebûlkirin. Di sala 1996’an de, bi komploya 6ê Gulanê, armanc ew bû ku Rêbertiya me were tasfiyekirin û têkoşîna azadiyê bi dawî bibe. Bi têkçûna komploya 6ê Gulanê re, komploya 9ê Cotmehê ku di rastiyê de berdewamiya komploya 6ê Gulanê bû, armanc kir ku Rêbertiya me bigire, wî ji hêla îdeolojîk ve tasfiye bike û têkoşîna me ya azadiyê belav bike. Wekî ku Rêbertiya me diyar kir, "hevaltiya ne bes û dostaniya derewîn" zemîna vê komployê peyda kir û bû sedema girtina wî. Rêbertî helbesta ku di 8ê Adarê de ji bo hemû jinan nivîsandiye got; Ez bi awayekî xayînane li bajarê Prometheus hatim girtin. Belê, ev komplo komployek bû ji bo tolhildana li ser Rêbertiya me, ku rastiya Artêş û Îdeolojiya Jinan a ku bi lez mezin dibû eşkere kir. Ji ber ku Rêbertiya me bi hevaltiya ku bi jinan re afirand, dîwarên koletiya hezar salan hilweşand. Ew bi biryar bû ku pergalê ji bingehê wê bihejîne û hilweşîne. Serdestiya mêran a ku li ser koletiya jinan a hezar salan ava bûye, qet rê nade vê yekê. Û bi planên xwe yên xiyanetkar, wan Roja me  esîr girtin.

Gelo jin û gelên ku bi Rojê re şiyarbûnek mezin dijiyan, dê rê bidin vê yekê? Gelo ew ê çavên xwe bigirin? Hêzên komploger dizanîbûn ku koletiya wan afirandî ketiye nav şaneyên mirovan, lê ew nizanibûn ku Roj wan şaneyan ji nû ve şiyar dike, wan wekî gulberojan vedigerîne rojê û careke din wan di rastiyê de dişo.

 Di dema komployê de, bi sedan kesan xwe bi zindî şewitandin. Bi dehan kesan xwe ji serê avahiyan avêtin. Bi sedan kesan bombe li laşê xwe girêdan û di dilê hêzên komploger de teqandin. Di dema komployê de, rastiyeke gel derket holê, xwe feda kirin dibin dirûşmeya "HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN!" Her yek bû tîrêjek rojê. Her yek bû şewqek, agirek, mûmek li dora Rêberê me, di tariya wê komployê de perçe kir. Û artêşa jinan mezin bû, bi PAJK re bû partî û îro dibin sîwana KJK de sîstematîze bû. Bi rastî, tu dewlet ji rastiya Rêberê me haydar nebû. Reber APO tenê rêberek nîne; di şexsê xwe de, berxwedana hezar salan temsîl dike. Ew ji bo mirovahiyê rojek nû çêbû. Ew rastî şert û mercên tecrîda mutleq hat ku di dîrokê de bêhempa bû û berê qet li ser tu mirovî nehatibû sepandin. Wan hewl dan ku Rêberê me qels bikin, rojê ku mirovahî bi hezaran salan li bendê bû tarî bikin. Bi berxwedana Rêberê me li Îmraliyê û têkoşîna bi hezaran hevalên şehîd, komploya navneteweyî hate pûçkirin. Komplo negihîşt armanca xwe ya ku dewletên emperyalîst xeyal dikirin. Ji ber ku mirovahiyê carekê roj dîtiye û bi hêsanî nahêle ku ew tarî bibe. Belê, komploya navdewletî, ku niha di sala xwe ya 27an de ye û dikeve sala xwe ya 28an, bi berxwedana Rêberê me ya 27 salan, bi şoreşên rojane 40 caran û bi pêşxistina MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK ve hatiye têkbirin. Di her kêliya komployê de, êrîşên li dijî tevgera azadiyê her tim ji hêla hêzên komploger ve hatine kirin. Bi rastî, ev êrîş her roj, her saet berdewam kirine. Ev ne tenê bi serdema komployê ve sînordar bû. Lê belê, em her tim di rojên ku komplo pêk dihat de bi êrîşên taybetî re rû bi rû mane. Mînak di 10ê Sibata 2021’an de, ji hêla Tirkiyeyê ve ku endamek NATO ye, hewldanek dagirkirinê li dijî herêma me ya Garê hate destpêkirin. Lê ev êrîşên dagirkeriyê ji hêla gerîlayên dilsozên Rêber APO ve hatin têkbirin. Ew bi ser neketin. Ew weke ku hatin wisa çûn. Piştre, êrîşên ku di Nîsanê de li Werxelê, Mamreşo, Zendûra û deverên din dest pê kirin, rûpelên nû li dîroka berxwedanê zêde kirin. Berxwedaneke mezin ku di tu rûpelê dîrokê de nehatiye dîtin, hate nîşandan. Me di kîjan rûpelê dîrokê de dîtiye ku 4, 5, anjî 6 ciwan bi mehan li dijî artêşeke mezin a wekî NATOyê, bi karîbanaîna her cûre çekên kîmyewî li ber xwe bidin? Her cûre bombeyên kîmyewî li dijî Tevgera Azadiyê hatin bikar anîn. Her cûre êrîşên hovane, kuştin û talan li ser gelê Kurd hatin kirin. Lê tevî her tiştî, rastiya ku di rastiya Rêbertiya me de derket holê, di berxwedana gelê Kurd de îfadeya xwe dît. Me qet serî netewand. Tevî her tiştî, me li berxweda û emê li berxwebidin. Emê tu carî nehêlin ku komplo dobere bibe û emê têkoşîna xwe bidomînin heya ku komplo were pûçkirin. Weke gerîlayên YJA-STAR, em serkeftinên xwe yên heyî deyndarê Rojê xwe, Rêbertiya xwe ne ku di her rewşê de li kêleka me sekinî, bi hevaltî û evîna xwe ya azadiyê jiyan da me.

 Weke milîtan, me pêşengtiya berxwedanê kiriye û emê pêşengtiya wê bikin. Ev şer ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin, rastiyek mezin eşkere kir: di her warî de jin bi rêxistinkirina xwe pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn dikin. Bi hezaran sal berê, xwedawend li Çiyayên Zagrosê, tevî deverên mîna Mamreşo, li hember zilamê xapînok û hov li berxwedan. Ji dîrokê heta roja îro, ev berxwedan bi awayên cûrbecûr bênavber berdewam kiriye. Îro, ev ala pîroz a berxwedanê bi serbilindî di destên gerîlayên YJA-STAR de diheje. Ev şer şerê tolhildanê ye li dijî pergala koletiyê ya ku bi hezaran salan li ser me hatiye ferzkirin. Ev şer şerê ji holê rakirina qertelan e. Li ser vê bingehê, rastiya pêşeng a jinan dê tecrîdê bişkîne û bi rojê re, torên jiyanek azad dê berdewam bikin. Rêber APO bi "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" pêvajoyek nû da destpêkirin da ku komployê di sala 2025an de bi tevahî hilweşîne. Bi gotina yên ku şer dikin dikarin aştiyê çêbikin, ew bi kesên ku alîgirên herî germ ên şer re li heman maseyê rûnişt û têkoşîn anî qonaxek siyasî. Bi taybetî, bi hilweşandina kongreya 12. a PKK-ê re, em ketin serdemeke nû. Ji hêla stratejîk ve, me têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî kir û li ser bingeha stratejiyeke komunal a demokratîk ketin serdemeke nû. Îdeolojiya vê stratejiyê komunal e. Divê em civakê bi rêxistinkirina komunan li her deverê li ser bingehek demokratîk birêxistin bikin. Komunalîzasyon tê wateya pêşxistina parastina çandî û siyasî ya civakê. Weke din, ji bo meşandina siyaseta demokratîk û pêşxistina komunalîzasyonê, pêdiviye ku pêşî stratejiya nû baş were famkirin û pêvajo bi awayekî rast were famkirin. Armanca komployê ew bû ku Kurd bê statu bimînin û bi paşguhkirina statuya wê rêbertiya me ji holê rakin. Ji ber ku wan Rêbertiya me hem wekî alternatîfek demokratîk ji bo pergalên xwe yên serdest û hem jî weke gefek ji bo hebûna xwe didîtin. Ji ber vê yekê, hêzên ku pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk naxwazin, hem di nav Tirkiyeyê de û hem jî hin hêzên derve, dê serî li her cûre polîtîkayên şerê taybet bidin. Lê belê, Rêbertiya me, bi rêya komuna felsefî ya ku li Girava Îmraliyê ava kir, hewl dide ku pêvajoyê di her alî de pêş bixe û polîtîkayên li ser bingeha astengkirina her cûre meylên tasfiyeyê hildiberîne.

 Wek gelê Kurd û tevgera azadiyê, ji bo ku em vê pêvajoyê bigihînin encameke demokratîk û azadiya Rêberê xwe misoger bikin, divê em pêşî pêvajoya nû rast fam bikin û li ser bingeha entegrasyona demokratîk kûrtir bala xwe bidinê. Xeta me ya sor wek tevger û gel azadiya rêberê me ye. Heta ku rêberê me ji hêla fîzîkî ve azad nebe, em nikarin bibêjin ku komplo bi tevahî hatiye pûçkirin. Her çend pêvajoya aştî û çareseriyê berdewam bike jî, tecrîd hîn jî li ser rêberê me tê ferzkirin û şert û mercên xebatê di asta xwestî de nayên afirandin. Ji ber vê yekê, armanca me ya sereke ewe ku em komployê bi tevahî pûç bikin û pêvajoyê li ser eksena aştî û civaka demokratîk bigihînin encamekê, bi vî rengî azadiya fîzîkî ya rêberê xwe misoger bikin. Rêberê me tevgera jinan û YJA STAR wekî garantiya pêvajoyê dibîne. Ew mîsyonekê dide jinan wekî hêza herî mezin ku di pêşveçûna gav bi gav a vê pêvajoyê de rêberiyê bike. Wekî din, ew YJA STAR wekî hêzek astengker li dijî hemû meylên tasfiyeyê yên potansiyel ên li hember pêvajoyê dibîne. Li ser vê bingehê, ji bo hêza YJA STAR, hêzek gerîla, pir girîng e ku stratejiya xwe ya serdema nû bi awayekî rast bixwîne û fêm bike. Ji bo me, çek amûrek di rêya armanca me de ne. Ji ber vê yekê, di vê serdemê de ku azadiya fîzîkî ya rêbertiya me hîn nehatiye sazkirin, danîna çekan ji bo me rewşek nepêşbînîkirî ye. Azadiya fîzîkî ya rêbertiya me ku dê me neçar bike ku çekên xwe deynin. Ji bo me, tenê bi misogerkirina azadiya rêbertiya me dikare çek ji holê werin rakirin û veguherînek bo pêvajoyek siyasî ya demokratîk gengaz be. Tenê şertê veguherîna ji çekan bo siyasetê azadiya rêbertiya me ye. Tenê dema ku ev şert pêk were, veguherîna ji çekan bo siyasetê dikare pêk were. Lê belê, ji bo civakek demokratîk jî şertek neçare ku hêzek xweparastinê hebe. Ev tenê bi pêşxistina komunan di çarçoveya rêxistina civakî ya demokratîk de dikare were organîzekirin. Bi taybetî ji bo jinan, di vê pêvajoyê de rêxistinkirina rast û pêkanîna parastina xwe pir girîng e. Em ê vê têkoşînê bi siyaseta demokratîk û hevaltiya komunal bi çûna ber bi komunalîzekirinê ve bi zîhniyet û paradîgmayek nû li dijî pergala di nav pergalê de bilind bikin.