Zîlan Zerdeşt

Pêşî, em hemû hevrêyên hêja yên ku di Şoreşa Rojava de şehîd ketine, di şexsê Arîn Mîrkan de bi bîr tînin;

li ber bîranînên wan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî serî ditewînin û sozê xwe yê ku em ê armancên wan bê guman bigihîjin serkeftinê, careke din nû dikin.Gotinek heye ku dibêje "Her mirov dişibe axa xwe". Me bi jiyankirinê fêm kir ku ev gotin rastiya şoreşgerên ku li Kurdistanê dijîn, tîne ziman. Ji bo azadiya gel, bi hezaran jinên leheng li qadên şer li dijî dijmin şerên dijwar dan meşandin. Di van axan de jin bûn, tişta herî zehmet serxistin e. Ji ber ku tiştekî ku bi navê ya te ye tu tişt nehatiye hiştin, ti cîhekî ku destê dijmin lê neketibe nemaye.

 Me vê rastiyê di şoreşa Kurdistanê de jiyan kir, li Şoreşa Rojava em bûn şahid. Şoreşa Rojava bû rastiyeke şoreşê ku di sedsala 21'ê de bi reng û xwîna jinan pêş ket û jiyanî bû. Jinan, ji bo parastina welatê xwe li qadên şer di eniyên pêş de cih girtin, li dijî hovîtiya DAİŞ'ê li ber xwe dan û heta ku ev hovîtî têk birin li ber tekoşiyan. Çawa ku li Lenîngradê sosyalîstan li dijî faşîzma Naziyan li ber xwe dan û derfet nedan faşîzmê; li Kobanê jî gelê Kurd, jinên şoreşger, ciwan û enternasyonalîst bûn yek dil û li dijî hovîtiyê bûn xwedî mewzî. Bi baweriya azadiyê şer kirin û bi ser ketin. Vegotina wan zehmet e, lê belê wekî şopdarên wan, em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya yekkirina berxwedana wan bi xeyalên wan re heta bi hetayê bidomînin. Ji bo ku em layiqî wan bin, heta ku em dijîn ji lêgerîna jiyanek demokratîk, wekhev û azad qet paşve gav neavêjin.

 Hevrê Arîn Mîrkan ku yek ji hezaran hevrêyên me ye, bû sembola vê berxwedanê. Di demên ku berxwedan herî giran dibûn de, ji bo ku mirov hinekî jî be dijmin paşve bixe û bigihîje serkeftinê, bi yelegê fedayî yê ku bixwe amade kiribû xwe teqand û rastiya herî bi wate û tije ya jiyanê ya vê berxwedanê da nîşandan. Mirov di kîjan kêliyê de ku bixwe biryarê bide ka dê çawa bijî û çawa şehîd bikeve, wê demê dibe xwedan çalakiya herî mezin. Hevrê Arîn jî di vê demê de bû hevrêyeke jin ku ev yek bi ser xist û canê xwe diyarî mirovahiyê kir. Hevrê Arîn Mîrkan a ku mîrasa şoreşgeriyê ji hevrê Kemal Pîr, fedayetiyê ji hevrê Zeynep Kinaci girt, bû xelekek ji karwana nemiran. Mirovê ku hezkiriyên xwe nexe nava axa xwe, nikare axa xwe ji dil hez bike. Ji ber vê yekê hezkirina hevrê Arîn a ji axa xwe re gelekî mezin bû û da nîşandan ku ew ê di dema pêwîst de bi dayîna canê xwe ve, vê yekê biparêze. Bêmirinî herî zêde li te tê, ey jina leheng!

 Li Rojava, jinan pêşengtî ji şoreşê re kirin û ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd berdêlên mezin dan. Ev qîmetê ku hatiye dayîn divê bi ti awayî neyê valakirin. Em behsa axekê dikin ku li her kûja wê xwîna şehîdan hatiye rijandin. Ji ber vê yekê divê em heta ku xeyalên van hevrêyên şehîd pêk tînin, destkeftiyên xwe biparêzin. Niha divê em li qadan li dijî zîhniyeta serdest a mêr a hikûmeta demkî di nava berxwedanê de bin. Ji bo vê yekê divê bi taybetî pêşketin û mezinbûna YPJ'ê wekî nasnameya jinê bê pêkanîn. YPJ ya ku bûye hêviya hemû cîhanê, ne tenê artêşeke jinan e; sîstema rêxistinbûnê ye ku jin bi hev re jiyana azad lê hûnandine. Rastiya parastina xweser e ku mafên jinan diparêze. Divê ti jin bê parastina xweser nemîne. Ji bo parastina şoreşê divê mirov rêxistin bibe û bigihîje zîhniyeta demokratîk. Bi afirandina kesayeta sosyalîst a ku Rêbertiyê dixwaze pêş bixe, em dikarin bi vê kesayetê re destkeftiyên şoreşê biparêzin. Divê em bi rêxistinbûn û hişmendiyê hebûna xwe biparêzin. Jin çiqas rêxistin bibin û bibin xwedî hişmendî, ewqasî ew ê hebûna xwe biparêzin. Ji bo afirandina cîhaneke ku hemû jin tê de azad in, divê ti jin bê rêxistin nemîne. Divê her mal û her taxek bibe qada rêxistinbûnê. Ji bo ku careke din neyê windakirin, divê mirov bi mezinî rêxistin bibe û rabe ser lingan.

 Her şoreş xwedî taybetmendiyên xwe yên xweser e. Şoreşa Kurdistanê jî xwedî taybetmendiyên xwe yên xweser in. Şoreşgerên ku di vê şoreşê de pêş ketine, her tim pir alî bûne. Dema pêwîst kirî bi kameraya xwe li dijî dijmin ketine nava mewziyan, dema ku lazim kirî jî bi çekan li eniyan li ber xwe dane.

 Bi taybetî ronîkirina rastiyeke wekî Kurdistanê ku di bin polîtîkayên qirkirinê de rûbirûyî tinebûnê ma ye de, derxistina tiştên ku li vî welatî diqewimîn derxistina holê û ji cîhanê re nîşandana wan, ne tiştekî wisa hêsan bû. Ji bo vê yekê xebatkarên çapemeniyê xwedî keda mezin bûne. Di serî de pêşengtiya di qadeke ku heta roja îro jî zilam wê wekî qada xwe dibînin de, bi ked û berxwedaneke mezin pêş ketiye. Hevrê Gurbet Elliersöz jî wekî jineke şoreşger cesareta pêşengiya vê yekê nîşan daye. Ger îro jin li Kurdistanê dikarin di vê qadê de bixebitin, em dizanin ku ev yek bê guman bi saya berxwedana şehîdên çapemeniyê ye. Di salên 90î de gihandina rastiyên ku li Kurdistanê diqewimiyan ji raya giştî re û danasîna vê yekê ji gel re, hilgirtina kefen li stû bû. Ji ber ku her bûyera ku dihat ronîkirin wekî darbeyekê li dijmin dayîn bû. Ji bo ku jin di qada çapemeniyê de pêş nekeve gelek girtin, îşkence, zilm û kuştin diqewimiyan. Di nêvengek wisa de, pêşengî û derhêneriya çapemeniyê kirin tenê ji aliyê kesên wekî hevrê Gurbeteli Ersöz ve dihat kirin ku dilê xwe di vê rastiya şoreşê de helandibûn. Bi saya vê berxwedana wan gelêrî, kevneşopiya çapemeniyê li Kurdistanê wekî kevneşopiyeke berxwedanê pêş ket. Ev kevneşopiya çapemeniyê bû yek ji kevirên bingehîn ên şoreşa me. Li çiyê, li Rojavayê, li Bakur, li Başûr, li Rojhilat bi sedan rojnamevanên jin dema ku li pey rastiyê bûn, hatin gulebarankirin û şehîd ketin. Îro ger em wekî tevgereke jin mezin dibin û tên naskirin, di vê yekê de keda mezin a van jinên hêja yên ku di qada çapemeniyê de ked dane, heye. Wan bêyî ku bi ti astengiyan nasbikin li pey rastiyê ketin û di vê oxirê de şehîd ketin. Gurbetelî Ersöz, Arjîn Amed, Şîlan Ezgi, Hîndîstan Penaber, Dilovan Gever, Avrîn Efrîn,Şaristan Asmîn û bi hezaran lehengên çapemeniya jin, dema ku lehengiya jinan dinivîsandin û têkoşîna derxistina rastiyê didan, tevlî karwana şehîdan bûn. Van hevrêyên leheng li pey xwe mîrasekî berxwedanê hiştin. Îro jin di hemû qadan de têkoşîna jiyandina vê berxwedanê mezin dikin. Û divê em di hemû qadan de vê berxwedanê hê bêtir mezin bikin, bi taybetî li dijî zîhniyeta serdest a mêr berxwedanê bilind bikin.

PKK di dema derketina xwe ya ewil de wekî rêxistineke enternasyonalîst hat avakirin û bi vî rengî mezin bû. Ev rastî di salên ku pêş ket de jî her tim rastiya tevlîbûnên ji gelên cihêreng hilgirt. Kemal Pîr, Heqî Karer, Uta (Elman), Amara (Enqere), Ronahî (Andrea Wolf), Bermal (Ereb), Ezîz (Ereb) û bi hezaran hevrêyên hêja yên Tirk, Ereb, Ermen, Elman, Arjantînî û her wiha ji çar hêlên cîhanê tevlî vê şoreşê bûne û xwedî têkoşîneke mezin bûne.

Rastiya şoreşa Kurdistanê şoreşeke Rojhilata Navîn, şoreşeke cîhanê ye. Tu carî ne bûye şoreşeke ku tenê azadiya gelekî armanc dike; di argumanên xwe yên îdeolojîk de her tim ji bo cîhaneke xweşiktir û bê faşîzm têkoşiyaye. Li kîjan kujika cîhanê kesekî ku rastî zilmê hatibe hebûye, wekî ku ew bixwe rastî zilmê hatiye her tim li dijî neheqî û bêdadiyê di nava berxwedanê  bûye. Ji ber vê yekê gotina Rêbertiyê ya ku tîne ziman: "Di sosyalîzmde îsrar, di mirovahiyê de îsrar e", nîşan daye ku têkoşîn ne tenê ji bo Kurdan, ji bo rizgariya hemû mirovahiyê ye. Li dora vê rastiyê enternasyonalîst kom bûne. Ji bo cîhaneke azad, wekhev û ekolojîk a xweştir ku mirov lê bijî, banga min ji her mirovî re ku di dilê xwe de li dijî neheqiyê nerehetiyê hîs dike ev e: Werin em vê têkoşînê bi hev re hê bêtir mezin bikin. Ji bo siberojê ne gorekê, lê cîhaneke xweştir a ku mirov lê bijî bihêlin. Em ê bi hev re xurtir û xweştir bibin. Em li ser sifrêke azad, wekhev û demokratîk bûn yek, em dixwazin we jî di nava xwe de bibînin. Mirov çiqas parve bike ewqas xweşik dibe, çiqas xweşik bibe ewqas zêde dibe. Niha em we vedixwînin ku hûn jiyana demokratîk zêde bikin, mezin bikin û bi hev re bijîn. PKK'ê di avabûna xwe de jî di fesxa xwe de jî ev rastî her jiyaye û dê bijî. PKK ne tenê rêxistinek e, felsefeke jiyanê ye; felsefe jî ji bo her mirovê ku dizane çawa bijî pêwîst e. Di vê yekê de cudabûna gelekî qet tune bûye, rastiyek e ku hemû mirovahiyê digire nava xwe. Îro jî ji bo cîhaneke demokratîk, wekhev û azad em têkoşînê mezin bikin.

 Hevrê Bêrîtan, di nava şerê ku di sala 92'an de li eniya Xakûrkê pêş ket de, wekî fermandareke pêşeng li dijî êrîşên ku ji hundir û derve pêş diketin berxwedaneke mezin nîşan da û bi vê berxwedana xwe mohra xwe li dîroka me da. Ew bi evîna azadiyê ya di dilê xwe de dijiya û di tevahiya jiyana xwe de di rastiya Rêbertiyê de xwe mezin kir. Ew abîdeyeke lehengiyê ye ku ruh û hebûna xwe ji sîstema kapîtalîst paqij kir. Heval Bêrîtan, bi girêdandina xwe ya bi xeta azadiyê û bi hezkirina ji jiyanê ve hemû nêrînên serdest bin xist. Hevrê Bêrîtan, ji bo gihandina jiyanê a asta ku mirov lê bijî têkoşiya û mîrasekî şoreşa jinan li pey xwe hişt. Ji me re fêr kir ku çawa mirov bijî û çawa bimire. Got ku "Jin çiqas şer bike ewqas xweşik dibe, çiqas xweşik bibe ewqas tê hezkirin". Got ku jin bi îrade û nasnameya xwe dikare hebe. Ji bo ku em bigihîjin hebûna xwe, anî ziman ku divê em têkoşînê hê bêtir mezin bikin. Di nava îdeolojiya me ya rizgariya jin de em vexwendin ku em ‘dema jin’ biafirînin. Anî ziman ku divê tu carî jiyaneke ku ne ya jin e neyê jiyankirin. Rastiya ku ji bo azadiya jin divê mirov canê xwe, ji bo welatê xwe divê evîna xwe feda bike, bi awayê herî şênber da diyarkirin. Bêrîtan bû kulîlka zinar û azadiyê û dê di zinarên herî kûr ên van çiyayan de qêrîna wê her bidome. Heta ku li van axan jineke tenê ku di dilê wê de evîna azadiyê lê dide bimîne, Bêrîtan dê her bijî. Ji ber ku xweseriya jiyanê bixwe berxwedan e, berxwedan îro Bêrîtan e.