Zinarîn Devrîm

Jina ku Rêber APO hembêz kiriye, ew çendîn esîl û bedewe…

     Azadiya civakê bi azadiya jinan ve pêkan dibe, ev yek ji hevokên Rêber APO ne. Ger em îro bala xwe bidin  rewşa jin û civakê, emê baştir fêm bikin ku mekanîzmeyek çawa li ser wan tê meşandin. Her dewletek xwedî siyasteke bişaftinê ye, li gor şêwaz û ûslub siyasyeta wan ji hev cuda dibe. Beşek ji wan bi şîdet û qedexeyan qada jiyanê ji bo jinan sînordar dikin û beşek jî bi azadiyekî ferdî ku xizmeta civakê nake jinan ji cewhera wan dûrdixin. Lê divê em bizanibin ku siyaseta li ser jinan tê meşandin hemû jî xwedî yek hedefin, ew jî kolekirina jinan e. Hêzên hegemon dixwazin serweriya xwe li ser her ferdekî pêk bînin, ji bo vê bikin jî, ferdan dûrî perwedê digirin. Em vê yekê baş dizanin: yê perwerde dike jine, ger jin ji cewhera xwe hatibe dûrxistin wê demê perwerdeya zarokan jî li gorî siyaseta dewletê pêk tê. Careke din emê bêjin ku siyaseta dewletê li gorî nêzîkatiyê ji jinê re teşe digire.

     Dewlet çawa siyaset dike? Siyaseta dewletê ewe ku xwe di hucreyê her ferdekî de bide rûnişkandin e. Bi taybetî ev yek bi rêka perwerdeya dibistan û zanîngehan pêk tê. Zarok di dibistanên dewletan de tên hîn kirin, zanebûna ku didin zarokan hemû ji bo berjwendiyên dewletê ne. Zarokan bi awayekî zirav di siyaseta qirkirinê re derbas dikin. Ew zarok li gorî rastiya civakbuyina wan nayên perwerde kirin. Her tim dewlet xwe weke qehremanekî nîşan dide û bi vê awayî ciwan û zarokan perwerde dike. Dixwezim bêjim ku perwerdeya dewletê perwerdeyekî demokratîk nîne.  Helbet hînbûn tiştekî xirab nîne, lê belê tiştê ku em hîn dibin çiqas rastiya civakê îfade dikin? Bê ku em gelan ji hev cuda bigirin dest, gelê heremê çiqas sûdê ji van perwerdeyên ku mafê xwezayî yê mirovane digirin? Girêdayî vê yekê em mînakekî bidin, ger ku zarok di dibistana deweletê de hat perwerde kirin û di ciwantiya xwe de xizmetî hemû gelên ku di wê erdnîgariyê de jiyan dikin nekir, wê demê çi feyda wê perwerdê heye? Ew perwerde dibe perwerdeyekî bê berhem ku tiştekî nade civakê. Perwerdeya ku xizmeta civakê bike ew perwerdeye ku bi berhem û berekete. Emê çawa bizanibin ku perwerdeya me wê biherike berhemeke rast? Dema ku hemû gelên heremê gihîştin azadiyê û azadiya her du zayendan jî pêk were, wê demê mirov dikare bêje ku em rast hatine perwerde kirin.  

      Dixwazim zêdetir bal bikşînim ser perwerdeya zarokên keç. Di dibistanên dewletan de zarokên keç li ser esasê  zeyendperestiyê tên perwerde kirin. Hîna di zarokatiya wan de cudahiya bedena jin datînin holê weke ku jinbûn eybe. Çawa ku keçek ciwan digihîje 13 saliya xwe, di bin navê dilsoziya îman û dîn ve sere wan keçan tê girêdan. Dema ku em wisa dinirxînin helbet em li dijî dîn û bawriyê dernakevin. Lê ger em li rastiyê bimeyzînin, dîn û Xweda cudahiyê naxe navbera mexlûqên xwe. Ger li gorî qewlên olî em hemû mexlûqên Xwedayê jorin wê demê çima cudahiya mafan heye. Tiştê ku ez dixwezim bêjim ewe ku di baweriyan de jî cudahiya jin ji mêr nîne, her du mexlûqên Xweda ne. Her du xwedî mafê jiyan ne. Derfet û mercên ku ji mêr re têne dayîn divê ji jinê re jî bêne dayîn.  Lê belê ev maf divê di eksena rastiya civakê de be. Dewlet jî ji kurahiya dîrokê ve vê siyasetê daye meşandin. Û ji bo temenê xwe dirêj bike jin kole kiriye. Lewra, jina ku dixweze hesabê kolekirina xwe bixweze, divê li hemberî pergala heyî ya dewletê têkoşînê bike.

     Di serdema modern de dewlet  bi pêşketinên teknolojîk hewl dide wisa biteyisine, qaşo qada kar, siyaset û jiyanê li jinê fireh kirî ye. Heta keçên ciwan jî bi vê yekê tên xepandin. Ji bo keçên ciwan jiyan tenê çûyîna dibistanan yan jî medyaya dijîtal nîne. Em dibînin ku di destê her keçeke ciwan de telefonek heye û bi navê  ‘azadiyê’ di mediyaya civakî de tên bikaranîn. Dewlet jî; bi vê polîtîkayê qaşo xwe demokrat nîşan dide û weke ku mafê her ferdekî didiyê, xwe pêşkêşî civakê dike. Lê rastiyek wisa di holê de nîne, divê em hişyar bin û ji xwe bipirsin bê ka çima kuştina jinan zêde bûye. Ma ne jin jî giyaneke li ser rûyê erdê ye, mafê wê yê jiyanê heye, lê çima herî zêde ew tê qetil kirin? Li gor nêrîna min ev pirs gelekî girînge û divê em li bersiva wê bigerin. Her jineke ciwan divê li beramberî van kiryaran xwedî lêpirsîn û lêgerîn be. Ji ber ya ku avadike jina ciwane.   

      Serhildana ‘JIN JIYAN AZADÎ’ sala xwe ya çaran temam kir. Ya ku bu sedem serhildanek wiha pêk were, kuştina jineke ciwan bû. Jîna Emînî xwedî mafê jiyanê bû  û diviyabû azad bijîya, lê ji ber ku li gor rêzikên dewletê şikil neda xwe, ji aliyê rêjîma Îranê ve hate qetil kirin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re mirov dikare polîtîkaya dewletê ya hemberî jinê zêdetir fêm bike û bigihîje encamekê. Qetilkirina Jîna Emînî kuştina hemû jinan e. Ger îro li Rêjhilatê Kurdistanê jin tên qetilkirin wê sibê li Sûriyê, Tirkiyê, Iraq û hemû deverên Cîhanê jî jin bi heman awayî wê werin qetilkirin. Mixabin bi tohmetên cuda-cuda ev yek ji xwe tê kirin. Ger ku em weke jinên ciwan xwe ji rastiya dewletê qut û bi rastiya kevneşop re têkoşînê bikin, wê demê tu jin wê neyê qetil kirin û heta wê dawî li kumkûjiya civakan jî were. Meqseda me ew e ku jin divê xwe zêdetir birêxistin bikin. Zêdetir xwe avabikin û ji koletiya heyî xwe rizgar bikin. Helbet rêxistinbûna jinan a heyî mirov nikare tune bike. Li Kurdistanê têkoşîna jinên Kurd ku bi pêşengtiya Rêber APO ve hate destpêkirin îlhama hemû têkoşînane, lê belê azadiya jinan tenê bi têkoşîna jinên Kurd ve pêkan nabe, ger bibe jî wê di sînora Kurdistanê de bimîne. Lê em azadiyekî gerdûnî dixwezin. Divê her jineke li Cîhanê bi awayeke azad bijî û bibe pêşenga civaka xwe. Rêber APO vê pirojeyê formûle kir, azadiya jinan xiste lingekekî sereke ya bîrdoziya xwe. Got heya jin azad nebe civak jî azad nabe. Bi rastî, Rêber APO jiyaneke nû ji bo tevahî jinan avakir. Di nava bîrdoziya xwe de cudahî nexiste navbera tu kesan, girîngî da avakirina mirovê azad: jin û mêrên azad, yên ku ji rastiya dewlet û şîdetê xwe pak kirin e. Paqijkirina ruh di heman demê de xwe gihandina azadiyê ye. 

      Rêber APO di tevahî têkoşîna xwe de her tim cihê esasî ji azadiya jinê re veqetandiye. Ji bo em xwe ji pergala dewletê rizgar bikin,  Rêbertî gelek nirxandinên bi nirx kirine. Ger mirov li wan vegere û rast xwe bigre dest wê gelek bi sûd be. Ji bo azadiya jinan fikrên Rêber APO kaniyeke qet nayê çikandine, her dem diherike û tê nû kirin. Ji salên destpêka tekoşîna azadiyê heya niha bi awayekî herikbar Rêber APO analîzên azadiya jinê pêşxistine. Herî zêde jî bal kêşandiye ser perwerdekirina jinan û vegera cewhera xwe, yanî xwebûnê. Me li jor anî ziman ku dewlet çawa jinê bikartîne û dike hedefa xwe. Li beramberî van kiryaran altarnatîf – îdolojiya Rêber APO ye. Xwe li dora wê hunandin e. Dema ku em dibêjin li dora fikrê wî xwe hûnandin, dibe ev ji hinekan re şaş yan jî xeyalî were. Lê belê her ku mirov li rastiya Rêber APO digere û lêkolîn dike zêdetir têdighîje ku jin bi fikrên Rêbertî re bedew dibe. Ez vê yekê jî zêdetir di şexsê jinên ku beşdarî îdolojiya Rêber APO bûne, dibînim. Di dîmenên jinên Kurd ên li çiyayê Kurdisatanê têdikoşin (YJA STAR û PAJK) de dibînim. Di her keneke wan jinên têkoşer de cîhanek azadkirî tê dîtin, di her ewirekî wan de hestê tolhildana ji kujeran xuyaye.  Dengê wan, jiyana wan – hemû bi bedewiyê ve hatiye pêçandin, çavkaniya wê bedewiyê jî Rêber APO bi xwe ye. Û ne tenê jinên têkoşer ê çiyayên Kurdistanê, jina ji fikrên Rêber APO bawerkiriye û hebûna xwe tê de dîtiye, çendîn esîl û bedewe. Di wan de xweserî, nasname û hebûneke ku wan ji jinên pergalê cudatir dike tê dîtin. Ev rastiyeke ber çav e. Rêber APO qada jiyanê bi awayekî herî xweşik ji jinê re pêşkêş kiriye, lê pergala dewletê tenê qada kuştinê ji bo jinan amade dike. Bi awayekî herî kirêt jinê bikar tîne û li ser bedena jinê bazarê dike. 

     Seks bûye navenda jiyana mirovan û jin jî bedena xwe bi her awayî pêşkêş dike. Fihûşa ku bi milyona jinan di nava pençen pergalê de asê digire, encama siyaseta dewletê ye. Xerîzeya mirovan bûye mijareke bazarê, lê ew xerîze hîseke xwezayî ya zindiyan e. Li ser her amûrekî em rastî fotografên jinekê tên, rastî xemil û bedewiya wê tên.  Gelo ev ji derveyî ketinê dikare çi be? Ji lewra di pergala dewletê de jin êdî mirî ye. Yanî li ser linga ye û dilê wê jî lêdide, lê amûreke tê karanîn e. Ne ji bo xwe, ji bo hinekan jiyan dike. Me di sernivîsa xwe de diyar kiribu ku hênaseya azadiya jinan Rêber APO ye, yê ku azad dike û bedew dike tenê bîrdoziya wî ye. Ji ber vê sedemê tevayî jin deyndarê vê bîrdoziyê ne û tenê ne deyndarin, perpirsyarê pêkanîna wê û xwedîderketina li keda Rêber APO ne. Yê ku jiyanê diyarî me kir – Rêbertî bû, lewra em jî li beramberî azadiya fîzîkî ya Rêber APO berpirsyar û erkdarin. Heya ku Rêberê me azad nebe, emê jî nikaribin azad bijîn. Li ser vî esasî, xwe rêxistinkirin û têkoşîn mijarên girîng û jênevegeri. Ka em bi hev re li qadeke azad bi Rêbertiya azad re bicivin û ji nû ve jiyanê biafrînin.