Roza Bager

Jin – afirînerên nanê xwe ne, jin – xwedî dike, diafirîne û mezin dike.

Tevî ku civakê bi dest û ramanên xwe heyî dike jî, her dem neçar maye ku çembera zulmê û tunekirinê re derbas bibe. Ew hatiye bê nirx kirin, ramanên wê bê wate hatine dîtin; bûye bar, bûye mal û kelûpelekî tacdar a bê nirx. Hebûna wê hatiye înkarkirin, ji xwebûnê hatiye derxistin û ji derveyî heqîqeta xwe, bi hemû derewan weke rastî bawer kiriye, wan derewan hewandiye û bûye cellada xwe. Ew gihîştiye wê astê ku ji bo zêhniyeta ku dawiya wê tîne artêşan ava bike. Bi vî awayî, em rastî dîroka mêtîngerî û înkara jinê a nehatiye nivîsandin tên. Lê em dibin şahidê wê yekê ku hebûneke herî xweşik bi hewildanên mezin çiqasî hatiye kirêt kirin, û di rêwîtiya dîrokê de dibinin, bê ka jinên vê kirêtiyê pejirandine û pê ve (zihniyeta nêr) hatine girêdan, çawa carekî din li ser kokên xwe ji nû ve şîn dibin.

Her çiqasî li hemberî jinê mekanîzmayeke mêtîngeriyê her li ser kar bû, her dem bi sedan jinên li hember vê berxwe dane û hîn jî li ber xwe didin hebûn û hene. Bi dehan jinên ku ji bo mafên zeyenda xwe giyotînan re derbas bûne, ji bo wekheviyê li fabrîkeyan can dane, ji bo edaletê di meşên kolanan de hatine girtin û darizandin – hemû ji nirxên çanda xwedawendan in. Em dizanin: ji ber vê yekê, tevgera me ya jinê ku îro bi têkoşîna xwe di riya 'xwebûn'ê de pêngavên girîng avêtine, bê guman bi hişmendiya pêşengî û berdewamiya vê mîrateyê, li hemû keda ku jinê daye xwedî derdikeve, pêş dixe û diparêze. Jina ku dîroka wê nehatiye nivîsandin, jina ku di dîroka hatî nivîsandin de nikaribû ji bûyina 'a kesekî' rizgar bibe, keda wê hatî mêtingehkirin û ketiye rewşa karkera herî bê heqdest; di her qonaxekê de dîroka serdestan a mêrparêz, tiştek ji jinê girtiye û heman deme de civakê jî ji mirovahiya xwe tiştekî winda kiriye. Ji ber ku em dizanin: her ku hebûn, ruh û rengê jinê kêm dibe, rengê tevahiya civakê diçilmise û ew tenê wekî îskeletekê dimîne; hebûneke bêruh a ku negihîştiye goşt û hestî, dikare çendî zindî û tije wate be? Lewra, wekî neteweya jinê divê em bizanibin, bê çawa çêbûne, em hebûna xwe çawa dikarin bidomînin û çawa parastina nasnameya xwe bikin; bê guman her yek ji me ji milê xwe ve divê di ferq û zanebûna pêwîstiya parastina hebûn û nirxên xwe de be, û vê jî diyar bikin ku ev rewş parastina fîzîkî jî di nava xwe de dihewîne.

Têkoşîn dikare piralî û curbecur be, lê di her têkoşîn û şerî de, ‘rêxistinbûn’ hewcedarî û mecbûriyteke jêneveger e. Dema ku yekitiya ramanî bi pratîk bibe, helbet rêxistinbûna heyî çalak dibe, ev jî ji her alî û pozîsyonê ve bi me dide qezenckirin. Eger bi dehan jin di ramanê xwe de ne yek bûna, wan wê çawa bikaribûya bi hev re bedena xwe bidine ber agir? Eger bi dehan jinan nizanibûna ku ew tên çewisandin û rûbirûyê nêzîkatî û êrîşên wisa tên ku tu mirovekî heq nake; tevî ku encamê wê dizanibûn jî, bi sedan jin bi dirûşma ‘JIN JIYAN AZADÎ’ nedihatin darvekirin, bi dehan însan jî nedihatin girtin û nediçûn sêdarê. Eger em di ferqa vê rastiyê de ne, wê dibînin û weke jin jiyana dermirovî ya ku li ser me tê ferzkirin qebûl nakin, divê em şêwaza têkoşîna xwe ji her alî ve dewlemend bikin û pêşengtiya heyî rast bidomînin. Jin raborî, pêşeroj û niha ye. Ji ber wê divê em bizanibin ku dînamîka neteweya jinê dikare çi biguherîne. Bê guman, yekitiya fîzîkî ne her tişt e; divê em hest û êşên jineke ku li goşeyeke din a Cîhanê ye, tê çewisandin û rûbirûyê tundiyê dimîne, parve bikin, ji lewraye ku pergala jinê dixe nav qefesa mêtingeriyê, weke nexweşî-vîrûsekê ye û rojekê wê were te jî bibîne. Eger jinek hîn jî ji ber jinbûna xwe şerm dike, xwe kêrnahatî û bê nirx dibîne – ew pirsgirêka me hemû jinan e. Ji ber vê yekê, bi baweriya ku neteweya jinê ya heyî xwedî wê hêzê ye ku di serî de feraseta heyî biguherîne û tevahiya civakê veguherîne; akademiyên ku jin divê ava bikin, dikarin ji bo me bibin qadên afirandina hebûnê; komun û kooperatîfên jinan dikarin ji bo me bibin qadên rêxistinbûnê. Ji yekitiyê hêz çêdibe, jina ku xwedî hêz e, bi rêxistinbûna xwe re dikare bibe mifteya guhertin û veguhertinê; divê em bi vê bawer bikin û tevayî jinan bidine bawerkirin û di encamê de deriyên veguhertinê ji tevahiya civakê re vekin. Di vê çarçoveyê de girîng e ku hemû jin di esas de giringiyê bidin rêxistinbûnê û bi hev re hebin, bi hişmendî û zanebûna xweparastinê bijîn, xwe binirx û weke nirx bibînin, girêdana bi mêr re, bindestiya li hember wî red bikin û têkoşîna vê yekê bi domdarî bimeşînin. Û teqez em divê bizanibin, ku tişta guhertinê bi xwe re tîne – rêxistinbûn e. Divê em di vê de bi israr bin. Me, jinên Kurd, di bin pêşengiya Rêbertiya xwe de xwe nas kir û ji bo parastina hebûnê xwe birêxistin kir; weke mîrasgirên Xwedawendan, em li dijî hovîtiya pergala mêrparêz ketine nava pevçûnekê û me nirxên jinê bi şoreşa Rojava tacîdar kir. Bê guman, hîn jî li dijî vê şoreşa jinê û li dijî hemû keda wê, polîtîkayeke êrîş û îmhayê tê meşandin û zêhniyeta kujerê kaskê dixwaze derbê li van destkeftiyan bixe û pêşiya hêza jinê ya dînamîk bigire. Li dijî vê, di her qadî de: leşkerî, siyasî û hunerî –  têkoşîneke bêhempa heye û ev têkoşîn bi rêxistinbûnê tê meşandin û parastin. Neteweya jinê teqez bi rêxistinbûnê dikare hebe û wê hebe!