Rêber Apo Tevgera jinê ya ji bo azadî, wekhevî û demokratîkbûnê, xwe spartiye zanista jinê. Ger femînîzmê jî wergire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola sereke bileyze. Bêyî ku mirov qîma xwe bi rexneyên tevgerên jinan ên di paşeroja nêzîk de bîne, pêwîst e mirov giraniya xwe bide ser şaristanî û modernîteyê, ku jinê windabûyî kirine. Ger mijar, pirsgirêk û tevgerên jinan di zanistên civakî de hema hema di radeya nîne de ne, berpirsyarên bingehîn ên vê yekê hişmendiya serwer û pêkhateyên çanda daringî (madî) yên şaristanî û modernîteyê ne. Bi nêzikatiyên teng ên huqûqî û wekheviya siyasî, belkî karibe tevkarî ji lîberalîzmê re were pêşkêşkirin; lê em çareseriya pirsgirêkê li milekî bihêlin, tew tehlîlkirina wê jî, weke diyarde, nikare were bi serxistin. Wê bibe xwe xapandinek ku mirov îdea bike ew tevgerên femînîst ên heyî, ji lîberalîzmê qut in û bûne hêzên dijberî pergalê. Eger yek ji pirsgirêkên sereke yên femînîzmê, weke ku tê gotin, radîkalîzm e, wê demê pêwîst e pêwendiya xwe ji xûy, şêwazên hest û raman, ên bi kok ên lîberal, û ji jiyanên wan bibirre; her wisa şaristanî û modernîteyê, ku dijminên jinê ne, tehlîl bike û li ser vê bingehê giraniya xwe bide ser rayên watedar ên çareseriyê. Divê modernîteya demokratîk xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê, weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn bibîne; her wisa wê yek ji erkên xwe yên sereke bihesibîne ku hem were pêşxistin û hem pê re peyman were çêkirin û bi vî rengî wê di xebatên xwe yên ji nû ve avabûnê de binirxîne. Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye. Neteweyên modernîteya demokratîk ger jin nebe bi proje nabin û ne projeyên pêkanînê ne. Berevajî, şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka ekonomîk hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya kominî heye. Ekonomî pîşeyê civakî yê jinê bi xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname, hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye. Pêwendiya ku ez bi jinê re datînim pêwendiyeke cuda ye. Rewşa ku jina hatiye xistin qebûl nakim. Çembera koletiyê neyê şikandin bûyera eşq û hezkirinê pêk nayê. Ji Qendîlê re jî min ev pêşniyar kiribû. Divê sosyolojiya eşqê bê zanîn. Li çiyayên êzîdî ew qirkirin neyê rawestandin maneya wê eşqê jî tine. Di şert û mercên burjûvaziyê de ti taybetmendiya eşqê nîne. Ez eşqê, hezkirinê, malbatê înkar nakim. Girêdana ji bo van girêdaneke bi esîl e, lê heke jiyaneke azad nebe ti maneya wan nîne. 30 sal in destgirên min ên herî girîng hevalên jin in. Diyaloga min a bi jinê re peymana min girîng e. Hûn ê peymana civakî ya jinê pêşve bibin. Divê peymanek ku em ji kuştinan jinan bigirin heta sineta jinan, tecawiz û weke wê li beramberî tevahiyan têdikoşe be. Di nameya ji min re hate nivîsandin de ji bo balkişandina min a nebesiya hezkirinê bi diljêmayînekê mînaka gula berbero dane. Lê li gorî min ev pir ne watedar e. Nebata ku berê xwe dide rojê cuda ye. Em civak in, rewşa me cuda ye. Bêrîkirinên civakî girîng in. Ez dizanim ku jin ji min hêzeke mezin werdigire û ez jî xwe weke rêhevalekî wê yê çareseriyê dibînim. Çanda serwer a zilam ku 5 hezar sal in, çandeke tecawizkar e. Ez weke hêmanekî eşqa platonîk jî amade me ku pêwendiyê daynim. Jina 9 hezar salan hilweşiyaye. Li ber şaredariya Amedê hilweşiyaye. Em hewl didin vê weke jina azad rakin ser piyan. Mînaka zilamê Amedê heye. Tam cinawirek e. Cewher û kulîlka tevahiya xebatên me yên muzakereyê xebata jinê ye. Meseleyeke çandî sosyolojîk e. Axaftina min a bi dewletê re jî projeya civaka demokratîk hevgihandina bi dewleta demokratîk re ye. Min mînaka gula berbero nirxandibû. Ev, min tetmîn nake. Pêwendiyeke çawa ji min tê xwestin. Ew girîng e. divê veguhere tarzê jiyana civakî. Ez qasî ku hûn nafikirin ji we hez dikim. Lê hûn jî wêrek bin, pêşve biçin, hewcedariya we bi pêşveçûyînê heye. Azadî ji nan û avê hêj bi nirxtir e. Ez bawer dikim ku li Rojhilata Navîn azadbûyîna jinê li ser bingehê zeka, parastin, xweşikahiyê bi biharê re weke tavekê hûn ê biafirînin. Jina bi îrade, bi wêrek, ya xweşik dunyayê feth dike. Girêdayîna jinê ya ji bo min bi nirx e, lê ev ji bo min kul û derdekî mezin e, giran e. Du pêwendiyên jin-mêr ên serkeftî hebe her tişt dikare biguheriya. Bila ev şaş neyê fêhmkirin. Li vê derê ji bo bihurandina hevrezan, balûpaliya deryayan, ronîkirina tarîtiyan divê eşq hebe. Emperyalîzma çandî jî vê dike. Aha di wan fîlman de, di sînemayê de hertim eynî tişt heye. Ez dibêjim sînemaya sîxur. Rewşeke ku ferd dike dijminatiya komînaltiyê, civaktiyê heye. Li ser bingehê ku min gotiye bi nêzîkatiya etîk û estetîkê jin dikarin hûrûkûr bibin. Bêyî ku moralê xwe xira bikin xwendinên xwe, hevparkirinên xwe, li akademiyan xwe pêşve bibin girîng e. Jin bila ne min biçûk bibînin ne jî derxin asta xwedatiyê. Hezeke min a ciddî heye, wê weke piştgiriyê dikarin hîs bikin. Min jin weke kategoriyeke cuda ya gel nirxandin. Herçiqasî şert di cih de nebûn jî min timî hewl da ji wan re cihekî bibînim. Min fikar nekir ku malên lê diman bidim berpirsiyariya wan. Hinek kesên rezîl, ji ber ku nasnameya jinê rast ji hev dernexistibûn û qebûl nekiribûn, ev nêzîkatî û xebat şaş dinirxandin. Dema jin an jî keç dihat gotin, timî têkiliyên cinsî yên çor û erzan dihatin bîra wan. Lê bi herhalî di xebatên jinan de ez bêhtir li girîngiya rastî, heqîqeta dîrokî û civakî hayil dibûm. Ew ji bo min cewherê sosyolojiyê bûn. Li qada xwe, herçiqasî tengbû jî min nîzama hîyarerşîk a li ser wan xira dikir û tiştên mirov ji vê hîn dibû mirov nikarîbû ji hezaran pirtûkî hîn bibûya. Platforma têkiliyan a min bi wan re danîbû statuya mêrê serwer a di çarçoveya pîrek û zilam de hatibû danîn parçeparçe dikir. Ya rastî, ez bêhtir jî bi parçeparçebûna vê statuyê bextewar dibûm. Her diçû derdiket holê ku ew objeyeke cinsî nînin, mirovên hêja ne, û bi vê yekê em serbilind dibin. Vê nêzîkatiyê rê vedikir li hezkirinê bi xwe. Ew cîhana hezkirin û rêzgirtinê ya ku ji nava rastiya dîrokî û civakî tê, yek a din nas dike, ji sedî sed kes zorê li kesî nake, xwedî hêzeke bêhevta ye. Herçiqasî ji nava wan kesên ji pîreka ketî nikaribin bibihurin derketin jî û hewl dan bi gotegotên xwe xira bikin jî gelek jinên hêja û gelek bi kalîte derketin. Piraniya wan jî şehîd bûn. Ez ê ji wan re nebêjim qehremanên bênav, ew qehremanên rastî bûn.. Jiyaneke bi jinê re bi tenê di vê astê de jiyaneke hêja ye. Bi kurtî ez gihiştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî! Pir hindik be jî me ji vê jiyanê para xwe girt, me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim, em jiyan, min xwest ez diyar bikim ku felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê terîf bike.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 756
RÊBER APO Ew bûn pira di navbera jiyan û mirinê de hatiye avakirin. Şehîdên me, xwediyên rast, yên jiyana xweşin. Zelaliya PKK’ê, durustiya PKK’ê, di rastiya hevalên şehîd deye... Li cem me ji bo şehîdan zêde girî nîne. Şehîd xistina cesaret û anina rewşa hêza jiyanê heye. Şehîd parçeyên me yên ji bo me nayên cûda kirinin. Tişta ku PKK’ê kirî PKK’ê, nêzikatiya rast ya li hember şehîdane. Pêwiste em hêza şehîd, girêdana şehîd, berxwedan û bîranîna şehîd, di hundirê kesayeta xwede bidin jiyankirin. Rêberên me yên rastî û timî, şehîd bi xwene. Şehîd wê bibin pira ragihandina hizrekî mezin. Bi bîranîna şehîd, Bi bîranîna serkeftinêye. Şehîd nirxê bingehîne. Di derbarê hêz û nirxê şehîdan de niqaş nayên kirin. wek tevger û gel emê her dem nêzîkî şehîdên xwebin û bi wan re pêkve û di nava hevdebin. Pêwiste ew weke kes neyên dîtin, ew saziyekin. Di bîranîna şehîd de ne ji mirinê, pêwiste ji jiyankirinê, ji şerkirinê û serkeftina mutlaq bê behskirin. Ev ya hîn rastire. Şehadet di rastiya xwe de bersiva herî mezin ya jiyanêy e, gotina dawî ya jiyaneke azade, gotina wî ya herî bibandore. Pêwîste em rûreşiyeke mezin ku nahêle em bibin bersivê xeyalên wan, nepejirînin. pêwiste em girêdana wan û bîranîna wan bi awayekî mutlaq di kesayetiya xwe de bidin jiyankirin. Şehîdên me yên tekoşinê di pêşketina rêbertiya PKK’ê de bi taybet ji bo yên dijîn bingehin, rêbertiya bi hêz xizmeta herî bingehin pêk anîne. Yên ku weke şehîd ji nav me çûne xwedî nasnavê rêberên me yên rastîn e. Şehîd yên di me de jiyan dikin, nirxên rastî yên ji jiyana me re rêbertî dikin e. Ew li welatê xwe, ew li dîroka xwe, li heskirina xwe, ew li xwe bi xwe geriyan û bi şahadeta xwe hemû qezenç kirin. Her yek ji wan parçeyekî welate, her yek ji wan qehremaneke. Wê di civakê de weke guleke sipî û şox jiyan bikin. Wê weke guleke sor, hemû quncikên civakê bixemilînin û bibin pêta agirê azadiyê yên hertim gur dibin û dibin. Eger şehîdek li hemberi artêşê dijminan jiyan dike, ev bi awayekî tam û temam QEHREMANIYEKE. Di pêvajioya xwe paşve kişandinê de gelek şahadet hatin jiyan kirin. Ev weke şehîdên teslim nebûyinê, û çi dibe bila bibe tekoşinkirin derbasî dîrokê bûne. Şehîdên mezin yên pêvajoya nû, bûne temînata xeta parastina rewa, bûn baweriya bi hêz, bi biryarbûn di vê rêya ku van şehîdên ji me re nişan kirin de rêya tekoşina di bingehê xeta nû de jî, misogerbûye. Hevalên me yên ku xilasbûna wan gengazbûn yên ku dibin dorpêçê debûn, bi tu awayi teslimiyet nepejirandin, tekoşin bijartin û bê mirinbûn. Qehremaniya wan bi vi awayi derbasî dîrokê bûn. Dema em li dîrokê meyze dikin, pêşevanên hemû aliyên mezin yên baweriyan, dîsa bi taybeytî girêdayi mirovan, her wiha yên yekem xwe feda kirin jî şehîdên wan yên mezinin. Ew yê cesareta yekem yên fedakariya yekem ya mezin nişa kirine û bi vî awayî bûne sedem ku, yên pişti wan ji tevgerkirina wan gengaz bibin. Şehîdên me xwediyên rastî yên jiyana xweşin. Rêya mirinê sererast bû, tirsa mezin ya mirinê hat derbaskirin, ew bûn pira di navbera mirin û jiyanê de hatiye avakirin. Şehîd peymana jiyanêne. Yê jiyan dikin jî, eger bibin pêkanînerên vê peymanê wê jiyan bikin. Yên ku bîranîna mezin ya şehîdan di dilê xwe de jiyan bikin, tiştekî nikare bi dest bêxînin nîne. Dîroka partî; fermana wan e, hizira wan ya rast û rastiya jiyana wane. Bîranîna şehîd, artêşeke nayê wêrandin e, partiyek nayê hejandin û awayek wiha yê jiyanêy e. Li cem me ji bo şehîdan zêde girî nîne, em şehîdan dikin cesaret û hêza jiyanê. Ew jî, ji bo mirina xirab bersiveke. Şehîd parçeyên me yên ji me naveqetin. Bîranîna şehîdan tê wateya jiyankirinê. Nirxê ewqas şehîd mutlaka emê teqdîr bikin. Bîranîna şehîdên tekoşinê, tevger û gotinên wan; tevahî endamên rêxistina me, neçarin wan weke ferman têbigihin û wan têxin jiyanê. Dema şehîdên me nefesa xwe ya dawi didin, bi tu awayan wan ji mirinê bawer nedikirin. Wan jiyan temsil dikir. Wan di rêya tiştên ku pêwîste jiyan bikin de, giyan xwe dan. Şehîd jiyane. Ew bûn xeta jiyana misoger. PKK’e wek felsefeyek, wek lêgereke jiyanê, wek rihê militanekî bi jiyanê ve girêdayiy e, rastiya gelek tekoşînan li ser vê dimeşe. Komkirina tevayî şehîdan, tê wateya nepejirandina jiyana ku, di encama îradeya dijmin de tê pêşkêşkirin e. Ya piştî wê tê pêşkêş kirin mirine, ku ji wê re jî na dibêjim! Piştî wê bi rik li hemberi hemû lawaziya em têdikoşin. Pêwiste em bikarin bibin pira di navbera şehîd û jiyanê de. Pêwiste em ferqa dinavbera jiyana şehîd û yê jiyandikin de bibînîn, yên ku xwedî jiyanek ketî û peritîne, hema hema wê di rewşa desthilatê de bin. Gelek xwedî vê rastiyê pêwiste vê têkoşîna mezin ya jiyanê ne temirînin. Jiyaneke bê pêşkêşkirina rêxistinê, yek tenêye. Heta armanc û girêdanek mezin ya jiyanê nebe, tu şahadet nikare were pêkanîn. Ti şahadet qasi ya me, di bingehê cesaret û fedekariyê de nayê pêkanîn Şehîd soz dide ku nûbûna jiyanê heta agirê di bedena wande bibi xwelî bi afirênin. Şehîd nirxên bingehînin. Di derbarê hêz û nirxê şehîdan de niqaş nabe . Me ji bo nirxên xwe yên mezin peymana jiyankirinê da ye. Meznahiya PKK’ê û serkeftina wê ya bê hempa girêdayi vêye. Di bin nirxên tên jiyankirin de, keda bi milyonan bê navên me hene. Wan bi bawerî xwe avêtin nav vê tekoşînê, bi xwîna xwe avdan û anîne xaleke ku zivirandin nabe. Pêwiste şehîdên têkoşinê her yek baş bê lêkolînkirin, ev li hemberî wan deyin û erkekî meye. Şehîdan nas bikin, seranser nêzîk nebin, çavên xwe vekin xwîna şehîdan ne erzane. Em bi ti awayan destûr nadin bi yek dilop xwîna şehîdan bê leyîstin. Rastiya şehîd rastiya jiyana meye. Pêwiste em rastiya şehadetê vegerînin rastiya jiyanê. Pêwiste em fermana di şahadetê de bibînin û wisa bi meşin. Her şehîdek felsefeyeke jiyanêye. Ji birkirina şehîd îxanete. Bersiva herî baş ya bê dayîna ji artêşa şehîdan re, erzan nemirine. Şêwaza xebata rêberti şêweyek xebata rakirina cudahiya di navbera jiyan û mirinêdeye. Şehadeta rêxistinê vê ferz dike. Weke ku tu jiyan ji mirinê dûr nine. Çalekiya min, çalekiya girêdayî mayîna bi rastiya şehîdan re ye. Li welat dijmin şehîdên me bê şûştin û bê kefen bin ax dikin. Ev tirsa dijmine. Ev qas ji şehîdên me jî ditirsin. Ev meznahiya şehîdên me nişa dide. Peymaneke min ji dîrokê re, ji vê gelî re û ji şehîdan re dayî heye. Ez şopvanê vê me. Qasi rastiya şehîd misoger bê derew û bê xapandin tu rastî nîne. Bersiva herî baş ji bo bîranîna şehîd tamam kirina rexên wan yên deyndar û kême. Ew şehîdên ku di rêya rêgezên rêxistinê de, bê ku çavê xwe bineqîne çûne mirinê. Şehîd di hebûna xwede bûyerên ku serkeftin têde bûye sembol e. Şehîd jîne. Kî bi awayeki cudatir şehîd bi wate bike ew ketiyê herî mezine. Şehîd bê mirinin. Ji ber ku ew xwediyên bi tenê yê peymana pêwist di jiyanê dene. Pêwiste em fermandariya şehîd tê bigihin û tiştên tên xwestin bi cîh bînin. Bi taybet pêwiste bi awayeki misoger têgihiştina şehîd ya jiyanê temsil bikin. Şehîd nirxên meyên eşkerebûyî ji dîrokê re bûyî mal û rêberên me yên rastîne. Eger PKK û tevgera berxwedanê hatiye vê rewşê, ev bi hêza şehîd û dibin rêberiya wî de pêkhatiye. Şehîdên PKK hêjane ku weke şehîdên mirovatiyê yên herî bi bingeh bên hizirandin. Şehîdên me meşa me ya qezençkirin û serkeftinêne. Bersiva em bidin ewqas kesên giyanê xwedayî, ewqas şahadetên dîrokî; xwe gihandina şêweyê ifadeya azadixwazî û pêkanina wê ye. Jiyana ku em dixwazin pêşde bibin pêwsitiyeke rêzdariyê ye. Heger hinek di rêya dozekê de mirîbin, ew şayanê mezinkirinê ne. Eger mirov di rêya armanca xwe de, jiyana xwe hemûyî bide û di vê rêyê de biçe şahadetê ji vê re mirin nayê gotin. Ev jiyan bi xweye. Rêxistiniya şoreşgerî tê wateya berxwedanê. Her kes nikare bibe xwediyê şehîdan. Xwediyên şehîdan yê rastî ew bi xwene. Pêwiste em bikaribin şehîd di bingehê hilberandinê de têxin dil û mejiyê xwe. Şev û roj her dem bi şehîdan re bin. Ev tê wateya her dem nefes bi nefes mezinkirina hêz û bilindkirina şer e. Şehîdên me gelek mezinin û êşên wan gelek mezin û kûrin. Lê em van êşên wan yên giran û kûr li PKK‘a mezin li kesayeta wî ya mezin dipêçin û didin jiyankirin. Şahadeta wan bûye cesaret û hêza jiyanê. Ev ji jiyana xirab re bersiveke. Demên dîroka mirovahi yên tarî û roni bi hevdû ve hişk hişk girêdayine. Lê mirovahî ticar tarîtî weke jiyanek nepejirandiye. Bi wê re her tim şer kiriye. Aha demên ku tarîtî hatin jiyankirin jî, piştî wê roja azadiyê derdor rohnî kirî jêre demên aso, di heman demê de demê “QEHREMANİ”tê gotin. Çi di dîrokê de dibe û çi di roja me de, hema hema hemû gelan ji demên wiha re şahidî kirine. Girêdayî şehîd mayin tê wateya heta serkeftinê bê ku hicetek çêbike, bê ku astengiyekê nasbike, sekin nişankirine û ji vê re bûyîna hêza peyman û çalekiyê ye. Şehîdên me peymana me ya ar û mirovahiyêne, meşa me ya pêşdeçûn û serkeftinê ne.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 569
Rêber Apo
Mirov hin tiştan jibîr dike. Heta tê gotin; ‘’Hafiza-î beşer bi nîsyan û seqete’. Yanî hafizeyan mirovan nexweşiya ji bîr kirinê bi xwe re radigre. Lê belê ez nafikirim ku bi her awahî wisa be. An jî ez di vê qenehetê deme ku pêwîste ne wisa be.
Dem, jiyan, kesayet, çalakiyên ku nayên ji bîr kirin hene. Hin nirxên bi mirovahî re, bi hebûna xwe re asta herî jor radikin hene. Wan demên ku nayên ji bîr kirin em nikarin ji pêş çavan dûr bixin. Ew ji hafizeyan nayên paqij kirin. Ger ev yek têra xwe hatibe fêm kirin, yên ku pêwîste neyên jibîr kirin bi rastî jî, ji bîr nabin, ev tê wateya serkeftina yê ku eve pêk anîne. Tê wateya bi jiyan kirina yên ku nayên ji bîr kirin. Di heman demê de dibe yekbûna hemû serkeftina.
14’ê Tirmeh’ê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehir de li ser bingeha hebûna xwe dana nezirkirin de bi navê welatê xwe, ji bo gelê xwe, ji bo mirovatiyê roja biryara berxwedaniyê ya herî giran û bi zehmet dayine. Di nav rêxistina me de rastiya ku herî zêde em niha jî pêwîstiya wê dibînin bi nasnama rêxistinê bûyina mirov, bi nasnama rêxistinê bûyina artêş, bi nasnama rêxistinê xwe bi jiyankirine. Ger em bibêjin wan bi vê berxwedaniya herî mezin ne tenê serkeftin di rastiyê de hemû gavên erênî di kesayeta xwe de bi berxwedaniya qehremantî ya herî mezin bi awayekî zelal dan eşkerekirin em ê vê yekê hîn baştir bînin ziman.
Di berxwedaniya zindanan de gava 14’ê Tîrmehê, wek biryardayina rojiya mirinê tê bi bîranîn. Ev biryar pêwîste were nirxandin. Di heman demê de eve erkeke cîddiye. Ev biryar, bi qasî dext û dagirkeriya li ser gel wêdetir, em li hemberî dema komkujiya gela bi dest bigrin, heta bi dest girtin û armanca xwedî derketina nasname û dîroka xwe, cardin li hember kesayet bi her awahî nêzîkatiyên derveyî mirovahî, ew dextên ku di hat xwestin navê xwe bi xwe înkar bikin, hêrsa li hember êşkenceyên bê eman bi her alî ve ev biryar pêwîste berbi çav were girtin.
Aliyên wê yên ku giran tên dikarin werin nîqaşkirin. Derveyî vê yekê rewşa wê partiya ku di nav de tevger dikirin çawa bû, li kêlek hêzbûnê bê hêzbûn, bi qasî hêviyê bê hêvîtî jî dikare bi dest were girtin. Heman rewş ji bo gel jî derbas dibe. Bandorê gel yên ku di hatin jiyan kirin, rewşa raya giştî ya navneteweyî, eve hemû wek bandor çawa li ser vê biryarê rol lîstiye bi vî awahî dikare vere nirxandin. Lê belê eve hemû ger rast werin nirxandinê herdû aliyên wê derkevin holê.
Ma ev biryara mirinê ye?
Ya ku maye biryarbûna Mazlûm bi xwe heye
Biryara berxwedaniya 21 Adar’ê! Tê gotin; ‘’Ger em jiyanê bibexşînin, em dikarin mirovahî, gel, nasname û heta wek kesayet xwe û şerefa xwe rizgar bikin. Derveyî vê yekê çi şêweyekî din ne mûmkin e. Derveyî vê yekê çi şêweyê çalAkiya tine ye.’’
Bi îhtîmalekî mezin jî ev e raste. Bi rastî jî di wan şertan de çi şêweyekî din nîne. Ji bo jiyan kirinê, ji bo şerefê, ji bo devjê neberdana hindek nirxan ger jiyan kirin bi van jiyan kirin be ya ku pêwîste were kirin bedelên wê yê can daxistina holê ye.
Vana di vê demê de bi sedan kes dikarin bikin lê belê ji bo wê demê şert û merc gelek cuda bûn. Ev çalekî bê gûman di nav şert û mercên xwe bi xwe de pêwîste were nirxandin.
Ji xwe bê dîrokiyek hebû, hindek li hember vê bê dîrokiyê hatiye derketin. Diyardeya Kurd anîna ziman qedexeye, lê belê ew vê yekê naxwazin înkar bikin. Bi navê partiyeke pêşeng derketine rê, naxwazin wê înkar bikin. Alîgirê dijber dibêje, pêwîste ti vana înkar bikî. Dema ku tê gotin alîgirên dijber ne tenê çend jenderme an jî yên êşkence dikin serdestên pergalê yên mûtlaq û emperyalîzma ku li pey wan hemû ne. Sermaya Tirkiyê heye. Xayinên Kurd yên hevkar hene. Ji bo ku civakê bi awayekî mûtlaq di bêdengiyê de veşêrin û xapandinê erê bikin tên ser wan. Li gor dijmin ji partiyê çend bermahiyên ku xelas bûne maye. Dixwazin çi bikin li wan, li ser vê di xebitîn.
Ya rastî ji bo wê demê gotineke ku were gotin ez nabînim. Ger hebûna jiyana min, ji berdewam kirina vê zêdetir min nikaribû tiştek bikirana. Ji ber ku ez bi awayeke kûr di zanebûna biranîna wan de bûm. Ya ku maye bi her awahî min hêza berxwedaniyeke ku bi karibe wan biparêze da afirandin. Di şert û mercên azad û serbixwe de, ger bi qasî tê xwestin bi karibe were gotin û were şer kirin bingeh ne be xwedî derketina li wan ji sextekariyê wêdetir çi wate ne dida. Biryara demeke wisa demekî ne weke ku tê fikrandin hêsan e. Ev, encax bi romanekê were îzah kirin û heta niha jî, ji bo ne îzahkirina vê yekê ez êşa dikşînim.
Bersivdana wan dayin ewqasî hêsan e?
Me ev rêheval; Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf baş nasdikir. Gelek baş dizanîn bibin rêheval. Ew biryar nîşaneya vê ya herî mezin e. Lê belê cardin Xeyrî di gotinên xwe yên dawiyê de behsa deyndar çûyînê dike. Ne wê baweriyê de ne ku gelek tiştên mezin kirin e. Nêzîkatiyeke Kemal jî wek wî heye. Dibêje; ‘’Ev şerê gel, wê bigihîje serkeftinê’’. Lê belê ji bo kêm ked dayinê jî di nav qehreke gelek mezin de ye.
Demekî aliyekî vê biryarê yê herî girîng dev jê ne berdana têkoşînê û berdelên vê yê can dayîn e. Aliyê wê yê erênî ev e. Aliyeke din yê neyênî ku em binirxînin û tenê nikarin bikin malê wan jî di encama gelek kêm mayinê de ye. Gelê welat lewaze û faşîst ji vê rastiyê cesaret digrin. Raya giştî ya navnetewetî lewaze, partî lewaze, girseya girtîgehan lewaze, şêweya berxwedaniya wê demê gelek û gelek lewaze. Li gor me pêwîst bû mirovan xwe bi vê şêweyê nezir (adama) bikirana. Eve dibe kefareta wan lewaziyan. Waye aliyên ku em dibêjin pêwîste were dîtin lê belê yên ku kêm maye ev aliye. Ev yek jî tenê bi wan ve nayê girêdan. Ev e bi canê xwe û bi xwe danîna holê, ev yek xwestin derbas bikin lê belê cardin xwe deyndar îlan kirin. ji bo derbaskirina van eve dibin ispat. Dibêjin; ‘’Em bi vî awahî çûn lê belê pêdiviyên vê pêwîstin werin temam kirin’. Aliyeke din vê biryarê jî ev e. Kî di kare vê kêmasiyê bigre? Derveyî vê yekê eve dibe întîhar û şoreşger jî întîhar nakin. Ger ev întîhar neyê derbas kirin ev pêşveçûn ê bi domin. Wê demê bersiva vê yekê, ji yên mayî re dimîne û dibe mesela bi namûsbûnê.
Ev şehîdên me bi van berxwedaniyên xwe em jî xistin bin barekî giran. Ev di wateyekê de hêrseke li hemberî me ye jî. Ger mirovahiyeke, rêxistin û gelek em xistine nav şert û mercên ewqasî lewaz û di nav wateya ne jiyan kirinê de hiştine wan li hember vê yekê gotin; ‘Em bi vê protestoya xwe bersiv didin’ ‘û çalekiya xwe pêk anîn. Peyama ji bo yên mayî û aliyê vê peyamê yên din jî ev e.
Ji vê peyamê, ji vê bîranînê encama ku derdikeve ev e; Temamkirina yên ku hiştine. Emê çi temam bikin? Ev jiyana di bin şertên ku nayê jiyankirin veguherînin warê jiyan kirinê, ev çalekî tê wateya vê yekê, li hember dexta faşîst bi sekinin an jî ji holê rakin. Nezanî heye, ev çalekî tê wateya rakirina vê yekê. Rêxistin lewaze, ev çalekî tê wateya bi hêz kirina vê yekê. Tê wateya sekinandina li hember meşa faşîzmê. Vaye encamê girîng yên ji van çalekiya werin girtin ev in.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 592
Wekî di tevahî şoreşan de heye, di şoreşên roja me de jî û bi taybetî di şoreşên Kurdistanê de, mijara yekemîn ku pêwîst e tê de were serxistin; çareserkirina jiyana li dorhêlê jinê ye. Pirsgirêkên herî pêşketî yên şer, heta pêşketinên di bingehên azadî û aştiye de jî, ev mijar di navenda tevahî xebatan de cîh digire. Di derdorê jinê de, zîhniyet, birdozî, rêxistin, zordarî, mijokdarî ya ku hatiye honandin ve neye dest girtin, çareserî di vê bingehê de neye kûrkirin, heger şoreşê (her wiha şer) ji jinê qut bê destgirtin, çi bi gengaze ku şer bibe şerê azadî, çi jî bi gengaze ku aştî wê bibe aştiyekî bingehîn. Mercên vê yên yekem çareserkirina peywendiyen ku li derdorê jinê hatiye honandine. Hem pêşxitina şer, hem jî li ser wateya wê a rast, pêdivî dibînim ku bi awayekî cidî vê pirsgirêkê bigirim dest. Tê gotin, “Bê jin şoreş û jiyan nabe.” Ev rast e. Lê di roja me ya îroyîn de jiyanekî bê jin di bin statukoya zilam de, ez hîn jî li hember pejrandina wê bi hêrs dibim. Heger ez bêjim min, şoreşa xwe bi armancên guhartina jiyanê ve pêşxistiye, ezê rastiye bi awayeke berbiçav bînim zimên. Civaka bi çînayetî her ku pêşket, hêz di zilam de kûr dibe. Dema hêz di zilam de kûr dibe, di hêza jinê de tunebûnek tê holê. Wekî di rastiya Rojhilata Navîn de tê zanin; bi klan derbasbûna civaka ku li dorhêla jinê tê afirandin –ez bawerim qada ku dîrok yekem lê pêşketiye Mezopotamya ye- hêza jinê bê niqaş e. Berî her tiştî Ol(din) bi şêwazekî xwedawendên jin tê ser zimên. Hîn jî navê ku pir bi bandor e, di Kurdî de “İştar” wateya wê stêrk e. Di roja me de “Star û Stêrk” xwedawendiya jinê tîne ser zimên. Xwedawend xwedî dîrokekî wisa ne. Afirînerên civaka yekemîn in. Em ji avakirina komên gund bigirin, di şoreşa civakî de asta herî girîng, pêwîst e em bipejirînin ku derdorê çalekiyên jinê de pêşketiye. Em dikarin pênasa xwedawenda İştar wisa bikin. Civaka jinê di pêvajoyên yekemîn de mezinbûyînêk bû. Serdemên piştî wê derbasbûna civaka bi çînayetiye. Derbasbûna civaka bi çînayetî, derbasbûna bin dexta zilam e. Pêşketina bi dagirkeriya zilam, wekî bê sînor e ku, xwedawendî tunebû û tevahî xwedayên ku pêşketine hemû zilam in. Tevahî împarator zilam bûn. Hinek jinên ku derketin, ew jî jinên wek zilam in. Tevahî fermandar, brokrat ji sedî not û neh zilam in. Ev jî dagirkeriyekî bê aheng dide xwiyakirin. Bêguman civaka bi çînayetî ve girêdana wî heye, lê rastiya pêşketina yek a mirovatiyê ye. Tu bê jî, “Bê desthilatdariya zilam jiyan nabe” ev ji tê wateya zîhniyeta bi daxt û mijokdarî bingeh digire. Heger em di sosyalîzmê de berkî (ısrar) dikin, pêwîst e em tê bigîhêjin ku, di pêşketina dîroka şaristaniyê de, tunebûna jinê ne bûyerekî xwezayî ye. Em dibînin ku, ev rastî, bi cûrên pêşketina civakî û çînayetî ve girêdayî, di roja me de gihîştiye asta çavkaniya pirsgirêkan. Her ku em vê pirsgirêkê çareser dikin, bi vêre wê şoreş kûr bibe û di vê wateyê de ji navbera zilamtiya zilam û jiniktiya jinê de ev bê ahengtiya pêwîst e em rabikin. Ez li ser vê pir kûr dibim. Ji bo min pirsa ku, pêwîst e zilam bibe zilamekî çawa û pêwîst e jin bibe jinekî çawa jî, pir dijwar e. Ji bo jin ev pêşketin heta dawî pir girîng e. Hîn wateya vê dernexistibe jî, ev pir vekiriye ku jinê bi hêz dike. Herî kêm fîzîka wê pêşdixine. Jinên ku di panzdeh an ji di bîst saliya xwe de ku wekî pîra bibûn, niha dema digîhêjin sîh salî jî, seknandinekî pir dijwar raber dikin. Dîsa di manewiyatê de hêz digire. Ev pir balkêş e ku, ne tenê di me de, di tevahî qadên navnetewî de pêşketinên jinê diyar dibe. Ev li ser berkîkirina me pêşdikeve. Belkû têgîhên paşverû her tim wisa dibêjin; “Dema jin tê gotin, mêyzekirinê min, hestên min, namûsa min. Êmin, êmin, pêwîst e êmin be.” Ev felsefe pir bi xeter e. Dema ku jin ji sedî not û neh bû ya te, gelo wê çi bide civakê? Wê ji welatparêziyê re çi bike. Wekî leymûn an ji qedehêk şarab, girtiye nav kulmên xwe diperçiqîne û her dem vedixwe. Bi rastî jî jin jî wisa ye. Jinekî wisa, tu tiştekî ku bide civakê û netew nîne. Tiştekî zilam jî bidê nîne. Zilam ku carna aqilê xwe wenda dike, car caran kuştina jinê, bingehê vê felsefê derdikeve holê. Heger bal kişandiye, evindarên me, gihîştine karakterekî ku evînê dikujin. Ev rastiyekî bi êş e. Ji sedema têgihên vê felsefeyê, hêz û mezinbûna jinê tune ye. Di wir de kuştin heye û di dawî de jî, wekî sembol bi xençerê ve encam digire. Her wiha bi awayekî aktîf pêwîst e jin bi xwe bikeve nav vê xebatê. Herî kêm tişta ku ez dixwazim bikim, pêşiya vê vekirine. Pêwîst e em vê fêmbikin. Ez ji bo kêyfa bavê xwe nakim an jî ji bo xwe jî nakim. Bi têgîhên min ê cîhanê ve girêdayî dikim. Ji bo hinekî jinê kêyfxweş bikim jî nakim. Meseleyekî bilindiyê ye, meseleyekî têgîhê, meseleyekî cîhanê ye. Em ji kîjan milî ve lê binêrin, pewîstiya milîtantiya jin li holê ye. Ez van peyvan pir tînim ser zimên. Heger hûn nirxên xwe nizanibin; (mînak di çiya de zilam pir tinê zimên) “Ev jin li serê me belane, di şer de zoriyê derdixin, giraniyek in” çima wisa tê gotin? Di vir de qurnaztiya zilam heye. Temaşe bikin, ên ku şer giran dikin ew bi xwe ne. Ên ku rola jinê, di şer û jiyanê de înkar dikin ew bixwe ne. Giranî di vî bingehî de derdikeve. Jin heger kevneşopiya xwe derbas neke, wê xwe bigihîne rewşa giranî. Her tim li bendê ye, zilam bê destê wê bigre û wê bike malê xwe. Rewşa ku giranî tê gotin wisa derdikeve. Jina ku hûn dibêjin giranî ye, niha gihişt qiraxa azadiyê. Berî her tiştî pêwîst e em bidin xwuyakirin ku; jin ne giranî ye, hem di şer hem jî di jiyanê de bi awayekî dijwar xwe pêşxistiye. Li vir me kesayetiya Zîlan nirxand. Her çiqas fîzîkî zorî jî dikişand derxist holê ku, çi di jiyanê de çi jî di şer de giranî nîne. Ev bûyer ji bo me ferman e. Wê demê di milê zagonên rêxistinê de, zêde mafê axaftinê wan nîne, jin jî xwe di rewşa giraniyê de nehêle. Jin û zilamên ku bi vê rastiyê re di nav nakokiyê de ne, naye pejirandin. Rastiya Serokatî di vê mijarê de heta dawî bi rêgez e. Di vê mijarê de tu tavîzan nade. Wekî tê dîtin, tevahî keçên me, bê hempa keçên şer in. Di vê wateyê de napejirîne ku destê zilam nêzîkî wê bibe. Bi dagirkerî, bi xirabî, azadiya wê ne berbiçav be, napejirîne. Rastiya rewişta (ahlak) PKK ê jî ev e. Niha ev biçe ku, wê bibe jiyana azad. Her zilam bi cureyekî dijîn, ez ji hinekî wisa dijîm. Ew qas jinên baş ninbe, ez nikarim bijîm. Niha zilam dibêjin; “Jinek heba, ji sedî sed a min ba, ezê bi wê jinê re bijîm. Ez jî dibêjim ku; “Artêşa jinê ya azad nebe, ez nikarim bijîm” Azweriyek (tutku), evînek, jinekî egîd, jinekî bi rêxistin û xweşik, bi vîn (irade) û zimanê wê jî hebe. Ez bawerim egîdî, ji nav vê nêzîkatiyê derdikeve. Zilamekî heger dibêje; “Jin bila ketîbe, ya min be, lê bidim, bikujim, bila male min be” ev ketîbûnekî herî mezin e û di milê mafê mirovan de bê mafbûnek e. Çima ew ewqas dibe yê te, çima tu nabe yê wê? Ev nêzikatî pir bi vekirî, dagirkeriye. Zilamek pir bi daxt, ne wek hev, pir bê hûrmet.. Jin bi hêz be, jiyan xilas nabe. Hinek kes dibêjin, jin xurt û bi hêz bibe, emê bitirsin..! em jî dibêjin, jina bi hêz e, li beramberî wê tirs nabe, jina ku lewaz be pêwîst e em jê wê bitirsin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 759
Em dixwazin dema pêşiya xwe hîn cudatir bimeşînin. Piştî evqas berxwedanê, em dixwazin di şêwazek kêrî jiyan, şer û her cure şoreşê bê de bimeşînin. Ger ez bi vî temenî ji vê re amade me, hûn çima li ser vî bingehî ne amade bin? Bese êdî we têra xwe xirab kir û pê lîstin. Êdî yek çirkeyê ji vê re sebir nîne. Kanî we dixwest şer bikin? Em dixwazin we ne ber bi mirinê, ber bi serkeftinê ve bibezînin. Lewra hewce dike di vî şêwazî de têkoşîn bê kirin. Li gorî ku min sebir kir û li ber xwe didim, hûnê çima nekarin li ber xwe bidin? Evqas nirxandinên amade pêşkêşî we dikim. Hûn çima van fêm nakin? Tiştek din nekin, van rast fêm bikin bese. Ezê bi şaşî, xeletiyên rêberên şoreşên din kirine nejîm. Weke kesek ji sifrê dest pê kirî û dizane tolê ji dijminê xwe bigire, yeqîn dikim ji kesên weke we bi rastiyên şer dilîzin zêdetir dikare hesab bixwaze. Hûnê çima min şaş fêm bikin? Ez cengawerekim. Hûn bi xwe dibînin li hember dijminê xwe çi dikim. Ma hûn kîne, evqasî zerarê bidin? Ma emê ji we re serî bitewînin? Min hêj di deh saliya xwe de li hember malbatê hostatiya şer, heta mezinbûna wê raber kir. Ma emê di vî temenî de û bi vê ezmûnê ve nekarin we bi dahûrînin? Eşkere bêjim: Bi zorê nabêjim werin, bi min re hevbeş şer bimeşînin. Hûn bi xwe hawar û qêrîn tên. Wê demê rica dikim li gorî pêdiviyên vê bin. Li gor wê ji xwe zêdetir derfet û cih didim we. Hûn çima qîmet nadin vê? Vekirî bêjim: Ger hûn dijîn û tên jiyîn, ev hinekê jî ji bo ji we tolgirtinê ye. Ez mirov tînim astek wisa, qelişandina erdê jî dibe ku ji bo wî rizgarbûnek be, ancex dê wê siûdê jî nebîne. Hûn dizanin hinekê jî vê dikim. Ez tolhildêrekim, dê we beriya niha ev fêm kiriba. Ji bo pariyek nan hêj di deh saliya xwe de min çawa şerek meşandibe, hêjî heman şerî dimeşînim. Di vê xalê de tiştek bi min re hatî guhertin nîne. Berovajî pêşketinên pir mezin hene. Ji bo bidestxistina mirov min sal xerckirin. Hûn di carekê de bi dehan mirovî winda bikin, peyre jî rojekê derbikevin pêşberî min, heta hûn di gorê de jî bin, ezê we efû nekim. Me cara yekê li çiyayê Bagokê bîst heval şehîd dan. Nîsana sala 1988’an bû. Hevalek berpirsyar hebû. Min got ez biçim gora wî vekim û bi ser de biçim. Li gorî min darbeya herî mezin li me da. Mirina wisa erzan napejirînim. Kesayetên hêsan namirin û her tim serkeftî şer dikin ji bo min hewce ne. Ev rastiyên Rêbertiyê ne. Ger hûn dibêjin; “Em jî hêzekin”, ez jî ji we re dibêjim rawestin, kî hêze, emê şanî hevdu bikin. Ma hûn dihizirin ez ne cengawerek başim, xweliyê bixwim û hûnê min bixapînin. Ger evqasî bi quralan bilîzin, hûnê encamên wê jî bipejirînin. Berê ji bo van mirinên bêwext xemgîn dibûm, niha dibêjim divê xwe xemgîn nekim. Ji ber ev lîstokeke. Ger xwe xemgîn bikim, ezê têkil lîstoka dijmin an jî van mirinên erzan bibim. Ezê qet xembar nebim, heta hejandinek herî biçûk jî nejîm, ji ber tevlî vê lîstokê nebim. Bi qasî quruşekê nirx nadim ên mirina erzan hêjayî xwe dibîne. Min ji bo Mazlum û Egîd nirxandinên pir watedar kirin. Lê hinekan jî ji nedîtî ve têm. Êdî kes nikare bi mirina erzan xwe bispêre refên PKK’ê. Ji ber li wir ê dimire û dikuje jî zerar dide PKK’ê. Can ne canê we ye, canê PKK’ê ye. Canê xwe yê beriya niha biçin li cihek din tine bikin. Wexta hûn beşdarî PKK’ê bûn, canê we yê PKK’ê ye. Yek ji we ne xwedî wî mafî ye wisa erzan li ser vî canî bilîze, hêsan bide kuştin. Heta yek ji me ne xwedî wî mafî ye vî canî ji bo serkeftinên kêm bikar bîne. PKK’yîbûnek rasteqîn wisa ye. Hêjî di bîra min de ye: Li gundê me jinek hebû, digot; “Ezê narîncokê bigirim, biteqînim, ma ev can ne ya mine?” Vê gotinê qet ji bîr nakim. Çil sal sere derbas bû, encama ku min ji vê bûyerê derxistî, kesek nikare di bin navê ev can yê mine de, vî canî bigire li gorî dixwaze bikar bîne. Ji ber pêwîste ev can ji bo civakê bê bikaranîn. Ango hûn nikarin canê xwe li gorî keyfa xwe bikar bînin. Hûnê ji bo partiyê û xwezayê ji bo civakê bikar bînin. Bi encama min ji wê bûyerê derxistî ve heta roja îro xwe ji bo civakê bikar tînim. Şêwaza dijberî bikaranînê, şêwaza xwe bikaranîna ketiyekê ye. Jixwe hûn dizanin ev jî xizmetê ji kî re dike. Nexwe di nava PKK’ê de mirina hêsan, çek li erdê dayîn û raye binkeftî bikaranîn nabe. Ev rastiyên cewherî yên PKK’ê ne. Ji ber PKK tevgerek bi zehmetiyên mezin bidest dixe. Em neçarin vê biparêzin. Terbiya PKK’ê ya rasteqîn, fêmkirina vê rastiyê ye. Hûn dibêjin; “Em çawa her roj dimirin, me çawa hezaran çek ji dest dan, fêm nakim.” Ez saxim, tenê ji bo van li ser linga me. Teqez ezê hesabê van bipirsim û di vê mijarê de hûn jî dizanin kesek pir hosta me. Min Komara Tirk bîst salan da razandin û hêjî hesab dipirsim. Vêca ma ezê hesab ji we nepirsim? Tenê ji bo hesab ji we bixwazim, we didim jiyîn. Min ne dixwest van gotinan bikim. Ji ber di cengaweriya min de xisletek heye. Ji ber hinek niyazbaş hene, daku nebêjin; “Me ne bihîst, keyfî jiyan kir û jiyan xirab kir” van dibêjim. Kesek hinek berpirsyariya min dizane yan jî bi aqil be, vê nêzî hişê xwe nake. Her kêlî bi nirxên me lîstin, ew wêran kirin, wisa hêsan ne hedê kesî ye. Ev rastiyên girîngin û teqez hûnê derbixin zanebûnê. Hûn fêrbûnên xwe didomînin û me tengav dikin. Ez jî pir sebir nêzî we bûm. Mixabin êdî nikarim van helwestên we bipejirînim. Dê ev rastiya PKK’yîbûnê bimeşe. Ji ber pir baş dizanim, ji bilî vê hêza min têrê nake yek ji we bidim jiyîn. Ji aliyekê ve li dildariyên we yên jiyanê dinêrim, li hember jiyanê hinekê baldariya we heye. Lê ji aliyê din ve nêzîkbûnên we yên rê ji mirinê re vedikin jî me pir tengav dikin. Evqas seresertî, evqas sivikbûn, evqas quralên girîng ser guhê xwe re avêtin û bi quralan lîstin nayê pejirandin. Dihizirim, ecêb dimînim çawa dikarim li hember van rewşên hatine jiyîn li ber xwe bidim. Ev ezabek mezine. Dayîkek wexta lawê xwe winda dike, deh salan bi ser xwe ve nayê. Em jî kêm-zêde berpirsê vê malê ne. Kîjan kesayet dikare beramber evqas windahiyên rojane li ber xwe bide? Me got ji bo vê jî mezin hizirîn, hemû derfet û firsend baş nirxandin hewce dike. Mixabin hûn kêleka van re jî derbas nabin. We rewşek xerckirinê ya mezin jiyan kiriye. Ev têkoşîn me bi destê xwe anî heta vir. Emê çima pêşkêş bikin? Ne tenê şer, aliyên jiyanê yên din jî hene. Emê çima şeref û serfiraziyê bixin bin lingan? Emê çima xweşikbûn, dilxweşî, azwerî û xiroşa jiyanê veguherînin xembariyek mezin? Evqas şehîd hatin dayîn, evqas îşkence hat jiyîn, ma ev têrê nakin? Gelo mafê kesî heye bi van bilîze? Wan ji bo jiyanê pêk bînin, ango ji bo dilxweşî û xiroşa jiyanê bidest bixin evqasî li ber xwe dan. Lê hûn dixwazin jiyanê cardin veguherînin xemgînî û di nava bêhêviyê de bixeniqînin. Me ji hêla dîrokî ve serbilindî û dilxweşiya jiyanê bidest xistiye. Nexwe hûnê jî jidil nêz bibin ku vê binpê nekin. Ev xalên ku milîtanek şoreşger û rêberek her tim berçav bigre ne. Dema em li ser pêvajo radiwestin, ev fikir carek din tên bilêvkirin. Ya rastî wexta me dest bi têkoşînê kirî jî, ya li ser me serwer dîsa jî ev fikir û reftar bûn. Ancex we ev bi rikek mezin înkar kirin. Lewra em jî carek din piştî evqas pêşketinan van datînin pêşiya we. Qet nebê piştî evqas keda mezin hewl bidin rastiyan fêm bikin, bi aqil bin û bizanin bibin şerkerek quralmend. Qet nebê bila niha mirov bi qasî bawerî bi soza we dayî bîne xurtbûnê bi we re bibîne. Berê jî baweriya min bi we tevan hebû, min digot dikarin vî karî bikin. Ancex niha xwe weke kesek bîst sale hatî xapandin dibînim. Mafê we ya wisa nîne. Ma min hûn xapandin? Nebawerim. Rehetî divê hûn bipejirînin, li hember we yê herî rasteqîn û ya nehatî yeqînkirin jî kirî, di rewşek serkeftî de bersiv dayî dîsa ezim. Hûnê çima evqasî min bixapînin? Min yek carê jî derew li we nekirin û hûn nexapandin. Ancex jiyana we derewkarî û belengaziyê derbas nake. Belengazî, bêhêzî û binkeftin, ji derewkariyê xirabtire. Hûn derewan bikin, zêde windahiyên we çênabin. Lê wexta binkeftî bin, hûnê winda bikin û bidin windakirin. Hûn her roj dibêjin; “Emê kesayeta Apo’yî esas bigirin, wisa şer bikin, wisa bijîn.” De başe, vêca ew kirêtî, binkeftin, bêquralî, bêhêzî û lewaziyên hûn li pey xwe dihêlin çine? Kes ji we re nabêje gotinên biryardarî bikar neyînin, bes dema we got jî hevgirtî bin. Şertê sereke yê leşkertî, li ser xwe serwerbûne. Çarçoveyek jiyanê ya hatî destnîşankirin heye, armanc heye, amûr heye û ked heye. Hûnê bizanin bi wan ve girêdayî bin. Dîsîplîn jî eve. Wexta we pêwîstiyên wê pêk anîn, nexwe hûn li ser xwe serwerin. Tê wateya we bi şêweyek pir cidî gava yekemîn a leşkerbûnê û gava misoger a serkeftinê avêtiye. Beriya hûn li ser dijmin serwer bin û çend darbeyan li dijmin bidin, gelo hûn li ser xwe serwerin? Me bi hezaran şoreşger şandin. Bes yekê jî hêza pêkanîna çarçove û dîsîplîna hatî destnîşankirin raber nekir. Vêca leşkertî li kur tê jiyîn? Hûnê kengê destpê bikin bibin leşker? Ma leşkerek evqasî xwe înkar dike û evqasî dîsîplînê înkar dike dibe? Hûn dibêjin zehmete. Hûn leşkertiyê dixwazin. Ez jî ji we re dibêjim rica dikim, li gorî quralên wê yên dîsîplînê û pêwîstiyên wê tevbigerin. Mixabin hûn jî ser guhê xwe re davêjin. Ger we di xebata siyasî de îflas kiribe, ma hûn dikarin gêrîlatiyê bikin? Pêşî fêrî xebata siyasî bibin. Hûn dibêjin; “Ez ji çekê fêm dikim.” Lê mixabin hûn tiştek ji çekê nizanin. Hûn tam bela ne. Em bi vî halî ve çi ji we bikin? Ger çend berendamên fermande yên ji vî karî fêm dikin hebûna, niha em gihiştibûn serkeftinê. Bi qasî hejmara tiliyên destekê hebûna besbûn. Ancex ew jî nîne. Hemû jî kesên her roj bi quralan dilîzine. Nexwe emê çi ji vê leşkertiya we bikin? Jixwe dijmin jî hûn girtine berçav û wisa li we dide. Pêwîste hûn nirxandinên Serfermandarê Giştî fêm bikin. We weke kewên hatine girtin, berxan dinirxîne. Hûn xwe çi dihesibînin? Hûn nikarin xwe bispêrin min bijîn. Şerker mil didin hev wisa dijîn. Mafê şerkeran nîne hevdu vale derbixin. Hêza we ya pêkanîna dîsîplînek herî biçûk jî nîne. Hûn dibêjin; “Ez dixwazim kêliyekê zûtir biçim çiyan.” Mafê gêrîlayan nîne vê bêjin. Dizanim, ne ku piraniya wan dixwazin ber bi peywirên dîrokî ve biçin, ji bo ji dîsîplînê direvin dixwazin ji vir biçin. Em hinekê bi dîsîplîn dikin û bi jiyana leşkerî didin nasîn. Piranî jî dixwazin ji vê birevin. We bi xwe got; “Em li vir fêrî leşkertiyê dibin. Hûn hinekê fêr dibin, bêhna we teng dibe. Vêca hinekê hevgirtî bin. Ger em bikarin ji nava we çend berendamên fermandar ên saxlem derbixin, wê çarenûsa şer bê guhertin. Her wiha dê helwestên her carê me dixin fikaran tine bibin. Wê qonaxek şerê watedar û li nava dilê dijmin bide destpê bike. Ger hêza we ya li ber xwe dayînê hebe, soza we ya leşkerbûnê hebe, bila di vê çarçovê de be. Qet nebê ji vir û şûn de van firsendan binirxînin. Ezê dîsa bi azweriyek mezin van karan bikim. Bes bi we re hêza kirinê heye? Soza şerefê bidin, soza egîdî bidin û em jî karan bi we re hinek kûranî bigirin dest. Bi rastî jî derfetên me berfirehin. Em dikarin rayeyên girîng bidin we, lê hûnê van rast bikar bînin. Her kêlî gotinên weke; “Ez hatim lîstokan, me lihev kir û hatim çewsandin” nekin. Hûnê weke mirovan bêjin; “Ez hatim, min dît, ser ketim. Min nirxand, rast destnîşan kir, bi ser de çûm û ser xist.” Ji bo pêkanîna vê ti astengî nîne. We dît ez weke tê hêvîkirin derneketim, min jî guhdar nekin. Ez jî li pêş we asteng bim, min binpê bikin û bi ser peywirê de biçin. Hûn behsa kîjan astengî, çewsandin û lihevkirinê dikin? Êdî ev derewin. Divê êdî kesek van gotinan negire ser devê xwe. Ji ber rastî, rastiye. Cudabûna kesî nîne li hember rastiyan li ber xwe bide. Her kes neçare van pêk bîne. Vê PKK’ê û gêrîla wisa bingeha xwe çêkiriye. Hedê kiye li pêşiya me bibe asteng? Ger komek me ya biçûk, li ser vî bingehî çarçoveya xwe dane, xwe bigihîne asta sond û biryarê, dê çarenûsa vî şerî biguhere. Ma qet wijdan bi we re nîne? Dayîk û bavên we di nava xwîn û xwêdanê de ne. Dilê kesî bi vî rengî windabûna van mirovên ciwan ranake. Hemû jî tên bibin gêrîlayên cengawer. Yek endamê fermandar xwedî li van derbikeve, wê destanê binivîsin. Bes hûn rihê mirovan distînin, dev ji vê berdin. Ji bo vê jî divê hûn di hemû şaneyên xwe de berpirsyariyê bijîn. Pêwîstiyên kar derbixin zanebûnê, êdî divê hûn weke berê bi van karan nelîzin. Heta dawî wate bidin dê çi, çawa bê kirin, çawa nêzî çi bibin û li ser vî bingehî diyar bikin ku ji peywiran re amade ne. Bila komek kes vê bêje, emê hemû rayeyan bidin wan. Ma hîn zêdetir dikarin çi ji me bixwazin? Ger hûn van karan nakin ji min re bêjin, ezê ji we re mal kirê bikim. Ev hêza me jî heye. Em dikarin we weke karmendên teqawîd jî bidin jiyîn. Ancex hûn bi israr dibêjin; “Em cengawerin, egîdî em mest kirine.” Nexwe ez jî dipirsim hûn dikarin xwe li gorî quralan û pêwîstiyên wê amade bikin? Sozên ku heta niha we dayîn axaftinên pîremêran derbas nekirine. Heta fêm bikin ji wan jî xirabtirin û rica dikim hûn dikarin soza rast bidin? Hevdeh salin min li cihek teng çeper girtiye. Dîsa jî pir dijwar li ser van karan disekinim. Ez xwe weke we pir bi navûdeng jî nanirxînim. Hêz û derfetên min sînordarin. Dîrok diyar dike ev jî mucîze ye. Min dixwest ez jî weke we tevbigerim û yek rê şanî min bide û min derbixe serê çiyan. Lê kes nebû vê bike. Devjêberdin rê şanî bide û derbixe serê çiyan, her kesî ji rê derdixist. Jixwe her tişt ji rê hatibû derxistin. Lê me rast kir. Hûn jî gihan çiyayên azad û her cure çeka wê. Ancex hûn van bikar nayînin. Ma hûnê vê înkar bikin? Nexwe hûnê rewşên diqewimin di hemû şaneyên xwe de bihesin. Her wiha van tevan ji bo vê vedibêjim: Dijmin hûn kirine hedef, vê şêwaza we ya şerkertiyê baş lêkolîn dike, dixwaze têbigihe û we tine bike. Vaye politikaya hukumetê ya dawî wisa ye. Yê rê ji dijmin re vedike, bi wî dide gotin; “Em dikarin gêrîla têk bibin”, ne ezim, hûnin. Ji ber rojeva min cuda ye. Ev tolaziyên hûn dikin, amajeya dibe ku gêrîla bin bikeve heta dawî we ava kir. Hûnê di demek herî kin de vê amajeyê biguherin. Nexwe ji min peywir nexwazin. Emê çima we weke berxê qurbanê ji dijmin re bikin xwarin? Ger hûn nakin bêjin. Min li Başûr cîh vekir. Li hemû cîhanê cîh vekir. Biçin wan deran, li tenduristiya xwe binêrin. Bila kes soza xapînok nede. Ger di nava we de yê bi rastî jî dixwaze bibe fermandar hene, bila ew soz bidin. Daku ez jî van bizanim, bi fermandar û şerkerên rasteqîn re nîqaş bikim û biryarek diyarker pêş bixim. Ji vir û pê ve ya girîng, di demek ku bi qasî dijmin cihê hûn li dimînin jî wêran bike har bûyî de, xwesteka karên baş û encamgir pêşxistine. Em jî dixwazin bi ser qonaxek evqasî ku dijmin bi ser ve diçe de biçin û karên serkeftî derbixin holê. Ev hem peywira me ya bingehîne, hem jî serkeftî bikaranîna wan çeperên ku me bi zorê girtine. Hûnê jî hewcedariyên vê bi berpirsyariyek mezin fêm bikin û bicîh bînin. Jiyanek we ya pir zehmet jiyayî û ji ya min zehmetir derbas bûyî heye. Îdîayek we ya cengaweriya di wateya rasteqîn de derxistî zanebûnê û îdîaya we ya fermandarî heye. Êdî çarçoveya wê jî bibînin. Di vê mijarê de heta dawî bi dîsîplînim, di pêkanîna pêwîstiyên têkoşînê de dijwarim. Piştî ev alî tev hatin fêmkirin, ev kar pir dereng jî bin dê bikevin rêya rast û serkeftina wê jî pêş bikeve. RÊBER APO 23'yê Nîsanê 1996
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 460
‘Erdoğan! Rewşa Wî Ya Îro Dişibe Rewşa Sedam A Dema Êrîşî Kuweytê Kir’ Ji niha û pê ve feresata parastina cewherî ya ku wê were pêşxistin, her cure birêxistinbûna gel e, divê yekîneyên parastina cewherîn ên ku gel di nav de cih digrin, werin pêşxistin. Ya din jî dema ku ez dibêjim parastina cewherî, hertim çek tê fêmkirin. Pêdiviya civakên herî demokratîk jî bi xweparastinê heye. Ev nayê wateya çekê. Xwepêşandanên girseya demokratîk jî şêweyeke parastina cewherî ye. Bo mînak; ger li Amedê gel bi rojan weke Misrê ji kolanan dernekeve, daxwazên xwe bîne ziman, vaye wê demê dê aştî were. Wê demê binêrin ka dê AKP bimîne yan nemîne, vaye wê demê Erdogan bi xwe dê çareseriya vê pirsgirêkê bixwaze. Wekî din hêza wan jî heye ku bi milyonan kesî li Amedê bicivînin. Ev rêbaz jî parastineke cewherî ye. Ez li riyên çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurdan digerim. Em ji berê heya niha dibêjin ku dê rejîmên dîktator ên li Rojhilata Navîn bi sîstema Konfederalîzma Demokratîk re werin derbaskirin. Çareseriya Konfederalîzma Demokratîk, yekane çareserî ye. Ger rêyên çareseriya demokratîk bixetimin, wê demê bixwazî nexwazî dê şîdet bilind bibe, ev tesbîta rewşekê ye. Xitimandina riyên çareseriya demokratîk tê çi wateyê; tê wateya destpêkirina demeke ku digihîje heya qutbûnê. Em dixwazin pêşiya vê bigrin û çareseriya demokratîk pêk bînin. Hemû hewldana me ji bo vê ye. Di vebijêrka duyem de, ger çareserî bi pêş nekeve, wê şerê gel ê şoreşgerî destpê bike. Wê demê ne 3 hezar kes, wê 300 hezar kes werin girtin. Ne 50 hezar kes, wê 500 hezar kes jiyana xwe ji dest bide. Ger şerekî wisa bi pêş bikeve, wê rewşa şer û aloziyek mezin derkeve. AKP, nêzî çareseriyê nabe. Hikûmet, li hemberî Kurdan pir bi zalimtî hiqûq û qanûnan dixe dewrê û hewl dide wan tasfiye bike. Ev, rewşeke pir xeter e. Erdoğan, rewşa we ya îro dişibe rewşa Sedam a dema êrîşî Kuweytê kir. Emerîka, ya rastir Îngilîstan çawa ku berê Sedam da Îranê û paşê jî da Kuweytê, niha jî te rêdike Lîbyayê û Sûriyeyê. Dişîne ser Kurdan. Sedam jî çû ser Kurdên xwe, bi Kurdên xwe re şer kir. Niha jî hûn li pişta we bi hêza Emerîkayê re li hemberî Kurdan şer dikin. A rastî, ev dafikek mezin e. Ev dafik, dafikeke ku ji bo we jî hatiye danîn e. Heman wekî Sedam. Sedam xistin defikê. Ez li vir eşkere bang li we dikim. Di heman demê de ji we re nameya min a eşkere ye. Neyên vê lîstokê. Tavilê vê bi dawî bikin. Berê xwe bidin çareseriya destûra bingehîn a demokratîk. Ger çareseriya demokratîk bi pêş nekeve, ya dimîne şer e. Em ê wê demê jî, bi kêfxweşî şer bikin. Meşandina têkoşîna demokratîk û şoreşgerî, ne ewqas hêsan e. Me hewl da ku em heya îro vê têkoşînê bi hêjayî bi cih bînin. Divê li hemberî van polîtîkayên sextekar, têkoşîna demokratîk û şoreşgerî were bilindkirin. Bêyî ku cudahiya jin, zar û zêç were kirin, hema bêje wekî keriyan girtin çêdibin. Her roj li hin deveran 15-20-30 kes tên binçavkirin û girtin. Ev binçavkirin û girtinên wiha, ciwanan ji siyasetê qut dikin û berê wan didin çiyê, tevlîbûna gerîla jî zêde dikin. Yek ji van girtinan jî ne hiqûqî ye, ev bi temamî tewşiyek (saçmalik) e. Ma wisa bi hezaran kes di bin navê endamên rêxistinek veşartî ne, têne girtin û rêxistinek veşartî ya ku bi hezaran endamên wê yên sivîl hene çêdibe? Bi ser de jî, li ser yek ji van kesên ku hatine girtin çek mek jî tune ye. Berê di ser JÎTEM’ê re ev bi kuştinê dikirin, niha di ser polîsan re bi giştî digirin. Eşkereye ku AKP, bi asta jorîn a Ergenekonê re ku jê re tê gotin dewleta kûr re jî li hev kiriye. Ez di vê xalê de dixwazim bang li ciwanan jî bikim. Bila xwe wisa hêsan nedin girtin, tedbîrên xwe bistînin, wekî mîhan xwe nedin girtin. Divê ciwan di vê mijarê de xwe bi rêxistin bikin. An bila xebatan nemeşînin, an jî ger dimeşînin bila tedbîrên xwe bigirin. Bila xwe hêsan nedin girtin, ger pêwîst bike bila xwe bispêrin Gabarê. Ez vê ji bo gerîla jî dibêjim. Ger biçin ser wan û êrîş bikin, wê bi derfetên di dest xwe de qat bi qat bersivê bidin. Ev her dem wisa ye. Bi misogerî ji bo ku xwe nedin tunekirin, wê xwe bi her awayî biparêzin. Ev parastina rewa ye.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 442
Di rastiya gelê ku her çar milên wê hatiye dorpeç kirin de, ji bo têgihiştina tirajediya wê gelê, dehûrîna rûyê hûndirîn a qomploya Abdullah Ocalan, pir girîng e.Berpirsyariya vê rewşê, ne tenê kêmasiya heval û dostan e. Lê belê, mirov nikare tenê milê êrîş û dorpêçkirina hêzên emperyalîst ve jî bigire dest.Di vê derbarê de pir bendewarî hebûn ku, li ser vê mijarê pir lêhûrbûn bê kirin. Min jî wisa kir e. Her ku min lêhûrbûnekê kûr jiyan kir, min dît ku dîrok carekî din zindî dibe û pêl bi pê tê li ser min. Pêwîstiyên bi vê mijarê ve eleqeder bû, carekê din hemû zindî dibûn. Di vir de pir wate derdiketin holê ku, ez li derve hezar sal jî bijîm, ez ê nikaribim lêhûrbûnekê wisa kûr û bi wate jiyan bikim. Ne tenê ziman û mantiqê civakê, êdî min zimanê xwezayê jî fêm dikir. Pir bi eşkere rave dibûn ku, efsaneya dîrokî dibû rastî û rastiya rojane jî dibû bîrekî kor. Bi vê ve min meşa mirov ya yekem, dilopên wateyê yên ku mirov destpêkê têgihişte û avakirina peyvekî rojane tê çi wateyê fêm kir e. Xirûşiya yekem ya ji bo çandina axê, baweriya rêhevaltiya heywanan û pênaskirina xwedayî ya destpekê, min hemû bi bergehekî cûda ve dît û carekê din jiyan kir e. Min bilindiya xwedawend û berhemên çanda xwedawendiya jinê bi awayekê rast fêm kir e. Bi vê lêhûrbûnê ve min rastiya sedsala bîstan jî bi awayekî zelal dît. Bi vê wate û têgîhiştîna dîrokî ve êdî ez êş û azara sedsala bîstan xilas dibûm. Min êdî nirx û wateyê wê demê, hê bêhtir fêm dikirin. Ez hîn deh salî bûm. Di wê demê de bê ku ez pişt xwe bimeyzînim, min ji dayîka xwe re got; “Ez meşa di tenêbûnê de bi biryar im” Li hember vê lêhûrbûnê min vê bîranîn û helwesta xwe carekê din bibîr dianî. Demê ku min xwe bi vê wateyê ve fêm dikir, ji milê din ve jî rastî û tirajediya xaka xwe jî didehûrand. Çawa ku rahîbên Sûmer, êrîş li dijî çanda xwedawendiyê pêkdianî, ez jî li beramberê qomployekê heman wate û şêwazê bûm. Weke Gilgamêş, ez jî bûbûm rêwiyê jiyana bêmirinî. Lewra ji wê pêvajoyê hê dijwartir, beranberê hêzekê mirinî bûm. Ev êrîş û dorpeçkirin hê di destpekê de hatibûn amadekirin û ji bo her milî êrîş pêşbikeve, her kes li benda wê bû. Ji ber ku ev hêzên qomploger jiyana xwe jî li gor vê êrîş û qomployê amede kiribûn.
Navê min Abdullah. Yanî tê wateya “kûlê xweda.” Lê belê, di kûlbûnê milekî de, hêzên xwedayî her çiqas bi dijwar êrîş li ser min bikin, ji bo min parastina mirovê azad rûmet û baweriya herî mezin e. Min carekê din bi awayekê hêz zayîna dûyemîn pêkdianî. Li hember zayîna dayîka min ya ku min ti car ne eciband û zayîna nûjentiyê ya ku min ti car jê bawer nedikir, cara sêyemîn jî min zayîna xwe pir rişt (ciddî) digirt dest û ez pê pir şad dibûm.
Rêxistinên ku temenê xwe yê dîrokî heye, ger ev rêxistin bi koka xwe re pir bi bawer û serwext be, wê dîroka wê civakê carekê din zindî bibe û hem nakokî hem peywendiyê pêvajoya nû ve, di bin mercên nû de carekê din jiyanî bibe. Di vê wateyê de her rêxistin, mûdaxelekî civakî ye. Di vê ku ev mûdaxelê xwe ji asta bîrdozî heta asta leşkerî bigihijînê. Ji bo ku ev pêvajoya hebûn û tinebûnê ye, bi taybetî jî di pêvajoya derketinê de tekoşîn pir bi xwîn û êş derbas dibe. Piştî şerê vê pêvajoya dijwar, kîjan hêz kabîliyeta xwe ya jiyanê heye an jî kabîliyeta xwe ya jiyanê nîn e, bi awayekê zelal derdikeve holê. Bi giştî van pêvajoyan re dibêjin, “demê şoreşê.” Di van demên şoreşgerî de heger tekoşînekî têr û kûr hatibe dayîn, di vir de bi giştî milên ku pêwîst e bê xirakirin, ew mil tê derbas kirin. Ev pêvajoyekî pir kirîtîk e û pêwîst e pir rişt û hesas nêzî vê pêvajoyê bibin. Şaşitî û binketinên dîrokî her dem di van pêvajoyan de hatiye jiyan kirin. Li gor zagonên vê pêvajoyê meş û mercên nû re jî bersiv dayîn, yanî tê wateya ku xetê dûr ketin û bûna tarîkatên paşverû. Rêxistinên şoreşgerî di vê rewşê de nikarin bersivekî erênî bidin. Tevahî van pêvajoyan, weke ku di dîrokê de civak jiyaye, demên ku lehengî û ketîbûn, rastî û rê derxistinên qomployî, careke din hemû di nav hevdû de tê jiyan kirin. Me di derheqê mûdaxeleyên civakî pênasekî giştî kir.
Li gor xweseriya civaka Rojhilata Navîn em dikarin vegotinên hîn bi kûr vê pênasê temam bikin.
Di bûyera PKK’ê de jî, pir li hişyar nebe jî, li koşekî wê de her dem ev îdîaya mirovatiyê heye. PKK encex vê îdîaya xwe re dikare di rastiya Kurdan de guhertin û veguhertinê ve bersiv bide. Di damezrandina PKK’ê de, gelê ku dergûştiya zayîna mirovatiyê kiriye û xwe ji bingehê dîrokî qût nekiriye, bûyer, nakokî û peywendiyê ku jiyan kiriye, yanî bi tevahî dixwestin di kesayeta xwe de bigihijîne qonaxekî herî bilind. Di bûyera PKK’ê de qomploya yekemîn di mijarê îdîa, riştbûn û mezinbûnê de rolekî dîrokî leyîst. Heger ev qomplo pêknehatana, wê ev kom çawa şêwazekî bigirtana, ev jî mijarekê din a niqaşê ye. Li hember vê qomployê jî êdî di pêngava tevgera azadiya gel de gav ji paşve nedihat avêtin. Di rastiya Kurdan de qomplogerî bi giştî, yê ku qomployê dike li gel wê-î dimîne. Ev jî hê bêhtir merhela tolhildanê ya ji xwîn re rê vedike. Dixwazin bi qomployê ve bandor li ser gel çê bikin û hêza civakê di vir de bişkînin. 1978’an de qomloya Halîl Çavgûn ya Sîverekê bi heman armancê ve hate pêşxistin. Bi vê qomployê ve dixwestin koma ku di Hîlwanê de pir pêşketin ava dikirin, hêza wê komê bişikîne. Ez dikarim bêjim ku li pişt her du qomployê de jî dijmin nînbûn. Lê belê, ev ti car encamê naguherîne. Hê di destpêka PKK’ê de paşverûtiya herêmî û helwestên wan yên qomplogerî pir derdiketin pêş. Heger PKK hem pêwîst e zîndan, êşkence û îtîrafên xwe, hem jî pêwîst e ji bandorên qomplogerî û çetegeriyê xwe xilas neke, nikare hûrmet bigire destê xwe. Di paşerojê de jî heman helwestên ji xetê dûr, derketin pêş. Hem şêwazên çeteyê hûndirîn, hem jî çeteyên bi dewletê ve girêdayî pêşketin. Di encamê vê de pir çalekiyên şaş an jî kûştina leşker û gelên sîvîl jî hatin jiyîn. Di vê ku berpirsyarên van çalekiyên çete kîn e an jî ji kîjan milî ve hatiye kirin bê derxistin. Li gor huquqa navnetewî û li gor huquqa rêxistinê dadgeh bê kirin. Di van milan de rexnedayîn pêşxistin pir girîng e. Li hember van erkên pêvajoyê bi rişt û berpirsyariyekê mezin ve nêzîkatî bê pêşxistin.
Qomploya ku ji Serokatiya PKK’ê re tê sipandin, çavkaniya xwe tirsa nasnama azad ya gel digire. Hem di milê kesayet, hem jî milê saziya Serokatiyê de, li hember Serokatiya PKK’ê qomloya ku tê sipandin di milê siyasî û ewlekariyê zêdetir, milê şêweyê roman de encex bê rave kirin. Bê guman milên wê yên bîrdozî, siyasî û saloxgerî (istihbarat) jî heye. Lê bi vêya ve ancax em dikarin qerqoda wê rave bikin. Bi awayekî şênber û zindî encex em dikarin bi nêzîkatiya mîtolojî, felsefe, olî û ilmî di navhevdû de û bi mînakên dîrokî ve pênase bikin.
Qomploya ku PKK jiyan kir, di çarçoveyê kesayeta Abdullah Ocalan wêdetir, çarçoveyekê berfireh di xwe de hildigire. Bi vê ve rewşa gelê Kurd, çi bi teolojî, çi jî bi pîvanên ilmên civakî ya hemdemî ve dehûrandina wê gengaz e.
Merhela min ya Îmraliyê, gor rihê paraznameya min wê berdewam bike. Helwesta min di vê milê de pir zelal e. Helwesta min, li gor, “Wê sibê aştî, aramî û demokrasî pêşbikeve, herdem ji bo li hevkirinê amede ye û li gor wê sibê şerê tinekirinê destpê bike jî heta dawî bi bawerî, bi biryar û amadekariyekê xurt ve bersiv dide. Ji derveyê vê min çi jiyan naskir çi jî min fêm kir e. Her çiqas kêm û kûrtasiya wan jî hebe, kesên ku hêvî û girêdana xwe diyar dikin, pêwîst e ev rastî tê çi wateyê fêm bikin.
Di encam de li ser gelê me, ji Sûmeran heta niha xebatên kolonîbûnê ku tê meşandin, parçekê wê ya herî mezin ev qomplo ye. Ev qomploya navnetewî, li hember her cûran hewl û kedan ve negihişt armancên xwe. Ev qomploya tevahî hêzên nûker û hêzên xayîn di bingehê emperyalîzmê de kom kir. Li hember vê qomployê, bersiva herî xurt, aştiya gelên Mezopotamya û Anatoliyê ve bersiv dayîn, erkekî li pêş gelê me û li pêş hêzên pêşeng ên gel in. Li hember gel û yekîtiya Komara Demokratîk û tevahîbûna welat, helwesta herî rast, vê erkê pêkanî ne. Ev helwest di heman demê de rêka aştî, biratî, azadî û wekheviyê vedike.
Diyalektîka dîrokî a gelê Kurd, xwe dispêrê rizgarbûna wê ya ji dorpêç kirine. Ji şaristaniya Sumeran roja me heya digihe pergala navnetewî, têgeha Kurd hertimî di hundirê revekê deye û her kesê jî xwestiye wê radest bigirin û bihelînin. li himberî vê statûyê ger hinekê jî derket, xwediyên pergalê yekser tezgaha xwe dide bikaranîn, piştî şkandin û lêdanan jî yê ku di şunde ma jî wê bigirin û yê din jî bi birçîbûnê terbiye bikin. Piştî wê jî ew statuya qala wê jî dikin wê cardin gelê Kurd bi wê dorpêç bikin. Bi taybetî jî dîroka van du sed salên dawiyê, bi rastî jî dîrokên herî bi rezîl yên qomployane. Qomplogerî bûye navê pîsporê dîplomasî û ramyarî yê. Weke gelekê bi rastî jî bi qasî ku mirov bibêje yê ku bi dostahî nêzîk bibe nîne, kêm e. Yê ku îda dikin nûnertiya gel dikin jî zerarê ku didin xwe û didin gel, ji qomplogerên bi zanistî paşdetir û kêmtir nîn e. Bi xwe spartina pergala xwe ya hundir û ya ji derve re qomplogeriyê anîne rewşeke şêwazê jiyanê. Weke nexweşiyeke pêketinê, di rewşeke belavbûnê deye.
Tevgera azadiya gelê Kurd, dema ku yek pêngavekê biçûk jî bavêje, her welatekê bi makazagon, li gorî esasên polîtîkayê û heta li gorî quralên şer yê leşkerî ji êrîşkirinekê zêdetir, bi planên ku di hundirê tarîtiyê de hatine pêşxistin şopandinekê tê destpê kirin. Bi rêbazên ku bi ti awayî xwe naspêrê quralan, tine kirin, perçiqandin, tirsandin, tehrîk kirin, dana revandin, radest girtin, êşkence, girtin, iflasa aborî, bi nirxên moralê re leyîstin, jiyana sexte, lewaztiyên xwe bikaranîn, pere û hemû rêyên nakokiyan bi dayîna ceribandin re, tevgera azadiyê ji holê rakirine. Ger bal were li ser, mantiqê şereke hêsanî jî ne pêwîst e. Ji şerê taybet û qirêj girantire kiryarên qomplogeriyê. Ji ber ku di hundirê wê de yê mirov jêre dibêje dost heye, rêhevalên gafil heye. Dîroka tevgera azadiya gelê Kurd di vê wateyê de di heman demê de weke dîrokê qomplowariyê girtina dest wê ne nêzîkatiyekê zêde kirinê be. Berovajiyê wê hîn bêhtir berbi rastiya de dibe. Ji ber ku em dîrokê ku dişibe dîroka gelên din jiyan nakin. Qomplogerî, di rastiyê de têgeheke ya civaka çînî ye. Li himberî dagirketî û tepisînêne dijwar di rewşekê li berxwe dayînê de, hêzên civakê bi rêbazên zirav û yên qaba bêbandor kirinê digirin armanc. Du rêbaz hertimî esas in.
Xapandina îdeolojik û pergala tepisîna bi qebe. Li gorî cihê wê ev yan jî yê din, hîn bêhtir her du rêbaz bi hevre tên bikaranîn. Ji bo ku rolê xwe yê pêdayîna bawerkirina bîrdoziya xwe a bi xapînok re pergala xwe bidin berdewam kirin, di destpêkê de tê tercîh kirin. Dema ku ev jî bes neke, dibe muxalif û pergala baweriya xwe pozber (dayatmak) dike. Qonaxa tepisîna bi şidet weke rêbaza herî dawî dide bikaranîn û hemû amrazên xwe dixe tevgerê û bi vê jî hewl dide encam bigire.
Di 9’Cotmeha 1998’an de li ser Atîna dema ku min xwest ez derbikevim Avrupayê û şunde, di cewherê xwe de nêrîna modernîteya kapîtalîst îflsa yê di kesayetê min de hatibû jiyan kirin bû. Yapiya zihniyeta bi guman bi ruxmê hewldanên min yên veguherandinê, hundirê welat tam negihandina hêzekê bi serkeftî a azad, astengiyên li pêşiya min, di wateyekê de min weke bizorê jî neçarî derketina Avrupaya ku hêza nûnera şaristaniyê ye kir. Ev ya jî bi awayekê vekirî li holê ye. Ev rastî di wateyekê de mikurhatina bêbaweriya li himberî hêza xwe ya cewherîne. Dîroka tê jiyan kirin, weke dem û mekan, nederketinekê kûr îfade dikir. Di rojhilata naverast de hewldanên min yên bi qasî bist salan, bi ruxmê rê li ber pêşketinên girîng jî vekir, weke civaka rojhilata naverast bi xwe jî ew girêka ku di hundirê wê de gindir dibe berbi çareseriyeke mayîn de bûnê de birin têre nekir. Di têgeha rojhilata navîn û Kurd li şuna ewqasî xwîn were rijandin, pêdivî bi derketinên entellektuel yên bi kok heye. Tiştên ku nayê zanîn wê çi bikin dinavbera van her du eyiliman debû. Pîvanên xwîn û yên entellektuelê de min digo qey min berbi xeniqandinê de dibe. Ger ez firsetekê herî biçûk jî bibînim, ti gumanên min yê ku ez derketineke polîtîk a entellektuel re giranî bidimê tine bû.
Maceriya bi dehşet a ji Atîn Moskova, Roma û dubare li ser Atîna yê Kenya Nairobî de, min li himberî dayîkbûneke nû de rû bi rûhiştin bi awayekê vekirî bû. Di vir de parastina xwe a cewherî, niyetê baş û hewldanên min yên mezin kirin weke kesayet wê zêde wate îfade neke. Encamên ku derketine holê, ne tenê înfazeke, ketina çarmixekê ye. Weke ku di destpêkê min diyar kirî, tewanbarî hem avêtina li ser rêveberiya Tirkiyê û rolê ku pergalên cîhanê ji Tirkiyê re dayî ketina kurahiya wê, di firehiya hemû dîrokê de nedayîna nirxandin, ya yekser an jî binavgînî (dolaylı) weke hêzên qomploger fikirîn wê bibe wateya xwe veşartinê jî. Di parastina min a ji bo Dadgeha Mafê Mirovan A Ewrupayê, (AHİM) ji ber vê sedemê roja me ya îro pergalakê cîhanê a bi çi rengî ye min xwest ez rave bikim. Ev parêznameya min, di hundirê şaristaniya civaka hiyerarşîk de hebûna gelê Kurd a ku hatî helandin, diyardeya wê di hundirê dîrokê de û bi hemû aliyên wê dayîna holê armanc dikir. Min bi zanistiya nîvê çareseriya pirsgirêkekê rast danîna holê de ked rijand. Ne dişibî rêbaza Prometheuswarî a bizmarê li tehtê dayîn, klasîk an jî encamên ku di demên mîtolojiyê de derketine. Li himberî taruzuna gilobal a pergala cîhana kapîtalîst lêgerînên demokrasiya gilobal a gelan bi hêz kirin û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd girtin dikete derfetan.
Bi taybetî di pêvajoya min a girtîgeha yek kesî a Îmraliyê de li himberî dîroka hatî rizandin, hem weke pratîk û hem felsefîk ji bo çareseriyekê zanistî ne tenê ji bo kesayetê xwe û ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovatiyê dibû derketinek. Derketina min bi wateya xwe a giştî, derfetên bûna tevgereke azadiyê derxistina holê vê tabloyê ji serî heya binî hejand. Ji hevkartî hemû xwediyên berjewendiyên stratejîk, heya dewletan hatina wan a gel hev re hewldan ku bergira xwe bigirin. Piştî salên 1990’an û şunde, ew taniqê van kedên pir in. Bi taybetî welatên rojhilata navîn, DYE, YE û Rusya pir pêre eleqeder bûn.
Zemînê ku qomployê xwe spartinê, pêşketinên siyasî û yên felsefî xwedî cewherekê bi vî rengî ye. Ger ku em qomploya di kesayetê min de li himberî gelê Kurd û dostên me de hatî leyîstîn venegerînîn pevçûneke mezin a rûmetê, dîroka bi lanet wê cardin hukmê xwe îcra bike. Lê halewe tenê ji bo vê bûyerê bi sedan can rêheval, kêçên ciwan û xortan xwe pêt bi pêt şewitandin, xwe xistin hedefa guleyan, hatin girtin. Tenê ji bo bîranîn wan pêwîstiyên nêzî bûyerê bûyîn bê nîqaşe. Hîn wêdetir ji bo ku rê li pêşiya dûbarebûna dîroka bi lanet bê girtin, wezîfeya destpêkê a şoreşa azadiyê ye. Bi dîrokî şkandin, ji koletiya bi lanet berê xwe zivirandina azadiyê, wê bibe wezîfeya vê serkeftinê.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 770
Em roja 18’ê Gulan’ê mîna roja şehîdane bi bîrtînin. Şehîdê mezin yê yekemîn rêhevalê Hakî Karer û li pey wê agirê çaran û hîn zêdetir ew rêhevalên bi berxwedanî û lehengiyê xwe gihandiye roja me ya îro, di dîroka me ya partiyê de cihekê xwe yê bi wate girtiye. Şehîd, têgehên herî zor yên ku mirov derxîne zanabûnê û pewîstiyên wê bi cih bîne ye. Şehîd fêm kirin, mafê wan dayîn, li gorî wesiyetên şehîdan jiyan kirin, berpirsyarî û wezîfeya her şoreşgerekê ye.Wezîfeya yekemîn a ku şoreşgerekê bigire dest, bide jiyan kirin û ti carî ji tekoşîn û girêdana wana gav şunde ne avêje ye.
Hîna jî di bîra min deye, dema ku min got; ‘em bi çi rengî dikarin bîranîna rêhevalê Hakî Karer pêşwazî bikin’?
Hinek hevalan got; ‘em êrîşê polêsekê bikin, em ê bi vî rengî bikaribin bîranîna rêhevalê Hakî Karer pêşwazî bikin’. Ev fikir qet neketibû serê min. Temam, em ê rojekê wî qatilî bigirin, em ê sezayê wê provakatorê bidinê. Ev ya dibe, lê bes me vê ya baş dît ku ev ya wê nikaribe bîranîna wî rizgar bike. Piştî fikrandineke demdirêj ku hate çêkirin, di heman salê de me bernameya partiyê di qonaxa ku rêhevalê Hakî Karer têde şehîd ketiye de pênûsê girte dest û ez di wê baweriyê deme ku me li gorî xwe bi awayekê lihêtî bîranîna rêhevalê Hakî Karer pêşwazî kir. Ew fikir em ji grubekê hêsanî a ciwanan, berbi biryardariya rewşa grubekê de dan herikandin.
Wê dîrok jî rojekê ji vê keda me ya dîrokê re bibêje, we sedsalekê qezenç kir û we di dîroka netewî de weke kevirekê bingehîn cihê xwe dît. Şehîdê yekemîn yê partîbûnê rast fêm kirin, pêwîstiyên wan bi cih anîn, bûna xwedî rolekê pir girîng e. Di bîranîna şehîdan de israr, pêwîstiyên wê bi cih anîn, di kesên ku jiyan dikin de anîna rewşa xeteke bi mîsogerî a jiyanê ye. Ev xet jî wekhevî xeta şer e û heya xeta şerê gel jî bi xwe re dide herikandin. Yên ku nizanibin bi vî rengî girêdayî şehîdan bin, weke ku bi mîsogerî bêhurmet in, wê ti carî jî neyên asta kesayetên bi nirx û bi hûrmet.
Yê ku mafê şehîdan nede, yên ku bîranîna wan esas negire û nexe bingehê xwe ê jiyanê, di rastiya partiya me de wê neyên asta milîtanên bi têkûz. Di xeta tekoşînê de dawî anîna ji hemû kêmasiyên xwe re, mirov wê bikaribe girêdayî bîranîna şehîdan bimîne. Yên ku şehîdan bi vî rengî bi wate neke, bi devê xwe çûka jî bigire di vê dozê de wê qet wate û nirx îfade neke.
Hemû pêwîstiyên demê hatin esas girtin. Hîna nîv sal li ser şehîdan re derbaz nebibû, me got pêwîst e bibin partî. Ji ber ku rêbaza pêşwazî kirina bîranîna şehîdan a herî rast ev bû. Me got pêwîst dike ku yekser bi ser hêzên tarî û yên ku rast e rast dijmin in de biçin. Me çalekiya xwe a yekemîn bi bîranîna rêhevalê Hakî Karer re li darxist. Bi qasî ku ji bîranîna şehîdekê re maf neyê dayîn bi çi rengî berbi tarîbûnê de diçe, di heman demê de ger ku mafê wê jî were dayîn, di cihekê ku qet neyê bi hêvî kirin de rê li ber pêşketinên mezin vedike.
Şoreşgeriya çep a Tirkiyê, di roja me ya îro de pir bi awayekê belengaz û lewaz e. Ya rastîn dema ku ev pêngava şoreşgerî destpê kirin jî, bi ruxmê darbeyeke mirinê jî xwarin, cardin jî bi hêz bûn û em jî dibin bandora wê germahiyê debûn. Bê guman ger ku şoreşgeriyeke bi vî rengî dibin bandora darbeya mirinê de bimîne, pêwîst dike ku di bingehê wê de li hinek lewaztî û kêmasiyên şoreşger û pêşengê wî de bigere.
Şoreşgeriya Tirkiyê, di salên 1970'an de bi qasî teorîk bû, di meriyetê de pir bi kêm û kûrtî ya herî girîng jî bê amedekarîbûn û kêmasiyan digirte nava xwe. Lê belê baweriya wan a bi şoreşê, biryarbûyîn di hinek kesayetan de heya di rêxistinbûyîna wana de di asta lehengiyê debû. Di astekê bi wî rengî de bûn ku di pir waran de em jî bi bandor kirin.
Tekoşîna ku îro em didin meşandin, ketiye qonaxekê xwe yê mezin û di rojhilata navîn de bûye xwedî bandorekê mezin. Ji bo ku bûrjuwazî leqebê xwe bi şoreşgeriya Tirkiyê bike digire devê xwe. Şoreşgerên kevin çawa li beramberê karekê hêsanî ji bo xwe xizmetê dikin? Ji bo ku bîranînên xwe zindî bikin, ji bo ku bi coş bikin didin bikaranîn. Şoreşgeriya ku xwe dixe rewşekê bi vî rengî, şoreşgeriyekê ku mirov hem pê bikene û hem jî ji hêrs bibeye. Pêwîst dikir ku ew berxwedanî, ew şahadet û ew êşkence bê bersiv nema baya. Li ser wan xwînên sor, binavê ku partiyeke ya evîn û şoreşê daye ava kirin, di encam de çiqasî partiyeke a evîn û şoreşê ye bi gumanên mezin dagirtî bû.
Encamên çeyreka sedsalê anîna berçav girîngiyekê bi xwere digerîne. Îro di Tirkiyê de tevgerên şoreşger hene. Lê belê ew qasî lewaz, ji naveroka bîrdozî, pêngavên şoreşgerî yan jî herî kêm kesên ku xwe bi rengê ku bi tecrûbene didin nîşandan, ji pergalê re ewqasî stûyê xwe xwar kirine ku serkeftina 1970’an hêvî kirin xeyal e. Şoreşgeriya 1970’an di rastiyê de bi ruxmê hemû kêmasî û şaştiyên xwe bi lehengî bûn, xwedî bawerî bûn, bi qasî ku di hate xwestin li himberî pergalê serî radikirin û pir baş dixwestin fêr jî bibin. Lê belê dem nedîtin û ya herî girîng jî zemînên ku kesayeta xwe gihandîbûnê, wana teşvîkê kêmasiyan dikir. Li ser wî zemînê dikaribûn şer jî mezin bikin, lê belê ne şereke serkeftinê bû.
Di vê wateyê de bi mîsogerî em wan lehengan gunehbar nakin. Bi ruxmê wê zemînê, ew serî rakirina mezin bêhempa ye, ji mejî wê ti carî neyên ji bîr kirin. Di dîroka tekoşîna me de, serî rakirinekê di hemû kêliyan de bi hûrmet û minnet were bi bîranîne. Lê bi ruxmê vê di demekê kin de tesfiyebûna wan, di tarîtiya dîrokê de jî navên wan ne hate bîranîn.
Li ser wê jî pir partiyên birjûwazî yên bi rengên cuda, bi awayên herî faşîstane ji misilmaniyê jî hesap xwestin. Xwarina vê mîrateyê xemgîniyê dide û ya herî girîng jî bê cîdiyetbûn, xistina mijarekê henek pêkirinê, li ser vê mîrateyê jî ewqas leyîstok dayîna meşandin, ew qasa jî bi hêrs dike. Ew zemînê xwe dispêre vê serî rakirina bi lehengî û ger bi israr in ku wê bi serbixînin, wê demê serkeftina wê girêdayî çi tiştî ye, pêwîst dike ku were nîşandan.
Di tehlîlatên şoreşgeriya PKK’ê de jî tiştên ku derdikevin, li himberî pergalê çiqasî bi îsyanî serî radikin bila rabikin, kesayetên ku dibin bandoriya pergalê de mane, wê nikaribin xefkên pergalê bi bin bixin. Şerê milîtaniyê, ger ku li himberî hemû bandoriyên pergalê bi awayekê bê eman neyên meşandin, herî dawî jî wê têkevin xefka pergalê. Li ser vê yekê wê nikaribin bawerî û armancên xwe ji wê xefkê rizgar bikin. Wê nikaribin xwe ji çarçor kirina mîrateya xwe rizgar bikin.
Em vêna bi awayekê vekirî dibînin. Di ceribandina yekemîn a PKK’ê de diviya bû xwe di sedan pêşketinên neyênî de pozber bikiraya, lê belê hem meriyeta me a bi înad tehlîl kirî, asta wê me aniye rewşa şerê me yê bingehîn. Şerê me yê ku kesayetan tam xistiye kesayetên ku bi şoreşgeriyê re bûye yek, di zemînê van lewaztiyan û bi taybetî jî di şênbera Tirkiyê de bûye bersivekê mezin. Ev bersiv di bingehê serkeftinê de radize.
Aqilê zilam ê ku şaristaniyê bi cinawir kiriye ( bi hezaran hileyan, derewan, cinawirên şer, berovajoya bîrdozî, bi kinasî aqilê ku civak û derûdora xwe dirûxîne, ji dengê teneke pêştir ti dengî nade, aqilê analîtîk) ji jina bê wê nikarê re piştî ku pêkanîna van guncav dibîne, ma ji civaka mirovan re û derûdora xwe re wê çi neke? Ev aqil rawestandin, encex civaka exlaq û polîtîk a ku rûxandiye ji nû ve were bi cîh kirinê re gengaz e. Ya herî rast, encex li ser vê bingehê dikare destpêke nû bike. Tenê sedema ku hêmanên aqilê analîtîk girtine, beramberî pergala şaristaniyê careke din pêşxistina pergala şaristaniya demokratîk girîngiya xwe bi şewat weke erkekê li pêşberî me disekine. Ji aqil re nirxeke mezin dayîn a eslî ye. Aqilê civakî rastiyek e. Civak bi xwe qada ku aqil lêhûr dibe ye. Çi wateya bêhêvîbûnê tine ye. Dengeke din a ji tevayî pîroziya diherike heye ku, dibêje; ‘me aqil da we, bes di riya şer de na, di ya xêrê de bikarbînin. Wê demê hunê her tiştê ku ji we re pêwîst e dest bixin.’ Bi rastî jî divê em vî dengî hem bigirin û hem fêm bikin. Hişyariya civakê jî dengê wijdana tê gotin û dengê exlaqa nayê berdan jî vê dibêje. Pêwîstiya bihîstina hunera azadiyê ya tiştên dixwaze bi cîh bîne jê re polîtîka civakî tê gotin jî ev deng e. Xebatên civaka demokratîk pratîka vî dengî ye. Pergala şaristaniya demokratîk teoriya vî dengî ye.
Divê jin ji bona siyaseta demokratîk bixebitin. Akademiyên ku min pêşniyar kirine de jin dikarin bigihin û xwe bigihînin. Di heman şêwazî de divê di akademiyên din de jî bi hezaran mirov bêne gihandin. Xebatên akademiyê pir girîng e. Di vê akademiyê de ji werzîş heta siyasetê, ji hukuk heta felsefeyê, heta xebatên kargehan, xebatên çand û huner jî di nav de dikarin her cure xebatên xwe birêve bibin. Dîsa divê xebata vê akademiyê her derûdoran bigire nav xwe. Mînak xwendevaneke zanko jî, jineke malê jî divê di nava vê xebatê de cîh bigire. Demekê enstutiyên gundan hebûn. Hewl didan ku heman xebatan bikin. Lê akademiya ku ez pêşniyar dikim, enstutiyan derbas dike. Nav ne girîng e. Dikare akademî jî, enstutî jî bê gotin. Di der û dora malbat û jinê de ava dibe. Jin hilberîner in. Dikarin bi hilberînên xwe re pirsgirêkên aborî çareser bikin. Mesela dikarin bi kirêkirina rezekê ve çandiniya organîk bikin. Bi vî awayî dê çareserkirina pirsgirêka bêkariyê de tevkariyeke wan çêbe. Xebata jin heyecanê dide min. Jin dikarin bi xwe bawer bin. Ger di azadiyê de lêhûr bibin, tişteke ku ser nexin tine ye. Divê bi Akademiyên Siyaseta Demokratîk ên Jina Azad re zanebûna jinê pêş bixin û bi dehan jina perwerde bikin. Hîna ku di civakê de ti pirsgirêk ne hatine çareserkirin, pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka jin, pirsgirêka perwerdeyê, pirsgirêka bêkarî li holê ye, diçin behsa zewacê dikin. Lê jin bi zewacê van pirsgirêkan hezar qetî zêdetir dijî. Bi navê namûsê tê kuştin, lê tê xistin, dujîn têne kirin. Dîsa jî jinek dernakeve nabêje ‘em van pirsgirêkan nîqaş bikin û çareser bikin.’ Ev pêwîstiya welatpareziyê ye. Divê jin saziyên xwe ava bikin. Divê jin di vê mijarê de qiyametê rabikin. Ger akademî saz bibe dê pirsgirêka jinê jî rojev bibe.
Bi dehan, hezaran pirsgirêkên jin hene. Ev encex bi akademiyê ve dikare çareser bibin. Dikarin qehwexaneyekê, malekê, qadekê bigirin û divê li wê derê bikaribin bi rojan nîqaş bikin û çareseriya biafirînin. Ev e di van deran kuştinên namûsan hene, li wan tê xistin, dujîn ji wan re têne kirin, divê em ji vê re çareseriyê ava bikin, bibêjin. Bila tim di akademiyan de bêne gel hev nîqaş bikin, tiştek jî nebe dê zihnê wan vebe. Siyasetmedar ji van deran derdikevin. Perwerdeya akademiyan naşibe perwerdeya asayî ya dibistanên dewletê. Buyera ku jê re civaka vekirî tê gotin, bi xwe ev e.
Divê ji bo demokratîkbûna civakê nêzîkbûneke ekolojîk, azadiya jinê, aboriya civatan û ji bo azadiya jinê jî azadiya jinê ya zayendî, ji bilî van divê jina azad û zilamê azad bê avakirin. Jin, Konferansa Jinên Nav-neteweyî û Rêveberiyên Herêmî saz dikin. Ev tiştên girîng in. Lê kombûn û axaftin têrê nake. Dema ku bi pratîk nebe, jin neyên perwerdekirin, serwext nebin ev zêde ti wateyê rave nakin. Ez nabêjim bila ev neyên kirin, lê ya girîng e lêhûrbûna wan ya azadiyê û azadbûna wan e. Divê jin girîngiyê bidin xebatên çand û huner. Divê xwe pêş bixin, di her qadê de werzîşê bikin, taximên werzîşê saz bikin û xwe bi awayeke bedenî ve jî bihêz bikin. Pêşkeftina wan a fîzîkî û ruhî girîng e.
Divê tevî dewletê civak bê demokratîk-kirin. Riya vê jî di her mijarê de di tevayî qadên civakê de bi pirsgirêkan ve eleqeder rêxistinbûne. Ew rêxistinên ku li Konyayê jê re dibêjim komîn van rave dikin. Ev e bi pirsgirêka jinê ve eleqeder, bi pirsgirêkên derûdor ve eleqeder, kêm netewan ve eleqeder û hwd. ên ku bêne bîra me bi bûyer û diyardeyên civakî ve eleqeder bi şêwaza komînan, divê rêxistin bêne avakirin. Komînên çandiniyê, komînên gundan, komînên taxan û hwd. dikare bê zêdekirin. Dîsa dibe ku weke mînakeke biçûk bê dîtin, lê mînak, dikare komalayên parastin û zêdekirina darên berû bêne sazkirin. Di her gundî de bi sedan darên berûyan çandin pir girîng e û dê sud bide. Em dikarin tevayî xwezaya xwe bidaristan bikin. Tevayî ev rêxistinên sivîl dema ku di bin sîwana Konfederasyona Civaka Sivîl û Komînalîzma Demokratîk de kom bibin, dê hêzeke pir mezin a demokrasiyê derbikeve holê.
Divê Kurd bêyî hedefkirina desthilatdariyê, hedefa civaka demokratîk pêk bînin. Pêşniyara min ji Kurdan re bila di her qadên siyasî, civakî, aborî û çandî de, rêxistinên sivîl ên demokratîk saz bikin. Divê van ji dewletê hêvî nekin. Divê em vana bi hêza xwe ya cewherî ve ser bixin. Komalayên derûdor, komalayên derdorên-femînîst, rêxistinên kedê, saziyên şêwirdariyê û hwd. bi hezaran komalabûn, rêxistinbûn dikare pêk were. Bi sazbûna derdorên-femînîst ve berfirehbûn û gihiştina gel de dikarin pêşiya kuştinên kevneşopiyan û namûsê bigirin. Divê di vê mijarê de civak û jin bêne zanekirin. Encex wê demê dikarin azad bibin.
Min hewl da ku civak jî çawa qasî jinê hatiye çewsandin û dagirkirin vebêjim. Yanê min di paraznameyên xwe de jinik-kirina civakan dahûrandiye. Nexasim di roja me de em di demeke wisa de ne her ku diçe jiyan bê wate dibe. Min hewl da ku Ji bo derbaskirina bê watebûna jiyanê, hedefkirina azadiyê û xwe girêdana bi azadiyê ve girîngiya tê xwestin vebêjim. Nexasim ji bo derbaskirina ew rewşa bê watebûna ku jin di nav de dijîn, divê jiyaneke bi îdia ya ku rewşa wan a heyî derbas dike hedef bigirin û xwe bi azadiyê ve girê bidin.
Civakên herî kevin civakên dayîksalarî ne. Nêzîkbûnên min ji pirsgirêka jinê re tên zanîn. Ji bo bigihin azadiya xwe ya ramanî, siyasî û felsefî min kedeke pir mezin raber kir. Min bîrdoziya azadiya jin ji bo azadbûna wan pêşxist. Bi kurtasî dixwazim vê bêjim. Min di mijara azadiya jinê de pir baş xwe gihandiye. Ez di mijara jin û azadiya zayendî de, bi awayeke felsefîk li cîheke pir girîng im. Ez dixwazim ji bo tevayî jinan vê bêjim. Ji hêla rizgariya jin a ji bin serdestiya pênç hezar salî derbikeve divê xebatên pir girîng bêne kirin û xwe baş pêş bixin. Divê pir bixebitin û pir rêxistin bin.
Jin û keçên ku diyar dikin bi min ve girêdayîne hene. Ger bi min ve girêdayî bin, an jî di riya azadbûnê de cidî bin, divê şoreşa siyasî û hişmendiya jinê pêk bînin. Ango ez dixwazim bêjim ku azadiya zayendî bi tena serê xwe têrê nake. Ev mijareke baweriyê ye. Azadiya jinê ne kareke hêsan e. Ez ê her demê tevkariya wan bikim.
Ez şervaneke azadiya jinê me. Di vê mijarê de pir radîqal im. Ji bo min jin pir girîng e. Min di asta xwedawend de nirx da jinê. Dahûrînên min ên di der barê jinê de têne nasîn.
Divê di her qadên ku bê bîra we de hun xwe birêxistin bikin. Dikare di mijarên koperatîfên çandinî û aborî û pirsgirêkên der û dor de komala bêne sazkirin. Dikare di mijarên rêxistinên civaka sivîl ên bi pirsgirêkên jin ve eleqedar û ji bo pêşxistina çand û zimanê Kurdî komala werin saz kirin û xebat bêne kirin. Xweseriya demokratîk wisa di her qadê de birêxistinkirinê ve wê jîndar be.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 725
Qomploya ku ji Serokatiya PKK’ê re tê sipandin, çavkaniya xwe ji tirsa nasnama azad ya gel digire. Hem di milê kesayet, hem ji milê saziya Serokatiyê de, li hember Serokatiya PKK’ê qomloyê ku tê sipandin di warê ramyarî û ewlekariyê zêdetir, di şêwazê roman de encex bê rave kirin.
Bê guman warên wê yên bîrdozî, ramyarî û saloxgerî (istihbarat) jî heyeLê bi vê ya ve encex em dikarin qerqodeya (iskelet) wê rave bikin. Bi awayekî şênber (somut) û zindî encex em dikarin bi nêzîkatiyên mîtolojî, felsefî, olî û zanistî dinav hevde bi nimûneyên dîrokî ve pênase bikin. Qomploya ku PKK jiyan kir, di çarçoveya kesayetê Abdullah Öcalan de wêdetir, çarçoveyeke berfireh di xwe de hildigre. Bi vê ve rewşa gelê Kurd, çi bi teolojî, çi jî bi pîvanên zanistên civakî ya hemdemî ve dehûrandina wê gengaz e.
Merhela min ya Îmraliyê, gor rihê parêznameya min wê berdewam bike. Helwesta min a vê derbarî de pir zelal e. Helwesta min, li gor, “wê sibê aştî, aramî û demokrasî pêşbikeve, herdem ji bo li hevkirinê amedeye û li gor wê sibê şerê tine kirinê destpê bike jî heta dawiyê bi bawerî, bi biryar û amedekariyekê xurt ve bersiv dide’’. Ji derveyê vê min çi jiyan naskir, çi jî min fêm kire. Her çiqas kêm û kûrtasiya wan jî hebe, kesên ku hêvî û girêdana xwe diyar dikin, pêwîst e ev rastî tê çi wateyê fêm bikin.
Di encam de li ser gelê me, ji Sûmeran heta niha xebatên desthilatdariya ku tê meşandin, parçeyekê wê ya herî mezin ev qomploye. Ev qomploya navnetewî, bi hemû hewl û kedên xwe negihişt armancên xwe. Ev qomploya tevahî hêzên nûker û hêzên xayîn di bingehê emperyalîzmê de kom kir. Li hember vê qomployê, bersiva herî xurt, aştiya gelên Mezopotamya û Anatoliyê ve bersiv dayîn, erkekî li pêş gelê me û li pêş hêzên pêşeng ên gel in. Li hember gel û yekîtiya Komara Demokratîk û tevahîbûna welat, helwesta herî rast vê erkê pêkanî ne. Ev helwest di heman demê de rêka aştî, biratî, azadî û wekheviyê vedike.
Diyalektîka dîrokî a gelê Kurd, xwe dispêrê rizgarbûna wê ya ji dorpêç kirinê. Ji şaristaniya Sumeran roja me heya digihe pergala navnetewî, têgeha Kurd hertimî di hundirê revekê deye û herkesê jî xwestiye wê radest bigirin û bi helînin. Li himberî vê statûyê ger hinekê jî derket, xwediyên pergalê yekser tezgaha xwe dide bikaranîn, piştî şkandin û lêdanan jî, yê ku di şunde ma wê bigirin û yên din jî wê bi birçîbûnê terbiye bikin. Piştî wê jî ew statukaya qala wê jî dikin, wê cardin gelê Kurd bi wê dorpêç bikin.
Bi taybetî jî dîroka van du sed salên dawiyê, bi rastî jî dîrokên herî bi rezîl yên qomplogerane. Qomplogerî bûye navê pisporê dîplomasî û ramyarî yê. Weke gelekê, bi rastî jî bi qasî ku mirov bibêje kesekê ku bi dostahî nêzîk bibe nîne, ewqasî kême. Yê ku îda dikin û dibêjin em nûneriya gel dikin, bi zerarê ku didin xwe û gel ji qomplogerên bi zanistî paşdetir û kêmtir nîne. Bi xwe spartina pergala xwe ya hundir û ya ji derve re qomplogeriyê anîne rewşeke şêwazê jiyanê. Weke nexweşiyeke pêketinê di rewşeke belavbûnê deye.
Tevgera azadiya gelê Kurd dema ku yek pêngavekê biçûk jî bavêje, her welatekê bi makazagon, (anayasa) li gorî esasên polîtîkayê û heta li gorî quralên şer ketina nava êrîşekê zêdetir, bi planên ku di hundirê tarîtiyê de hatine pêşxistin şopandinekê tê destpê kirin. Bi rêbazên ku bi ti awayî xwe naspêrê quralan, tine kirin, perçiqandin, tirsandin, sor kirin, (tahrik etmek) dana revandin, radest girtin, êşkence kirin, girtin, iflasa aborî, bi nirxên moralê re leyîstin, jiyana sexte, lewaztiyên xwe bikaranîn, hemû rêyên nakokiyê bi dayîna ceribandin re, tevgera azadiyê ji holê rakirine. Ger bal were li ser, mantiqê şereke hêsanî jî ne pêwîste. Ji şerê taybet û qirêj girantire kiryarên qomplogeriyê. Ji ber ku di hundirê wê qomployê de yê mirov jêre dibêje dost heye, rêhevalên gafil hene. Dîroka tevgera azadiya gelê Kurd di vê wateyê de di heman demê de weke dîrokeke qomplowariyê girtina dest wê ne nêzîkatiyekê zêde kirinê be. Berovajiyê wê hîn bêhtir berbi rastiya de dibe. Ji ber dîroka ku em jiyan dikin, naşibe ti dîrokên din. Qomplogerî, di rastiyê de têgeheke ya civaka çînî ye. Li himberî dagirkerî û tepisînên dijwar, hêzên civakê hertimî di rewşeke li berxwe dayîn û serhildanên demokratîk dene. Bi rêbazên zirav û yên stûr hertimî dixwazin vê qomployê bê bandor bi hêlin.
Du rêbaz hertimî esasin. Xapandina bîrdozîk û pergala tepisîna di warê qebe de. Li gorî cihê wê ev yan jî yê din, hîn bêhtir her du rêbaz bi hevre tên bikaranîn. Ji bo ku rolê xwe yê pêdayîna bawerkirina bîrdoziya xwe a bi xapînok re pergala xwe bidin berdewam kirin, di destpêkê de evan rêbazan tên tercîh kirin. Dema ku ev jî bes neke, dibe muxalif û pergala baweriya xwe pozber (dayatmak) dike. Qonaxa tepisîna bi şidet weke rêbaza herî dawî dide bikaranîn û hemû amrazên xwe dixe tevgerê û bi vê jî hewl dide encam bigire.
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li ser Atîna dema ku min xwest ez derbikevim Avrupayê û şunde, di cewherê xwe de nêrîna modernîteya kapîtalîst îflasa yê di kesayetê min de hatibû jiyan kirin bû. Yapiya zihniyeta bi guman bi ruxmê hewldanên min yên veguherandinê, hundirê welat tam negihandina hêzekê bi serkeftî a azad, astengiyên li pêşiya min, di wateyekê de min weke bizorê jî neçarî derketina Avrupaya ku hêza nûnera şaristaniyê ye kir. Ev ya jî bi awayekê vekirî li holê ye. Ev rastî di wateyekê de mikurhatina bêbaweriya li himberî hêza xwe ya cewherîne. Dîroka tê jiyan kirin, weke dem û mekan, nederketinekê kûr îfade dikir. Di rojhilata naverast de hewldanên min yên bi qasî bist salan, (1979, 1999) bi ruxmê rê li ber pêşketinên girîng jî vekir, weke civaka rojhilata naverast bi xwe jî ew girêka ku di hundirê wê de gindir dibe berbi çareseriyeke mayîn de bûnê de birin têre nekir. Di diyardeya rojhilata navîn û Kurd li şuna ewqasî xwîn were rijandin, pêdivî bi derketinên entellektuel yên bi kok heye. Tiştên ku nayê zanîn wê çibikin, dinavbera van her du eyilaman debû. Pîvanên xwîn û yên entellektuelê de min digot; ‘qey min berbi xeniqandinê de dibe’. Ger ez firsetekê herî biçûk jî bibînim, ti gumanên min yê ku ez derketineke polîtîk a entellektuel re giranî bidimê tine bû.
Maceriya bi dehşet a ji Atîna, Moskova, Roma û dubare li ser Atîna yê Kenya Nairobi de, min li himberî dayîkbûneke nû de rû bi rû hiştin bi awayekê vekirî bû. Di vir de parastina xwe a cewherî, niyetê baş û hewldanên min yên mezin kirinê weke kesayet wê zêde wate îfade neke. Encamên ku derketine holê, ne tenê înfazeke, ketina çarmixekê ye. Weke ku di destpêkê min diyar kirî, tewanbarî hem avêtina li ser rêveberiya Tirkiyê û rolê ku pergalên cîhanê ji Tirkiyê re dayî ne ketina kurahiya wê, di firehiya hemû dîrokê de nedayîna nirxandin, ya yekser an jî binavgînî (dolaylı) weke hêzên qomploger fikirîn wê bibe wateya xwe veşartinê jî. Di parastina min a ji bo Dadgeha Mafê Mirovan A Ewrupayê de, (AHİM) ji ber vê sedemê roja me ya îro pergalakê cîhanê a bi çi rengî ye min xwest ez rave bikim. Ev parêznameya min, di hundirê şaristaniya civaka hiyerarşîk de hebûna gelê Kurd a ku hatî helandin, diyardeya wê di hundirê dîrokê de û bi hemû aliyên wê dayîna holê armanc dikir. Min bi zanistiya nîvê çareseriya pirsgirêkekê rast danîna holê de ked rijand. Li himberî taruzuna gilobal a pergala cîhana kapîtalîst lêgerînên demokrasiya gilobal a gelan bi hêz kirin û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd girtin dikete derfetan.
Bi taybetî di pêvajoya min a girtîgeha yek kesî a Îmraliyê de li himberî dîroka hatî rizandin, hem weke pratîk û hem felsefîk ji bo çareseriyekê zanistî ne tenê ji bo kesayetê xwe û ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovatiyê dibû derketinek. Derketina min bi wateya xwe a giştî, derfetên bûna tevgereke azadiyê derxistina holê, vê tabloyê ji serî heya binî hejand. Ji hevkartî heya hemû xwediyên berjewendiyên stratejîk, heya dewletan hatina wan a gel hev re hewldan ku bergira xwe bigirin. Piştî salên 1990’an û şunde, ew taniqê van kedên pir in. Bi taybetî welatên rojhilata navîn, DYE, YE û Rusya pir pêre eleqeder bûn.
Zemînê ku qomployê xwe spartinê, pêşketinên siyasî û yên felsefî xwedî cewherekê bi vî rengî ye. Ger ku em qomploya di kesayetê min de li himberî gelê Kurd û dostên me de hatî leyîstîn venegerînîn pevçûneke mezin a rûmetê, dîroka bi lanet wê cardin hukmê xwe îcra bike. Lê hal ewe tenê ji bo vê bûyerê bi sedan can rêheval, kêçên ciwan û xortan xwe pêt bi pêt şewitandin, xwe xistin hedefa guleyan, hatin girtin. Tenê ji bo bîranîn wan pêwîstiyên nêzî bûyerê bûyîn bê nîqaşe. Hîn wêdetir ji bo ku rê li pêşiya dûbare bûna dîroka bi lanet bê girtin, wezîfeya destpêkê a şoreşa azadiyê ye. Bi dîrokî şkandin, ji koletiya bi lanet berê xwe zivirandina azadiyê, wê bibe wezîfeya vê serkeftinê.
Her ku min lêhûrbûneke kûr jiyan kir, min dît ku dîrok carekî din zindî dibe û pêl bi pêl tê li ser min. Pêdiviyên bi vê mijarê eleqeder bû, careke din hemû zindî dibûn. Di vir de pir wate derdiketin holê ku ez li derve hezar sal jî bijîm, ezê nikaribim lêhûrbûnekê wisa kûr û bi wate jiyan bikim. Ne tenê ziman û mantiqê civakê, êdî min zimanê xwezayê jî fêm dikir. Pir bi eşkere rave dibûn ku, efsaneya dîrokî dibû rastî û rastiya rojane jî dibû bîrekî kûr. Bi vê ve min meşa mirov ya yekem, dilopên wateyê yên ku mirov destpekê têdigihişte û avakirina peyvekî rojane tê çi wateyê fêm kire. Xiroştiya yekem ya ji bo çandina axê, baweriya rêhevaltiya heywanan û pênaskirina xwedayî ya destpekê, min hemû bi bergehekî cûda ve dît û carekê din jiyan kir e. Min bilindiya xwedawend û berhemên çanda xwedawendiya jinê bi awayekê rast fêm kire. Bi vê lêhûrbûnê ve min rastiya sedsala bîstan jî bi awayekî zelal dît. Bi vê wate û têgîhiştîna dîrokî ve ez êdî ji êş û azara sedsala bîstan xilas dibûm. Min êdî nirx û wateya wê demê, hîn bêhtir fêm dikir. Ez hîn deh salî bûm. Di wê demê de bê ku ez pişt xwe bimeyzînim, min ji dayîka xwe re got; “ez meşa di tenêbûnê de bi biryar im”. Li himberî vê lêhûrbûnê min vê bîranîn û helwesta xwe carekê din bi bîr dianî. Demê ku min xwe bi vê wateyê ve fêm dikir, ji milê din ve jî rastî û trajediya xaka xwe jî di dehûrand. Çawa ku rahîbên Sûmer êrîş li dijî çanda xwedawendiyê pêkdianî, ez jî li beramberê qomployê xwedî heman wate û şêwazê bûm. Weke Gilgamêş, ez jî bûbûm rêwiyê jiyana bê mirinî. Lewre ji wê pêvajoyê hê dijwartir beranberê hêzekê mirinî bûm. Ev êrîş û dorpeçkirin hîn di destpekê de hatibûn amadekirin û ji bo li her alî êrîş pêşbikeve, herkes li benda wê bû. Ji ber ku ev hêzên qomploger jiyana xwe jî li gor vê êrîş û qomployê amade kiribûn.
Navê min Abdullah. Yanê tê wateya “kûlê xweda.” Lê belê kûlbûnê milekî de, hêzên xwedayî her çiqas bi dijwar êrîş li ser min bikin, ji bo min parastina mirovê azad rûmet û baweriya herî mezin e. Min carekê din bi awayekê hêz, zayîna dûyemîn pêkdianî. Li hember zayîna dayîka min ya ku min ti car ne eciband û zayîna nujentiyê ya ku ti carî min jê bawer nedikir, cara sêyemîn jî min zayîna xwe pir cîdî digirt dest û ez pê pir şad dibûm.
Rêxistinên ku temenê xwe yê dîrokî heye, ger ev rêxistin bi koka xwe re pir bi bawer û serwext be, wê dîroka wê civakê carekê din zindî bibe û hem nakokî hem peywendiyê pêvajoya nû ve, di bin mercên nû de carekê din jiyanî bibe. Di vê wateyê de her rêxistin, mûdaxelekî civakî ye. Divê ku ev mûdaxele xwe ji asta bîrdozî heta asta leşkerî bigîhîjinê. Ji ber sedemê ku ev pêvajoya hebûn û tinebûnê ye, bi taybetî jî di pêvajoya derketinê de têkoşîn pir bi xwîn û bi êş derbas dibe. Piştî şerê vê pêvajoya dijwar, kîjan hêz qabîliyeta xwe ya jiyanê heye an jî qabîliyeta xwe ya jiyanê nîne, bi awayekê zelal derdikeve holê. Bi giştî van pêvajoyan re dibêjin, “demê şoreşê.” Di van demên şoreşgerî de heger têkoşînekî têr û kûr hatibe dayîn, di vir de bi giştî milên ku pêwîst e bê xirakirin, ew mil tê derbas kirin. Ev pêvajoyekî pir krîtike û pêwîst e pir rişt (ciddi) û hesas nêzî vê pêvajoyê bibin. Şaşitî û binketinên dîrokî her dem di van pêvajoyan de hatiye jiyan kirin. Li gor makazagonên vê pêvajoyê ji meş û mercên nû re bersiv dayîn, yanê tê wateya ku xetê dûr ketin û bûna tarîqatên paşverû. Rêxistinên şoreşgerî di vê rewşê de nikarin bersivekî erênî bidin. Tevahî van pêvajoyan, weke ku di dîrokê de civak jiyaye, demên ku lehengî û ketîbûn, rastî û rê derxistinên qomloyî, careke din hemû di nav hevdû de tê jiyan kirin. Me di derheqê mudexelyên civakî de pênase kirinekê giştî kir. Li gor xweseriya civaka Rojhilata Navîn em dikarin vegotinên hîn bi kûr vê pênasê temam bikin.
Di bûyera PKK’ê de jî, pir li hişyar nebe jî, li koşekî wê de her dem ev îdîaya mirovatiyê heye. PKK encex vê îdîaya xwe re dikare di rastiya Kurdan de gûhertin û vegûhertinê ve bersiv bide. Di damezrandina PKK’ê de, gelê ku dergûştiya zayîna mirovatiyê kiriye û xwe ji bingehê dîrokî qut nekiriye, bûyer, nakokî û peywendiyê ku jiyan kiriye, yanê bi tevahî dixwestin di kesayeta xwe de bigihîne qonaxekî herî bilind. Di bûyera PKK’ê de qomploya yekemîn di mijarê îdîa, cîdîbûn û mezinbûnê de rolekî dîrokî lihîst. Heger ev qomplo pêknehatana, wê ev kom çawa şêwazekî bigirtana, ev jî mijarekê din a niqaşê ye. Li hember vê qomployê jî êdî di pêngava tevgera azadiya gel de gav ji paşve nedihat avêtin. Di rastiya Kurdan de qomplogerî bi giştî, yê ku qomployê dike li gel wê, an jî wî dimîne. Ev jî hê bêhtir merhela tolhildanê ya ji xwîn re rê vedike. Dixwazin bi qomployê ve bandor li ser gel çê bikin û hêza civakê di vir de bişkînin. 1978’an de qomloya Halîl Çavgûn ya Sîverekê bi heman armancê ve hate pêşxistin. Bi vê qomployê ve dixwestin koma ku di Hîlwanê de pir pêşketin ava dikirin, hêza wê komê bişikîne. Ez dikarim bêjim ku li pişt her dû qomployê de jî dijmin nînbûn, lê belê ev ti car encamê naguherîne. Hê di destpêka PKK’ê de paşverûtiya heremî û helwestên wan ê qomplogeriyê pir derketin pêş. Heger PKK hem pêwîst e zindan, îşkence û mikurhatinên xwe, hem jî pêwîst e ji bandorên qomplogerî, çetewariyê xwe xilas neke, nikare hûrmet bigire destê xwe. Di paşerojê de jî heman helwestên ji xetê dûr, derketin pêş. Hem şêwazên çeteyê hûndirîn hem jî çeteyên bi dewletê ve girêdayî pêşketin. Di encamê vê de pir çalekiyên şaş an jî kûştina leşker û gelên sîvîl jî hatin jiyîn. Divê ku berpirsyarên van çalekiyên çete kîn e an jî ji kîjan milî ve hatiye kirin bê derxistin. Li gor hûkûka navnetewî û li gor hûkûka rêxistinê dadgeh bê kirin. Di van milan de rexnedayîn pêşxistin pir girîng e. Li hember van erkên pêvajoyê bi cîdî û berpirsyariyekê mezin pêwîst dike ku nêzîkatî were pêşxistin.
Di darizandina min a Îmralî de, mercên demê, di warê qomplo dîlgirtina min de bi awayekî lezgîn pêşlêgirtina şidetê, ne dayina fersenda hêviyên qomplovanan û piştgirên wan, şopandina rêya herî rast, her çiqas ku gelekî bisînor be jî, ji bo alîkariya aştiyeke birûmet pêdiviya hewldaneke mezin nîşan didan. Di vî babetî de nêzîkbûna herî pratîk, parêznameyên pêşxistî ku çareseriya aştî û yekîtiya demokratîk bingeh digirtin bûn. Di van mercan de, qet nayê ji bîrkirin ku hewa lînçeke siyasî li hawir serdest kiribûn. Li gor baweriya min, derdorên aqlî selîm û karbidestên Tirkiyê jî, di bin wan şertan de ji têgihîştina mantiqê qomployê dûr bûn yan jî ne amadeyî qewimînên bi vî rengî bûn. Di her astê de, dorhêla biryareke saxlem tinebû yan jî gelekî bisînor bû. Esasê wê, vê qomployê ji hewayê pakêtek pêşkêşî şovenîzma ku gihayî asteke hîsterîk kir û di sedsala 20. de li arenayê ji bo ku bi şêran bide xwarin, lîstikekî Roma amade kiribû. Şideteke wisa anîbûn holê ku mirov nikaribe ji nav derkeve û di ser hemû armancên PKKê re be, heta li dij armancê wê be. Mixabin bi wan hemû yên ku li dijî hev bûn, wisa dabûn fêhm kirin û wisa baweriya wan anîbûn ku li hember hev bikaranîna êrîşên xwekujî û berxwedanî, mafê wan yê herî meşrû ne. Ya herî ne baş ew bû ku her du alî jî, ji têgihîştina vê lîstikê gelekî bi dûr xistibûn. Îxaneteke sedsalê ya herî mezin ev bû ku xwe hêjî mîna dost û alîgirê azadiyê nîşan didan, lê yên mezlûm ku babetên lehengiyê, bi awayekî sitemkarane tine dikirin û didan ji bîr kirin. Meydan mabû ji wan xayîn û hevkarên ku di kemînê de, li benda rewşeke wiha bûn. Eslê wê, her tişt li gor mirina min hatibû sererast kirin. Bi giranî hedefa wan ev bû ku min fizîkî, ew ne be jî, di warê wateyî de tine bikin. Di gel gelek fikirînên min jî, ez texmîn nakim ku hedefên din dabin ber xwe. Qomplo ewqas kûr û bi tiştên nayên zanîn tije bû, çirandin û derketina ji nava wê, bi awayekî mûcîzewî mirovatiyeke pêşketî û mezin dixwest. Her tişt wisa bi awayekî sitemkarane hatibû duristkirin ku tevayê cîhanê kiribûn dijber, heta bi dostên nêzîk û rêhevalên ku xwedî baweriyên serdest, li gor nirxên mirûz (moral), ji "mirineke bi şeref" pêde ne li benda tiştekî din bûn. Mantiqê sedsalê ev bû. Mantiqê dostan jî û yên dijminan jî ev bû. Xala ku dilîn û bawerî tê de cemidî bûn, evder bû. Her tişt mehkûmî tenêbûneke xofane kiribûn. Ligor qaydeyên şer, ez na bêjim"ber gule dan" cezayekî gelekî dûr e, her çiqas ku ev mîna mafekî tê nîşandan jî, ev maf nedane min. Şaristaniyê dixwest ku bi awayekî din heyfê li min hilîne.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 450
Îdîayek û çalakiyeke me heye. Rêhevalên me, jinên me yên em pê bandor bûne û me bandor kiriye li holê ne. Bêguman dibe ku ev ji min hîn zêdetirê wê hêvî bikin, lê belê ya ku di me de pêk hatiye ev qas e.
Min xwest ku ez bibim mirovekî ku weke ew dixwazin heta bibim zilamekî wiha û vê jî bi vê wesîleyê bînim ziman.
Zelal e ku ev zilam di keçeke Kurd û jineke Kurd ku hişê wê şiyar dibe de tiştekî rave nake. Li hemberî mezinbûneke weke Zîlan zilamtiya klasîk zelal e, pênc qirûşan nake.
Divê her kes bizanibe ku êdî dema bi ajoyên zayendî yên çors ve çûyîna ser jinê derbas bûye. Divê êdî were zanîn ku bûyera jê re jin jiyanî ye û çalakî ye tê gotin, ji ber wê jî bi qasî ku hindekî din gotin vekirîbûnê, xwe anîna asteke nêzîkî wekhevî û azadiyê jî girîng e. Weke din bi jinê re hevdîtin û hevpeyvîn ne gengaz e. Ger rêzdarî, mezinbûn û bi biryarî hebe, dikarin jinekê bibînin. Gelo jin ji bo çi ev qasî bi me ve girêdayî ne? Rêya qezenckirina jinekê bi rengê ku Zîlanê bi xwe nirxandiye dibe.
Ger hun balê lê bikişînin, bi vê rêhevala me ya jin re tu naskirineke min nîne. Lê belê dikare girêdaniya xwe ya herî mezin deyne holê. Ev xal gelekî girîng e. Dixwaze deyne holê ku divê zilamek ji bo jinekê çawa be? Ger hun hindekî wiha bin li holê ye ku jinek dikare çawa were girêdan, tenê bi girêdanê namîne çawa dikare bibe qehreman. Ger hun vê fêm nekin misogere ku hun nikarin ji xwe re bibêjin zilam. Dibe ku li cihekî din, li derveyî me hun dikarin vê yekê bibêjin, lê belê di rastiya me bi xwe de –ez hêvî dikim emê vê di nava hemû gelê me de jî pêk bînin- ne gengaz e ku ji vî kesayetî re weke din rêza me hebe.
Weke din ev jî têr nake. Ango datîne holê ku kesayeta mirovê nû ji bo jinekê çi qasî girîng e. Ger wijdana we û hindekî hêza we hebe, divê hun ji xwe bipirsin tenê jina li gor fermanên min û ferzkirinên min ne gelo divê ezê li gor jinê çawa bim? Pêwîste vê gavê ev pirs hîn sotînertir be. Hun jî mêrxasiyê bikin, hun jî kesayetekî ku jin dixwazin nîşan bidin ku, ev jin bila bibin rêheval û sozdarên we. Lê belê ger hun nikarin vê hêzê nîşan bidin, bêguman dê di vî welatî de ji bo we jin nebe.
Ezê li ser vê bingehê hêza xwe zêdetir bi kar bînim. Ya herî girîng jî jiyaneke bêwelat, bêazadî, bêşer û bêserkeftin nabe. Ji ber wê jin jî nabe. Ger ev yek neyê fêmkirin, hun nikarin Zîlanê ji ber wê jina milîtan a azad jî fêm bikin.
Jin zindiyeke ku bi rengekî bişeref û pîroz, bi nirxên mezin ve divê bi hev re were jiyîn e. Ez dixwazim wateya vê bidim. Gelo piştgiriyeke jiyanê ya ji vê binirxtir çêdibe? Ger mêrxasiyeke we zilamtiyeke we hebe, di vê mijarê de gelo ji xwe nîşandanê hîn binirxtir hewldanek çêdibe? Di saleke dawiyê de min xwest di vî alî de hest û hizrên bi vî rengî bi pêş bixim. Em bi gotina bi şer di eniya derve de ev qas serkeftin me pêk anî ve pesnê xwe nadin. Lê belê riyeke din a jiyanê nîne. Her roj ez di vê mijarê de bangawaziyê dikim, dibêjim “werin em bi rêbazên mirovî ango bêlêdan, bêyî ku bişkînin û hilweşînin, bêyî ku bikujin hin pirsgirêkên vî gelî yên ku hene nîqaş bikin û çareser bikin.” Lê belê dilê van nîne. Bêwijdanên mezin in. Mafê gelekî çi ye, hêviya mirovên di bin zextê de ne çi ne? Naxwazin qet fêm jî bikin. Xwedî feraseteke di bin navê “yekîtî û hevgirtina netewî” de bila gelek tune bibe, hemû mirov li derveyî jiyanê werin hiştin in. Ev ji bo wan qaşo şeref e. Em vê şerefê gelekî baş dinasin. Mînakê vê di dîrokê de gelek in.
Em ji bo ku xwe ji hêzên wiha zalim ên ku gelekî neheq, gelekî kor, ji hilweşandinê û tunekirinê zêdetir armancên xwe nînin, biparêzin vî şerî didin. Lê belê şerên me yên bingehîn ji bo wateyekê bidin tunebûna jiyana xwe, ev enî herî kêm bi qasî eniya şer girîng e. Em bawer dikin ku jiyaneke were qebûlkirin, were hezkirin û rêzgirtin bi asta ku divê di têkîliyên jin û zilam de were bidestxistin ve dê çêbibe. Ez dihizirim ku jinê bi rengekî bikaribe bi xwe biryarê bide, nîqaşê bike, weke di kesayeta Zîlanê de tê dîtin, bikaribe kûrbûna wate û hest bi dest bixe pêş bixim. Di vê mijarê de ez kar dikim ku tiştê pêwîst bikim. Ev a rastir e, taybetî ji bo civaka me erkeke herî pîroz a ku divê were bicihanîn e.
Ez dikarim vî tiştî di serî de ji bo gelê me yê rêzdar û dostên me yê ku dixwazin di mijara jiyana nava partiyê de kûrbûneke diyar bi dest bixin re diyar dikim ku zehmet be jî heta ji şer zehmetir be jî berovajî gelek kevneşopan nirxên me yên em pêve girêdayîne, yên olî yan jî exlaqî û moral be jî ez neçarim riya jiyana nû wiha vebikim. Dibe ku were gotin “ol, exlaq û kevneşop wisa dibêjin.” Ev ji bo min ne girîng in. Ji ber ku welatê me, jiyan, jin û zilam dane wendakirin. Ez ne di wê niyetê de me ku jiyana erzan û hêsan berdewam bikim. Weke ku li vir hatiye diyarkirin, ez bi rêgeza “îdîa û jiyan dê mezin be” ve girêdayî me. Ji bo vê rêgezê çi pêwîst e ewê were kirin. Lê belê di PKK ê de keçikeke ciwan ev hêz nîşan daye. Vê hezkirinê û wijdanê tu kevneşop û exlaqî din de dîtin ne gengaz e. Vaye ev di exlaqê azadî û armancên azadiyê de hatiye nîşandan.
Hemû gelê me, dostên me, hemû milîtanên jin û zilam ên di nava partiya me de!
Divê mirov di ferqa Rêbertiyê de be ku di mijara jiyanê de pêşveçûnek heye. Bi jinê re rast jiyîn û bi ferasetbûyîn dê gelekî hêzê bide şer jî. Bûyîna bi jinê re sedemeke şer e, divê her kes fêm bike ku ger ez di salên dawiyê de çi qasî bi jinê re bûme, ew qasî min zanîbûye ez bibim şervanekî dijwar. Bûyîna bi Zîlanê re, bûyîna bi çalakiya şer a herî mezin re ye. Ma hun dixwazin bi jinê re bin, wê demê hunê bibin şervanê herî mezin. Hunê bi welatparêziya mezin û azadiya mezin ve bi hev re bin. Dîsa ma jin dixwaze bi zilam re be, dê bi mirovên nû ku di şexsê min de ava dibe re be ango dê weke rêhevala Zîlan be. Raveyeke vê ya din nîne. Bûyera ku em dibêjin pîroz e, hevpeymana ku em di dilê xwe de, di mêjiyê xwe de heta dawiyê pê ve hatine girêdan ev e.
Min ji bo vê got manîfestoya jiyanê. Ji vir û pê ve di vî welatî de, di nava vî gelî de jiyana di navbera jin û zilam de dê li gor vê manîfestoyê çêbibe. Ez dixwazim milîtanên jin ên hîn xwedî nirx derbixim holê û vê hindekî din bipeyitînim. Min jinên egîd xiste çavên zilaman, dema pêwîst kir min ji wan zêdetir kire şervan û ger gengaz be min ew rakirin, hindekî wijdan û şer min xwestiye hindekî nîşanî wan bidim. Dîsa ji bo ku bi azweriyeke mezin ve bi jiyanê ve werin girêdan min xwest wate û girîngiya jinê deynim holê. Pêşketin bi sînor in, lê belê li gor min balkêş in. Weke gelek bawer dikin, ev jiyan bêyî ku kûrbûneke zanebûnê û giyaneke mezin çêbibe, nehatiye afirandin. Şehîdên jin ên PKK ê li gor vê manîfestoyê bi pêş dikevin û dîsa zilamên mêrxas jî li gor vê manîfestoyê derdikevine holê. Min dixwest ku serkeftina van a tam pêk bînin. Ji bo ku hêza min têra vê bike ez kar dikim ku her tiştî bi dînîtî bînim cih. Lê belê dibe ku ev yek têr neke, her kesekî ku soza girêdaniya bi şehîdan re daye, ger gengaz be, bila jiyana xwe ya rojane bi îdîa û çalakiyeke mezin ava bikin. Li gor min yekî ji rêzê be jî ger bi îdîa û çalakiya mezin be, dikare him bibe temsîlkarê jiyanê him jî bi qasî hewce dike bibe şervanê wê, dikare serkeftinê jî misoger bike. Bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta wê û çalakiya wê ya mezin a vejînê ez van tînim ziman.
Rêhevala me ya Zîlan di gotinên xwe de heta dawiyê mafdar e. Îdîa û azweriya wê ya jiyanê heta dawiyê pîroz e. Me ji bo ku ji vê re rê vekir li gel ku kêfxweş in, ji bo ku me nekarî serkeftina wê ya tam pêk bînin jî em hîn di nava perçiqandin û metirsiyê de ne. Lê belê ji bo derbaskirina vê jî em misoger hewldanên xwe yên dijwar berdewam dikin. Weke ku wê bi xwe jî diyar kiriye, evê bibe serkeftinê. Di vê wateyê de bi tenê xeta serkeftinê ya şer ne, kesayeta serkeftinê ya jiyanê jî misogere ku di manîfestoya Zîlanê de wateya xwe dîtiye. Ji vir û pê ve jiyan di bin vê manîfesto û sondê de dê wateyê bibîne. Rexmî hemû qisûr, kêmasî û şaşitiyên xwe ve me xwest em hindekî pêwîstiyên vê bi cih bînin. Ez bawer dikim ku ji vir û pê ve weke mirovên wêrektir û hîn nêzîkî rastiyan, zanetir him jî gelekî şiyar û hestyar emê pêwîstiyên jiyanê jî bi cih bînin û bi qasî ya şer emê serkeftina jiyanê jî misoger bikin.
Rêber Apo
30 Puşber 1997
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 736


