Şoreşger ji pirsgirêkan re bi qaliban nêzîk nabin. Ew dizanin bi şêweyên afrîner û bikaribe ber bi rizgariyê ve dibe re nêzîk bibin. Li gor min beriya her tiştî pêwîste azadiya zayendan were pêkanîn. Ez wekî zayendekî, xwe hindekî azad hîs dikim û şerekî min ê herî girîng jî ez xwe di asta azad de dihêlim. Gelo ma min bi vê yekê ve çi bi dest xist? Gel bi azadî, jin jî hindekî din bi wêrekî nêzikî min dibin. Ma gelo min ji bo gel got, bibêjin “Bijî Apo?” di carekê de her kesî li her cihî ev tişt got. Ma gelo ez jinê dikişînim gel xwe? Ger hûn balê lê bikişînin, di we rêhevalên jin de pêwendiyeke kûr bi pêş dikeve û ji ber vê pêwendiyê di dîroka Rojhilata Navîn de cara yekem evqas jin bêtirs li serê çiyan çekê digrin destên xwe. Me rê ji vê yekê re vekir. Gelo ma ez nebûma dikarîbûn gavan biavêjin? Misogere ku girêdana vê bi sererastkirina jiyana min ve heye. Ji ber ku min dev ji asta xwe ya azadiyê berneda, civak û jin ber bi azadiyê ve diçin. Hûnê hindekî bizanibin ku vê lêkolîn bikin. Rewşa azadiyê çi ye? Jin ji bo çi ber bi wê ve diçe? Ger mirov balê lê bikişîne, bûyera hezkirinê bi pêş dikeve, hûnê hindekî dakevin çavkaniya vê yekê. Ev hezkirin çawa bi pêş dikeve? Pêwendiyên min hene, pêwîste ez ji bo gel berfireh bihizirim. Misoger bi sebreke mezin û rik li ser xebatan bim. Ji bo we jinan jî her dem ji bo cihekî diyar şer bikim, ji bo asta azad û têkiliyên azad şerekî bidim. Gelekî li pêş çave ku min bi hêzeke kişandinê ya mezin ve jin kişandiye azadiyê. Gihiştina hindek encaman çêbû. Hindek pêşketin derketin holê. Bibînin ku rewşa min, rewşeke ku hindekî kar dike ye. Ez nabêjim, tiştê ku ez dibêjim misoger rast in û yekcar van qebûl bikin. Lê belê hindekî lêkolînkirinê bizanibin. Herî kêm ger hûn girêdanê baş çêbikin, hûnê bikaribin mifteya afsûnî ku digihê asta azadiyê bi dest bixin. Ev li gor min mifteyeke herî xwedî binirx e. Ev yek ji bo nîqaşê jî vekiriye. Ez di vê mijarê de dixwazim gelekî wêrek tevbigerim, her kesekî gotiye jin û bi ser de çûye. Nazim Hîkmet jî gotiye, “Jina me ye, di sifra me de piştî gayê zer xwedî cih e” û bi ser de çûye. Ji hizirandina zarokeke xemilandî heta bi gelek taswiran diçe. Di encam de weke topeke di bin lingan de diçe û tê, heta dawiyê rewşeke xirab derketiye holê. Jinê di rûmet û şerefê de, di beşa duyem de cihê xwe girtiye. Gotina wê zêde nayê guhdarkirin, zêde cidî nayê girtin. Di pêvajoyên biryarên civakî û siyasî de cihê wê weke mirov tûne hesab e. Ewqasî kêm e. Di mijarên leşkerî de jixwe cihê wê tineye. Di malbatê de jî cihê wê weke hatiye diyarkirin, “piştî gayê zer” tê. Eziyet û mineta dinyayê tê kişandin. Lê belê vê rewşê bi vî rengî qebûlkirin û ji vê re jî gotina rûmet li gor min heqareta herî mezin e ku li mirovan were kirin . Li dijderketina min ya her cureyê têkilî û zewacan ku dibe encamên bi vî rengî heta çanda wê ji ber vê yekê ye. Ger hûn lê temaşe bikin, sebra min mezin e. Ez mirovê rêgezê me. Ez bawer nakim ku yekî din bi qasî min hêza girêdaniya rêgezan bi teybat nîşan bide. Kesekî ku hindekî min nas dike, ji bo min dibêje, “navê te birêz rêgez e?” min bihîst ku berpirsyarek wisa dibêje. Digotin, “em cara yekemîn, li rastî yekî tên ku jiyana xwe li gor rêgezan sererast dike.” Pêwîstiya min nîne ku ez kesekî bi erzanî bi xwe ve girê bidim. Lê belê doza civaka mezin û rêhevaltiya mezin û dîsa ji bo gihiştina vê jiyana min bi xwe ye. Me ji civaka Kurd ya bêziman, kesayeta Kurd a ku hezar caran tine bûye ev qehreman afirandin. Nirxandina gav bi gav çawa hatine xeta qehremaniyê ne zehmet e. Ez nabêjim her tişt bi min dest pê dike, lê belê pêwîste ku mirov hewldaneke wiha jî baş bibîne. Hûn dijmin bin jî vê yekê rast binirxînin. Bi wî rengî ye ku serokê artêşa Tirkan jî min rast dinirxîne. Ji kesayetên ku nedikarîn nefesa xwe bistînin û ji siya xwe ditirsiyan, afirandina vê rewşê gelekî girîng e. Heta ev yek tê wateya her tiştî, jiyan bi xwe ye. Pêwîste mirov rêgezê vê jiyanê bizanibe. Hemû jin, gelekî binirx dîtin şopa hêza kesekî bihêz e. Ev yek me ji bo we vekirî diyar kir. Ez ne li pey avakirina ast û herêma bûm û hîn jî di asta xizmetkarekî de me. Ez ji bo we xizmetê dikim. Ez zilaman herî kêm bi qasî we nas dikim, azweriyên we avahiya we ji bo vê yekê gelekî vekiriye. Hûn di nava lewaziyan de ne. Wê ewî hûn bikarbianiya heta dawiya temenê xwe û we dê jiyaneke aloz bidomanda. Gelo ma ev yek tiştekî gelekî xweşik e? Gelo wê wendakirinên we yên mezin çênebûya? Berî her tiştî ma gelo mêrxasiya we, kesayeta we bêyî ku pêş bikeve ji dest nediçû. Gelo tiştên ku hatine wendakirin, qet nebûn? Van tiştan nîqaş bikin. Dibe ku zilam baş jî nêzî we bibe, we baş biparêze, gelekî hez jî bike, we kêfxweş jî bike lê belê gelo ma bi rastî jî kêfxweşî ev e? Wêneyê malbatên kêfxweş ên bi vî rengî têne çêkirin, gelo ma bi rastî jî wiha ye? Hûn dema li civakê temaşe dikin wiha nebûna wê bi çavtirsandî pêşwazî dikin û dibînin. Gelo ma di têkiliyeke bi vî rengî de aramiya keçeke ciwan çi qasî tê parastin? Rêzdayîn û nirxdayîna wê çiqasî çêdibe? Li derûdora xwe ya herî nêzîk temaşe bikin, gelo çiqasî rûmeta we heye? Ger hizirandinên mirovekî asayî ji rêgeza azadiyê ya bingehîn û xeta siyasî qut bibe ew dikare her cûre çorsiyê bike. Hele ku li şûna azweriyê ajoyên xwe rakirina ser lingan hizirîbe, ji wî her cureyê belayan derdikeve. Ji bo wê jî dê bibêje azadî, azadiyê jî bi vî rengî têdigihên. Ev nêzîkbûneke gelekî erzane û wan îflah nake. Dîsa jî hilbijartin a we ye. Tiştê ku ez dixwazim bikim, bikaribim derfetên hilbijartinê jêhatiya ecibandin û hilbijartinê biafirînim. Ji ber ku xwe pêşkêşkirina min a ji bo we, ne di encamê ketîbûnekê de ye. Di rastiyê de dixwazim vê yekê bi we bidim hîskirin. Ev mirovê hûn ji xwe re weke Rêber dizanin jî, di mijara jinê de pêwîste bi we re weke evîndarekî mijûl bibe, ewqasî xizmet bike. Ji bo azadiyê jî wêneyeke ewqasî vekirî çêbike ku hûn xwe nexapînin. Pêwîste hûn bibêjin ger Rêberek jî wiha dike, mirovên li hemberî me gelo dê çawa bike? Hûnê bibêjin ku Rêberek evqasî serdeste û bihêz e, wiha nêzikî me dibe, tuyê ji bo çi nêzîkbûneke wiha nîşanî me nedî? Pêwîste mirov vê di we de bîne rewşeke xwestekê. Ev jî her ku biçe bigihê asta tekoşînê. Ev şerê we yê azadiyê ye. Hûn dizanin ku ev nêzîkbûneke gelekî bihosteyî ye. Gelo em wiha nekin, ma em dikarin biqasî milîmekî gavan bidin avêtin? Gelo ma di vî karî de kesên xwedî nêzîkbûnên azad in, weke we derbikevin? Ger hûn bibêjin, “di rastiyê de heta vê derê ye, pêwîstiya me bi hilbijartina azad nîne, ya ku em biecibînin me ecibandiye.” Li jiyana xwe temaşe bikin, hûn dê bibînin ku ev yek bi vî rengî ye. Ji ber wê jî hûn kêm in, di nava xeletiyan de ne. Misoger pêwîstiya we bi veguherînê heye. Hûn dizanin ku nêzîkbûneke bi vî rengî çiqasî pêwîst e, diyare ku hûnê ji nêzîkbûneke wiha encamên herî girîng derbixin. Ev tişt eşkere derdikeve holê. We ji bo çi xwe xiste vê rewşê? Min ji bo çi xwe xiste bin xizmeta we, ma ev yek pêwîst bû? Ez van pirsan ji we dipirsim. Ji ber ez şoreşger im. Di destepêkê de min ti caran nekire pirsgirêk û li ser pirsgirêkan ez bi caran rawestiyam. Di hizirandinê de û di helwestan de jî gelekî şaşitî hebûn, bêyî bipirsim bi ser we de hatim. Hindekan ev yek weke ferzkirin fêm kirin, bi we re ez dem bi dem axivîm, li gor min dibe ku keçeke me, jineke me îro bibe perçeyekî welat. Di rastiyê de ev yek hindekî rast e jî. Di rastiya jinê de, rastiya me ya civakî û netewî hîn jî dijî. Zilam jî ji ber nokeriyê, xerîbûnê, ji ber ku xwe rojê çil caran li ber dijmin tewandiye tine bûye. Ji ber vê sedemê ew nikare nirxên netewî zêde temsîl bike. Jin çiqasî paş de be jî -jina Botanê Kurdê beriya çar hezar salan temsîl dike- zêde ber bi bişaftinê ve neçûye. Her jinek di rastiyê de weke nirxeke netewî ye. Yê ku baş temaşe bike dikare vê yekê tespît bike. Ji ber wê jî pêwîst e weke parçeyeke welat were pêşwazîkirin. Dibe ku hûn bipirsin “em kesên bêhinpêketî û tinebûyî ne, ji bo çi tu wiha weke helbestan dihizirî? Ji bo çi xeyalên te ew qasî mezin in?” lê divê welatparêzek jî pêwîste wiha bihizire. Ev şêweyeke baş ê hizirandinê ye, xeyalekî baş e. Jin weke parçeyeke welat pêşwazîkirin û wisa hizirandin mezinahiyek e. Her çiqasî hûn layiqê vê yekê nebin jî pêwîst e mirov we bîne vê rewşê. Ma gelo xirabî di ku dera vê de ye? Jinê evqasî ji dîrokê, welat û ji çandê qut bigre dest piştre jî bibêje, canê min û malê min, bi ser de biçe. Bêrêzî û ferzkirina herî mezin di vir de ye. Têkilî û azadiya zayendî ku xwe dispêre vê, gelo çend qirûş qîmeta wê heye? Azweriya te şiyar bûye û te hembêz kiriye. Ev tişt dibe rêgeza koletiyê, rêgeza lawiriyê heta dibe xerîbiyê û dagirkeriyê. Di vir de rêxistinbûyîn û çalakî nîne. Vaye feraseta gundîtiyê ya rastiya têkiliya zayendî ya kor ku bi şev û rojê li rastê ye. Ma ev azadiye yan ev namus e? Ez ji karkirinê aciz nabim, çawa ku ez di zaroktiya xwe de bi coşa hevaltiyê tevdigeriyam, hîna jî wiha me. Di hizir û jiyana min de kesayet xistina pîrek, an jî zilamkirina sexte nîne. Ez di jiyana xwe de cih nadim van tiştan. Ev yek bi min gelekî kirêt tê. Hevjînî tiştekî xirab nîne, lê belê gelo hevjînî çawa pêş dikeve? Ev yek ji bo min hîn jî pirsgirêkeke şer e. Şer û mijûlbûna mezin dema ku ber bi vê yekê ve diçe girîng e. Ji bo hindekan riya ku diçe hezkirinê weke av vexwarinê ye. Lê belê ev tiştekî gelek zehmet e. Li gel me riya ku diçe hezkirinê vekirî hiştin bi şerekî dijwar ve gengaz e. Hûn di têkiliyan de gelekî zehmetiyê dikişînin. Baweriya we ya bi xwe gelekî lewaz e. Pêwîste mirov wêrek be. Di vî alî de ger hûn bixwazin, ez dikarim xebatên jinê bê sînor bikim. Ez bawer dikim ku min hindekî tekoşîna jinê di teoriyê de û di pratîkê de wateya wê ya rêxistinî çi ye, fêm kiriye û ez vê yekê dikarim bimeşînim. Lê belê rewşa sabotekirina vê xebatê heye, di vê mijarê de hûn bi xwe dikevine nava kêmasiyan. Ev jî min dide hizirandin û dihelê ku ez tedbîran bigrim. Ger baş were temaşekirin, ev nêzîkbûn hetanî dawiyê zanistî ne û ji bo azadiyê bangawazî ye. Pêwîste mirov bi jinê ewle be, pêwîste mirov him jê bawer bike ku bi wê re jiyan dê hîna baştir were pêşxistin him jî pêwîste mirov di nava hewldanên wê yên taybet de be. Pêwîst nake ku keçik xwe bikin nava zehmetiyan, em zêde tiştan ji wan naxwazin. Pêwîst nake ku hûn bikevine nava hewildanên weke “em bibezine şer, çekê hilgirin, bibezine çiyê û yan jî pêwîst e ez xwe bipeyitînim” jî. Pêwîst nake hûn xwe biqasî hin azweriyan girêdayî hîs bikin. Pêwîst nake ku hûn xwe bi zincîrên koletiyê ve jî girêdayî hîs bikin. Ez jî di nav de li hemberî we ti sazî û kes ne li hemberî zayenda we, ne jî zayendîbûna we, dikarin bibin xwedî bandorekî ferzkirinê. Hûn dikarin hetanî dawiyê azad nêz bibin. Pêwîste ku jêhatiyeke we ya hilbijartinê hebe. Pêwîst e ku hûn bikaribin xweşikbûnê bibînin. Heta hûn wê bikin malê xwe. Dema ku jin bû mijara gotinê em nikarin wê ji jiyanê qut bigrin dest. Di Kurdan de “jîn” him tê wateya jiyanê û him jî tê ya jinê. Ev penaseyeke gelekî rast e, lê belê gelo ma ev ketiye çi rewşê? Li gel me jiyan jehr e, stirî ye, di nava birînan de ye, belayeke ku bi navê wê dikevine nava her cureyê bênamûsiyan. Jin jî di vê jiyanê de zayenda herî zêde hatiye katalîzorkirin û wiha jî tê bikaranîn. Armanca min ew e ku ez jiyanê bînim astekê mirov bikaribe bijî. Me xwest em wêneyekê ava bikin, me got ku ji jinê jî bila serok derbikevin, demeke dirêj e bi hindek rêhevalên me yên jin re, di vê mijarê de em kûr bûn. Ez hizirîm ku dibe hindek pêşketinên girîng çêbibin, ev xebat taybet bû û hindek tişt afirandin. Di vê mijarê de pêşketinên gelekî girîng hatin pêkanîn. Di dema pêş de wê bandorên hîn mezintir di vê xebatê de werin dîtin û jixwe hatiye dîtin jî. Di hemû rabûnên gel de xebatên me bandorên diyarker pêk tîne. Ew jinên ku berxwedaniyên mezin kirin û çûn şehadetên mezin, me ew afirandin. Ew berhemên van xebatan in. Hindek xayin derketin, lê belê beşeke mezin ketine rewşa qehremanan. Pêwîste ez Bêrîvana ku li Cizîrê cara yekê şêhîd ket bi bîrbînim. Dibistana seretayî qedandibû û ji bo li zarokên malbatê binêre çûbû Ewrûpayê. Di nava me de jî bû perçeyeke azadiyê û derket. Di rastiyê de ev pêşketin, hebûna netewekî û rûmeta jinê ne.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 757
RÊBER APO Kesayeta min çima bi hêsanî têk naçe? Ez him di pergalên lêyîstika zarokan de û şeran de, him jî piştî wê dema min dest bi dibistanê kir, ez têk nediçûm. Hetanî zanîngehê jî ez her dem berbiçavê mamosteyên xwe bûm. Nêzîkatiya min pratîka perwerde û xwendevaniyê re awarte bû. Gelek ji wan mamosteyan îro dijîn. Pesin û nêzîkatiyên wan ên ji min re; hemû xwendevan di nava hesûdiyê de û di bin bandora min de hiştin. Rêbertiyeke min a xwezayî hebû. Di perwerdeyê de, di fêrbûna ABC yê de, pir rişt, rêzdar û baldar bûm. Di dibistana seretayî de meleyekî baş bûm. Min xwe dabû olê û min gelekî jî nimêj dikir. Bêguman ez demekê ponijiya bûm. Min di xala meletiya gund de cih girt û ez dikarim bibêjim ku di asteke pêş de bû. Dibe ku şensê min hindekî jî ji ber taybetmendiyên malbatê bûn. Bavekî ku xwe zêde saz nekiriye, pîvanên xwe pêk nayne, dîsa dayikeke ku xwe weke têyî xwastin serdest nekiriye, dîsa di hawirdora bira û xwişkên ku xwe pêşnexistine de, ez derfeta gav avêtinê bi dest dixim. Di nava malbatê de şerê rêbertiyê min wisa bêeman bi rê ve bir. Di hundirê wê de bi hezaran bûyer û şer hene. Niha ev şerê ku ez bi Komara Tirkiyê re didim meşandin hîna wê demê pir bi dijwarî min da meşandin. Wê demê gelek gotin û çarîneyên ku dayika min ji min re gotibûn hene. Şêwaza xebata min didît. Hîna tê bîra min, digot “evdal ma tu kes weke te dixebite”. Cewaziya min dizanibû. Komeke piçûk a me xwendevanan hebû. Li derûdora deh kesan bû. Min dixwast ez wan bibim dibistanê. Ez dikarim bibêjim ku min gelekî baş perwerde kirin. Min bi hemûyan nimêj dida kirin. Em diçûn dibistanê curn hebûn. Dema baran dibariya hindek av tê de kom dibûn, min bi hemûyan destav dida girtin. Hema li dûv min rêz dibûn û nimêj dikirin. Di vê wateyê de min gelekî meletî kir. Di dibistana seretayî de û bi xwe bixwe min kir. Qonaxeke girîng a rêxistinkirinê bû. Bi xwe bixwe re meletî kirin girîng e ma ne wisa? Yanî li gor gundê xwe weke zarokekî oldar û baş di temeneke zû de bibe mele. Peywireke wisa ye ku her zarok bi hêsanî nikare hilde ser milên xwe. Min dixwast ez dibistanê li ber dilê koma xwe ya xwendevan xweş bikim. Min ABC bi wan dida hînkirin. Ev hewla ku min bêyî bihayê tiştekî dikir, diya min weke evdaliyê dinirxand. Diya min bi ser min de dihat; “bêyî ku tu berdêlekê bistînî çima tu deh-panzdeh zarokên gundiyan perwerde dikî.” Kî rast bû, tu kesî weke min nedikir. Taybetmendiyeke min a ku wê demê xwe derxistiye pêş ve jî, hewla perwerdekirina mirovan e. Di aliyê din de zarokekî ku li gor xwe nagihê, diyare ku ez berbi ciwanmêriyê ve diçim. Wê demê bi vî tiştî hesiyan: ev zarok wê nebe zarokekî normal ê malbatê. Hîna wê demê dayika min ji min re digot tu nikarî malbatekê saz bikî. Wiha rexne dikir, “tu kes keça xwe nade te, karek nadin te”. Diviya ku ew jî rast bûya. Ji ber ku diyardeyên ji min, çavkaniyên min, eşkere derdixist holê ku ez dê bi tendûrist nebim weke zarokekî ku ew dixwazin. Tê bîra min wê demê wisa li derûdora min zarok hebûn. Piştre ew hemû çûn radestî pergalê bûn. Kesên ku ji bo xwendinê ez bi wan re bûm alîkar, yên ku min bixwe fêrî xwendinê kirin, çavên wan her dem li pergalê bû. Dixwastin bibin mamoste yan jî wisa çavên xwe berdabûn pergala malbatê û pergala dewletê. Di saziya ol de, di saziya dibistanê de, piştî wê di saziyên îdeolojîk û polîtîk de serê min her bi bela û ez her di rewşa lêgerîna tiştên ku min dıxwast de bûm. Bi bingeh ez pê ve girêdayî bûm, lê nedîtina min a xwasteka xwe, ez birim pirs û encama çawaniya pêkanîna tiştê herî baş. Tu kes weke min ne bi mamosteyên xwe ve ne jî bi hevalên xwe ve girêdayî ye. Hemû mamosteyên min, min nas dikin. Min dizanîbûye ku ez hezkirinên hemûyan bi dest bixim. Ev gotin nînin, peyitîn hene. Û ji her beşê mamoste hebûn. Hevalên min jî wisa bûn. Yên ku ji beriya 20-30 salî ez nasdikirim niha hemû dostên min in. Tirk jî wisa ne. Hemû hevalên min (belkî niha hindek ji wan di qonaxên dewletê de bûn.) min weke dost bi bîr tînin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, ji bo girêdana hevaltiyê di min de hewldaneke mezin hebû. Lê rexmî vê min got divê hemû werin têperandin. Têperandina mamosteyê xwe bûyereke zehmet bû. Ji hevalên xwe re bûyîna rêber jî zehmet e. Bicerbînin çiqas zehmet e hûn jî dê bibînin. Rexmî her tiştî bêyî ku tu wan bişkînî, bêyî ku tu wan nerihet biêşînî... ji ber ku têperandina wan belkî jî wan biêşîne. Têperandina kesekî gelekî zor e. Lê heke pir erênî were têperandin dilxweş dibe. Tu dibî mamosteyê mamosteyê xwe, ev yek wî/ê dilxweş dike. Tu dibî rêberê hevalê xwe ev yek jî wî/ê dilxweş dike. Dîsan yekemîn hevalê min ê zaroktiyê gundê Hesen Bîndal hebû, gundê Cîbînê. Gundekî Tirkan bû û malbatên wan hîna jî me bixêr bi bîr tînin. Ji bo rojekê min vexwînin malên xwe gelekî eleqe nîşan didan. Wisa nêzîkatiyeke min ê rêzdar hebû. Niha em tevgereke mezin ê êrîşê ne, şehitîneke mezin rêxistin dikin, lê misoger wisa rewşeke bêqisur a rêzgirtinê jî hebû. Hîna jî ez di cihê nivî de radiwestim. Nayê payîn ku ez bi hêsanî werim têperandin û vala werim derxistin. Em hîna mijûl dibin. Yanî ez dîn jî bibim ez pêşiya vî karî û pêşiya we bernadim. Yê ku ji heft saliya xwe ve xwe bi vî karî ve girêdaye dikare bi hêsanî dev jê berde? Tê bîra min mamosteyê min ji bo ez bi yekî re werim kortê ez rakiribûm ji piyan. Ez bawer im Hesen Bîndal bû. Min pir şerm dikir min digot, “ez nikarim bi vî hevalî re werim kortê”. Ew hindekî din bi hêz bû. Ez di hunera kortvaniyê de lewaz bûm. lê ev hest hîna di bîra min de ye: ma ez rabim an ranebim? Di vê mijarê de bi rojan, bi mehan min dudilî jiyan kir. Dema ez rabûm jî me nekarî em ji hev bibin. Ji bo min rewşa herî zêde min bi ser xistî, di ev rewşa wekheviyê de mayîn bû. Ji bo min rabûna kortê rexmî ku gelekî zehmet bû, bi zehmetî rewşa wekhevmayînê afirandin gelekî girîng e. Êdî min dilê xwe li ser wê bingehê amade kir. Wekhev mayîn. Heke ez dê nikarim jê bibim jî, nepejirandina têkçûyîneke bingehîn. Di her qada jiyanê de ez wisa me, di fêrbûyînê de jî ez wisa me. Dema min dixwast ez ji refê derbas bibim, fêmkirin çiqas lewaz dibe bila bibe, heke gengaz be xala herî baş wergirtin, lê pir kêm ketina bin pêncan şêwaza min bû. Pir kêm sê yan jî çar hebûn. Bi qandî pêçiyên destekî hebûn an jî tunebûn. Û di tevahî jiyana min de wisa bû: Di revê de, di meşê de, di mijûlbûna her tiştî de. Li lîseyê, di dibistana navîn de, wisa gelek nêzîkatiyên balkêş, gelek pêvçûn û hemû jî bi hilkehilk bûn. Heke ez nebim nabe, ez têk biçim qet nabe. Ev herdu hest. Bêyî ku ez xwe ji karekî re amade bikim, ez nakevim nav. Der barê hêz gihiştandinê de taybetmendiyê pîvanê ye. Di bingeh de ez ne kortvanekî xort im, lê bi rabûnê re hema ketin zêde li gor min nîn e. Di hemû lîstokan de ez wisa me. Yên ku min dikarîn ez bi dest bixim, jixwe min bidest dixistin, ên din jî wekhevî bû. Ez bawerim min pir kêm di lîstikan de wenda kir. Ev taybetmendiyeke derûnî û takekesî bû. Şêwaza min pir balkêş bû. Dema min nimêja xwe ya destpêkê kir meleyê gund (ez bawer im 1984’an de mir) digot, “Heke tu bi vê lezê bidomînî tuyê bifirî. Tu yê bibî ewliya û bifirî”. Nimêja min a destpêkê bi meleyê gund vê nirxandinê dide kirin. Esas ez zêde ji duayan fêm nakim, lê bi kemanî ez dişopînim. Şêwaza min a şopandinê, der barê min de mele dibe vê darezînê. Weke vê gelek ezmûneyên min ên jiyanê hene. Ketina ji hemûyan re cidiye, bi wate ye û wisa birina encamê heye. Dawiya Beşê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 632
RÊBER APO Ez şekerekî balkêş ê hesta me. Jixwe şoreş bi hestan destpê dike. Di min de jî aliyê hest pir bihêz destpê kir. Biqandî kîn û hedan bi xwestek, bi qandî dijbertiya kirêtiyan, bi bingehgirtina bedewiyan ve bi pêşveçûyîneke li gor xwe destpê kir. Destpêkê zanebûn, siyaset nebû, hest hebûn. Min xwest ez feraseta herî paşverû û kirêt a gundê me jî fêm bikim. Hîna tê bîra min zarokên gund, xwe ji zarokên paşayan jî nirxdartir didîtin. Ligel wê belkî jî di kirêtiyê de tu kes weke wan tunebû. Lê digotin, “hele binêrin çiqas bedew e, çiqas jêneger e”. Bêçareserî ne. Tevî ku gelekî ne xweşik in malbat vê yekê wisa dinirxînin. Ev îdeolojiyek e. Îdeolojiyek e. Di bingeh de ewqas bênirx û pêmen hatiye hiştin ku, hebûna mijara gotinê ew e: belkî xwedî çend bost erd an jî yek-du bizin, kerek, yek –du kuçik û yek- du zarokan e. Wan dixe cihê welat jî, cihê xwedê jî, di sîstema nirxan de çi hebe dixe cihê wan hemûyan. Çavên wan weke din tu tiştekî nabîne. Têkîliya me ya malbatê wisa ye. Xebatên zewiyan girîng bû. Min di zewiyan de xebat kir. Pale ji bo me barekî giran bû. Min digot pale pêwîst e û min paleyî dikir. Lê divê bi vê yekê re temenek neyê qedandin, ez wisa difikiriyam. Piştre ez çûm Çukurovayê jî, yan du yan jî sê caran çûm. Min pembû berhev kir. Min li wê derê jî jiyan di nava xwîn û xwêdanê de dît. Li wê derê ked çi ye, jiyana biked çawa dibe, dihate fêmkirin. Min baş kar kir, lê min digot ez bi vî karî nikarim temenekî biqedînim. Ez bi xwişk û birayên xwe re pêv diçûm. Lê dîsan jî xwişk û bira bûn. Her tiştên wan de kirêtî jî hebe dîsa xwişk û bira bûn. Xwişkeke min hebû, ez bawer im min xebatek li ser wê dida sepandin. Belkî jî zehmetî dikşand. Ma min serdestî armanc dikir? Ez bawer im di xebatê de min çalaktî jê dixwest. Wê jî digot; “encax hêza te digihêje min”. Hêz pê anîn. Di nava malbatê de min ev yek diceriband, lê li ser bingeheke rast. Bi birayê min re jî wisa bû. Zilam pir bêçalak bû, di malbatê de xeteriya mîratxwariyê hebû. Her wiha ez bawer im piştre hindekî weke mîratxwarekî ma. Hîna ji wê demê de mafdariya bi ser de çûyîna min eşkere derkete holê. Zilam nedikarî rast û dirûst li kerê jî siwar be. Me du biran wisa bi lingên wî digirt li kerê siwar dikir û wisa dibir navçeyê. Birayekî wisa bû ku bi hêsanî nexwaş diket û xwe radestî destan dikir. Bêguman min ev yek qebûl nedikir û şerê ku ez dê piştre bînim ser ziman jî ji ber vê yekê kir. Min lîstok jî dilîstin, lê zêde ne. Lîstika bi lingekî, lîstika evîndariyê û hindek jî kortvanî. Min dixwest ez bi keçan re jî bilîzim. Keçeke ku min dixwest ez pê re bilîzim, lê zû zewicî bû gotineke min a weke; “ka were em bi te re lîstika xwe bidomînin” hebûye. Bîranîneke wê jinê yê wisa hebûye. Li gel min bîranîneke wisa nîn e, lê wê gotiye dibe ku hebe. Heke hêrsa min a bêyî encamiya lîstika bi keçên gund re nebaya, min nedikarî ez keçan wisa bikşînim ev lêyîstika azadiyê û tekoşînê. Divê kesayet li hember xwe xwedî îstîkrar be. Gotineke min hebû, xiyanetê li xeyalên zarokatiyê nekirin. Bi bingeh nakokiya mezinan çi ye? Nakokiya destpêka bi hêviyên xwe yên zaroktiyê re ne. Min nedixwast ez li vê jî xiyanetê bikim. Azadî wisa dest pê dike. Hêviyên zaroktiyê hêviyên pîroz in, hêviyên aştiyane ne. Pê ve girêdan, têkîliyeke rast e. Pejirandina zilamê Kurd ê ji rêze û kevneşop gelekî xeter e. Min ji keçan ev pirs pirsî: “hûn zilamê wisa çawa dipejirînin?” Heke min bi zincîran jî girê bidin ez têkiliyeke wisa qebûl nakim. Hat bîra min. Li gund jinek dabûn. Min ew rewşa xwe ya zaroktiyê ve bihîstibû. Gotin ji bo ku jin ji malê nereve ew bi dîrekê malê ve girêdane. Û dîsan digotin: jinê werîsê xwe qetandiye û reviyaye. Ji ber çi reviya ye, wisa bala min kişand. Lê rexmî vê yekê, îro hemû jî weke ketiyan pê ve tên girêdan. Baş e, ma ez ê vê malbatê çawa weke malbat qebûl bikim? Dema mirov dest bi dibistanê dike, bi mirov nav-paşnav didin hînkirin. Dema ez destpêkê rabûm textêreş tê bîra min. Mamoste ez rakirim got; “binivisîne”, “navê te-paşnavê te”. Ji bo min ev yek ji ezmûneya herî girîng bû, hîna di bîra min de ye. Min êdî tîp di mejiyê xwe de nexş kiribûn. Bêguman navê min û paşnavê min hindekî dirêjbûn. Lê min rêz kir. Dema min qedand ez bawer im min gelek puanên erênî jî girtibûn. Ez bi jiyaneke zor a serkeftina ezmûneyeke mezin çûm di cihê xwe de rûniştim. Rojên destpêka dibistana seretayî bûn. Gelekî zor bûn; zehmetiyên ziman hebûn, zehmetiyên jiberkirinê hebûn. Jixwe min di malbatê de tu aramî nedîtiye. Gund bi zehmetiyan ve dagirtiye. Zehmetiyên dibistanê jî li ser zêde dibin. Hîna di wan salan de weke ku mirov ji ber baranê bireve û rastî teyrokan were. Yanî rewş wisa bû. Rastî, bi qandî ku te aram neke bêeman e. Ez bawer nakim ku tu zarok li hember van rastiyan evqas xafil bimîne. Ji ber ku mercên we hêsan bûn. Malbateke li ser zarokan serdest dikare pêvajoyên dibistanê jî baş amade bike. Bi kêmanî bihevseng û bêyî ku bixe nava tengezariyê. Bêguman ji bo zarokan ewleyî ne. Tu ewlehiya min nebû. Ez bawerim qenciya wê jî çêdibe. Di ew temenê zaroktiyê de ez bi xwe dibûm ewleyiya xwe. Heke ez pişta xwe bidim xal û bavan, bi ihtimaleke mezin ez dê di xeteke cewaz de pêşbiketibama. Vaye wisa nepêkhatina wê, mirov dikare bibêje ku gava yekem a bûyîna min a xwedî xetekê ye. Mamosteyê yekem... ez bawerim mamoste hindekî hişyar in. Navê wî tê bîra min, ji Çorûmê bû, Mehmet Meydankaş. Min hindek mast an jî hêk jê re biribû. Tenê ji ber vê jî ne, dibe min ji roja yekê ve bala wî kişandibe ku, ez vexwendim mala xwe. Xwerina min bi wî re xwarî hîna di bîra min de ye, ji bo sifreyeke baş bû. Tiştekî şanaz bû. Ez şanaz bûm. Ez bûm xwendevanê herî berbiçav ê mamosteyê xwe. Û min ew rêz her parast. Ji sala destpêkê hetanî roja ku min xwe naskiriye, hetanî niha li hember rastiya mamostetiyê ez her rêzdar bûm. Misoger ez bêrêz nebûm, sivik nebûm û her dem min dixwast ez bibim xwendevanê wî yê herî baş. Vê yekê hîna di wan salan de destpêkiriye. Xwendevanî, meletî û pale her wisa çêbû. Wê Bidome.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 630
Rêber Apo Di Avrêla sala 1973’yan de, li peravên Bendava Çûbûk a Enqerê geh li şipiya û geh jî rûniştî guftûgo dikirin û bawer dikirin ku ger weke komeke cûda ya Kurdistanê tevbigerin rast e, sedema vê yekê jî yekem car weke sirekê danîn ser ziman û digotin ‘Kurdistan welateke mêtingeh ê klasîk e.’ Ev koma piçûk a ku ji şeş kesan pêk dihat, bi eşkerekirina vê sirrê dest bi karê xwe kir. Şêwazê berê yek bi yek eşkerekirina rastiyan wergeriya şêwazê pêkanîna civakê û mirov dikare vê yekê weke destpêkekê binirxîne. Taybetmendiyeke vê şêwazê hebû, wê komê ber bi rêxistinbûyînê ve dibir. Kom, di salên 1974, 75 û 76’an de, li bin banê ADYOD (Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê ) hat pêşxistin. Min di Adara sala 1977’an de ji Enqerê berê xwe da Kurdistanê û li Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Riha û Dîlokê geriyam û min rêzeke civîn lidarxist. Bi vê gerê û civînan me koma xwe bar kir welat. Ez paşê vegeriyam Enqerê û şehadeta Hakî Karer li Dîlokê çêbû (piştî civînê bi sê rojan) em qet li bendê nebûn û em matmayî kirin. Me bi avakirina partiyê bersiva vê şehadetê da. Di dawiya heman salê de min li Dîlokê pêşnûmeya bernameyê amade kir. Di 27 Mijdarê de li gundê Fîsê koma me ya amator a ku ji 22 kesan pêk dihat soza partîbûyînê da. Piştî ku hat fêmkirin, wê bi navê partîbûyînê tenê li bajaran xebat neyê meşandin, em him li ser alternatîfbûyîna çiyê û Rojhilata Navîn rawestiyan û di dawiyê de mîna duyemîn Hîcreta Hz. Îbrahîm, me di 1’ê Tîrmeha sala 1979’an de ji Rihayê berê xwe da Sûriyê û ji wir jî ji bo lêgerîna azadiyê me berê xwe da welatê kevin ê Kenan. Şensê polîtîkbûyîna xeta PKKê ji nêz ve bi taybetmendiyên wê yên birdozî ve têkildar e. Lewra gelê ku dê bibe zemînê wê pir zû dikare xwe bigihînê û ev vê rastiyê ispat dike. Ger ew jî biketa nexweşiyek çînî yan jî netewetiyeke teng, ew ê jî weke mînakên din nekarîbûya ji marjînalbûyînê xilas bûbûya. Baş tê zanîn polîtîkbûyîneke kûr heye. Divê mirov vê yekê bi pirsgirêka kadrobûyînê ve girê bide. Kadro ji ber rengwergirtina xwe ya heyî, di rewşa astengbûyînê de bû. Pirsgirêka kadro heta nehata çareserkirin ku di hilweşîna sosyalîzma reel de yek ji hêmanên bingehîn bû, hemû tespîtên siyasî yên bihata kirin û hemû rêxistinbûyîn wê nikarîbûna xwe ji bêkêriyê xilas bikira. Bi qasî xeta polîtîk, modela wê ya rêxistinê jî ji bo pêşketinê di cîh de bû. Di wateya xweparastinê de parastina rewa ya çekdarî li gorî demê dibû ku bihata parastin. Pirsgirêkên ku mirov dikare ji wan re bibêje krîza rêxistinî, hat xwestin li dawiyê werin hîştin. Hin pêşketin bi sînor bûn, ya rastîn ev sedema xwe ji girseyîbûyîna tevgerê digirt. Ji bo xet rê li ber pêşketinên hîn mezintir veke profesyonaltiyê xwe ferz dikir. Di xeta polîtîk a PKKê de mijara herî girîng a divê were ronîkirin mijara dewletê ye. Gelo, di xeta polîtîk a PKKê de avakirina dewleteke cûda hebû yan na. Tevî ku dirûşmeya ‘Kurdistana Serbixwe’ pir dihat bi karanîn jî, pir zehmet e ku mirov bibêje ev dihat maneya avakirina dewleteke serbixwe. Ez weke şexsekî ku herî zêde nêzî mijarê ye, nikarim bibêjim; ‘bi giştî dewlet û bi taybetî jî têgîna dewletê ya Kurdistanê me bi kûrahî guftûgo kiriye û em fikirîne.’ Her çend meyleke ûtopîk bû jî ji aliyê realîstî ve aktualîzekirinê zêde bal nedikişand. Ez di wê bîr û baweriyê de me, ev yek ji xwestin û nexwestinê wêdetir di aliyê wê yê çareseriyê de zelalbûna wê nînbû. Pir zelal nebû, bi dewletbûnê re çareserî dibû yan na? Baş dihat zanîn ku ev mijar di teoriyê de bi nîqaş e. Pirsa; gelo sosyalîzma demokratîk an jî dîktatoriya proleteryayê, timî di hişan de dibû sedema tevlîheviyê? Di hişê me de bû. Dewlet, pirsgirêkên gelan û kedkaran çareser nakê. Ev dîtin jî bi bandor bû. Van hemû xalan bal dikişand ser hewcebûn û ponijandina(dalmak) li ser dewleteke cûda, lê di heman demê de, vê yekê bi xwe re dida hîskirin, wê pirsgirêkên ku kes nikaribe ji bin ve derbikeve rû bidin. Her wiha tevî zehmetiyên avakirina dewleteke Kurdî li Tirkiye û Rojhilata Navîn, pirsgirêkên nû yên bi xwe re bianîna jî dihatin zanîn û vê yekê mijar hîn zirav dikir. Weke encam, şûna dewletê têgîna niştimana dayik Kurdistan hat tercîhkirin ku çendîn statuya wê tam zelal nebû. Ji slogana bingehîn ‘Kurdistana Sosyalîst, Demokratîk û Serbixwe’ tê fêmkirin ku tercîheke vekirî ji bo dewletê nîne. Mirov dikarîbû texmîn bikara ku wê slogana rastîn û şoreşgerane bi awayekî berçav Kurdistana Azad bûya. Ger mirov Şoreşgerên Kurdistanê=Alîgirên Kurdistana Azad werger bike hîn şîroveyeke rast e. Girîngiya vê pirsgirêkê wê paşê derketiba holê. Bi taybetî dewleta ‘Kurdistana Federe’ ya di serê salên 1990’an de hat îlankirin û di berxwedana PKKê de îlankirina ‘herêmên azad’ di mijara îqtîdara dewletê de dida fikirandin. Ji ber ku pirsgirêka dewletê di birdoziya sosyalîst de jî tam nehatibû çareserkirin, lê di giranbûna mijarê de -her netew mafê xwe yê çarenûsê heye- fikra ji bo her netewî, dewletek rola bingehîn dilîst. Dema dewlet jî dihat gotin zor û şer diket rojevê. Şer, weke pêdiviyek parastina rewa nebû, ji bo armancên polîtîk bi giştî şer mûbah dihat dîtin, ev jî bi serê xwe mijareke girîng a pirsgirêkê ye. Weke fikreke stratejîk dihat qebûlkirin ku ger şer nebê, him jî şerekî demdirêj, netew nikarin rizgar bibin, netew jî rizgar nebin, çîn nikarin rizgar bibin. Pirsgirêkên îqtîdar û şer ku di tevahiya dîroka têkoşîna azadiyê de pêşî ji rê derketinên mezin re vekirin, her ku biçûya wê di rojeva PKKê de cih bigirtana. Di vê pêvajoyê de dewlet ser me de hat, lê ji xwe di vê demê de bi giştî bi ser Kurdîtî û çepgiriyê ve diçû. Weke parçeyeke vê êrîşê ser me de jî dihat. Jixwe rewşeke ku statûya cûda bixwaze nebû. Fikir nedihat kirin ku ev tevger bibe navendeke berxwedanê ya xweser û demdirêj. Du helwestên ku bihatana nîşandan hebûn: Yan derketina serê çiyê yan jî derketina derveyî welat, xwe vekişandina Rojhilata Navîn. Ya esas, di ser her du helwestan de jî hatin. Di dawiya sala 1979’an de tevger xwedî derfet û îmkan bû. Xwe vekişandin û herikandina di van cokan de pir hêdî bû. Ji bilî hin girtinên bêşens ên mîna Mazlûm Dogan û Mehmed Xêyrî Dûrmûş wendahiyeke cidî nebû. Tevger çêbûbû, partî hatibû îlankirin û bûbû xwedî statû ji bo ku karibe hebûna xwe demeke dirêj bide meşandin. Lewra darbeya 12’ê Îlonê bi pêşbîniyeke mezin hat pêşwazîkirin û darbeya leşkerî ya sala 1980’ê hêj nebûye, hemû pêdiviyên hewce bi cih hatin anîn. Mayîna li derveyî welat ji bo demeke dirêj nedihat fikirîn. Hin kadro wê bihatana perwerdekirin û bi şerekî demdirêj ê gerîla wê xeta rizgariyê şer bihata meşandin; ev weke ‘qanûna şoreşê’ dihat şîrovekirin. Bawerî hebû, wê her tişt li gorî planan bimeşe. Piştî salên 1980’yan weke ku hatibû plankirin çend komên hatin perwerdekirin ji bo welat hatin şandin. Hinek xebatên siyasî yên bereyî -Eniya Berxwedana Yekbûyî Li Dijî Faşîzmê- hatin kirin. Ji ber ku, kar û xebat weke dihat xwestin nedimeşiya, hewceyî bi hin karên teorîk derdiket holê. Bi vê armancê ji sala 1981’ê û pêve analîzên ‘Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetiyê, Taybetmendiyên Milîtanên Şoreşger û Jiyana Partiyê’ tavilê li pey wan ‘Li Kurdistanê Rola Zorê’ û ‘Li Ser Rêxistinbûyînê’ li kasetan hatin qeytkirin û weke pirtûk hatin çapkirin. Bi Konferansa Yekemîn a PKK’ê (1981) û Kongreya Duyemîn (1982) xebatên bingehîn û mayînde ji bo qada welat hatin kirin. Şerê Îsraîl-Filîstînê di sala 1982’an de ev pêvajo bi leztir kir. Ya bingehîn, bi Şoreşa Îranê re li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji bo rêvebirina xebat û baregehan şert û mercên baş derketibûn holê. Ne ku nehat fikirîn. Li wê deverê heval Mehmed Karasungur hebû ku ji şerê li Siwêregê xwedî tecrûbe bû. Dikarîbû ya hewce jî bikira, lê di Gulana sala 1983’yan de bû qurbanê durustiya xwe û şehîd ketina wî bêşensiyeke cidî bû. Ji bo cihê wî yê vala bûbû tijî bikin, di sala 1982’an de Dûran Kalkan û Alî Haydar Kaytan hatin şandin. Ji wan hatibû xwestin ku xetê li Başûr rêve bibin û bidin rûniştandin. Beriya vê jî di sala 1980’ê de bi pêşengiya Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz zevtkirina xeteke berxwedanê ya ji Botanê heta Dêrsimê hatibû xwestin û ji bo vê yekê jî bi giştî xwedî perspektîf bûn. Girtina bêşens a Kemal Pîr - Tîrmeh 1980 - wendahiyeke cidî bû. Bi qasî ku tê bîra min, min wiha digot; “Li Rojhilata Navîn tiştên bûne mirov dubare bike, weke mirov kerê xwe boyax bike û careke din bifiroşe.”. Li Zindana Amedê Ferhad Kurtayan xwe şewitandin û Kemal Pîr, Mazlum Dogan û M. Xêyrî Dûrmûş ketin rojiya mirinê û wexta me şehadetên wan bihîstin, rewşa me ya berpirsiyariyê û fikarên me wergeriyan hêrsê.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 454
Rêber Apo Ji ber ku zilam nekariye di lêgera dîtina wateya jiyanê de, wek endamekî civakê bi têgihîştina hebûna xwe û bi qasî ku hêza wî têrê bike li gor berpirsyariya xwe têkoşîn bike, vê yekê ew ji vîna cewherî ya bihêz bêpar hiştiye. Lewma jî ji ber ku li beramberî rastiya pergala serdest vîneke bihêz derneketiye, ev jî di zilam de îdeal û îsrara azadiyê sînordar kiriye. Di vê wateyê de valatiyên di mijara xwe ava kirin û lawaziyên xwe derbaskirinê di zilam de hene. Lêgera ku tirs û lewziya zilamtî derbas bike qulipiye. Çavkaniya milk-kirinê pergala îteatê ye. Nexasim milk-kirin bi tevna mentiqê hiyerarşîk re, kombûyîna desthilatiyê di yek destî de tîne ziman. Li ser vê jî xwe navend kirin, ji bo xwe hewla pêşxistina bitûniyê, li ser bê vîn kirina mirovan re serdestî û desthilatbûyîn pêş ketiye. Qebûl kirina cudatiyan, ji van re di nava xwe de cih veqetandin, rêzdarî ji mafê yê dîtir re tê wateya hilweşîna pergalê. Jina bi destên zilam bûye milk, di wateyekê de bi xwe re metabûyîn û ketina zilam di nava pergalê de aniye. Jin anîne asteke ku îteat bike û wiha jî bûye nesneyeke ku zilam bixîne, zilam jî li beramberî pergalê anîne asteke ku îteat bike û hesta xwe ya serweriyê li ser jinê bi mentiqê milk-kirina jinê hevseng bike, ev jî bi xwe re sazîbûn û kûrbûyîna vê ferasetê aniye. Zilamê ku ji hêla pergala desthilat ve bê vînbûye û ji cewherê xwe derketiye, ji ber nizane ku ew bi xwe jî kirine kole û pîrektiyeke mezin dijî, li ser jinê serdestiyeke berfireh pêk tîne. Zilam di zext, şîdet û serdestiya li dijî jinê de, xwe pir zêde bihêz dibîne, ev jî xala zilam ya herî lewaze. Ji ber ku li beramberî pergalê binkeftî ye, nikare vî ruhê binkeftî, bêçaretiyê tehlîl bike, an jî ne di wê hêzê de ye ku wê bihêz bike; herdem bi şaşitiyan re dijî. Li ser vê bingehê jî nabe xwedî îrade. Jin ji hêla pergala desthiladar ve tê kole kirin û ji nirxên jinbûyînê tê tecrîd kirin. Zilam jî bi taybetiyên zilamtiyê tê amade kirin. Zilam, weke desthilatekî teşe didinê û wî fêrî hemû rêyên ku bikaribe tê de serdestiya xwe bide ferz kirin, vîna yên dinê bişkîne û bikaribe hemû hebûnên pêre dijî, dabeşî çînan bike. Karakterê zilam di temenek biçûk de bi rêya çavlêkirinê û bi zorê bi zarok didin fêr kirin û qebûl kirin. Zarokê kur di nava pergala desthilat de di temenekî piçûk de wekî desthilatekî şekil digre. Aliyên ku di karakterê zilam de qels û bê hêzin, dibin aliyên herî zêde yên ku zilam xwe têde bi hêz nîşan dide. Zilam xwe dispêre lewaziyên xwe, ji ber derbas kirina van lewaziyan weke bi tevahî xwe bihorandinê fêm dike. Zilam di vê mijarê de bi awayek hişk muhafezekare. Ev nêzikatiya şaş a ji xwe re, dema bi quretiya zilam re dibe yek, lêgera pergalî derdikeve holê. Sedema bingehîn ku zayendîtî ji bo zilam weke esasê desthilatiyê tê dîtin, ji ber ji hêla pergalê ve zayendîtî yek ji zewqên ku pêşkêşî zilam hatine kirine. Desthiladariya zayendî ya ku zilam li ser beden û ruhê jinê dide meşandin, weke ku vedugehere amûra şidetê, dibe amûra zewq girtinê. Zilamê ku di binya hegemoniya dewletê de diperçiqe, nabe dijberê pergalê, li beramberî pergalê ne metirsî ye, ev bi dayîna hin payeyan ji wî re mumkun dibe. Hakimiyeta li ser jinê, qismê vê payeyê yê herî giran û bingehîne. Zayendîtî jî diyardeyeke her ku rojane bixwaze vê bijî, di her kêliyê de wî tetmîn bike ye. serdestiya zayendî, hestyarî û hizrî ya li ser jinê, dagirkeriya zilam a li ser beden û giyana jinê, bingeha desthilatdariya pergala dewletger a hiyerarşîke. Ango diyardeya ku wê dayîmî dike ye. Zilamê ku xwezabûna xwe wenda dike, ji rastiya xwe dûr dikeve û xwe dixe navenda her tiştî, ji hêla pergalê ve tê xapandin. Zilamtiya ku bûye kole, bi vê xapandinê re nikare xwe û statûya ku li wî hatiye ferz kirin, tehlîl û çareser bike. Di cewher de, kesayeta zilam a stewr kirî li beramberî jinê har dikin, ev stewrî bi xwe jî dibe belavbûna desthilatdariyê. Desthilatiya li ser jinê, zilam li beramberî pergala dewletger a hiyerarşîk dike kole, lê weke sawiyana azadiyê ya ku zilam dest jê naqere, xwe dide pêş. Biruxmî ku ne ayîdê cewhera wî ye jî, her çiqasî zilam li gor vê statûyê tevbigere, dikare hebe, bijî û hebûna xwe bidomîne. Zilam xistine haleke ewçend bêçare ku berovajî vê, wê nekaribe heta azadiya xapînok jî bikar bîne. Vê rewşê jî zilam li xwe biyanî kiriye. Di roja me de qeyran û teqînên di asta civakî yên ku di zilam de diqewimin, mînakên vê biyanîbûnê ne. Zilam, bê bawer nêzî jinê dibe ku di cihêkirina kirde-heyber (ozne nesne) de xwe dike kirde, jinê jî dike heyber û bi vî awayî wê derdixîne derveyî pergala siyasî û civakî. Bi qasî ku vê rewşê di jinê de pêş bixîne, di cîhana zilam de cih dide wê û bi wiha cewhera jinê tê înkar kirin, wê demê jî tinekirinê ferz dike. Nêzîkatiyên zilam ên bi tirs, bigûman, dudilî yên ku ticar jinê tenê nahêle, ger were jêpirskirin, li pêşberî me tirsa ku hêza jinê ya ku dema zexta zilam ji holê rabe wê jin tola serdemên borî bigre, veşartiye. Ev jî dibe sedem ku zilam hakimiyeta heyî biparêze, ji bo domdariya wê jî her rê û rêbazê bikar tîne. Mekanîzmaya civakê ya ku hakimiyeta zilam li ser jinê pêk tîne û berfireh dike ‘malbat’e. Li jêra banê malbatê, jin tê elimandin ku “ew lewaz û kêm e, divê ji bedena xwe şerm bike” her tiştê xwe li gorî zilam teşe bidê û ev jî yekane rêya jiyanê ye. Fêrî keçên zarok û ciwan dikin ku dive sekn, şeklê lixwe kirin û tevgera wê li gor zilam be. Dihêlin ku ji xwe û her tiştê derveyî xwe re, bi pîvanên zilam nêzîk bibe. Ev dersên civakî ewçend bihêzin ku heta şêwazê rûniştina zayendan jî diyar dike. Bi vê re ‘zayendîtî’ ji bo tiştên ji zilam dixwaze bidest bixîne, wek yekane rêya ku ji jinê re hatiye hiştin, seyra wê ya xwezayî ya ji jiyanê re ye. Li ser mijara ‘zewacê’ kombûyîn, xala vê ya herî dawî ye. Bi rêya avakirina cewazên nû ku bi tevahî tê wateya fahîşe kirina zayenda jinê re tevlî ya heyî dibin, ev jî bi qasî ku nasnameya jinê dixîne, zilam jî diavêje nava vê geravê. Ji aliyekê ve civakê ber bi tengasiyên aborî dixirikînin, ji aliyê din ve zilamtiyê sor dikin; bi hemû amûrên perwerde, medya, siyaset û rojaneyî ber bi jinê ve dajon, ev jî fuhuşê derdixîne holê ku êdî bûye sektor. Di van têkiliyên ku bedena jinê tê firotin de, bi qasî ku jin weke heyber tê hesab, lê ew çend jî zilamê ku kirde tê hesab gemar dibe, bi qasî fîzîkî ewqas jî nexweşiyên civakî bi vê rêyê zêde dibin. Ev û têkîliyên wiha her diçe di nava malbatê de perçebûyînê pêş dixîne, ev jî di navenda mîkro a desthilatiyê de hejînan çê dike. Di vê rewşê de tişta tê kirin ji bo hejandinê asteng bike, sererast bike û pirsgirêkê çareser bike, an jî malbatekê ji mudaxeleyên pergala dewletê û dadweriyê re vekirî û muhtac e, saz dike. Wiha dixwaze encam bigre. Ji bo zilam xwe û zilamtiya li wî kirine, yekdengiya civakî û teyisîna karaktera xwe di jiyanê de tehlîl û çareser bike, divê dakeve çavkaniya derbasnekiriya avaniyên kesayetên tund ên cir nexweş, bêhuzuriyên civakî, xwe fêm bike û bi vî awayî jinê fêm bike. Bi asta kolebûyîna jinê re koletî hatiye belavkirin û daketiye hundirîn, divê van aliyan bibîne, bûyîna jin tê çi wateyê; fêm bike, ev jî bingeha vê ye. Heke ev mijar neyê fêmkirin, zilam ne dikare azad yek henase bikşîne, ne jî wateyekê bide hebûna xwe.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 456
Di cihekê de dîrok tê çareserkirin, jiyana berê tê çareserkirin û asoya pêşerojê, azweriya jînê diyar dibe. Lehengiyên dîrokî bi taybet bi çalakiyên Zîlan û herî dawî jî Sema Yûce -ku ew hemû rêgezên mezin in û em bi bîr tînin- li ser vê bingehê ronî dibin. Ji bo jîna mezin fedakariyên mezin têne kirin. Kesayetên çalakgerên herî mezin ava dibin. Li ser bingeha vê çavkaniya hêzê ya muazam, xwe dîtin, tiştekî ji vê binirxtir jî tine ye.\n\nDi şênberiya YAJK’ê de dahûrînên ku me pêşxistine, çendî kûr bêne fêm kirin û bi xûliqkarî xwe diyar bikin, wê di jiyanê de jî ew çend nûbûn xwe nîşan bidin. Divê ew ji bo me weke destpêka jiyanê bê dîtin. We bi xwe jî dît aciziya ji jiyana kevin di nava partiyê de jî heya demeke kin di kîjan astê de bûn. Hûn niha jî vê yekê dibînin. Bêguman ev nêzîkatiya rêgezdar, divê weke encama şêweya rast ya têkoşîna çînayetî û zayendî ku demeke dirêj me hûn li ser vê bingehê perwerde kirin, bê dîtin. Ango ji xwe ve hûn nehatin vê astê, hûn bi têkoşînekî pir tund di xeta Rêbertî de ber bi vê xalê ve hatin. Têkoşîna zayendî û çînî ku belkî bi hezar salan an jî tena serê xwe têkoşîna zayendî bi dehan, heta sed salan dom bike, bi şêweyekî herî rêgez, lê pir tûj di rastiya Rêbertî de bi têkoşîneke gur derketiye holê. Ev pêşketin ne weke ku nav daye ji ber xwe ve ne jî pir zêde jiyan daye zorê. Tam berovajî wê bi kedeke mezin, wêrekî, vîn û ewqas jî encama nêzîkatiya fedakar û xûliqkariya mezin bi rêgeza azadiyê ye. Nêzîkatî di bin navê pirsgirêka jinê, bi rastî jî pir wêrekî dixwest. Herkes herî zêde şaş nêzîkê vê pirsgirêkê bûye û di rastiya civaka me de herî zêde di vê mijarê de wendakirin çêbûne. Him zilam û him jî jin dema dest bi jiyanê dikirin di vê zemînê de wenda dikirin. Em di wê baweriyê de ne ku çareser kirina me ya bi vî awayî û xebata kuştina zilam û jina kevin pir bi nirx e. Em ewlene ku ger bê fêm kirin wê rolekî mîna teqîna pêşketinên pir mezin bilîze. Em baş jî dizanin bê vê jî jîn nabe û pê re girêdayî şer pêş nakeve.\n\nPirsgirêka me têkîliyên di asta zayendî, an jî weke hinek dizanin nêzîkatiyekî daxistî li ser ajoyên zayendî nîne, ew hemû jiyanê di nav xwe de digire. Xebata me ewe ku gelê me ew jiyana ku ji mêj ve wenda kirî ye, careke din qazenç bike. Em dixwazin jin û zilam jî ew girêka kor a jiyana ehmeq ku mehkûmê wê bûn, biçirînin. Têkoşîna me ew jîna di bîra tarî de, ew jîna tarîtiya reş de derxistiye roniyê. Kevneşopî, pêşdîtin, nêzîkatiyên erzan ku xwe dispêrin ajoyên bê nirx, çemkên pir seretayî ku bi xilasiyê encam digirin, çendî bêne xemilandin dîsa jî nirxên wan tine ne. Berdin jiyana azad, şerê wê têrê nake rojekî jî xilas bikin. Divê hûn van mijaran baş fêm bikin. Çi bi nirxandinên zanistî, çi felsefîk, çi jî aliyê wê yê moralê, em heya îro hatin. Ger birastî jî bawerî û azweriya we bi azadiyê hebe, wê demê ev xebatên me ya herî bi nirx û ya hewce ji bo jiyanê ye. Ji xwe pêşkeftinên pratîkî jî vê nîşanî we dike, niha kêmeke din hûn bihêz in. Jina ji hêza fêmkirinê bêpar bû, xwe gihande hêza fêmkirinê. Jinên, berdin derkeftina serê çiya, berderî jî bê destûr nedikarîn derbas bikin îro bûne xwedî pêngavên meşa bêdawî. Ya rast xebatên me jê ve re hêz da. Ev jî pêşketinên girîng in. Divê ti kes bê ku şerê mezin a vê bibîne, nekeve xefleta ku van tiştan weke ku bi serê xwe çêbûne binirxîne. Divê jê re rêz û mînet bê dîtin û her tim têkarî bikin ku dema jiyana wendakirî bê ser xistin bibe xwedî têkarî.\n\nJi kîjan alî lê binêrin bila binêrin, divê hûn vî şerî di heman demî de weke encamekî azadiyê, her wiha dijberê jîna gemar û xirab, weke şerê azadî û başiyê bibînin. Armancekî şer jî pêşxistina başî û xweşikî ye. Hûn dibînin ku ev jî pêngav bi pêngav pêşdikeve. Ji bo me jiyan nû, nû şitil dide. Kes wiha hisab neke ku wê bi pêşdîtinan, bi rêbazên ji bavê û kalan mane, bi taybet bi nêzîkatiyên ji eniya zilam mane wê ji jiyanê tiştekî fêm bikin. Dîsa nêzîkatiyên bê hizir, bê vîn li ser bingeha ferasetên jina klasîk ku bi her tiştên xwe ve teslîmiyetin, bi xefletê weke jiyanê ferz nekin.\n\nWeke nimûne heval Sema heya demekî dirêj li hemberî nêzîkatiyên zilam bê çare dimîne. Heya daxuyaniya me ya 8‟ê Adarê ne hêza gehiştina asta erênî ne jî hêza derbaskirna ya neyînî nîşan dabû. Dibêje “ev çareserkirin her tiştê ez lê digeriyam dide min û rewşa ez di nav de heya dawî ronî dike, lêgera min a Rojeke din bêçine bû, Roj tek e. Di vir de bilindahiya jiyanê, azwerî heye, azadiyê jinê bi vegotina wê ya herî têgehiştî min li vir dît.” Li wir tam vîna partîbûyînê bi derkeftinekî şoreşgerane û ji 8‟ê Adarê heya 21‟ê Adarê sekneke pir vîndar, hişk, bibiryar û çalakîwar pêş dixîn e. Di derdora wê ger yêke hişyar heba dibû ku jiyan bike. Ruxmê vê xwedî çalakiyeke mizin e û ev hêza wê diyar dike.\n\nEv rêhevala me, bi nêzîkatiye jîrwar nimûneyeke herî berbiçave ku nîşan dide divê ji rêgezên azadiyê dest neyê berban û ger tewîz bên dayîn ew zehmetiyên dikevin navde wê çawa bên derbaskirin. Ew rêhevaleke ku divê bê lêkolînkirin û encam jê bên wergirtin. Ligel vê rêheval Zîlan pêşengtiya vê kiriye û nirxandinên wê pir zelal in. Ya em dikin kêmekê jiyandina wan, kêmeyê pêkanîna rêgezên wan e.\n\nEv jî kêmekê pêşketiye. Dost û dijmin vê dibînin. Ji wê ku em jê vegerin û teng bibin, em şerê serwerkirina van didin. Di vir de zilam jî ser dikeve. Bi şûna her carê zilam xwe ferz bike, çawa jin û jiyan yekbûnê rave dike, di qazançkirina nû ya vê jiyana hevbeş de divê hinek jî azwerî (tutku) hebe.\n\nHest û heta evîna herî mezin; afirandina vê yekgirtinê ye. Hevgirtina jin û jiyanê ye ku ev jî azadiye. Derbaskirina ew jina bi şêweyeke herî ketî bi zilamê pûç ku ji welat û civaka xwe qût bûye ve girêdayî ye û hevgirtineke nû ya herî bi rêgez û bihêz bi jiyanê re ye. Evîn eve ye! her pêngava di vî milî de bê avêtin binirx e. Ti aliyeke wê ya neyê derbas kirin jî tine ye. Gotina “teqez di bin serweriya min de be” belku di xuyaniyê de xweş tê, lê binê wê bikolî wê dîkteya çîna desthilatdar a sed- hezar salan derkeve holê. Çawa di sosyalîzma Rel de jî hate dîtin, tu sosyalîzmê ava bikî jî di dawiyê de wê hilweşe. Pirsgirêk divê ew çend ji rêzê neyê dest girtin. Xebat û têkoşîna me ya azadiyê gerdûni ye. Tenê ji bo çareserkirina pirsgireke teng a herêma we, an jî netewî nîne. Jixwe hewce dike wiha be jî.\n\nLewma berpirsyariya me ya sereke ne tenê rizgariya zayendeyekê, asta azadiya hemû civakê û şerê ji bo wê derdikeve pêşberî me. Ji zilam bêtir divê hûn xususên dîsîplîna şer, rêxistinbûyîn û kûrbûyîna taktîkî ber çav bigirin. Jin zêdetir muhtacê vê ye. Ger rêxistin û dîsîplîna rêxistinî tine be wê we peremperçe bikin û weke guran we parve bikin. Ev pir eşkere ye. Qet hewce nake ji vegotina vê yekê bitirsin an jî şaş fêm bikin. Jin bi rêxistinê re heye. Her rêxistin li gorî rêgezên rêxistina xwe ye, ji bo jin ev tiştekî jiyanî ye. Ji xwe ger ew nebe wê ji hev perçe be. Jiber wê pêşengtiya rêxistinkirin û jiyana li gorî tektîkên wê, ji bo we sedemên jiyanî ne. Ger bi şûna vê yekê hûn tiştekî din bidin rûniştandin, hûn xwe bi hindekan bispêrin, ev ketineke bêsînor e. Divê bi aliyê vê yê rêxistinî ve girêdayî, aliyê wê yê siyasî û leşkerî jî baş bê fêm kirin. Ji ber ku dema we ev aliyê xwe pêş xistin, hûnê bihêz bibin. Hûnê li hemberî her metirsiyekî bibin bersiv.\n\nŞer û siyaset ne tenê karê zilam e. Her çend civaka klasîk her wiha dibêje. Weke jin di leşkerî û siyasetê de tine ye. Jin di civakê û aboriyê de di karên ebeboz (ayak takimi) de tê şixulandin. Hûn li vir hesabê vê jî dipirsin. Çekê di destê we de pir binirxin, zanista siyasî jî pir binirx e. Azadî bi rêyeke din nayê bidest xistin. Bi şêweyekî din jixwe zilam jî nikare ji belaya ser wêdetir biçe. Me ev bi şerekî mezin heya vir anî. Vê weke pêşkeftinekî ji rêzê nebînin. Rastî nabe ger behsa tengbûn û xitimînan bê kirin. Niha sedemekî we ya ji çekên azadiyê binirxtir jî nabe. Ji bo jîneke azad nirxa vê weke cejnê ye. Weke mînak Rêheval Zîlan dibêje “ez dema ber bi vê çalakiyê ve dimeşim di rewşeke bi coş a nayê bawer kirin de me û ew çend jî xwe bi şens dibînim” ev rast bû. Ji ber ku çûna mirovekê ku xwe bi ewqas bombeyan ve girêdaye pêkanîna meşa jiyaneke ev çend azwer, birastî jî bûyereke bêhempa ye. Kûrahiya wateya wê di vir de veşartiye: di milekî de dizane xwe bi çalakiyekê ew tiştên wê dîl digirin – ku ev mêtîngerî, emperyalîzm, başverûtiya zilam, girtîbûn û gemariya jinê ye- dişewitîne, hildiweşîne. Pê re girêdayî dibêje “ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke biwate, kesayetekî çalakger. Ji ber bi durustî dizanî wê bibe raveya (ifade) jiyana biwate, berdin teng an jî bixetim e, şerekî wiha coşeke bêhempa dide wê. Dibe çavkaniya jiyan û kêfxweşiyê. Di çalakiyên herî bê eman de jî wisa ye. Ger ev rast bê têgiştin (özümseme) ti kes teng nabe, naxetime û di jiyanê de bêhêvî na be. Tam berovajî vê wê pratîkekî bicoş, bihêvî û serkeftî derkeve holê. Ya rast jî eve ye.\n\n
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 471
Rêber Apo Wekî di tevahî şoreşan de heye, di şoreşên roja me de jî û bi taybetî di şoreşên Kurdistanê de, mijara yekemîn ku pêwîste tê de were serxistin; çareserkirina jiyana li dorhêlê jinê ye. Pirsgirêkên herî pêşketî yên şer, heta pêşketinên di bingehên azadî û aştiye de jî, ev mijar di navenda tevahî xebatan de cîh digire. Di derdorê jinê de, zîhniyet, birdozî, rêxistin, zordarî, mijokdarî ya ku hatiye honandin ve neyê dest girtin, çareserî di vê bingehê de neyê kûrkirin, heger şoreşê (her wiha şer) ji jinê qut bê destgirtin, çi bi gengaze ku şer bibe şerê azadî, çi jî bi gengaze ku aştî wê bibe aştiyekî bingehîn. Mercên vê yên yekem çareserkirina peywendiyen ku li derdorê jinê hatiye hûnandine. Hem pêşxitina şer, hem jî li ser wateya wê a rast, pêdivî dibînim ku bi awayekî cidî vê pirsgirêkê bigirim dest. Tê gotin, “Bê jin şoreş û jiyan nabe.” Ev rast e. Lê di roja me ya îro de jiyanekî bê jin di bin statukoya zilam de, ez hîn jî li hember pejrandina wê bi hêrs dibim. Heger ez bêjim min, şoreşa xwe bi armancên guhartina jiyanê ve pêşxistiye, ezê rastiye bi awayeke berbiçav bînim zimên. Civaka bi çînayetî her ku pêşket, hêz di zilam de kûr dibe. Dema hêz di zilam de kûr dibe, di hêza jinê de tunebûnek tê holê. Wekî di rastiya Rojhilata Navîn de tê zanîn; bi klan derbasbûna civaka ku li dorhêla jinê tê afirandin –ez bawerim qada ku dîrok yekem lê pêşketiye Mezopotamya ye- hêza jinê bê nîqaş e. Berî her tiştî Ol(dîn) bi şêwazekî xwedawendên jin tê ser zimên. Hîn jî navê ku pir bi bandor e, di Kurdî de “İştar” wateya wê stêrk e. Di roja me de “Star û Stêrk” xwedawendiya jinê tîne ser zimên. Xwedawend xwedî dîrokekî wisa ne. Afirînerên civaka yekemîn in. Em ji avakirina komên gund bigirin, di şoreşa civakî de asta herî girîng, pêwîst e em bipejirînin ku derdorê çalekiyên jinê de pêşketiye. Em dikarin pênasa xwedawenda İştar wisa bikin. Civaka jinê di pêvajoyên yekemîn de mezinbûyînek bû. Serdemên piştî wê derbasbûna civaka bi çînayetiye. Derbasbûna civaka bi çînayetî, derbasbûna bin zexta zilam e. Pêşketina bi dagirkeriya zilam, wekî bê sînor e ku, xwedawendî tunebû û tevahî xwedayên ku pêşketine hemû zilam in. Tevahî împarator zilam bûn. Hinek jinên ku derketin, ew jî jinên wek zilam in. Tevahî fermandar, brokrat ji sedî not û neh zilam in. Ev jî dagirkeriyekî bê aheng dide xwiyakirin. Bêguman civaka bi çînayetî ve girêdana wî heye, lê rastiya pêşketina yek a mirovatiyê ye. Tu bê jî, “Bê desthilatdariya zilam jiyan nabe” ev ji tê wateya zîhniyeta bi zext û mijokdarî bingeh digire. Heger em di sosyalîzmê de îsrar dikin, pêwîst e em tê bigîhêjin ku, di pêşketina dîroka şaristaniyê de, tunebûna jinê ne bûyerekî xwezayî ye. Em dibînin ku, ev rastî, bi cûrên pêşketina civakî û çînayetî ve girêdayî, di roja me de gihîştiye asta çavkaniya pirsgirêkan. Her ku em vê pirsgirêkê çareser dikin, bi vê re wê şoreş kûr bibe û di vê wateyê de, ji navbera zilamtiya zilam û jiniktiya jinê de ev bê ahengtiya heyî pêwîst e em rabikin. Ez li ser vê pir kûr dibim. Ji bo min pirsa ku, pêwîst e zilam bibe zilamekî çawa û pêwîst e jin bibe jinekî çawa jî, pir dijwar e. Tedbîra yekem ku min girt, artêşbûna jin çi bû? Herî kêm ev rastî avakir; “Ez jî dikarim bi silah bim. Li ser lingên xwe, di çiyayên ku berê min cesaret nedikir de, ez dikarim serbixwe bim, bipeyvim û ez dikarim bibim xwedî hêz.” Ji bo jin ev pêşketin heta dawî pir girîng e. Hîn wateya vê dernexistibe jî, ev pir vekiriye ku jinê bi hêz dike. Herî kêm fîzîka wê pêşdixine. Jinên ku di panzdeh an ji di bîst saliya xwe de ku wekî pîra bibûn, niha dema digîhêjin sîh salî jî, seknandinekî pir dijwar raber dikin. Dîsa di manewiyatê de hêz digire. Ev pir balkêş e ku, ne tenê di me de, di tevahî qadên navnetewî de pêşketinên jinê diyar dibe. Ev li ser berkîkirina me pêşdikeve. Belkû têgîhên paşverû her tim wisa dibêjin; “Dema jin tê gotin, mêyzekirinê min, hestên min, namûsa min. Êmin, êmin, pêwîst e êmin be.” Ev felsefe pir bi xeter e. Dema ku jin ji sedî not û neh bû ya te, gelo wê çi bide civakê? Wê ji welatparêziyê re çi bike. Wekî leymûn an ji qedehêk şarab, girtiye nav kulmên xwe diperçiqîne û her dem vedixwe. Bi rastî jî jin jî wisa ye. Jinekî wisa, tu tiştekî ku bide civakê û netew nîne. Tiştekî zilam jî bidê nîne. Zilam ku carna aqilê xwe wenda dike, car caran kuştina jinê, bingehê vê felsefê derdikeve holê. Heger bal kişandiye, evindarên me, gihîştine karakterekî ku evînê dikujin. Ev rastiyekî bi êş e. Ji sedema têgihên vê felsefeyê, hêz û mezinbûna jinê tune ye. Di wir de kuştin heye û di dawî de jî, wekî sembol bi xençerê ve encam digire. Her wiha bi awayekî aktîf pêwîst e jin bi xwe bikeve nav vê xebatê. Herî kêm tişta ku ez dixwazim bikim, pêşiya vê vekirine. Pêwîst e em vê fêmbikin. Ez ji bo kêyfa bavê xwe nakim an jî ji bo xwe jî nakim. Bi têgihên min ê cîhanê ve girêdayî dikim. Ji bo hinekî jinê kêyfxweş bikim jî nakim. Meseleyekî bilindiyê ye, meseleyekî têgihê, meseleyekî cîhanê ye. Em ji kîjan milî ve lê binêrin, pewîstiya milîtantiya jin li holê ye. Ez van peyvan pir tînim ser zimên. Ên ku rola jinê, di şer û jiyanê de înkar dikin ew bixwe ne. Giranî di vî bingehî de derdikeve. Jin heger kevneşopiya xwe derbas neke, wê xwe bigihîne rewşa giranî. Her tim li bendê ye, zilam bê destê wê bigre û wê bike malê xwe. Rewşa ku giranî tê gotin wisa derdikeve. Jina ku hûn dibêjin giranî ye, niha gihişt qiraxa azadiyê. Berî her tiştî pêwîst e em bidin xuyakirin ku; jin ne giranî ye, hem di şer hem jî di jiyanê de bi awayekî dijwar xwe pêşxistiye. Li vir me kesayetiya Zîlan nirxand. Her çiqas fîzîkî zorî jî dikişand derxist holê ku, çi di jiyanê de çi jî di şer de giranî nîne. Ev bûyer ji bo me ferman e. Wê demê di milê zagonên rêxistinê de, zêde mafê axaftinê wan nîne, jin jî xwe di rewşa giraniyê de nehêle. Jin û zilamên ku bi vê rastiyê re di nav nakokiyê de ne, naye pejirandin. Rastiya Serokatî di vê mijarê de heta dawî bi rêgez e. Di vê mijarê de tu tavîzan nade. Wekî tê dîtin, tevahî keçên me, bê hempa keçên şer in. Di vê wateyê de napejirîne ku destê zilam nêzîkî wê bibe. Bi dagirkerî, bi xirabî, azadiya wê ne berbiçav be, napejirîne. Rastiya rewişta (ahlak) PKK ê jî ev e. Niha ev biçe ku, wê bibe jiyana azad. Her zilam bi cureyekî dijîn, ez ji hinekî wisa dijîm. Ew qas jinên baş nînbe, ez nikarim bijîm. Niha zilam dibêjin; “Jinek heba, ji sedî sed a min ba, ezê bi wê jinê re bijîm. Ez jî dibêjim ku; “Artêşa jinê ya azad nebe, ez nikarim bijîm” Azweriyek (tutku), evînek, jineke egîd, jineke bi rêxistinî û xweşik, bi vîn (irade) û zimanê wê jî hebe. Ez bawerim egîdî, ji nav vê nêzîkatiyê derdikeve. Zilamekî heger dibêje; “Jin bila ketîbe, ya min be, lê bidim, bikujim, bila male min be” ev ketîbûnekî herî mezin e û di milê mafê mirovan de bê mafbûnek e. Çima ew ewqas dibe yê te, çima tu nabe yê wê? Ev nêzikatî pir bi vekirî, dagirkeriye. Zilamek pir bi zext, ne wekhev, pir bê hûrmet.. Jin bi hêz be, jiyan xilas nabe. Hinek kes dibêjin, jin xurt û bi hêz bibe, emê bitirsin..! em jî dibêjin, jina bi hêz , li beramberî wê tirs nabe, jina ku lewaz be pêwîst e em jê wê bitirsin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 775
Rêber APO Rêhevalên ku di şerê Başûr de şehîd bûn, rêhevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di milê azadiyê de xwediyê hewildaneke mezin bû. Ev heval, beriya ku şehîd bibe ji bo min raporek rêkiribû. Min şehadeta wê ne bihîstibû. Lê, timî di bîra min de bû. Gotibû; “Ezê ji tehlîlatên Serokatî sûd wergirim û dixwazim ceribandina romanekê bikim.” Li gel me heya niha kesî gotinek bi vê awayê nekiribû. Rêhevaleke gelekî pêwender bû. Min di got; ez vê hevalê bibînim û nîqaş bikim wê baş be. Dûvre agahiya şehadeta wê hat. Keçikek pir leheng bû. Di asta fermandariya taximê de diçe li ser qereqola Rûbarok û birîndar dibe. Ruxmê ku birîndare jî di şerê Başûr de di eniya xwe de di pêş de cih digre. Li wê derê jî, heya guleyên wê xilas dibe di mevziyê de dimîne. Dûvre jî hêzên noker ên xayîn derdorê wê dorpêç dikin û dibêjin; “radest be em tiştek li te nakin.” Lê, helwesta vê hevalê jî ev e, dibêje; “we bi neyar re nokertî kiriye, hûn li Başûr êrişî şoreşa Bakûr dikin, hûn xayînin, ez xwe radestî we nakim.” Ji bo Serokatiya partiyê Dirûşme davêje û xwe ji zinaran davêje. Ev çalakiyeke pir watedare û wêrektiyek e. Di asta teorîk de jî bi hêz e. Ev tenê çavkaniya xwe ji welatparêztî û berxwedêrtî nagre. Her wiha tehlîlatên wê ji pir kûrin û li ser esasê fêmkirinê ne. Ji ber ku dixwaze wan hîn bêhtir kûr û firehtir bike. Ev rewş dide diyar kirin ku wê ji vê hevala me kesayeteke xwedî çareserî derketiba. Kesayetên ku ji bo fêmkirinê bi biryar û ji bo vê jî her cûrê berxwedaniyê didin meşandin derdikevin. Pêwîste mirov nirx bide van rêhevalan. Pêdivî heye ku mirov ji bo bîranîna vê hevalê bersivên xurt bide. Ev kesayetane ne kesayetên ku mirov hêsanî nêz bibe ne. Ji bo vê şehadetê, heval dibêjin; “em bi bîranîna vê hevalê re girêdayîne, emê navê wê bidin tabûrê.” Pirsgirêk ne ewe ku mirov navê wê bi de tabûrê. Ya girîrng ewe ku, helwesta ku mirov daye raber kirin jiyanî kirina wê ye. Ji xwe yê ku gihişt vê encamê jî helwestên ku dane raberkirin e. Em vê giring dibînin. Ya rastî jî, ev rêhevala me ji bo pêşketinê bi biryar e, her wiha pir şaşîtiyan re jî rûbirû maye. Dibe ku şaşitî jî kiribe. Lê belê, her diçe di xeta rast de kûr dibe, encameke pir bi bandor jî digire. Tişta ku ez dixwazim bêjim ev e; ger em rê vekirî bihêlin pir kesên leheng û yeman wê derbikevin. Her wiha berê digotin; “ jin giranî çêdikin, em çi ji wan bikin?” Min ji wan re digot; yên ku dibêjin jin giranî çêdike ew bi xwe giranî ne, jin hêzeke mezin ya fedaî ye. Asta ku ev hevala me xwe gihandiyê jî dide diyar kirin ku piraniya wan de derdikeve li gel feraseta xwe fedakirinê, vegotina wêrektiyê jî heye. Hûn vê nanirxînin, bi nêzîkatiyên kevnar ê feodalîzmê û nêzîkatiyên civakî nêz dibin. Ev nêzîkatî rast nîne. Dibe ku hêza we têrî nekê, nêzîkatiyên rast dane diyar kirin jî dibe ku zehmet be, lê belê feraseta min jî wisa ye. Her wiha derket holê ku ev feraset rast e. Pişt re jî pir kesan got; hemû di sengeran de berxwedan e, kes ne reviye. Weke ku me dizanî ne wisa ye. Xeta Şehîd Bêrîtan ji bo min pir giring e. Ez dibêjim xet û bîranîna Bêrîtan. Em jiyana Şehîd Bêrîtan bikin xet. Ji bo min nameyek wê hebû, ez bawer dikim yek name bû. Hêza wê ya entelektûel û kûrbûna wê jî hebû. Xwe radest nake. Xwe radestê netewperestiyên paşverû nake. Ferhat xwe radest dike. Ev xetek e. Xwe ji zinaran davêje. Ev ne xwekujî ye, xeta azadiyê ye. Ev mezinbûna rûmeta jin û berxwedaniya wê ye. Ev pir girîng e. Formûla min a pênc hezar salan heye. Ji neolotîkê heya roja me ya îro çanda xwedavendî em rojane dikin. Ez jê re dibêjim “şoreşa zayendî.” Tevgera azadiya jin bila jiyanî bikin, bila jin bi tenduristî bisekinin. Bila ti qisaweta(endişe) jiyan nekin, heya dawiyê ji xwe bawer bikin. Ewê Rojhilata Navîn çareser bikin. Bêrîtan, ji bo xwe radestê Kurdên paşverû nekê xwe ji zinaran avêt. Ji gundekî nêzî Qereqoçanê bû. Pêşmerge pir hêvî jê dikin, ji bo ku xwe radest bike dibêjin; “em tiştek li te nakin.” Xeta azadiyê ya ku ez hîm digrim ev e. Ew jî ji bo xwe azadiyê hîm digire. Parastina rûmeta wê keçikê deynê me yê mezin e. Ev rêgeza min e. Ez Bêrîtan bi vî awayî dinirxînim. Min vala vala negot xeta Bêrîtan. Berxwedaniya Bêrîtan di nava me de wek şêwazek e. Heval xwe radest nekir û ji zinaran avêt. Neh keç hebûn, govend girtin û xwe bi narincokê(el bombası) şehîd kirin. Ji bo ku nekevin destê neyar bi vî awayê kirin. Ev hemû ji bo me lehengin. Rêhevalên jin ê pir zadegan(soylu) û berxwedêr hene. Her wiha rêhevalên ku xwe şewitandine jî bibîrtînim. Kesên ku dixwazin bibin hemdem bila biçin xwe bikin hemdem. Ev diçin Avrûpa diçin ku bila biçin. Bi zimanê magazînê nabêjim. Ev çand yê werê zindî kirin. Zilam naxwaze fêm jî bike. Ji derveyî vê jiyaneke azad nabe. Ez keçên me hişyar bikim. Divê jinên me divî mijarî de çavvekirî bin. Fersendek pênc hezar salî hatiye bidestxistin. Ji bo her yek ji we an ji bo we hemuyan qesir jî bidin, tif bikin rûyê wan. Bila keçik qiyamet rakin, dixwazin dîsa we bixin cendereyê. Lîstokek mezin li ser jinan heye. Her kes ji çiya dakeve jî, heta ku aşitiya wan ê birûmet pêk were ew têkoşîn bikin û danakevin. Hûn berxwedana Berîtan dizanin. Ji Dersîmê bû. Dema li kêleka kendalê ye, pêşmerge gazî dikin û dibêjin “were em te nakujin.” Lê ew ji bo ku teslîm nebe xwe ji kendalê berdide. Wê xeta Berîtan bişopînin. Ez neferek vê xetê me. Heta ku aşitiya birûmet were vî xetê bidomînin. Jinên ku min dişopînin hene. Ji bûyîna keç û jinên vê hişmendiyê hîn rezîltir tiştek din tine. Ji bo bîranîna bisedan şehîdên me divê keçên me xwe di siyasetê de bihêz bikin, nekevin jinikbûnê û kesayetên xwe biparêzin. Pîrekbûna(karilaşma) jin pîrekûna gel e, pîrekbûna jin pîrakbûna welat e. Jina ku bibe pîrek dibe ji hindek kesan re dibe malê qirêj û nirxek wê jî nîne. Divê bi tenê jiyan kirinê bidin ber çav, divê mirinê bidin ber çav. Wesîyet û şîreta min ev e. Berîtan ji me re wesiyet e. Ma em dikarin wê keçikê jibîr bikin? Ew peyam e. Ew ji me re bangawaziye. Ew ji bona me Jeanne D’Arc e. Bisedan yên wek wê hene. Em wê bingeh bigirin, ew rûmeta me ye. Çalakiya wê, çalakiya evîn û rûmetê ye. Cîhê ku ew lê ye, em li wir in. Em heta kesê dawî bimîne şer bikin. Em ji bo namus û azadiyê, em ji bo rûmetê şer bikin. Ji bona min bitenê keçek Kurd an go xortek Kurd yê ku bi xetê ve girêdayî û durist bimîne bes e. Ji bona min Têkoşîna Azadiyê girîng e. Têkoşîna min azadîxwaz e, xwe spartina hêza xwe yê cewherî ye û ji kesek re leşkerî nekirine. Têkoşînek wisa ku bi pere, dolar û jinê were firotin nîne. Ez şehîdek me bînim bîra we. Şehîd Berîtan. YNK yî di zinarekî de, li kêleka kendalekî derdora Berîtan dorpêş dikin, digirin nav çenberê. Dibêjin, radest bibe, dema dibêjin radest bibe jî dibêjin ne ji bona ku em te radestê Tirkan bikin, were em xwişk û bira ne, em îşkence li te nakin, were bitenê di nav me de bimîne. Lê Berîtan dizane ku birastî jî ev ne wisa ye, girêdayê azadiya xwe ye, vî rewşî nikare birûmeta xwe bide xwarin û xwe ji zinaran diavêje jêrê. Bêrîtan xwedî xeta Rêbertî û azadiya bêdawî bû. Ji bona min ya girîng, têkoşîna xeta Berîtan e.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 760
Rêber APO\n\nCihê ku cara yekê ez li çarmixê kirim, peytext Atîna ye. Atîna, bi ruhekî tirsonek û çandeke paşverû, xwest ku êşa windakirina desthilatiya xwe ya sê hezar salan li ser Anatolyayê derxe; bendewariya serfiraziyeke erzan û bêrêgez a li hemberî Tirktiya Anatolya ji min hatî kirin. Dema ku fêhm kirin ev yek ne gengaz e, weke ku xwediyê min ew in, ji bedêla hinek tawîzan li Kibris û Ege weke pakêta diyariyê yan jî miheke qurbanî, xayîntiya pêşkêşkirina ji hikûmeta Tirk re ketîtiya ku di dîrokê de wekî wê nehatiye dîtin û bêşereftiya ku di tu kitêban de cihê wê nîne daye nîşandan; wekî endamê YA, li hemberî PMMA sûcê hiqûqê kiriye. Bêyî ku tu mehne (bahane)ya dijber li darîçav were dayin, bê exlaqiya di vê bûyerê de û sûcê li hember hiqûqê misoger e. Ger ku hewce bike, bi gelek şahîdan re ev yek dikare were îspatkirin. Nivîskarê Yewnanî Kazancakis, romana “Ji Nû Ve Çarmixkirina Îsa” ji zû de nivîsandiye. Lê ya min rewşa min ne takekesî ye. Çalekiya çarmixê li ser milyonan Kurdê vîna wan azad û bi mirinî girêdayî serokatiya xwe ne, hatiye kirin. Dibe ku Yewnanî ji Zeus û virde xwe pir qurnaz bihesibîn. Xwedawend Athena ya keça Zeus a ku ji enya xwe çêkiriye, bi hîle dikare xwe bixe dewsa Deîphobosê birayê Hektorê ji Troyayê û bavêje nav şerê agir tasfiye bike. Wê çaxê dikare deryê Anatolya veke. Ev rastî di mîtolojiyê de derbas dibe. Lê di sedsala 2 hezaran re mabû salek, dema ku di sedsala 20. de dijîm xistim vê xefkê. Ger ku wan bi xwe ez bikuştama, komplo be jî rengê qezayê dabanê û ev pêk bianiyana min xem nedixwar. Weke pêwîstiya çanda wan wê biba û biqediya. Lê bi usula weke diyarî paketkirina ku di tu kitêbên insanetiyê de û di tu rêgezên exlaqî de cihê wê nîne, di nav êşên nêzî 30 hezar şehîdan û hesirê dayikên şehîdan de, di demeke herî krîtîk ku ez hîç ne hazir bûm û hîn hêvîya wanî tiştina ji min hebû, çawa diwêrê min radestî tîmên şerê taybet bike? Li pişt wan serokwezîrê DYA Clînton hebûye, wî emir daye.(Şewirmendê wî yê taybet Blindkend ev di çapemeniyê fermî daxuya) Hikûmeta Yewnan jî bi leystoka dostaniyê ev pêk aniye.\n\nÎsraîl, ji bo ku di ser Tirkiye de dengeya stratejîk ava bike ne dibû xwedî heqê ku min bike qurbanî. Yê ku cara yekemîn qurbankirina mirovan rakiriye jî pêşiyê me, Hz. Îbrahîm pêxember e. Tenê ji bo bîranîn û rêzdariya ola wî jî bana, diviya bû ku MOSSAD neketana vê çalekiya qurbaniyê. Divê ji bo mezinahiyê sînorekî exlaqî hebe. Hîç neba jî diviyabû hikûmeta Yewnan nebûba amûrê vê leystika qirêj. Bi van leystikê zirav yê ku li ser Tirkiye dileyizin û li hev dikin wan bi xwe jî ji akilmendiya vê bawer nedikir dîsa jî. Diviya ku hesab bikira wê rojekê hişê Kurd jî werê serê wî û tolahildana xwe birêxistin bike. Ji hezarî yek be jî diviyaba ev îhtîmal hatiba hesabkirin. Ev sûcê ku li Navenda Xirîstiyaniya Ortadoks di her alî de ji nû ve çarmixkirina rihê Îsa Mesîh diviyaba evqasî erzan nehata kirin. Diviyaba nebûba muştaq(turev)ê Yahuda Îskarîot ê hemdem. Ya hîn xerabtir, bi van daxuyaniyên sexte bi vê bêexlaqî tirsnak sûcdarî nehata sergirtin. Ez zêde dirêjnakim. Wateya mîxê destpêkê li çarmixa min yan jî tabûta min a ku li Atîna hatî amadekirin hatiye xistin ya însanî û dîrokî di vê çarçovê de ye. Heger dirust nêzîkbûn bê esasgirtin, rexê wê yî siyasî û hiqûqî divê bênin ber çav.\n\nBizmarê duyemîn li Moskovayê hate lêxistin. Ez hîç ji vê şaş nemam û aciz nebûm. Gilîkirinê jî zêde bi mane nabînim. Min îhtîmal neda ku qaygiyên Rus û Hikûmeta wan a ku bi şiklekî herî xerab bi xemsarî nêzî nirxê xwe yî herî bavçê (soylu) dibin, yên însanî û exlaqî hebin. Rusan di vê donemê de zêde zêde îspat kirine ku nirxekî ji bo pera feda nekin nîne. Weke endamê Konseya Ewrûpa Rusya, girêdayî Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa ye. Her wekî din bi piştguh kirina xwesteka min a îltîcaya siyasî ku Duma ya di cihê parlemento de bi 298 rayên li himber yek rayê hate qebûlkirin, bi zorê avêtina min a ji Rusya dervî hiqûqê ye. Ev jî YA û PMMA elaqedar dike.\n\nBizmarê siyemîn jî li peytexta Awrûpa ya pîroz Roma li ber çavê papa hate kutandin. Her çiqasî di destpêkê de mirovê mezin Aziz Paol xirîstiyanê ku cara yekê li Romayê hatibe kuştin jî, divabû pêvajoyeke ji mirinê xerabtir ji bo min nehata inyatkirin(dayatma). Awrûpa û Roma di wê îdeayê de ne ku nûnertiya şaristaniya hemdem dikin. Ji 2000’an re salek mabû Roma divabû tişta ku li Saint Paul kir cara diduwa neceribandibana. Eynî weke wî ez jî ji Şamê dihatim. Ez î bi qasî ku zimanê min zîvirî hinek rastiyên li ser şaristaniyê bêjim. Ji bo çi hatin rewşeke ku ewqas qebûl nakin? 66 rojan weke ku di qefeseke hesinî de bigirin, li her aliyên min polisê weke pola danîn û bi xedarî nêzî min bûn. Min ê hebûn û azadîxwaziya gelekî dîrokê yê herî kevn ku mafê mirovatiyê jê re nehatî naskirin, hîna navê xwe jî nedaye qebûlkirin bianiye ser zimên. Vekiriye ku ev daxwaza demokratîk û heq li gorî nirxê Ewrûpa yên hiqûqî û siyasî ye. Ji vî heqî re hîç rêz nehate girtin. Ji bo ku ez bêm revandin her tişt hate kirin. Ji bo çarmixkirinê hemû fonksiyonên psîkolojîk hatin bicihanîn û ez hatim postakirin. Divê PMMA li ser vî aliyê rastiyê bisekine, hesap were pirsîn çima li Romaya ku teşe û giyan daye YA’yê rewşeke wiha pêşket û tişta hewce werêne ber çav.\n\nRevandina min a peytexta Kenya bi temamî bi şirîkatiya vîna Awrûpa û DYA’yê pêk hatiye. Rola herî adî jî bi zaroka xwe ya mizir Hikûmeta Yewnanê dan leyistandin. Çîroka vê dirêj e. Min qismen behsê kir. Pêwîst bike ezê vê rastiya revandin û radestkirina li Sefîri(elçilik)yên Kenyayê bi devkî jî dirêj dirêj û peyitandî li PMMAyê bêjim. Yek ji îşê komployê yê herî qirêj jî erka barkirina tabût, çarmix û pakêtê, kişandina ben a ku bi dest yamyamên Afrîka yên ji Kenya ku baş hatine terbiye kirin hatî pêkanîn e. Qaşo Awrûpa pir û pak bû, sûc jî Kenya kir! Xuyaye ku, Awrûpa di qirkirina gelan de baş tecrûbe qezenc kiriye. Di vê derê de jî rola celadê siyasî yê sivik leyîstiye. Ji ber ku ji raya giştî û zagonan dipelikîne(çekinmek), hinekî jî ev taktîk xistiye dewrê. Yanî li Awrûpa karê qirêj qet nabe; bibe bibe jî di navbera yemyaman de dibe.\n\nLi Kenya rola DYA’yê vekiriye. Jixwe serokê DYA’yê li rola xwe, yanî emrê radestkirinê xwedî derketiye. Li gorî min teqez e ku îstîxbarata Yewnan û CIA vê leyistikê ne ji eşqa Tirkiye re leyîstine. Şika nakim ku weke armanceke stratejîk dipejirênin ku mirina min ji destê Tirkan be. Bawer dikim ku nêzîkatiya Îngilîzan jî ev e. Li gorî min qismen weke berxwedêrekî qebe dijminatiya Tirkan nekirina min, qismen jî nêzîkatiya Serkantiya Giştî ya Tirk a îhtîyadî, pêşiya teqîna bomba ku ji vê leyistikê hêvî dikirin ku di şexsê min de bibe malî jiyana dehhezaran girt. Pêşî hat girtin ku sedsala 21. bibe weke sedsala pevçûna Kurd û Tirk. Eşkereye ku, ev leyistika ku di bin maskeya dostaniyê de him li Tirkan him li Kurdan tê kirin, komploya ji lîstikên Bîzansê yên ku di dîrokê de weke wan ne hatiye dîtin hîn xerabtir herî bêzirav û bêşeref e. Ez di wê baweriyê de me ku hewceye him Kurd him Tirk teqez vî aliyê komloyê bibînin.\n\nÎsraîl, di radestkirina min û tecrîtkirina min a di raya dinyayê de rola diyarker leyîstiye. Derketina min a Rojhilata Navîn û di Tevgera Kurd de pêşxistina min a xeteke nû ji xwe re reqîb û talûke dîtiye. Wexta ku weke kevneşopî Tevgera Kurd tê gotin Îsraîl, hezên hevkarên Kurd yên Iraqê esas digire, hewl dide ku bi rêka wan hemû Kurdan di têkiliyên pir alî yên bi wan re bixe nav tevneke stratjîk de. Tevgerîna min a serbixwe û perçekirina min a vê tevnê, her wekî din timî tengkirina min a saha hevkaran û di saha Ereban de zêde mayina min, rê li ber vekir ku di derheqê min de di raya dinyayê de stratejiyê pêş bixin. Dibêjim qey ez ji Îsraîlê rewşekê ku ji Arafê hîn bêhtir neyê xwestin dixwazim. Van faktoran di ketina wan î îtifaqa stratejîk a bi Tirkiye re di derheqê min de rola bingehin leyîstine. Gumana min nîne ku ev stratejî aîdî rastê Îsraîl e li cem vê yekê, derneketiya holê ku ji milê xeta Şîmon Perez a ku nûnertiya çepê dike çiqasî tê pejirandin nayê pejirandin.\n\nÎsraîl ji beriya 9’ê Cotmeha 1998’an de dest avêtiye min. Ji bombebarankirina 6’ê Gulan 1996’an xebera wî û piştgiriya wî heye. Mijareke hêjayî lêkolînê ye ku Yewnanîstan çiqasî weke taşeron hatî bikaranîn. Ji aliyê serok Primakov mişextina min a ji Moskova bi lobiya Îsraîl û Yahûdî re pêwendîdar e. Tê bîra min Ariyel Şaron bizat bixwe hatibû. Ya ku bi ser DYA de Îtalya ditepisand jî Îsraîl e. Li Londra, Awrûpa li pişt nîşandana tewrê zilamê nayê xwestin îhtimaleke mezine ku MOSSAD hebe. Ya ku zor da DYA ku di derheqê min de emrê radestkirinê bide jî rastiya Cihû ye. Ez hertim vê tewra Îsraîl dişibihênim tiştên ku di derketinê de anîne serê Musa belkî jî kuştina wî. Ez hertim dixwazim ku cihê gelê Cihû di Rojhilata Navîn a demokratîk de hebe. Dîsa min hertim heyrantî û rêz da hêza felsefe, huner û zanista Cihû. Wê her roj baştir fêhm bikin bi tişta ku li min kirin gelek zerarê didin xwe. Kurd bi dîtina rastiya bi vî şiklî wê hîn bêhtir şiyar bibin, wê îspat bikin ku bigihin hêza xwe, û edaletê bînin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 432
Teoriya Şoreşgerî, yên ku bala xwe didin afirîneriya wan dizanin ku, di Kurdistanê de şoreşeke mezin tê jiyankirin. Tirkiye jî ketiye nav pêxirtengiyeke pir mezin. Ji bo vê jî gengaz e ku di kêliyan de pêşketinên şorêşgerî çêbibin û PKK jî vê ji bo hesaba xwe pir bi wate bi rê ve dibe. Paşketineke herî piçûk jî tune, livandineke pir piçûk jî nîne. Baskê Tirkiyeyê baş kar nake. Ev jî gunehê şoreşgerên Tirkiyeyî ne, bêberpirsyartiya wan e. Berovajî vê rewşe dê ev îqtîdar hilweşiya ba ev pêngava me ya heyî Tirkiyeyê jî bi ser xwe ve tîne. Hem çepgirê durist, hem rastgirê durist kanalîzê têkoşînê dike. Ev derdikeve holê; aliyê li hember, niyeta xwe nîne di hûndir de û bi reforman xwe sererast bike. Tişta ku were kirin bi derketinên Şoreşgerî ber bi riyên çareseriyê ve çûyîn e. Jixwe tişta ku partiya me dike jî ev e. Ji aliyekî ve agirbest xwe amadekirina pergalê ji bo hin reforman bû. Lê, ji ber ku wan ev şansê xwe bikar ne anîn, bi xwezayî pir hêz winda kirin û me di asta herî kêm de hem di qada dîplomasî de, hem di qada siyasî de pêşketinek bi encam kir, em derbasî rewşeke serwer dibin. Hêza çareseriya rast li ku derê ye tê fêmkirin. Jixwe partî ji bo pêngaveke ewqas mezin, hemû derfet û rê heya dawî vekir. Ligel vê ev çend mehên derbasbûyî vala neçûye. Amadekariyek pir mezin, tevgerînek çebû. Misoger e ku di gerîla de pêşketin heye. Hema bêje di welatê me de qada ku pêwîste xwe gihandin were çêkirin di van qadan de ev pêşketin ava bûne. Ango bi giştî ye. Dikare were gotin ku, di bingeha hemû pêşketinan de, gerîla bi saxlemî piyê xwe danîna erdê heye. Cara yekemîne ku bi rêkûpêk, saxlemî pê li erdî tê kirin; rê li ber polîtîqayên pir mezin vedike. Binesaziya wê saxlem tê avakirin, li ser vê dikare avahiyek nû were avakirin. Di van rojan de ji bo me pêşketinên şoreşî, bi awayekî bi wate pêşde diçin. Dikare hemû hendîqabên dijmin werin derbaskirin. Lê dema ku hemû şervan, kadro ne di vê ferqê de bin, ev jî mijarekecuda ye. Li vir tişta bingehîn, pêşketina Şoreşgerî misogerkirin bû. Di destê me de ji hemû ragihandinan zêdetir encam hene. Ev pêvajo bi awayekî rast danîna holê û bi nêzîkatiyan rastir bi encam kirin, wê encam û berhemên wisa ku qet neyên texmînkirin bi xwe re bîne. Berê ew qas nebû. Rast pêk anîn û disiplîn bingeh girtin, wê pir encamên ku kes texmîn neke bide û bi xwe re bîne. Em bêjin dehezar kes heman rewşê jiyan dikin. Ev bûyereke mezin e!.. Pêşketinên ku îro derdikevin holê serkeftinê misoger dikin, bi pêşketinên îro em dikarin van bibinîn. Ev hêjî gavên pir piçûkin. Em perspektîfên li pêşiya xwe hinekî jiyanî bikin. Wê demê em ê bibînin ku li wê derê, serkeftinên pir mezin tên pêşxistin. Li gorî min zêde naskirin bikar bînin. Ev ji çavkaniya xwe, bi salan dest ji xwe berdanê digir e. Di dîroka têkoşîna xwe de ev panzdeh sale li vir derbas dikim. Ev derdikeve holê; ger her kes hin zêdetir li ser xwe bisekine û biponije, wê demê dikare rast bîne ser ziman, ger ji ber karê rast baz bide ma wê rê li ber çi veke! Dîrok şahide, ji vê mezintir wê nehatiba kirin. Me pir dixwest em pir nirx, şans bidin we hemûyan. Weke ku min dabû diyarkirin ev hinekî bi yê ku digirin ve jî girêdayî ye. Em dizanin ku heya vê astê hatin ne hêsanî ye. Li gorî min hatina heya vir bi kedek pir mezin çêbû. We çiqasî em naskirine ew jî karê we ye. Tişta ku ji destê me dihat, me heya henaseya xwe ya dawî anî û me kir. Tu yê ciwan bî, bi ewqas zanabûnê bi rê bikevî, karê baş jî nekî. Ev jî nayê hizirandin. Yên ku pewîstiyên wan bi jiyanê heye hûn bixwe ne, yên ku pêwîstiyên wan bi serkeftinê heye hûn bi xwe ne. Wê demê pêwîste hûn li gorî vê jî xwe avabikin. Rêbertî çi ye? Rêbertî; rê nîşandanekî baş e, hûnera baş perwerdekirina mirovan e. Weke hin kes difikirin xwe li ser serê vê/î wê/î dane avakirin, an jî vê û wê wisa jiyanbike, ne jî xwe xapandine. Berovajî vê Rêbertî, bûyera xizmet kirinek mezin, hêmana pêşxistina kar e, me hewl da ku vê pêşkêş bikin. Lê ev jî wê di pratîkê de diyar bibe. Pratîka me pratîkeke niha jî kar dike ye. Bi asta herî kêm windahî, ji partiyê re xizmeta herî baş tê dayîn. Em rewşekê bêgirî, bê gazindan û di xwe de jî kûrbûnek mezin avakirin, afirîner û rûmetgiran, di rewşek wiha de bi rêve dibin. Dema ku em her kesî bi rêve dibin, xwe rêvebirin jî bûyereke mezine. Hê jî fêrkirina taktîk berdewam dikim. Mirovên şoreşger zekîne, bihizirin, dahûrîner in, dilxweşî di asta jor de ye. Şêweya şoreşgertiya me, ya ku li ser piyan mayî ye. Her dem min ev got; “Ger serkeftin nebe ez nikarim rojekê jî li ser piyan bimînim. Jiyana min yeksan; serkeftine! Hûn jî wê taybetmendiyeke wiha bigirin. Her wiha dema ku bi windahiyan bi encam bû, herkes winda dike, her tişt diçe. Ji ber kê? Ji ber kesên ku zagonan pêk naynin, şoreşê baş bi rêve nabin çêdibe. Ji bo gav avetinên mezin kesayetek çawa tê xwestin, kî yê, çawa bike? Li gorî nêrîna min hûn dikarin bikin. Her çar aliyê we bi dijmin hatiye dorpêç kirin. Pêwîstiya we bi hevaltiyek mezin, yekîtî, hevkariya kar û baldariyê heye. Hûnê vê bê kêmasî û ji bo hemû Kurdistanê bikin. Yekem care di heyama welat de em siyasal dibin, bi artêş dibin. Êdî bersiva vê pirsê bidin; “ez ê çawa bibim pêşengê wê?”ev ne zehmete! Li vir çendanî ne çawanî grîng e. Çend kes jî xwe bidinê, dikarin karên dîrokî bikin. Me heya cihekî xizmeta xwe kir. Ji vir şûnde, hûnê ji bo xwe, welatê xwe ji bo gelê xwe kar bikin. Bi awayekî din mirov nikare bibe xwediyê rûmetê. Ya ku te bike xwedî rûmet û hesiyetê ev nêzîkatî ye, şansê xwe baş bikar bînin. Kesekî ji min re negot, ew qas kar bike, bi serbixe. Ez bi xwe derketim û min bi serxist. Bi gavên piçûk, meşeke bi hûrik mûrik em îro gihiştin meşa vî şerî. Tişta ku qet jê bawerî nayê kirin tê serxistin. Yekem care dijminek wiha, xistina rewşek rastkirinê çêdibe. Bi ser de biçin. Bi girtina tolhildana êş û jana hezaran sal bi ser peywîrên xwe de biçin. Ez di wê baweriyê de me, ev hemû dê di we de destpêkirinek hewldanên zanabûn û bi pilan karkirinê rol bileyîze. Ya hesanî hilnebijêrin, ji ber ku di hesanîbûnekê de şaşîtiyek an jî şaşîtî hene. Ji ber ku dê li hemberî zehmetiyan têkoşîn were kirin rewşek ku me têxe tengasiyê nîne. Havîna 1993’yan ji aliyê me de pêş dikeve. Ger rewşeke neasayî çênebe, artêş û enî wê bi awayekî lez mezin bibe. Jixwe xebatên partî, yê kadro bi qasî ku nabe nasîbê kesekî ew qas berfirehe. Ger tiştên pêwîst were kirin tam were bi cî anîn serkeftin çêbibe. Em jî ji bo serkeftinê hene. Jiyaneke ne serkeftî, ji bo me ji mirinê xirabtire. Li cem me dirûşme: “Ya Serkeftin, Ya Serkeftin”, weke din rê tunê ye. Ger em vê jî piştguh nekin, bi serde biçin, wê demê her qada ku hûn biçinê dikarin tevkariyeke xwe bidin çêkirin. Pêwîste em bi leşkertiyeke ji rêzê razî nebin. Em didin diyarkirin ku, berdêla layîqî mirovahî û gelan bûyîn bi serkeftinan dikarin bidin. Dema ku em dibêjin; “şerê gelan, cejna gelane” ji bo gelê me jî cejna herî bi rûmet tê jiyan kirin. Dema ku hûn diçin vê cejnê reng tev dikin, dewlemendiyan tevlîdikin. Em dibêjin bijî ji we re. Hemû hewldanên me, hemû gelê me wisa nêzî azadiyê kirin, di rojên azad de anîna gel hev, dane diyarkirin ku jiyana bingehîn ev e, ev rastî nîşan dan. Me hinek kir, hûn zêdetir bikin. Bi vî awayî bersiva; “lehengên gel kî ne?”di kesayeta xwe de bersiv bidin. Tişta ku li we were û tê hêvîkirin jî ev e. Li ser vî bingehî carek din ji hemûyan re serkeftin dixwazim.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 740


