• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. RÊBER APO

EZ WEKE KARKERÊ HEZKIRINÊ XWE PÊNASE DIKIM

Rêber APO Di jina civaka Kurd de, şopên ku ji heyama neolîtîkê ve mane, hê jî bandora xwe didomîne. Bi vê re qehra hemû pêvajoyên şaristaniyê kişandî ye. Xwedî avaniyeke berxwedêr e. Eşkereye ku bi xiyaneta serdemê re jî rû bi rû maye. Gava ku ev taybetmendiyana bi hewldanên gerdûnî yên femînîzmê re yekbûn, partiyeke jinê ya cûda dikare di têkoşîna azadî, wekhevî û demokratîkbûna civakî de risteke mezin bileyîze. PAJK li gorî vê ristê hatiye damezirandin. Her çiqasî bi hêsanî nekaribe ji feraseta zilamtiya serwer rizgar bibe jî, israra di azadiyê de xwedî girîngiyeke dest jê nayê berdan e. Azadkirina cîhana jinê, jin bi xwe jîriya xwe ya hestiyarî û jîriya analîtîk bi hevre bikaranînê pêk anîn, wê ya herî baş be. Ji bo jinê mîtolojî, felsefe, ol û zanist divê jinûve di berçav re were derbaskirin, divê bi şîrovekirina jîriya jinê ya azad û xweser kirdarî bibe. Bi jîriya jinê nêzîkatî li teorî û pratîkê kirin, wê watedartir bibe cîhaneke ku nêzî xwezayê, aşitîxwaz, azadîxwaz, wekhevîxwaz û  jiyaneke ku bi xweşikbûnan tijî ye. Di Rojhilata Navîn de sêyemîn xebata min a destanî, ya ku di derbarê azadiya jinê de ye. Li gorî min ev xebata ku pêwîste ji xebatên rizgariya welatan û kedê ser ê pêşîntir be, ya herî zor bû. Jin; çîn, netewe û zayenda bindest a yekem û bi kok a paşverûtî û koletiyê ye. Û beriya her tiştî pêwîste behsa bîrdoziya rizgariya jinê bê kirin. Em li pey afirandina vê bîrdoziyê ne. Wiha ji bin vî karî nekarin bi yek-du bûyer, yek-du çalakî û şîrovekirina ji rêzê ve, derkevin. Beyî ku bi awayeke pir gurahî pêşketina bîrdoziya rizgariya jinê bê pêkanîn, her tişt nekare ji xwe xapandinê wêdetir biçe. Û ez bawer dikim ku, pêwîstî bi  bîrdoziyeke rizgariya jinê ya pir cidî heye. Bîrdoziya jinê beriya her tiştî bê ax çênabe. Heta vebûna axê ji çandiniyê re, ji hilberînê re, hinekî jî bi hunera jinê ve pêwendîdar e. Nexwe, yekemîn rêgeza bîrdoziya jinê, jiyîna li axên lê ji dayik bûye ye. Yanî bi gotina rojaneyî welatparêzî. Xala duyemîn, heke jin wê di jiyanê de cih bigre, pêwîste ku bi ramana xwe ya azad, bi vîna xwe ya azad tevlî jiyanê bibe. Heke wê ev bîrdozî pêk bê, ravekirineke herî şênber a vê jin weke dixwaze wê bijî, bîryar dide. Em ê bi ramana wê ewle bibin, li vîna wê rêzdar bin. Rêgezeke vê bîrdoziyê ya dest jê nayê berdan jî ev e. Sê, ji xwe ji bo ku evaya pêk bê, ji bo parvekirineke jiyanê ya girêdayî azadiyê, birêxistinîbûn pêwîste. Mirovê bêrêxistin ne tişteke. Rêxistinbûna yekem bi jinê despê kiriye. Hêza ku pêwîste herî zêde rêxistinbûnê esas bigre jin e. Zilam dibe ku bêrêxistin bibe an jî ji xwe rêxistinê zilam pir in. Pêwîst dike ku jin rêxistina xwe ya xweser giştî bike. Pêwîst dike ku pêhesanên xwe(duyargalarını) li hemû qadên civakî belav bike. Pêwîste jin birêxistin be. Vêya carekê li guhê xwe guharên wê heye jî, divê hûn li van guharên xwe birêxistîbûnê binivîsin. Ev guharana divê wiha neyê wateyek din. Bi birêxistibûnê re divê hûn jiyana xwe tev ji têkoşînê pêkhatî bibînin. Ji ber ku nasnameya jinê ji ber bêtêkoşîniye, xistine nava çar dîwaran. Karên hevîr dane wê, bi karên hêsan ve hatiye mijûlkirin. Yanî di nava sepandineke mîna kesayeta karên vala de bûne. Ji ber vê di serî de hîmên bîrdozî-polîtîk, di derbarê rêxistinî de, di derbarê çandê de, welhasil di derbarê her tiştê ku wê bihêz bike de, divê bibe têkoşerek tam. Ne ji bo ku xwe bi xwe heya mirinê li mêzekirina zarokan, nizanim bi karên hevîr re mehkûm bike, divê bêje ez ê bibim rêxistinkarek baş. Kar û barê min têkoşînkirin e. Li gorî min jiyîna bi jinê re têkiliya wê bi estetîk-xweşikbûnê re jî heye. Ji bo ku têkiliya asta kirêtiya jiyana niha bi çewsînê re heye, ji bo ku têkiliya wê bi mêtîngeriyê re pir bandorker e, jina ku dixwaze bijî pêwîste misoger hunerê-çandê-estetîkê pişt guh neke. Em ji fîzîka wê bigrin heya xweşikbûna ramana wê, ji hîtaba wê bigrin heya ronahiya giyana wê, divê girêdayî teoriyeke-rêgezeke estetîk be. Heke hûn jiyaneke, bi awayê van pênc rêgezan û bi awayê xalên ku hê jî dikare bikeve kûrahiya van, ji xwe re esas bigrin, li gorî min we çeka herî mezin a rizgariyê bi dest xistiye. Bi van çekan tu saziyeke ku bi zêdeyî zilamin hûn ê neynin rê tune ye. Cardin tu zilamê ku hûn ê neynin rê ji tune ye û li gorî min jiyana herî hêja jî ev e. Jin jine. Jin; nabe nîv jin, nîv zilam. Jin jine, lê li vir hinek xal hene. Divê ne bibe siya zilam, ne jî dirûveyî zilam be. Jin bi xwe rastiyeke, jin bi xwe jiyan e. Taybetmendiyên wê hene. Ji xwe jin di bin siya zilam de, ji jintiyê derketi ye. Ev ne rast e. Jin bi keda xwe, bi şerê xwe, xwe diafirîne. Ez dikarim vêya sedî sed diyarbikim ku, jin di bin siya zilam de nayê afirandin lê ya ku hewl dide li gorî zilam bike jî ji jintiyê derdikeve û tu nirxê wê namîne. Li Kurdistanê di PAJK’ê de israr û pêşketin dikare bigihîne xawêniyên xwedawendê, pakbûna ferîşte ye, xweşikbûna Afrodît ê. Sentezeke jinê ya wiha; çandeke zilam a çareserneke, hêzeke jiyanê ya nekişîne, çalakiyeke ku nemeşîne nabe. Di dîrokê de, di mîtolojiyê de heya ku xawêniyeke jinê ya hemtayê pîrozweriya xwedawendê –li hemberî jinoyîbûyîn û zilamtiya zorbaz- neyê pêşxistin, di jiyanê de esîltî, azadî û wekhevî nayê pêk anîn. Heya ku ev nirxana neyên pêkanîn, jiyan nekare ji bûyîna nirxeke windayî rizgar bibe. Rizgarkirina azadî, jiyana bedew û rûmetê pir girîng e. Heke rûmet tunebe, wê jinê bigrin bêxin maleke taybet. Namûsa Kurd xistine çi rewşê? Namûs ne ew e. Namûs parastina nasnameya xwe û hebûna xwe ya cewherî ye, hezkirin jî ji wir derdikeve. Bûyera ku dibêjin hezkirin jî ji vir derdikeve. Ez di wateya kesî de dibêjim, divê kurd çawa bijî. Hezkirin, namûs, weke kesî kurdeke bi namûs divê çawa bijî, ez ketime pey vê. Ez hewl didim ku vêya ji keçan re jî vebêjim. Ez çima dibêjim hezkirin, jin? Divê hezkirin, evîn hebe. Em kêm heznakin, em mezin hezdikin. Em ji bo evînê şer dikin. Ez ji bo jinê dîroka pênc hezar salî dahûrîn dikim, dibêjim netewa herî kevin, çîna herî kevin. Ez bi xwe jî karkereke, kedkareke mezin yê wan im. Dikarin ji bo azadiya wan, ji bo hezkirinê min weke karkerekî pênase bikin, bibînin. Ez weke karkerê hezkirinê xwe pênase dikim. Ez dixwazim mezin bibin. Bila jin li ser vê bingehê bigihîjin çanda xwedawend ê. Bila ji olê zilam re, ji xwedayê zilam re bêjin na. Me ew xwedayana derxistin holê, qels kir. Bila jin derbikeve holê, bila nasnameya xwe û azadiya xwe qezenc bike, em hez ji wê jinê jî bikin. Me, erdnîgariya dayika xwedawend, evîna xwedawend afirand. Em ê wê çandê biafirînin, li berxwe bidin,  xwe qayîm bikin, bi xwe jî ewle bin. Tenê zilamê ku tam tê xala serkeftinê, dikare jê bê hezkirin. Lê wê di her xalê de bigihîje serkeftin e. Bi jinê re bûyîna wî; wê bê wateya bi welat re, bi azadiyê re, bi azadiya jiyanê re bûyînê. Divê armanca we jî ev be. Heya ku hûn zilam bînin vê xalê, hûn ê şereke watedar bi wî re, li hemberî wî bimeşînin û bikin mirov. Ev mafê wê ye, erka wê ye. Rojeva bingehîn a mirovahiyê ya di sedsala 21. de, ji hêla saziyên polîtîk ên nû û lêgerînên nasnameya bîrdozî ya ku ev têkilî û nakokiyên bingehîn teşe didinê ve tê diyarkirin. Bê guman a ku van têkilî û nakokiyan diyar dike, di bingeh de asta ku pêşketina teknîka zanistî gihîştiyê ye. Hewl tê dayîn ku li ser van bingehên berbiçav (objektif) nirxandinên rewşê jinûve bê kirin. Guftûgoyên têne kirin ji serî heya binî her mijarê girtiye naveroka xwe. Di roja me de tenê navê pirsgirêkê lê hatiye kirin, tam bi naveroka xwe nehatiye diyarkirin. Bernameya wê, stratejiya wê, şêwazên rêxistin û çalakiya wê bi wateya xwe ya tam ve li rojevê bicihbûyînê dûr e. Çawa ku dîrok, li ser bingeha koletiya zayendî ya jinê weke dîrokeke zorbazî, şer, mêtin û derewkariyê dest bi şaristaniya civaka çîndarî kiribe, bi têkoşîna azadiya jinê û serkeftina wê re jî wê weke dirokeke azadî, aşitî, wekhevî û rastiyê jinûve bê afirandin û nivîsandin. Hemû şanîker(gösterge) nîşan didin ku di berbanga şaristaniya nû de azadiya jinê wê rista diyarber bileyîze û serdemeke jina azad dikare dûbare lê di asta jortir de bê jiyîn. Bi awayê avanîsaziyên civakî yên hatine avakirin berbiçavbûyîna utopyayên azadî û wekheviyê, di dûrahiya erkên pratîkî ya rojê de ne. A pêwîst, hêza vîna azadiyê û nirxê zanistî ya rêya ketinê ye. Em behsa heyama ku evîna rastiyê nêzî jiyana azad bûye dikin. Gotina me ya cewherî ev e; RASTÎ EVÎN E, EVÎN JIYANA AZAD E. Pergal ji zû ve şensê xwe ya ku bi reforman sererast bibe winda kiriye. A pêwîst “Şoreşeke Jinê” ya ku di hemû qadên civakî de bê meşandin e. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr be, şoreşa jinê jî divê bibe şoreşa azadî û wekheviyê ya herî kûr. Şoreşa jinê him di teorî de, him jî di çalakiyê de derketinên herî bingehîn pêwîst dike. Di serêpêşîn de li hemberî bîrdoziya zayendperest şereke hevpişt û domdarî pêwîste. Ji hêla exlaqî û polîtîk de jî pêwîst dike ku li hemberî hişmendiya destavêtinker a ku di bist û çar demjimêrê rojê de di meriyetê deye şer were kûrkirin. Pêwîst dike ku bi armanca desthilatî û mêtinî zarok anîn were mehkûmkirin û redkirin. Pêwîst dike ku vîna zarok anînê bi tevahî ji jina azadbûyî re were hiştin. Di bîrdoziya xanedanî û malbatê de şoreş pêwîst dike. Pêwîste ku hêza jiyana bi jinê re ne girêdayî di feraseta bûyîna xwedî zarokan û têrkirina dilbîjina zayendî de, weke girêya civaktî, hevaltî û dostaniya herî kûr, di çêkirina xweşikbûn, dilsozî, aşitî, esîltiyî de û di parvekirina azad û wekhev de bibîne. Bê guman bi jinê re parvekirina azad û wekhev a jiyanê, ferzaniya beramberê hev a rastiya civakî ku misoger rast diçe, pêwîst dike. Evîna rastî tenê dikare di hevsengiya hêza rastiya civakî ya beramberê hev de bê jiyîn. Tu carî evîn di kesayetên ku bi koletiyê, destavêtinê û desthilatiyê ve bûne pêk nayê. Îflaskirina malbatê û ezmûnên neserkeftî yên hatine jiyîn vê rastiyê piştrast dike. Gava ku jin jî herî kêm qasî zilam bibe xwedî ferzaniyê û hêza civakî, dikare hezkirin û xweşikbûn di nava aşitî û bêdesthilatî de bi awayê azad û wekhev bê çêkirin û bi parvekirinê re jiyîna wê bê pêk anîn. Roja me, pêşanî dayina şoreşa jinê ya sedsala 21. merc(şart) dike. Diruşmeya “An jiyan an barbartî” vê şoreşê disepîne. Çareseriya nûjentiya demokratîk di mijara pirsgirêk û şoreşa jinê de bi mengî û bi çalak e. Neteweyên nûjentiya demokratîk ne projeyên ku bêyî jin bê projekirin û pêkanîn. Berevajî, şoreşên ku di her gava wê de bi jinê re parvekirina ferzantî û çalaktî re bêne pêkanîn e. Civaka aborî; mina ku bi pêşengtiya jinê re avakirina wê pêk hatiye, jinûve avakirina wê de jî hêza komînal a jinê pêwîst dike. Aborî, çalakî û pîşeya civakî ya cewherîn a jinê ye. Ekolojî, zanista ku tenê bi hestiyariya jinê bigihîje civakê ye. Jin weke nasname hawîrî(çevresel) ye. Civaka demokratîk, civaka ku hişmendî û vîna azad a jinê pêwîst dike ye. A rastî nûjentiya demokratîk, serdema şoreş û şaristaniya jinê ye. Min berê jî gotibû. Faşîzma herî kevin, herî êrîşkar nêzîkatiya zilam a li hemberî jinê ye. Ji ber vê ez dibêjim, pêwîste ku min rast fêm bikin. Nêzîkatiya min a ji jinê re bi tevahî li ser bingeha azadiyê ye. Ev qasî ku ji bo gel e, ji bo jinê jî wiha ye heta ji bo zilam jî wiha ye. Pêwîste ku xwe baş nasbikin û pênase bikin. Bê guftûgoye ku heke azadî nebe nabe lê azadî, rewşeke mejî û giyanî ye. Pêwîste ku mirov bi hestên xwe xwe nas bike, li ser ramanên xwe serwer be û dixwaze çi bijî pênase bike. Ev e azadî. Min hertim ev ji keçan re digot. Ji ber vê, heke dibêjin azadiya jinê bila li ser vê bingehê nêzî min bibin, heke hezbikin bila wiha hezbikin, an na bila xwe berhewa newestînin. Heke wê werîn bila li ser vê bingehê werin. Min li ser bingeha azadiyê bi jinê re jiyan kir û ez ê bijîm. Têkiliya di navbera zayendan de, wê bibe xebateke ku pêwîste herî zêde ji niha û pê ve bi taybetî pêş bixînim e. Heta ez di wê baweriyê de me ku sedsala 21. wê bibe sedsala ku têkiliyên di navbera zayendan de herî zêde bê saz kirin e. Weke  ku yekem dij-şoreş di qada zayendê de hatiye çêkirin, şoreşa dawî ya herî mezin jî wê di têkiliyên zayend de pêk bê. Heya ku pirsgirêka zayend neyê dahûrîn, pirsgirêka siyasî nayê dahûrîn, demokrasiya civakî nayê dahûrîn. Heke tu nekarî têkiliyên xwe bi zayenda hember re an jî bi zayenda ku pê re hevramane û di nava jiyanê de ye saz biki, tu yê karibi kîjan demokrasiyê saz biki? Tu yê karibi kîjan demokrasiya siyasî pêş bixîni. Çawa ku ji bo hin neteweyan, heta ji bo baweriyên civakî yên cûr bi cûr hinek destpêkên mîladî hene; gava ku azadiya jinê dibe mijara gotinê ev gavên ku me avêtine jî wê di wateya jiyana azad de bibe despêkek, tenê ne ji bo Kurdistanê, misogere ku cihekî wê di jiyana azad a hemû jinên cîhanê de çêbibe. Dema di nava gaveke ku wateya wiha ye de şer dikin, bêguman wê ev pir biêş derbas bibe, eşkereye ku qasî şereke mezin ê zanebûnê wê şerê vînî pêwîst bike. Heya ku koletiya sedsalan, hezar salan bi şereke mezin a ramanî, bi vînê nedin, qasî vê rastiyeke ku hûn ê nekaribin şensê jiyana azad a ku we pir bêriya wê kiriye qezenc bikin. Zorî, ji ber rewişta şerê azadiyê û armancê derdikevin. Gava ku bi rastî li ser lêhûrbûn were kirin wê bê dîtin ku, şerê herî şewatkar ên netewî, çînî, civakî di rastiya zayend de tê jiyîn. Têgehên zayend, têgehên zayendî ku tê gotin herî tabû ne, qadeke ku çewsînên civakî herî zêde xwe lê vedişêrin û bi exlaqeke qelp bi jinê dane windakirin e. Me ev jî parçe kir û bi taybetî weke pêdiviya girêdanbûna şehadetên jin ên mezin û hêja, me ev bi wêrekî meşand û weke hûn dibînin weke encameke vê girêdanbûnê tev hêza jiyana azad û têkoşeriya wê derket holê. Misogere ku berevajî zîvirandina vê dîrokê wê bi xwe re encamên civakî yên herî kûr bîne. Bi azadî jinûve jidayikbûna jinê, wê di hemû saziyên jêr û jor ên civakê de azadbûyîneke giştî, ronahiyê û dadweriyê pêwîst dike. Wê qanî kirin bide ku li şûna şer aşitî hêjayîtire û pêwîste were bilindkirin e. Jina qezenc dike, tê wateya kes û civaka ku di her astê de qezenc dike ye. Ev çarçoveya kurt jî eşkere nîşan dide ku demokratîkbûna di qada maf û azadiyên jinê de çi qasî dîrokî ye. Di vê wateyê de sedsala 21. ku serdema jina hişyar dibe, azad dibe, hêz dibe dayîna despêkirin, diyardeyeke ku ji rizgariya çînî û neteweyî jî girîngtir e. Dema şaristaniya demokratîk, wê bibe serdemeke ku jin ji her heyamê zêdetir bilind dibe û qezenc dike ye. Bi baweriya ku dihisim wê rojekê misoger bigihîjin jina bihêz a ku wê zilamê paşverû û zorbaz bîne rê, li gorî giyana pêvajoyê bilindkirina têkoşîna we dixwazim, hezkirin û rêzên xwe pêşkêş dikim.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 741

15’Ê TEBAXÊ PÊNGAVA BINGEHÎN A TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YE

RÊBER APO Mirov dikare binirxîne ku pêngava 15’ê Tebaxê serkeftina keda mirovên bi esil e. Pêngava 15’ê Tebaxê serkeftina li hember her cûreyên ketîbûyîn, bêbiryarbûyîn, dudilî, her cûreyên binketinê, zilmê vegotina serkeftinê ye. Cardin di serî de li hember, tevahî sivikbûyînê, bêesilbûyînê, bêbawerbûyînê serkeftinek bû. Di heman demê de li hember hişmendî û kesên ku durist nêzî nasname û mirovahiya xwe nabe û li hember xwe xapandinê serkeftinek bû. Me ev pêngav li hember mirovên ketî pêşxist. Me ev pêngav li hember mirovên ku ji bo xwe jiyanek ketî layîq dibînin û jiyan dikin pêşvebir. Cardin ji bo pergala zilmê ku gelek ji xwe bawer dike baweriya li hember wê da hejandin û pêşxist. Me ev pêngav pozberê(hember) kesên ku sifatê “mirov nabe” layîqê xwe nabînin û bi tu awayî hezim nakin kir. Eşkere ye ger ku îdîayê me yê mezin ne bûya me ne dikarî cesaret ji vê gava mezin re bikin. Ji ber pêngava 15’ê Tebaxê mirovan ronî dike, bi heybete û hesap di pirse. Mirov di vê demê de ketine. Têkiliyên hevaltî daynin aliyekê, bi hevaltiyê re leystin ji bo xwe weke marîfet dibînin. Dide diyar kirin ku ger em derfetan baş binirxînin emê serbikevin. Lê belê mirov li vir weke partî, milîtanên wê yên hêja, şervan û fermandarên wê encam ji kêmasî, şaşitî û lewaztiyên xwe derxistin gelek giring e. Ji xwe ew taybetmendiyên ku me ber bi binketinê ve dibe, em bigihêjin li ser lûtkeya serkeftinê jî, yê ku vê pêkneynîn ew kesayetên binketîn e. Niha me ev neqandiye û ev derxist holê. Me xwest em di cihê van de taybetmendiyên ku van lawaztiyan binbixe serwer bikin. Yê ku pêk tê jî ev e. Temînata serkeftinê jî ev e. Niha lazime ji vê were bawer kirin, were fam kirin û di kesayet de xwere pêk anîn û heya hûcreyan were hûndirîn kirin. Ger ev guhertin û veguhertina kesayet neye bi serxistin derket holê jî; nexweşiya deshilatdarî, ango bi kesayetê pergalê re jiyana ku di pergalê de ne dîtiye di partiya me de dîtin, mûnafiqtiya herî mezine, ango oportûnîzîm jiyaneke ketî û şexsî ye. Ev ne subjektîf ne jî objektîf derfetên wan nîne. Lê kesayetên zelal ne bûne, yên ku xwe ji nû de na afirînin, nûnertiya vê xeteriya mezin dikin. ger dest ji van kesayetan were berdan, di ruh de, fikir de û nêzîkatiyên xwe de dest jê were berdan, di cihê wê de bi kesayetên nû were veguherîn, hûndirîn kirin bibe ew dem ji bo serkeftinê derfetê bingehîn wê were pêkaînin. Derfetên din yê objektîf çi dibe bila bibe heya ku ev pêk neye serkeftin çênabe. Pêwîste em vê gafletê carekê din jiyan nekin! Partiya me û artêşa me xwedî feraseteke rast yê xwe bûyînê ye. Perwerdeyên bê kêmasî hatine dayîn. Şer karê mirovên egîd e! Karê mirovên ku heta dawiyê rastiyên dîrokê rojane dibîne û têgihiştî nêz dibe ye. Karê kesên ku bi îradeye û vî karî jî bi zevk û weke karbend girtiye dest. Ger taybetmendiyên wisa nînbe, weke welatparêzekê jî bi rêgez tevlê bibin ev jî bi nirxeke. Lê bi rastiyan re leystin, bi kar re lesytin, hûn bi devê xwe çûk jî bigrin herê bi xetere û nayê efû kirin. Ji ber ku şervanên PKK qehremanin. Rastiya birdozî û siyasî a partiyê di holê de ye. Xeta me zelal e. Mirov encamên gelek bi hêz jê digre. Yek kes jî dikare meydan ji cîhanê re bixwîne. Di partiya me de moralê herî bi hêz mînake. Ev taybetmendî di tevahî qehremanên şehîd yên PKK’ê de vegotina xwe kiriye. Di nava me de cesaret û fedekartî bê sînore. Di her rewşê de ji bo bersiva rojekê wek îro, divê karekî taybet ku li gorî ruhê vê rojê pêk bê. Ev jî vegera ji xeletiyan e. Ev xeletî çavkaniya xwe rasterast ji mirov digire û ji her tiştî pirtir bi mirov û bi rêxistinê didin windakirin. Di vir de ji van kêmasiyan dûrbûn û xwe ji van xelatiyan dûrxistin girîng e. Li gorî vê rojê xwe nûkirin bersivdayineke watedar e. Şehîdên şer û rihê 15’ê Tebaxê ji me vê dixwaz in. Divê bersiva me li ser vê hîmê be. Te xwe çiqas bi têgihîştina partiyê bi rêk û pêk kir? Bi rastî tu çiqasî wekî kesekî li nava partiyê dijî û te çiqasî kesayetiya leşkerî di xwe de afirandiye? Tu dikarî wekî abc’ya leşkerî tevbigerî? Bi rastî jî hûn dixwazin 15’ê Tebax ê fêm bikin? Hûn dixwazin wate bidin şehîdên şer, rêvebirina wê ya mezin û berxwedana wê ya ji bo hewldanê? Ger wisa be, werin ev rêbaza Serokatiyê ku ji hemû xebatên polîtîk re bingehîne yê dike ne tenê di gotinê de, di aliyê guhertina van kesayetiyên xwe de bikin hîma xebatê. Beriya her tiştî pêngava 15’ê Tebaxê di serî de, di dîroka Kurdistanê pêngava 15’ê Tebaxê hem di milê rastiya şer de, hem guhertina bingeh a jiyanê de, her roja ku derbas dibe, ne tenê di rastiya gel de, şêwazê guherîna gerîla de jî bi bandor dibe. Di qadên navnetewî de jî di serî de li herêmê bandoreke bingeh dihêle. Heta niha ku weke pirsgirêkeke jî nedihat pejirandin pirsgirêka Kurd,  êdî şoreşa sedsal a herî mezin tê pejirandin. Em vejîna 15’ê Tebaxê û rastiya parastina cewherî ya jinê dinirxînin, êdî hem ji bo gel, hem jî ji bo jinê rewşa “li dervemayîna jiyanê” nameşe. Bi sedsalan nêzîkatiyên tune kirin û mandelkirinê û di her cûran de ji mafên mirovan qutbûn, rastiya gelekî ku ji derveyî jiyanê ketî, derdixe holê. Bi taybetî jî jin, di kûraniya dîrokê de wekî zayenda duyem tê dîtin û ev rewş di qadên jiyana civakî, ramyarî de wekî qutbûnê derdikeve holê. Di vê wateyê de vejîna 15’ê Tebaxê, di wateya parastina cewherî de li dijberî rewşa derveyê jiyanê mayînê, bersiva “ez jî heme” dide. Sekna parastina cewherî, di bingeh de hebûn û nasnameya xwe vegotina jiyana bi rûmet dike. Gelê ku hatiye fetisandin, qadên henase (nefes) jî jêre nemaye, rêya henasa gel vekirine. Ji ber vê sedemê vejîna 15’ê Tebaxê gotina “Ez jî heme” û qadên jiyanê yên nû vekirine, wekî ji bo gelan, di herî bingeh de jî ji bo jin xwe ji nû ve ava kirine. Ji bo jinê vejîna 15’ê Tebaxê, ji bin dext û mijokdariyên bi salan ve, ji nû de vejîne. Di kevneşopiya berxwedaniyê de “bûna baweriya aştiyê ye.” Hem di rastiya serdemê, hem jî di rastiya tekoşîna jinê de hêza afirandina jiyanê derdixe. Her wiha pozîsyona hêza aktîf ya demokratîkbûnê jî, derdixe holê. Sekna parastina cewherî, mafekî herî rewa ye û sekna parastina cewherî ya jinê, heta ku civak û jin di bingehê aştiyê de xizmet dike, dibe baweriya tekoşîna jinê. Di vê temenê de 15’ê Tebaxê di bilind kirina têkoşîna demokrasiya gelan de vejîna parastina cewherî ye. Ji ber vê sedemê pêngav û mîsyona 15’ê Tebaxê neyê fêmkirin, di têkoşîna ramyarî de pêşveçûyîn ne gengaz e. Lewra vejîna 15’ê Tebaxê ne tenê di têkoşîna leşkerî de, her wiha di têkoşîna ramyarî û bîrdozî de jî xwe diyar dike. Ev pêngav di bingeha hişyariya civakî de bi têkoşîna bîrdozî, ramyarî û leşkerî ve wateya xwe di derketina yekem ya afirandina vejînê de dibîne. Di vî milî de rastiya artêşê, hîn ji destpêkê ve di tekoşîna vejînê û destxistina mafên sereke yên azadiyê de şerê têkoşîna jiyanî bi mafên parastina cewherî ve pêşxistiye. Karakterê giştî yê serdemê û di temenê nasîna rastiya gel de pêngavekî hêzê derxist holê. Ji bo gelê Kurd “di destxistina zanistiya parastinê de” pêngavekî dîrokî û bingehîn avêt. Di vê xalê de ji bo jinê jî, “bikaranîna mafên parastina xwe” derketinekî dîrokî ye. Di temenê 15’ê Tebaxê de, ji bo jinê jî, di qadên jiyanî û mafên parastina cewherî de rastiya artêşa jin derxist holê. Bi taybetî jî, serdema ku êdî destûrên civaka çinayetî têre derbas dibe, bi pêşketinên zanistî û teknîk ve girêdayî derfetên ku derdikevin holê, temenê demokratîkbûnê bi hêz dike. Di heman demê de, dijwarî êdî nabe çareseriya bingehîn û di vê wateyê de girîngiya çareseriya demokratîk di hemû qadan de zelal dibe. Rastiya artêşa jinê, dijberî zîhniyeta desthilatdariyê, xwe dikşîne qadên jiyanê û bi bingeha şêwaza wekhevî, yekitiyê ve, xwe li gor armanc û ramanê tevger dike. Di artêşa jinê de xalên yekemîn ku tên pejirandin, di xeta parastina rewa de, gihiştina civaka demokratîk e. Artêşa jinê li gor karakterê serdemê, xwe dispêre mîsyoneke wisa û ji bo kûrbûna zanistiya parastina rewa, hewildanên xwe hîn jî didomîne. 15’ê Tebaxê di wateya parastina rewa de, ji bo gel parastina birdozî, siyasî û zanistî, hêza hest û mejî di xwe de ava dike û têkoşîna xwe didomîne. Tenê berxwedaniya çors (kaba) nîn e, di temenê yekîtiya dil û mejî de xwedî têkoşîna berxwedaniya dijwar e. 15’ê Tebaxê sembola vejîna gel û rastiya berxwedaniyê temsîl dike. Bi şêweyekî (biçim) kevneşopî ve heta roja me xwe didomîne û di artêşa jinê de jî xwe jiyanî dike. 15’ê Tebaxê, rastiya berxwedaniya gelê Kurd e. Di heman demê de jî pêngava bingehîn a têkoşîna azadiya jinê ye. Ne tenê ji bo gelan, ji bo jinê jî pêngava parastina cewherî ye. Di artêşa jinê de beşdariya jinê, di bingehê azadî û nasnameya jinê de berdewam kirina têkoşînê ye. Ev jî bi pêngava 15’ê Tebaxê ve gengaz e. Pêwîst e em hilperîna têkoşîna azadiya Kurd, 15’ê Tebaxê bi xiroştî (heyecan) û ruhekî serkeftinê ve pêşwazî bikin. 15’ê Tebaxê di vê wateyê de, vegotina berxwedaniya Kurd e. Jin jî bingehê şerkeriya xetê bi sekna parastina cewherî ve pêşwazî dike û pêwîst e bersivekî rast derbixe holê.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 750

EZÊ TI CARAN ÊŞÊN RÊHEVALÊ XWE JIBÎR NEKIM

Min sozek ji xwe re daye û soza min ya dilsoziyê heye; “heya ez hebim wê ti carî karê gel yê rizgarî, azadî şûnde neçe, ev nayê pejirandin jî û ti kes nikare şûnde bibe.” Soza  ku min ji xwe re daye ev e. Bîst sale di vê xetê de her roj ispata vê sozê tê kirin. Cîhan tevahî bi ser me de hat, lê belê ev soz xwe parast û her dem wê ev soz xwe bi parêze. Hûn niha pir baş dizanin ku têkoşîna me ji duh bi hêztire. Ji salên 1992-91’an bi hêztir e. Ev weke zîncirekê ji roja me heya rojên despêkê yê damezrandina partiyê diçe. Ev sozên mezin dayîne û pêkanîne. Ez pir êş dikşînim û dibêjim; “Çima di Kurdistanê de kesên ku bi vî awayî sozên bi hêz û mezin bidin nînin.” Hemû jî di milê soz dayînê de binkeftîne. Ez li hember van kesane pir bi hêrsim, ti kesê naxim cihê zilamtiyê. Hin rêhevalên me yên şehîd nirxa ku ez didim soz dayînê pir baş dizanîn. Dibe ku we ev şehîdên berxwedaniya mezin dîtibin. Em wan bi bîr bînin û xwedî li soza wan, dilsoziya wan derbikevin û ji xwe re mînak bigrin. Mazlum’an, Egîd’an, Heqî’yan… Di milekê de ewqasî pêşketin nînbûn, lê soza girêdanbûyînê hebû. Rêheval Kemal Pîr dibêje; “Neyar ji bo ku partî bin bixe dixwaze bi jiyana me bileyîze, lê em ê bi mirina xwe bi wan bidin windakirin.” Mînaka girêdanbûyîna sozê ev e! Di dawiya sala 1985’an de li hember têkoşîna me ya çekdarî tesfiye kirina gerîla tê pozber kirin. Rêheval Egîd, bi mirina xwe soza xwe ya girêdanbûyînê da. Em encex van soza, dikarin bi soz dayînê re bipejirînin. Sozên ku me dane wan jî hene. Soza ku me dayî rêheval Heqî, damezrandina partiyê bû. Soza ku me da Mazlum, Kemal û Xeyriyan, soza cardin vegera welat bû. Soza ku me daye Egîdan; soza sazîkirina artêşa gerîla bû. Em bûn xwediyê van sozan. Pêdivî heye ku em sozên mezin û serkeftî bidin şehîdên mezin yên berxwedêr. Mirin ne her tişte, bi mirinê re û berxwedaniyê re her tişt nayê qezenc kirin. Em ê ji îro pêde jî bi sozên xwe ve girêdayî bimînin. Em ê vê sozê ji îro pêde jî bînin cîh. Hûn jî sozên rast bidin, sozên serkeftinê bidin. Ti gumanê min ji dûrûstbûyîna we û ji dil bûyîna we nîne. Tiştê ku ez dixwazim bêjim, li gor pîvanê PKK, soza Rêbertiya bi taktîk çiye? Dema dibêjin rêbertiya taktîk, di bajaran de rêxistinbûyîn û serhildan, di çiya de gerîla, rêzîkên gerîla, rêzîkên veşartî rêxîstinbûyîn, rêzikên çalakî, ango di cihê pêdivî de hezar û yek textîk di demê wê de amade kirin û lidarxistin. Çi tê xwestin, li ku derê, çawa û çawa tê xwestin li gor wê bersiv dayîn. Tişta ku ji sozê were fêmkirin jî, di demê wê de û asta jor de bersivdayîna van hemûyan… Kesên ku soz didin pêwîste xwe ne xapînin. Sozên ku tên dayîn ji bo serkeftinê ye. Sozên ku ji derveyê vê tên dayîn jî gewezetî ye. Ruxmê van hemû rexneyane jî soza ku min ji xwe re daye; “Wê sibe ji îro zêdetir bibe ya me.” İspata vê jî pratîka bîst salan e. Mafê me jî heye ku em jî bêjin; “Egîdên vî gelî yên ku soz didin hene.” Bila soza we ya ku êm ê bibin zarokên ku fêm dikin, eleqedar dibin, pêk tînin, venêrîn dikin hebe, bila biryara we hebe û vê jî pêk bînin. Pêwîste hûn wisa bibin. Ger hûn wisa nebin hûnê bibin mirovên namert. Me girêdanbûyîn, dilsoziyên pir mezin pêkanî û me bi hev re soz da û biryar da. Me got; “em ê soz bidin gel, girêdanbûyîn û dilsoziyê li hember nirxê gel pêkbînin.” Me got; “em ê di yêkitiya, meş û heycana wê de vînê bibînin. Ev pir pêwîst bûn. Derdê min yê bingehîn jî ev e. Çawa soz didin gelekî, vîna gelekî çawa tê ava kirin, biryarê gelekî çiye, biryara wê ya tam, meşa wê û şerê wê çawa be? Hûn wateyê pêngava 15’ê Tebaxê dizanin. Ev roj di heman demê de rojên şerin. Hûnê bikaribin şer fêm bikin? Weke mirovên xwedî partî di destê we de dilê we heye, ger ku were xebitandin mejiyê we heye. Ango ez di wê baweriyê de me ku min xwe di vî şerî de zêdetir afirandiye. Tê zanîn ku her şerek mirovan pir perwerde dike ango şer hînkariye. Ne tenê me çiqasî lê da, xirab kir, ji me û ji neyar çiqasî, ev nirxandinên pir qebene. Pêngava 15’ê Tebaxê ji derveyê van nirxandina ne, taybetmendiyê wê yê herê mezin ew e ku pir hînkar e, ango mirovan pir perwerde dike. Mirov dikare bêje; di qonaxa ku nasnameya gelekî ji dîrokê dihat rakirin ev şer bû şerê hebûn û her cûrê nasnameya mirovahiyê. Tê zanîn ku di dîroka partiyan de, netewan de, ferdan de pêvajoyên bi vê awayî xedar jiyan kirin, berxwedanî kirin xwedî wateyên pir mezinin. Mirov dikare pir rehet bêje; ger şerek gelê ku ji bo wê şer dike bi hêz neke û kesên ku şer dike bihêz nebin, ew dem şer ne hatiye qezenc kirin. Yê ku qezenc kiriye yên cûda ne ango hêzê ku li hember şer kiriye qezenc kiriye. Ger hûn dibêjîn em bin neketine ew dem hêz bûyîna we di jiyanê de çawaye? Di serî de vê ji xwe pirs bikin û bersiv bidin. Min bi şer, pêvajoya xwe bi hêz kirinê pir bê eman jiyan kir. Ger mafê şerekî were dayîn yek kes jî dikare wê hêzê di kesayetê xwe de jî bi dest bixe. Wisa tê fem kirin ku ger em bi aheng tevbigerin hêza ku di yek kesê de pêş dikeve, dikare bibe malê tevahî partiyê, artêş û yê gel.  Her wiha dibe malê mirovahî yê jî.  Em dikarin bêjin ku her çiqasî bi sînor jî be pêngava 15’ê Tebaxê me bi hêz kiriye. Min îro hevaleke me guhdar kir; mînaka wêrektî, egîdbûyîn û qehremantiyek mezine! Behsa rêhevalên me yên grûba Serhedê yên ku bi çi awayî li hember zurufên zehmet yên zivistana Serhedê yê bê eman de, di nava berfa spî de, li hember neyar berxwe didin û herî dawî yek du heval dimînin. Min pir da fikrandin. Ev neyarek wisaye ku çareseriyê encex du dilop dilop xwîn herikandinê de dibîne. Bi vî awayî bi xwîn herikandinê re neyar bin nakeve. Ger ku hûn dixwazin fêr bibin, em bi exlaqek mezin, vînek mezin, ûslubek mezin û hûnerek pir mezin fêr dikin. Em şer jî pir xweşik didin. Di şertên ku nayê bawer kirin de em hatin van rojan. Em ji cîhanê re jî îlan dikin ku me hin tişt li neyarê xwe kiriye. Niha di asta herî jor de neyar me nîqaş dike û li hember me jî eciz e. Yê ku hemdem û şarêza em in. Neyarek wisaye ku ji xwîn vexwarinê cûdatir ti tiştek ji destê wî naye. Em nûnertiya aşitiyê dikin, lê belê ger ku pêdivî hebe, di şertên herî zehmet de û ti kes bawer neke jî em ê şer jî bi layîqê wê pêk bînin. Di roja me de ev derketine holê. Mezinbûyînê li xwe bînin. Pêwîste hûn serkeftinê bikin weke parçeyeke jiyana xwe ya ku dest jê nayê berdan. Kurd pir hatiye biçûk xistin, Kurd pir rezîl bûye û belengaz hatiye hiştin. Di cihê vê de xwe ji çep û rast re nedin razandin. Di cihê vê de Kurdên ku qezenc dikin bibînin, mirovê qezenc dike bibînin. Em bimrin jî xeman nexwin. Ger hûn şehîd bikevin jî em ê bêjin; “Tiştên ku layiqên wane hatine kirin.” Mirovên egîd ji tiştekî nareve û heya ji neyar hesab nexwaze rehet nasekine. Ev egîdbûyîn qanune. Em bi we hêvîne, em ê bi were van karane pêş de bibin. Lê bila di çarçoveya van gotinan de be. Qed nebe jî bila vê carê, tiştên ku me di deh salan de nekir em ji îro pê de bikin. Her roj bi dehan şehîd, her yek ji wan jî hêjayî bi hezaran zêrane, di çalan de tên tijî kirin û bi sedan jî bi îşkenceyan re derbas dibin. Em nikarin bi bêjin; “em pêşnakevin, xwe pêşnaxin.” Ma tinê ez berdevkên van şehîdane me, wesiyetê wan anîna cîh de ma qey tenê ez deyndarim. Na! Şehîdên gelin, yên dîrokê ne. Ma tenê ez berpirsiyarê van êşên ku tên kirin û îşkenceyên tên kirinim. Gelê me û em hemû berpirsiyarin. Ev welat welatê me hemûyane, ev gel gelê me hemûyane. Tiştê ku cihekî tê kirin wê sibe te jî bibîne. Pêwîste em giştî bifikirin, bila ev di peyvan de nemîne. Em ê cardin serkeftinê di kesayeten we de avabikin. Wê ev hûner were bikar anîn û wê di encam de eserê xwe derxe holê. Ev ARGK’ye, avabûyîna artêşa gelê me ye, ev ji bo gelê me ji nû de avakirina civaka azad e.  Ev têşeyê netewbûyîn û şerefa mirovahiyê ye. Komara mirovahiyê ye. Di vê bingehê de em ê ji bo karnîna wê paqij tevbigerin. Azweriya her kesekî heye; yê me jî pir vekiriye, dest neyê girtin jî weke xeyal, bi tenê weke welatek were fikrandin, azweriye kî ji me heye. Ez pir vekiri îlan dikim, ezweriya min ev e, hûnerê min ev e! Ger ku hûn ji bo van hemûyan hene ew dem xwe ji nûve ava bikin, têşeyek bidin xwe û bibin vegotina pêkanîna wê. Dibe ku ev bişibin xeyalê zarokekê, lê em bi armancin. Ti derdê min yê ku ez zehmetî bidim we nîne. Min xwe bê eman daye vî karî. Ez ê bi vê hêza xwe baz bidim, ger hûn jî werin, pêwîste şêwazê hatina we bi vîn, bi dil, bi aqil, bi berxwedêrî û serkeftî be. Ger ku hûn wisa bin ew dem hûnê bikaribin bi min re bimeşin. Ger ne wisa be hûnê pir zehmetî jiyan bikin, ez naxwazim hûn zehmetî jiyan bikin. Rêhevalên min yên pir mezin hene, heya duh jî xwe şewitandin. Wan di min de azweriyên xwe dîtibûn. Ew qehremanên mezinin.  Kemal Pîran xwe kirin perçeyê hestî, xwe şewitandin, kirin xwelî û ji xwelî ya xwe afirandin. Ez nikarim van nebînim û fêm nekim. Ez ewqasî bênijad nabim, hûnê jî van bibînin. Ev rêhevalên şehîd niha jî zindî li hember me sekinîne. Ew nefretê wan yê li hember neyar, rûmetê wan û hêrsa wan nayê ji bîr kirin. Em her kêlî li hember fermana wanin, em ê bi hemû hêza xwe layîq derbikevin.  Ez ti carî rêhevalên xwe tenê nahêlim. Ger ku hûn jî bi min re werin pêwîste hûn bizanibin bibin rêhevalê van rêhevalan. Ji derveyê vê ti tişt  we layîqê wan nake, ew nirxên dîrokê ne. Bîranîna şewitandina keçekê ji bîrkirin ti carî efû nakim. Kesên ku wateyê vê berxwedaniyê li ser çavên xwe bavêje ez wan naxim şûna mirovan. Ez rêhevalê wanim. Dema bedenê rêheval Kemal ji bo armanceke mezin, ji bo bangawaziyê diheliya, ji wî subayê faşîst re got; “hûn nikarin min vejênin (diriltmek)  ew hêza we nîne.” Dema vê digot, çi vegotin dikirin dizanîn, nikarim ji bîr bikim. Kes nikare ji min ji bîrkirinê bixwaze. Dibe ku di dîroka ti netewa de nîn be, berxwedaniya bi sedan keçan, qandî ez difikirim ezê bi fikirim, qandî ez di bihîzim ezê bibihîzim. Ez nikarim ew êşên ku bi sedan rêhevalên me yên ku dest û lingê wan di berfê de şewîtîne û rûxmê wê jî berxwedane ji bîr bikim. Dema ez rojên xwe dinirxînim, di serî de van tînim ber çavên xwe. Êşên ku bi hezaran rêhevalên me di girtîgehê de kîşandine ji bîr bikim. Ew ji min re emir dikin, wê hemû hewildanên min layîqê wan derketin be. Dîrokek heye, hatiye xilas kirin, gelek heye, bê henase hatiye hiştin, pêşerojek heye, hatiye reş kirin. Ez mecburim van bînim ber çavên xwe. Ev li ser min hate bar kirin. Min wêrektî kir, ji bo min hatiye ecibandin ez ê layiq derbikevim. Raste navê min heye, hêza min heye, lê ez bi vê nayêm xapandin. Ez ê hewil bidim ku bi zanistiya rastiyan tevbigerim û encamê wê rast bînim. Serxistin û sernexistina min zêde ne giringe. Serkeftinên min yê mezin hebe jî ez pir kêfxweş nabim. Wê ev şêwaz min mezin bike û bi jiyanî bike. Qandî min jiyanî bike wê ewqasî vî gelî jî bide jiyan kirin, him jî wê yeman bide jiyan kirin.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 448

Ji Bo Rûmeta Mirovahî Tişteke Tenê Ma Bû, Ew Jî Çalakiya Berxwedaniyê Bû

Rêber Apo

Kemal Pîr yek ji hevalên mezin bûn. Wek wî kesayeteke bi hişyar dîtin pir zor e. Çiqas bê bilind kirin û dengê van wî ji jiyanê re bê kirin jî pir kêm e. Ez bawer nakim hatibe fêm kirin û hatibe jiyanî kirin. Kemal wek murîdeke ji min re nêzîk nedibû, lewre bi hûrmet û têgîneke mezin ve girêdayî bû. Xeta min a bîrdozî, şêweyê min ê meşandina rêxistinê pir bawer dikir û bi hûrmet nêzîk dibû. Asta wî bilind bû, pêşniyazê wî dem kurt hebûn. Vîna wî pir bi hêz bû. Di hindir û derve de ev xeta berxwedaniyê meşandin û mîrasa Kemal Pîr re xwedî derketin, pir pêwîst e.

Dema heval Kemal û Xeyrî biryara berxwedaniyê da, careke din mezinbûna partiyê derxistin holê. Çi radestî, çi ketîbûn, heta dawî berxwedan e, rih û biryara 14’ê Tirmeh ê. Bi vê ve di dîroka tevgera me de pêngavên mezin derketin holê. Yên ku dixwazin ji vê bîranînê re bi dirûst nêzî bibin û xwe bigîhînin vê rastiyê, dikarin bi ji vê çalakiya pîroz encam derbixin. Ji derveyê vê girêdana şehîdan nabe. Heta ez dikarim bibêjim ku, dûrbûn ji vê rastiyê heye. Berî her tiştî dema em vê demê bidin seknandin, li hember pirsa Partî çî ye? Em neçarin ku xwe li ber çav derbas bikin. Niha asta ku jê were dûrketin û pê were lîstin, rastiya partiyê ye.

Di zîndanê de dema radestî mezin bû, Şahîn û kesên din xwestin di vir de ketineke pêk bînin. Digotin “Divê bi navê PKK’ê tu kes nemîn e.” Heta digotin “Bila hemû heval li dijî derbikevin.” Bi vê ve digotin “Divê PKK welat, gel û têkoşînê înkar bike.” Li dijî vê heval gotin “Emê canê xwe bidin û ji bo têkoşînê em dikarin her tiştên xwe feda bikin.” Ev jî biryara 14’ê Tirmehê bû.

Ev biryar ji bo navê partiyê, navê gel û Kurdistanê û ji bo navê mirovahiyê ji holê ranebe hate dayîn. Ev biryara partiyê, li dijî xiyanetê bû, li dijî zilma mezin bû û li dijî jiyana ketî bû. Di wê pêvajoyê de ev hevalên leheng gotin “Roj roja berxwedaniyê ye.” bi vê helwestê ve pêşî hemû lewaziyan girtin.

Kemal Pîr bi rastî jî hevaleke ku dikarîbû bibe milê rastê bû. Ez her dem dibêjim; xwezî ew heba, tevahî xebatên kiryarî yê têkoşeriyê me ji wî hevalî re bihêştana. Yek ji hevalên ku windahiya xwe da diyar kirin bû. Ewqas hevalekî bedew û jîr bû, dema hênasa xwe ya dawî dide di xalên herî kirîtîk de, di derbarê Kesîre û Can Yüce de hişyarî dike û wasiyeta xwe bi lêv dike. Tevlîbûna Kemal Pîr, tenê nîv demjimêr li min gohdar dike û wiha tevlî dibe. Wê demê di destê min de belgeyên ku derketî nîn bû. Tenê min çend gotinên giştî anî ziman. Wiha beşdar bû û heta dawî têkoşîna xwe domande. Yanê yê girîng ne serwerî û zanebûne, yê girîng, cîdîbûn û dildarî ye. Yê girîng ne berî wê nasîn an jî ne nasîn e. Tenê min nîv demjimêr dît, ewqas.

Şêweyê PKK ev e, şêweyê Serokatî û rêvebiriyê jî ev e. Yê ku bi dil bi me re girêdayî hemû helwestek diyar kirin, helwesta Heqî jî ev bû. Berde kemahî hebe, ji hev dû re bi dil ve girêdaybûn. Ji xwe piştî berxwedaniya Mazlûm, berxwedaniya Kemal û Xeyrî jî ji bo sekinandina vê lanetê bû. Kemal ji xwe bi lêv dike. Dîsa şehîd Ferhad heye. Dibêjin ji bo sekinandina vê lanetê “Ji derveyê xwe şewitandinê ti rêka derketinê nîn e.” Ên din jî dibêjin “Ji derveyê rojiya mirinê rêka derketinê nîn e.” Zîndan di wê pêvajoyê de vê rewşê jiyan dike.

Di vê mijarê de pêwîste em şehîdên xwe bibîr bînin. Kemal, Xeyrî, Akîf, Alî hemû pir bi xiroş bûn, pir bi kêyfxweş bûn, ji jiyan û şer re bi awayeke rûmetî nêzîk dibûn. Ez jî vê didomîn im.

Ez çalakiya Kemal, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Akîf, Alî, Mazlûm Doğan, Ferhad Kurtay weke çalakiyeke întîxarî nanirxînim. Wek ew jî bilêvdikin, “Ger derfeteke jiyanê herî biçûk di destê me de heba, me heta dawî wê hîm bigirtana.” Ev nirxandin pîvanên pêwîst ên jiyanê dest nîşan dikin. Di wê pêvajoyê de ji bo rûmeta mirovahî yek tiştên ku bihata kirin hebû. Ji xwe wan vê çalakiya berxwedaniyê derxistin holê. Ezê careke din mînaka Kemal bidim. Pêwîst e li ser helwesta Kemal bê sekinandin û bi kûrahî bê fêm kirin. Sekna Kemal Pîr pir girîng bû. Kemal Pîr piştî çalakiya Ferhadan dibêje “pêwîst bû ku me pêşengiya vê çalekiyê pêk bianiya”. Di destpêkê de çalakiya Ferhadan a Kemal Pîr bû. Pêşengê vê Kemal bû. Berî wî şahadeta Mazlûman heye. Kemal helwesteke mînak raber kir.

Lewre ez dikarim vê yekê jî bilêvbikim, heger hevalên rast û bedew niha di hewirdorê min de jî heba, dê şêwaz û rêbazeke wisa nêzîkê me û rêxistinê nehatiba raber kirin. Weke tê zanîn wisa ber bi rojiya mirinê ve çûn. Ez çalakiyên ku întîharwariye napejrînim û şaş dibînim. Ev nirxandina hevalan, pîvanê me yê çalakî û jiyanê derdixe pêşberî me. Ji bo rûmeta mirovahî tişteke tenê ma bû. Ew jî çalakiya berxwedaniyê bû. Weke tê zanîn M. Xeyrî Dûrmûş biryarbûna xwe û hevalê xwe wisa dinirxîne, “Me serxist” dirûşmeya wan jî “Wê rûmeta mirovahî qezenc bike.” Kevneşopiya me ya şerê berxwedaniyê ev e. Pêwîste ku heta dawî rast bê fêm kirin û rast bê pêkanîn.

 Ev berxwedanî çi bû? Dema ku îxanet belavî zîndanê bû, Şahîn xwest hê bêtir ketina mezin pêkbîne. Digot “Divê bi navê PKK tu kes nemîne û her kes pêwîste dijî PKK’ê derbikeve.” Bi vê ve “PKK jî bila welat û gel inkar bike” Dijî vê helwestê, heval gotin “Emê canê xwe feda bikin û biryara me ya jiyanê ev e” Biryara 14’ê Tirmahê ji bo navê gel, navê Partiyê û ji bo navê mirovahiyê ji holê ranebe, hate dayîn. Ev biryara partiyê bû. Ev biryar dijî xiyanet, ketîbûn û dijî êrîşan bû. Min her dem ji şehîdan re soz da. Min ji Heqî re soz da, Partî hat îlan kirin. Me ji Mazlûm, Xeyrî û Kemal re soz da, vegera mezin a welat hate pêkanîn. Me ji Mehmed Karasûngûr re soz da, şoreşa Başûrê mezin pêk hat. Tu kes bawer nedikir, lê me pêk anî. Me ji Egîd re soz da, di Kurdistanê de gerîla belavî her derê bû. Me ji Zîlan re soz da, têkoşîna azadiya jinê bilind bû. Ew hemû şehîdên mezin bûn. Xwe bi tevahî kirin berxwedaniyeke mezin û heta dawî bûn şopvanên xeta serkeftin ê.

Weke heval Mazlûm, Xeyri, Kemal Pîr, Ferhad Kurtay kadroyên pêşeng ên partiyê, bi rojiya mirinê û çalakiya şewitandinê ve jî roleke pir mezin leyîstin. Weke komployeke hundirîn para xiyanetê jî heye. Di wê demê de rewş ewqas giran û tevlihev bû ku, di dîrokê de wek “Berxwedaniya Zîndana Amedê” bersiv hate dayîn. Tişta ku dihatin sipartin komployeke klasîk bû. Armanc û hedefa yekem, tevayî girtîyên siyasî û şewqa wan bû. Dewlet ketibû rêyeke pir bêrehm, ev jî bandora xwe pir dikir. Lewre “Berxwedaniya Zîndana Amedê” piştî bîst sal jî weke kevneşopiyeke zindî didome û ji bo guhertina polîtîkaya zîndanê roleke dîrokî leyîst. Di xeta azadiya Gel a PKK’ê de weke sembola helwest û seknandinê, cîhê xwe girt.

Ber bi pêngava 15’ê Tabaxê ve çûyînê de, çalakiya rojiya mirinê roleke sereke leyîst. Ger rojiya mirinê neba, belkû divê şêwazê de pêngaz pêknehatana. Weke ku bîranîna Heqî Qerer ve girêdan, me bir îlana PKK’ê, girêdana bîranîna berxwedanê zîndana Amed’ê jî me ber bi pêngava 15’ê Tabaxê ve bir e.

Bi awayeke bêbextewarî girtina Kemal Pîr encamê vê yekê bû. Bi rastî jî Kemal Pîr dikaribû biba milê rastê. Pêvajoya 12’dê Îlonê nû destpê kiribû. Li hember vê êrîş û zextê û pêwîstiya girêdana xeta wî, pêngava 15’ê Tabaxê hate rewa dîtin. Pêvajoya nû bi awayeke kiryarî destpê dikirin. Ger şehîdên rojiya mirinê nebana, dibe ku em di şêwazeke cûda de bimana. Dijwartî bangawaziya dijwartiyê dikir. Êdî dîrok rêka dijwariyê de pêşve diçû. Pêvajoya 15’ê Tebaxê di heman demê de, ji wasiyeta Mazlûm Dogan ya ku dibêje “Pêwîst e dengê me ji cîhanê re bê belav kirin” re bersiveke bû.

Di nava PKK’ê de sembola nirx û rûmetên herî bilind di serî de Mazlûm Doğan, Kemal Pîr, Heqî Qerer, Xeyrî Dûrmûş, Mahsûm Korkmaz û bi hezaran şehîdên rûmet bi hevsenga vê herdû şêwazê ve beştariyê ji bo têkoşînê çêkirin. Beşdariya wan a bi cewher, van hevalana heta dawî biriye berbi helwesteke leheng. Di dîroka PKK’ê de sembola girêdan û abîdeyên pir mezin hene. Heqî, Mazlûm, Kemal, Mehmet Xeyrî, Ferhad, Mahsûm, Taylan Özgür, Berzan Öztürk, Zîlan, Bêrîtan, Bermal û pir şehîdên ku ez nikarim navê wan bi lêv bikim, mînakên hevaltiya mezin hene. Tevahî van nirx û rûmetana weke pîrtûkeke bi wate ku pêwîst e herdem bê xwendin in.

PKK, em bêjin Zeynep, ew kesayeteke çawa bû, ev cesaret û girêdaneke çawa bû, ev çalakiyeke çawa bû, ev rêxistin û bîrdoziyeke çawa ye? PKK ne têgîhîştina te ye, PKK rastiya wê ye. PKK Xeyrî ye, Kemale, Heqî ye. Weke van nirxana tevbûna wateya dîrokê ye. Ev nirx wisa bi hêsan nehate destxistin. Niha ez di jiyanê de, şehîdên ku xwe kirin xwelî û bi xweliyên xwe ve xwe ji nû de afirandin hîm digrim.  Ezê ciwantiya girêdayî û hevaltiya bi azwerî ku bi Heqî ve destpê kir, bi Zîlan ve gîhaşt nirxeke, gihaşt ezmana, temsîl bikim. Ger hûn dixwazin artêş û şer fêm bikin, divê hûn destpêke xelakeyên vê zîncîrê tê çi wateyê fêm bikin. Bi vê ve winê xwe bikin xelakeyeke vê zîncîrê. Ev girêdana şehîda ye. Dema şehîdên me yê yekem Heqî Karer gihişte şehadetê, dinya bi serê min de hate xira kirin. Ez ji bo ku tolhildana wî bigirim ti hêza min jî nîn bû. Di milekê mezinbûna vê têkoşînê, milekê din ez ber bi çûndinê bûm û milêke din de jî, şahadetên pir mezin heye. Gelo li hember vê rewşê em dikarin çi bikin? Jiyanî kirina rêxistinekê, jiyanî kirina xwe û jiyanî kirina wasiyeta şehîdan heye. Pêwîst bû ku em li gor girêdana bîranîna wê bersiveke mezin bidin. Axaftineke Kemal Pîr hebû dibêje “Ey sûbayê dijmin ê kontirgerîlla Êsat Oktay, ji bo ku ti kêyfxweş nebî, ez ticar nabêjim dilopeke av bide min. Ez ji tere ticar lavahî nakim. Ez ji tere başiyeke wisa ticar nakim.” Dîroka PKK ya lehengî di vir de ye. Lehengî, heta dilop û hênasa xwe ya dawî ji dijminê xwe re lavahiyê nake. Nirx û bedewiya herî mezin jî ev e.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 462

Li Rojhilata Navîn Di Serhildana Demokratîk De Cihekî Jinê Yê Xweser Heye

RÊBER APO

 Li Rojhilata Navîn mezinbûna pirsgirêkên malbata îro, bi qasî pirsgirêkên di nava dewletê de girîng in. Zordestiya ji du milan ve tê, pirsgirêkê dijwartir dike. Şêwazê civaka dewletê û bavikanî ku ji mêj ve tên, û qalibên hemdem ên şaristaniya Rojava nabin sentezek, berovajî mijarê dikin girêkeke kor. Pirsgirêkên ku di nav dewletê de hatine afirandin û li hev hatine gerandin, di nav malbatê de hînê zêdetir geremole bûne. Malbatên pirzewac û pirzarok ji aliyê aborî ve nikarin debara xwe bikin. Zarokên mezin dibin û şêniyên ciwanan ên zêde dibin, bê kar in û ev jî malbatê bê kêr dike. Malbata ku li gorî dewlet û aboriyê hatiye eyarkirin, ji her du aliyan ve jî nikare bimeşe û di heriyê de bist bûye; çikiyaye. Ne malbata şêwazê wê Rojavayî, ne jî malbata şêwazê wê Rojhilatî dikare bijî. Di van şert û mercan de malbat dejenere dibe. Tevî ku hemû benên civakî vereşîn jî malbat hînê jî li ber xwe dide. Ji ber ku di warê civakî de malbat stara bi tenê ye. Ji sedî sed divê mirov malbatê piçûk nebîne. Rexneyên em dikin, malbatê ji kokê ve red nakin, em hewl didin ji nû ve ware bidinê û destnîşan dikin ku hewce ye ji nû ve bi awayekî têkûz were avakirin.

Ji pirsgirêka jinê girantir, divê mirov pirsgirêka mêr bixîne rojevê. Çareserkirina têgîna desthilat û serweriya mêr, ji koletiya jinê kêm girîngtir nîn e. Belkî jî hinekî zehmet e. Yê xwe nêzî veguherînê nake, ne jin, zêdetir mêr e. Wexta dest ji fîgurê serwertiya mêrtiyê ber dide, dibe xwediyê hisa hukumdarekî mîna dewleta xwe wendakirî û wek têk çûbe li ser totikên xwe rûdinê. Ya rastîn, divê mirov nîşanî wî bide ku ev serweriya hindurê wê piçûk, wî ji azadiyê dike û wî dike muhafezekarekî temam.

Eger mirov pêşî bibêje pirsgirêka dewletê, paşê jî ya malbatê, ev helwesteke rast nîn e. Pêwîst e, mirov van her du rastiyan bi tayekî diyalektîkî bi hev re bigire destê xwe û analîz bike. Sosyalîzma reel jî digot; em berê dewletê çareser bikin, paşê dorê were civakê, lê niha encam li ber çavan e. Pirsgirêkên bingehîn ên civakê nabe ku yek li pêşiya ya din were girtin û bi vî awayî were çareserkirin. Divê di nav hevdu de bi awayekî yekpare, têkiliya yekê bi ya din re were danîn. Ya rast ew e ku wexta ber bi çareseriyê ve jî gav were avêtin heman rêbaz were şopandin. Çawa ku bêyî çareseriya zîhniyetê dewlet, bêyî dewletê malbat, bêyî jinê çareserkirina mêr kêm dimîne, bêyî ku berovajiyê wê were kirin, rêbazên çareseriyê kêm dimînin.

Di civakê de mîna kevneşopiyekê her sazî xwe bi tundiyê xwedî dike. Li qatê herî jêr ê civakê malbat ji xwe nikare hilmê û nefesê bistîne. Nemaze tundî li ser jinê rewşa şer îfade dike. Şaneyeke jinê nîne ku ji ber tundiyê nelerize. Rewşa zarokan jî heman tişt e. Rêbaza bingehîn a perwerdeyê tundî ye. Zarokê bi tundiyê hatibe terbiyekirin, bêguman wexta mezin bibe mirov dikare ji wî jî li benda heman tiştî be. Bi serweriya ku xwe dispêre tundiyê serbilind e, jê zewq digire û pê xweş e. Hisa bi hêzbûnê ya xwe dispêre desthilat û tundiyê diviyabû wek nexweşiyeke herî xeter a civakî bihata nirxandin, lê wek hisa herî mezin û bi kêf tê îlankirin. Rastiyek e, diviyabû lanet lê bihata kirin, lê wek fazîlet û mezinbûnekê tê destnîşankirin.

Dibe ku maneya jinbûnê; mirova herî zêde di zor û zehmetiyê de be. Pir girîng e ku mirov pirsgirêkên jinê yên di nava civakê de berê pêşî ji aliyê civakî-dîrokî ve bigire dest û li ser bisekine. Pirsgirêka jinê pirsgirêkek e ku di çavkaniya tevahiya pirsgirêkan de ye. Em dibînin ku mirovatiyê hîn gav neavêtiye civaka dewletdar a çînî li ser jinê hiyerarşiyeke hişk a mêrê serwer (bavikan) bi sazî bûye. Ji bo sedemên pêkhatina serweriya mêr serî li gelek vegotinên olî û mîtolojîk dane. Destana Xwedawenda Ûrûkê Înannayê vê pêvajoyê nîşan dide. Di vê destanê de mirov ji bo xwezayê, xwedawenda dayik û pîroz a berê hesreteke mezin dibîne. Di nava pergala dewlet û hiyerarşiya bavikan de hatiye asêkirin û ji ber hîlekarî, xasûkî û zordariya mêrê serwer nalenala wê ye. Di Destana Babîl de ev rastî hê zêdetir eşkere û bi tesîr tê ziman. Ango pevçûna Mardûk û Xwedawend Tîamatê. Di mîtolojiya Sumeran de tê gotin jin ji parsûyê mêr hatiye afirandin. Ev îfadeyeke sembolîk e. Olên yekxwedayî jî vê helwestê dewam dikin. Jina weke xwedawend diket Zîgûratên Sumeran weke jineke mala giştî ji perestgehê derdiket. Kerxaneya pêşî li bajarên Sumeran tê vekirin. Payeya jinê ji mala giştî ya perestgehê ber bi carîyetiya qesrê ve tê bilindkirin. Li bazarên bazirganiyê objeyeke kole ye ku dest jê nabe. Di şaristaniya Greko-Romen de bi tenê koleya karên nava malê ye. Di nava polîtîkayê de cihê wê nîn e. Di şaristaniya Ewrûpayê de objeyeke cinsî ye ku bi peymanekê bi mêr ve hatiye girêdan. Di şaristaniya kapîtalîst de dibe bedenke xwe firoş ya giştî gerdûnê. Dîrok bi mêrê serwer re bi temamî bûye xwediyê avahî û maneyeke cinsiyetparêz. Dîrok êdî weke mêr dimeşe.

 Pîrek-kirina jinê (tê maneya kolekirina jinê), piştre di civaka zordestî û mêtinkar de pîrek-kirin li ser objeyên mêr jî tê meşandin. Klîka jor a siyasî, eskerî û rahib a civakê dikeve pozîsyona cinsên serwer û beşên jêr ên têne rêvebirin jî her diçe dibin pîrek. Di civaka Greko-Romen de mêr ji ciwaniyê ve bi helwesteke cinsiyetparêz a zêde tê perwerdekirin. Di tevahiya serdemên şaristaniyan de helwestên çeloxwarî yên cinsî weke encama helwestên cinsiyetparêz ên ji jinê re, pir têne dîtin. Êdî jin çiqasî kole be, mêrê kole jî ewqasî jin an jî pîrek e.

Di civaka Rojhilata Navîn de li van pirsgirêkên koka xwe dîrokî wexta pirsgirêkên îro yên çavkaniya xwe amûrên kapîtalîst ên mêtinkarî û zordestiyê jî zêde dibin, ya rastî ji bo jinê jiyaneke kabûswarî bivê nevê pêk tê. Dibe ku maneya jinbûnê, mirova herî zêde di zor û zehmetiyê de be. Mêtinkarî û zordestiya çor a li ser civakê, qatbiqat li ser ked û bedena jinê pêk tê. Hîn nû hay jê çêdibe ku jin jî mirov e. Helwesta bêrûmet a cinsiyetparêz a hişk hatiye wê astê ku şûna xwe ji lêgerîna hewcedariya bi dostek û hevrêyekê re bihêle. Qet nebe êdî guftûgoya vê tê kirin. Divê baş bê zanîn ku di civakê de jiyaneke rast bi jinê re pêk neyê, jiyaneke manedar jî wê çênebe. Em divê zanibin ku jiyana herî xweşik û manedar bi jineke azad a bi temamî bûye xwedî rûmet re pêk tê û bi vê zanînê divê em vegotin û çalakiyên xwe pêşde bibin.

Di dema şeveqavêtina dîrokê de bi nasnameya xwe ya civakî ya bi heybet, jina ku rola dayik-xwedawendiyê bi xwe ve danî, mixabin di Rojhilata Navîn a roja me ya îro de daxistin rewşa metayeke herî bêqîmet û bênirx. Ev dîroka ku diviyabû bi serê xwe çîrokeke wê ya trajîk hebûya, em zêde nikarin wê bînin ziman û ji derfetên vê yekê mehrûm in. Lê em dikarin encamên wê rexne bikin. Ewrên ji mijê yên bi destê mirov li dora jinê hatine çêkirin, divê ji hev bêne belavkirin û bi vî awayî keşifkirina rastiya wê, yek ji erk û wezîfeya pêşî ya lezgîn a civakî ye.

Di çanda civakî ya Rojhilata Navîn de bi belge û delîlên xurt piştrast bûye ku nîzama dayikê pêk hatiye. Piştî vê nîzama bavikanî (ji salên 5000 B.Z. ve her bi pêş ketiye) ceribandina sîstema îstîsmar û zordestiya pêşî îfade dike. Şoreşeke bi kok a li dijî jinê ye. Mal û zarok dikevin bin serweriya mêr ango saziya bavtiyê. Ji ber ku rê li nîzama muhafezekarî, zordestî û îstîsmarkariyê vedike zêdetir dijşoreş e. Wer xuya ye ku bûyîna xwediyê gelek zarokan nîzama pêşî ya mal e. Çiqasî zarok zêde bibin hêz, mal û milkiyet jî ewqasî zêde dibin. Têkiliya bavikantî û xanedantiyê bi milkiyetê re eşkere ye. Xanedantî saziya malbatê ya herî berfireh e; ji klanê mezintir e, hay ji xwe çêbûye û milk nas kiriye. Şêweyê pêşî yê baviktiyê ye. Bi paşveketina xwedantiya jinê li ser mal û zarokan re parelel dimeşe. Çanda dayik-xwedawendê şûna xwe ji çanda qral-xwedayên zilam re dihêle. Di çanda Sumeran de mirov van bûyeran bi awayekî balkêş dikare bibîne. Tevahiya dîroka şaristaniyê zewac û saziya malbatê di bin bandora modela xanedantiyê de bi pêş dikeve. Ji ber ku xanedantî weke yekdestdariya desthilatdariyê û îdeolojiya mêrê serwer hat qebûlkirin an jî dan qebûlkirin, zewacên serdest neçar man otorîteya bav nas bikin. Bi kurtî yên hatine avakirin ne xwezayî ne, belê nîzamên mîkro yên otorîter û îstîsmarkar in.

Sîstemê ji mêj ve şensê xwe yê sererastbûnê bi reforman ji dest daye. Ya pêdivî pê heye ‘şoreşeke jinê ye’ ya ku wê li tevahiya qadên civakî were meşandin. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya cinsiyetparêz şerekî dewamî û dijber hewce dike. Şoreşa jinê ferz dike ku li dijî zîhniyeta tecawizkar a bîst û çar saetên rojê li ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de jî şer were xurtkirin. Ji bo şoreşa jinê, divê diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê were mehkûmkirin û redkirin. Şoreşa jinê ferz dike ku îradeya zarokanînê bi temamî ji jina azadbûyî re were hiştin.

Divê di îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş pêk bê. Herçî ya herî girîng jî divê mirov ji felsefeya heyî ya jiyana bi jinê re, belkî jî ya ji vê rastir, ji vê bêfelsefetiyê bibihure. Divê mirov hêza jiyanê, bi jinê re ne di têgihîştina zarokanîn û amûra têrkirina xwestekên cinsî de, weke tayê herî xurt ê dostaniyê, hevaltiyê û civakbûnê di afirandina bedewî, sedaqet, aştî û esaletê de ji bo parvekirina bi awayekî azad û wekhev bibîne.

Bêguman bi jinê re parvekirina jiyaneke azad û wekhev, hewce bi zanyartiya beramber bi heqîqeta civakî ya mutleq rast dimeşe, heye. Eşqa rastî bi tenê di hevsenga hêzê ya heqîqeta civakî de bi beramber hev, dikare pêk bê. Bi kesayetên bi koletî, destavêtin û desthilatdariyê bûne, eşq tu carî pêk nayê. Îflasên malbatan û ezmûnên serneketî yên dewamî û zêde pêk tên, vê rastiyê piştrast dikin. Heger jin jî herî kêm bi qasî mêr bibe xwediyê hêza civakî û zanyartiyê, hingê dibe ku evîn û xweşikî, bi awayekî azad û wekhev di nava aştiyê de û bê desthilatdarî çêbibin û bi parvekirinê pêk werin. Roja me ya îro ferz dike ku şoreşa jinê ya sedsala 21’ê li pêş were girtin. Slogana “Yan jiyan an jî barbartî” vê şoreşê ferz dike.

Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke gund-cotkariyê heye, ewqasî hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke jinê heye. Şoreşa jinê, dayiktiya neolîtîkê ye. Ya rastî, şoreşa neolîtîk a muhteşem şoreşeke jinê bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşek e ku hê jî mirovatî bi mîrateya wê debara xwe dike. Ev dij-şoreşa mezin a ku li ser bingeha dij-şoreşa baviktî, şaristanî û modernîteyê civaka xwezayî bi paş ve xist, bû encama koletiya herî kûr a jinê û ev li tevahiya civakê belavkirî, di roja me ya îro de li qadên civakî hemûyan di nava rewşa xwe ya kaotîk û krîza sîstematîk de ye ji hev de dikeve.

Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin, divê berê pêşî di hevsenga hêzê ya zanyartiya beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina hisên bedewî û mezinahiyê û parvekirina wan de bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û jintiya mucered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji bo pêkhatina vê jî divê îrade û têgihîştina wê bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov hevdu ji binî ve biterikînin. Li şûna namûsa rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna kesayeta esîl û bedew pêk bîne.

 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 727

Kesayeta Zîlan Navê Yekgirtina Serkeftin û Evînê Ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û şer an jî bi gotineke din ve, navê bi yek kirina serfetin û evînê ye. Weke sembol wiha ye. Ji bo me sembol jî girîng in. Çiqasî ji sembolên azadiyê re nirx were dayîn, heta çi qasî xwe bispêrin wan, dê ew qasî pîroz bin. Bi hezaran nirxên me yên wiha hene. Yê ku li şûna nirxeke bilind bidin vê û xwe serûber bikin, weke ku PKK ne şiyar e û weke tevgereke nikare nirxên xwe teqdîr bike, bi înkareke mezin ferzkirinê, ji rêziyê û ev yek ji nedîtinê ve hatine, anîne rewşeke helwestên ku nayên efûkirin, heta ew di asteke bi lenet de ne.

Wisa hûn bawer dikin ku em di partiyê de xebatên jinê ji rêzê bi dest nagrin. Bi temamî dualîtiya serkeftin û evînê de bi dest digrin. Ev pêvajoyeke diyalektîk a gelekî bi zehmet e, yan jî girêdaniya bi felsefeyê ve ye. Lê belê ev yek çareya me ye, yekem riya pîrozbûnê ye. Ger em ji vê bigerin, dibe ku em her tiştê xwe wenda bikin. Me tiştê ku bi navê azadiyê qezenc kiriye, bi dualîtiya girêdana evînê bi serkeftinê, serkeftinê bi evînê ve dest xistiye. Ev diyalektîka vejîna Kurd, rizgariya Kurd e. Ger em ji vê bigerin tu wateyeke me weke laşekî bêhn pêketiye wêdetir namîne. Gav avêtineke girîng a ku min di jiyana xwe de jî hindekî hêz raber kiriye ye. Her çiqasî kêmasiyên min û lêwaziyên min hebin jî, raberkirina min a vê hêzê divê weke pêşketineke balkêş were nirxandin. Ketineke wiha bi bilindbûneke wiha ve temsîlkirina min, gelekî girîng e. Ji bo gelê Kurd hewldana herî zêde sûdê dide jî ev e. Ger hûn vê yekê fêm bikin û di vê de kûr bibin, her milîtanekî me dê herî jor de bi serkeftinê ve di jiyanê de bi hezkirinekê ve di lûtkeyê de jî bi riya serkeftin û evînê ve werin girêdan. Em nikarin di vê mijarê de durûbin, tu kesek nikare kesekî bixapîne. Ger hindek dixwazin têkîliya min a bi we re nîqaş bikin an jî ger hûn dixwazin bi hindekan re nîqaş bikin, çarçoveya balkêş û ya herî jiyanî ye ev e. Derveyî vê kesek tu mijarê nikare di nava me de bike rojevê.

Divê hûn xwe ji piyonbûna ji rêzê ya pergalên koletiyê rizgar bikin. Ji bîr nekin ku em weke gel ketine rewşeke gelekî xirab. Em li şûna hemû gelên dinyayê ne. Weke zayend hûn hîn li şûna wan in jî. Gelo kî îdîa dike ku dê jiyan bi hêsanî were qezenckirin? Yê ku vê îdîa dike derewîn e. Dibe ku di dema derbasbûyî de we gelekî xeletî kiribin. Jixwe di şertên giran a koletiyê de bêxeletî derketin nabe. Dibe ku şaşitiyên we yên girîng hebin. Lê belê niha wate nedayîna derfetên azadiyê xwe, endam nedîtina ji bo pêwîstiyên wê, nêzîkbûna ne efûkirinê ye. Ji ber ku hûn dest bi jiyanê dikin, ji jiyanê fêm dikin. Ger hûn zorê bidin xwe, dikarin bi ser bixin. Ez dixwazim çarçoveyeke ku meşa we bi hemû aliyan ve watedar bike, weke ku xeteke sor xîz bikim. Ger di van hemûyan de ferasetek were bidestxistin, li gor min nebûna meşa we bi şêwazeke balkêş, bi heyecan û her diçe serkeftinê diyar dike û pêk tîne nayê hizirîn. Ji bo vê ji zilaman zêdetir pêdîviya we pê heye. Wêrekî û fedakariya we jî zêdetir li ser vê bingehê ye. Ev ji cewher dûrxistin, di nefêmkirina vê de israr û helwestên ji rêzê pêkanîn, di rastiyê de dê we ji gavên azadiyê ya ku hêviya we ye dûr bixîne. Dibe ku hûn vê dereng ferq bikin, lê belê wê demê jî hûnê wenda bikin. Girêdaniya li xwe danê, di jiyanê de nerihetbûn, bi vê nêzîkbûnê ve gelekî girêdayî ye. Li şûna ku hûn heyf bikin, li xwe bidin û perîşan bibin, gaveke xwedî rêgez biavêjin, temenê xwe –ku teqez şerekî we yê ku hûn qezenc dikin heye- li gor wê plan bikin. Cewherê we jî ji bo vê guncaw e. Tiştê ku ji we tê xwestin rengê ku pêwîste bi vê were dayîne. Ji vê jî netirsin.

Ger hûn divê bingehê de watedar bikin, misoger dikarin zilamê Kurd jî bînin rê. Vaye di vê xalê de em dikarin behsa hêza evînê, ya ku zindî dike, bênamûsî û bêrûmetî bi erdê ve dike yek bikin. Ger wateyeke evînê hebe, divê bibe navê di vê xalê de yê tune dibe, xelas dibe, tîne ser hişên xwe. Ger jin vê fêm bike, li gor vê lêgerîna têkîliyan li ser serê me cihê xwe heye.

Ev di heman demê de serkeftina rûmeta wê ye jî. Him pêkanîna wekhevî û rizgariyê ye, him jî rizgariya zilam a ku gelekî xalan de tevlîhev û tune bûye ye. Yê ku di nava we de xwedî îdîa hebin, bi vî rengî nêzîkbûna zilam, li gor min rastir e. Gelek ji wan dibe ku wekhevî û azadiyê dixwaze bi dest bixe, lê belê divê hûn jî zilam tengav bikin. Hûn dikarin bi îdîa xwe, bi vîna xwe, bi partîgeriya xwe ya mînak ve, bi xwedîderketina nirxan ve zilamê ku ji gelek aliyan ve kêm, xeter û metirsîdar bînin ser hişên wî. Di vê wateyê de hûn nizanin xwe weke çekeke jinê bidin şerkirin. Hûn ne di ferqa jêhatî û zayenda xwe heta zayendîtiya xwe ne jî. Her dem weke malekî hatina pêşkeşkirinê, xwedî lê derketinê we weke felsefeyekê fêm kiriye. Ev yek tê wateya di rewşeke gelekî bêvîn, gelekî bêpêwendî û li benda stendinê de mayîn e. Ev di heman demê de sedemê hemû bêhiziriya we û hestyariya we ya erzan e.

 

Weke Zîlan Bi Nirx Û Mezin Bibin

Di roja me ya îro de şêwazê malbatê ya mezinkirina zarokan, di yek gavê de kesayet tûne dike. Ev yek êşeke pir mezin e. Dayîkek tenê ji bo zarokên xwe êş dikişîne, yê min jî hevalên min ên weke çiya heye. Hevalên xwe tenê di dilê xwe de jiyankirin têrê nake, dahûrandina wan a mejî pêwîst e. Pêwîst e em emrê wan dirêj bikin. Ev pirsgirikeke pir mezin e. Niha pir nivîskar dibêjin ku “Ev xebat pir zor e” Di kevneşopiya me de keç û xort dema têne 18 saliya xwe, dikevin nava evîna reş –ew ji bo vê neçarin- vê yekê gotin ne eybe. Ev jî tê wateya ketineke pir mezin. Têgîna evîna reş, tê wateya derbeyeke pir mezin. Evîna reş bixwe, tê wateya çavtarîbûn û deriyê xwe heta dawî ji koletiyê re vekirin. Ji bo em şervaneke bigûherînin, ked û hewlên pir mezin didin. Di vir de em dikevin nava xebateke ji mejî heta fîzîka wî/ê ji nûve diafirînin. Li hember vê rastiyê çareseriya ku me dît, bûyera qûtbûnê ye. Di vê bingehê de ez dibêjim; “Rastiyeke Zîlan heye, rastiya Zeynep Kınacıyan ji bo me wasiyetekê ye.” Min jê nexwest ku çalekiyeke wisa pêkbîne, lewre bi biryara xwe ya azad çû vê çalakiyê pêkanî. Sê nameyê wê ya ku di kûrbûna manîfestoyeke de ye heye. Em neçarin ku wan wasiyet û gotinên bi nirx, bi hişyarî û bi awayeke balkeş goh bidin û pêkbînin. Ev yek manîfestoyêke. Em çawa jiyan bikin? Em çawa şer bikin? Bi bîrdoziya xwe, ramanê xwe, têgîna xwe ya rêxistin û heta têgîha xwe ya çalekiyê ve ji me re rê dide nîşandan. Niha em nikarin vê yekê piştçav bikin û vê rastiyê re bêhûrmet nêzîk bibin. Ev jin jî zewicî bû. Lê belê di kesaniya xwe de ji saziya malbatê re derbeyeke pir mezin dixwe. Girêdan û azweriya wê ya jiyanê heye. Vê yekê di destpêkê di xwe de pêktînê û piştre di dijmin de xwe diteqîne. Ev ji bo me rûmetiya herî mezin e. Vê yekê em nikarin piştçav bikin û bipeyvin.

Di rojên wisa de pêwîst e kesayetê vê rengê bêne nirxandin. Em van kesayetan, kesayetên birûmet dibînin. Ger bal were kişandin, di dîrokê de kesaniyên wisa pir kêmin. Dibe ku ji hêjmarên tiliyan jî derbas nake. Her wiha em neçarin ku di nava jinên cîhanê de cîhên xwe pir baş nîşan bidin û pêwîst e ku em girêdana xwe diyar bikin. Ji ber van rastiyana, nirxên herî birûmet in. Di dîrokê de jî hene, ji wan re Ezîze, Melek tê gotin. Pêwîst e ev kesayet di vê qonaxî de bê destgirtin. Di vir de qûtbûneke pir mezin heye. Ev ji bo min jî bûyereke herî mezin e. Tişta ku dikeve ser milên me, erk û hêviyên wan kesayetan pêkanîn û van gotinan kirina jiyanê ye. Ev bûyer pir tişt ji me re dide nasîn. Weke wasiyeteke ye. Emê vê nameyê bi hevok hevok, bi gotin gotin lêkolîn bikin û vê yekê di kesaniya xwe de pêkbînin. Berovajî vê yekê nêzîkatî ji bo me tê wateya durûtiyê. Ev jî ji bo min mijareke herî xirab e. Weke din em nikarin rastiya Zîlan bilêvbikin. Eşq bûyereke birûmet e. Hest û ramanên ku eşqê diqûjînin, ez nikarim bi awayeke hesanî bipejirînim. Ne gengaze ku ez di vê mijarê de vala bisekinim. “Jinê ku we jê re got giraniye, gîhîşt qonaxa azadî ya herî dawî.” Ez caran dibêjim ey zilam! Ti ji bo jineke bigirî xwe perçe dikî, li ber deriyê biyaniyan dixebitî, ji bo mal ango eşyayeke ewqas xebat dikî, ji bo peywendiyeke herî biçûk her tiştî didî berçav. Ew dem ewqas jinên ku ji bo azadiyê kombûne û nêzî azadiyê bûne, çawa dibe bar?  Dibêjin ku di jiyan û şer de giraniyê dikin. Di vir de kûrnaztiyeke heye. Destpeke vê yekê bilêvbike û piştre jî bêje ku; “Mezinê te hate, zilamê te hate, li hember wî serê xwe bitewîne, ew ê te rizgar bike.” Pêwîst e em van helwestan biavêjin û nepejirînin. Di destpeke de pêwîst e em derbixin holê ku jin negiraniye, hem pêşketina jiyan hem jî di pêşketina şer de roleke girîng dilîze. Di vir de me xwest ku kesayeta Zîlan bidehûrînin. Zîlan her çiqas di milê fîzîkî de zorî jî dikişîne, di jiyan û şer de nebareke û ne jî giraniyeke. Ev yek ji bo me bûyereke weke ferman e. Pêwîst e êdî zilam li gor pîvan û xwestegên xwe nepeyve û jin jî xwe neke rewşeke wisa. Pêwîst e bê zanîn ku hem jin hem jî zilamên ku vê rastiyê re çewte an go vê rastiyê napejirîne, di nava rêxistinê de naye qebûlkirin. Rastiya Serokatî heta dawî di vê mijarê de bi me de ye û li hember vê rastiyê ticar tawîzan nade.

Em dikarin girêdaneke wisa jî bikin. Di xwedawenda Îştar an jî Star -Stêrk- heta Zîlan girêdaneke pir balkeş heye. Zîlan yanê keçika bi navê Zeynep, çikir? Sekinî û lêhûrbûneke jiyan kir û ji civakê pir eciz bû. Piştre rastiya zilam a ku heye înkar kire. Dîsa jiyana bi kesayet a ku bêrêxistine înkar kire. Kesayetên ku bi navê taybetmendiyên feodaltî û kemalîstî, yanê kesayetên ku her dem nexweşe,  bi çalakiya xwe ve înkar kir û belav kire. Li hember wê hêzeke pir mezin a dijmin hebû.  Dijminê ku tevahî dijberê jiyana azad û dijminê ku xwe dispirîne emperyalîzmê hebû.  Vê yekê jî bi awayeke mîsoger red kire. Di tevahî van sedeman a ku vegotina tevahî pirsgirikan dike de, çalakiyeke heta dawî birêxistin, bi pilan û bi hêza xwe ya cewherî ve pêkanî. Ji her dorhelê xwe re bombe pêça û pîma agir jî girt destê xwe û wisa dest bi meşa xwe kir. Di Dersîmê de, cîhê ku komkujiya Kurd hatiye pêkanîn de, ber bi yêkineyên artêşa Tirk ve meşiya. Dema ez cesaret û fedakariya wê tînim berçav, weke çalakiyeke bi hêz a ku di lûtkeyan de bilind dibe tê bîra min. Yên ku dibêjin ev çalakî ji rastiya xwedawendî ve di çi milî de tekîldar e? Ezê bêjim ku, di milê cesaret, zeka, dirûstbûn, pirsgirêk ne derxistin û serkeftineke pir bilind di wê çalakiyê de heye. Ev taybetmendî di rastiyê Îştar de jî heye. Tevahî sifatên ku aydê xwedayane, mirov dikare di vir de jî bibîne. Tevahî van taybetmendî –dixwazî taybetmendiyê xweda, dixwazî taybetmendiyê xwedawend bê gotin- di vê çalakî û têgînê de bi awayeke hevbeş derdikeve holê. Ger em hinek din jî vekin, nameyên wê yên weke manîfesto heye. Ji Serokatî re, ji gel û tevahî mirovahî re dibêje ku “Ji bo jiyaneke herî mezin.” Ji bo çi û ji dijberê çi pêwîst e em şer bikin? hemû hatiye nivîsandin. Kijan têgîn û rastî bê pejrandin jî nirxandiye. Di vê wateyê de em dikarin weke manîfesto û kesayeta hem şer hem jî jiyanê bigirin dest. Bêgûman ev weke sembole.  Û vê yekê bi awayeke vekirî bilêvkiriye. “Tişta ku ez bikim, di vê pêvajoyê dîrokî de çalakiyeke wisa ye.” Li gor min van çalakiyana, çalakiyên herî binirx û rûmetin. Nirxandineke wisa ji bo min rast tê. Min vê rastiyê wisa nirxand. Û di bingehê nirxandinê min de pêwîst e ev yek weke ferman û emreke bê destgirtin. Di vê bingehê de pêwîstî çine, bê pêkanîn.

Di vê bingehê de ez hinek xebat didim meşandin. Di vê wateyê de xebatê ku ez didim meşandin, pêwîstiyên xebatên ku nirxeke wê ya sembolîk heye pêkanîne. Her wiha di vê daristanê de destpeke Îştar heye, Kleopatra heye û Semîramîs heye. Jinên hêz ên ku dîroka cîhanê wan nasî û dît heye. Meryem, Fatma, Zeynep, Ayşe heye. Di dîroka me de jinên ku dişibin van kesayetana heye. Em di nava hewldaneke wisa da ne ku, daristanên van jinan vedikin û em dibêjin gelo di nava vê daristanê de ji nû ve zindî bibin, an na? Hêvî ticar qût nabe. Axaftin û gotinên Zîlan baş gûhdar bikin û baş fêm bikin. Em hêzeke ku di bingehê armanceke rûmet de dimeşin in. Pêwîst e hûn weke Zîlan bi nirx û mezin bibin. Weke din nabe. Pêwîst e hûn xebatên şoreşgerî hêzbikin. Her dem xwe bi rêxistin bikin û xwe di berçav de derbas bikin. Li dijî min derkevin lewre, li dijî şêwaz û têgîna Zîlan dernekevin.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 779

Heya Tekoşîna Azadiya Jinê Neyê Biserxistin Tekoşîna Azadiyê Nikare Bigihîje Serkeftinê

Rêber Apo

Di pêvajoya pênc hezar salî ya heta Sûmeran de serdemeke dayîksalarî (ana-erkil) hate jiyîn. Di Sûmeran de ev serdema dayîksalariyê cihê xwe ji serdema bavikiyê (baba-erkil) yan jî baviksalariyê re hişt. Di vê demê de îlana baviksalariyê hate kirin. Ji Sûmeran ve di pênc hezar saliya bihurî de serdema baviksalariyê ye. Heta roja me pênc hezar sal dayîksalarî û pênc hezar sal jî serdema baviksalarî hate jiyîn. Di feraseta me de ne tam dayîksalarî ne jî tam baviksalarî heye. Feraseta me bihevrebûneke herduyan tîne cem hev, xwe dispêre felsefeyê û bingeheke xwe ya felsefî heye. Belê, divê jin û mêr li gel hev bijîn û dikarin bijîn. Lê bila ev şaş neyê têgihiştin; tişta ez li vir qala wê dikim, ne azadiya zayendî ye, ez vêya jî teswîp nakim. Ew bihevrebûna jin û mêr a ez qala wê dikim, divê bi felsefeyê were stirandin û bihevrebûneke bingeha xwe ya felsefî hebe. Bihevrebûna jin û mêr, tenê wisa dikare were watedarkirin. Rewşeke berevajî wê me bibe ev zayendiya jinê ya di kapîtalîzma hov de tê dîtin. Vê encama zayendiya jinê ya kapîtalîzma hov, ev felaket e, kerax e. Pêwîst e têkiliyeke spartî bi zayendiyeke çors, hundirê xwe vala ku felsefeya xwe nîne, nebe. Qesta min a ji azadiya jinê, jina zana û bi vîn e. Ramanên min ên di derbarê jinê de pir cuda ne û pir nû ne. Min vê mijarê di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de bi awayekî berfireh girt dest; dikarin ji wir jî sûdwergirin. Heya tekoşîna azadiya jinê neyê biserxistin, wê tekoşîna sosyalîzmê, tekoşîna demokrasî û azadiyê nikaribe bigihîje serkeftinê.

Têgeha namûsê nizanin. Nikarin namûsê binav bikin. Namûs, ji Eko-nomosê tê. Eko-nomos, tê wateya zagonên malê, karên ku jin dike, karên malê û karên ayidê jinê ye. Ekonomos, ekonomî, karên jinê ne, xwe dispêre hilberînê, ekonomîst jî yên ku vî karî dikin re tê gotin, ekonomîst jî jin e. Têgeheke namûsî ya ku şaş tê şîrovekirin heye. Min berê jî gotibû, xwedawendîbûn. Ev jî xwenaskirin e. Xwenaskirin jî ji zanebûn, jêhatîbûn û baş fêmkirinê derbas dibe. Destpêkê bila jin dîrokê bizanibin, bila dîroka xwe hîn bibin, bila dîroka neolîtîkê bizanibin, bila civaknasiyê, aboriyê û felsefeyê bizanibin, wê bi vî awayî xwe jî nas bikin. Bi qasî ku bikaribin xwe nas bikin, wê bibin xwedewend. Înannabûyîn, îştarbûyîn ji fêmkirin û têgihîştinê derbas dibe. Bi vî awayî wê bikaribin çewsandinên civakî û sîstema zordest derbas bikin. Hûn her roj bi çanda tecawizê re rû bi rû dimînin. Divê destpêkê hûn çanda tecawizî ya rojane derbas bikin. Van pirsgirêkan bi xebatên akademîk zêdetir kûr bikin, lêkolîn bikin û têbigihîjin. Min ji bona vê Akademiya Jina Azad gotibû. Li vir xebatên xwe yên akademîk bikin. Di heman wextî de bi vekirina xwaringehan re û bi mijûlahiyên aborî yên cuda cuda re, dikarin xwe beşdarî hilberînê bikin. Dikarin tiştên eydî jinê bikin. Dema ku li Şamê bûm, keçên me yên herî ji xwe bawer dihatin û digotin, “emê azad bibin”, lê piraniya wan çavên wan dilîstin. Mêr jî dihatin, çavên wan jî dilîstin. Ya ku ez dibêjim, bila destpêkê van çavên ku wisa dinêrin bigirin, bila kor bikin. Di şûna vê de bila çavên xwe yên mejî û zihn vekin, bila bi vî çavî binêrin. Encax wê demê dikarin di riya azadiyê de bi pêş ve herin.

Nasnameya zayendî ya jin û mêr a tê zanîn, piştre hatiye çêkirin û nasnameyên înşakirîne. Jin, li gorî vê nasnameyê hatiye sazkirin û bi hezaran sal in tê mêtandin. Nikare heqê keda xwe bigire. Wekî mînak, ev Hîzbûlah û wekî din ferasetên olî, jinê dane girtin û ji civakê îzole kirine. Ka em şalpeyê bidine aliyek, ev şalpe ye ev çarşef e di hundirê wê de didine girtin, ji serî heta neynûk girtî, qenderek jî rûyê wan nayê dîtin. Ma wisa feraseta azadiyê dibe? Ma xistina vî halî ya jinê, dikare bi azadiyê bê ravekirinê? Di îslamiyeta rastîn de tiştek wisa nîn e, zihniyeta vanan bi îslamiyetê re tu eleqaya xwe nîn e.

Ez nabêjim evîna bêdawî, lê dibêjim hevdu berdana bêdawî (sonsuz boşanma). Dema ez dibêjim bêdawîtî, di rastiyê de ez dikarim vê bêdawitiyê bi desthilatdariya pênc hezar salî ya zilam re sînordar bikim. Ez pêşniyar dikim ku li hemberî vê yekê jin bi rengekî bêdawî vê desthilatdariyê berde. Divê siyasetên xwe çêbikin û ji bo vê yekê aboriyên xwe ava bikin. Divê jin aboriya xwe çêbike; min qala akademiyên siyasetê kiribû. Ji bo ku jin azadiya xwe biafirîne zanista siyasî û çalakiya siyasî pêwîst dike. Pêwîst e vê yekê biafirîne. Azadiya jinê yan jî têkiliya jin û zilam nikare wisa bi evîna romantîk an jî bi evîna bêdawî û yan jî bi azadiya zayendî were bidestxistin. Eger emê bêjin evîna bêdawiyê, ez qala têkiliyên evîna romantîk ên di roja me ya îro de tên jiyîn nakim. Ji xwe ez qala evîna romantîk, ango ew tişta ku jê re dibêjin “evîn” têgehek e ku di romanên klasîk ên di sedsalên 17. û 18. de li Îngîlîstanê hatin afirandin, nakim. Eger wê bi evîna bêdawî re bijîn, pêwîst e azadiyê derxin zanebûnê.

Belê, tenê beramberî çanda destavêtinê xebat kirin têrê nake. Dema ku li hemberî çanda destavêtinê têdikoşin, divê di her wateyî de tekamûl bin û têkoşîn bikin.  Divê ev xebat bên firehkirin û saz kirin. Ne xwe wê ji mîtingek gilûr(qelebalix) wêdetir tiştek nebe. Divê jin azad be. Ev pirsgirêk ji dîrokê tê. Divê ne jin bibe kolê zilam, ne jî zilam bibe kolê jin. Dema ku dibêjim destavêtin, tenê behsa destavêtina zayendîtî nakim. Di vê derê de pir kûr û pir alî ve dorpêçkirinek heye. Di çapemeniyê de nûçeyeke ji Mêrdînê derketibû. Ez ji vê re dibêjim mexdura ji Mêrdînê. Ev zaroka keç li wê derê bi destavêtina dused kesî ve rû bi rû maye. Heman tişt li gundeke Mêrdînê jî çêbibû. Di eslê xwe de ev ne tenê li wê derê, li her derî bi sedan mînakê vê hene. Ev feraseta bi çand li her derî derdikeve holê. Li Îranê jî jinên ku cezayê recm digirin hene. Erê ez tenê behsa çanda destavêtinê nakim. Behsa wan destavêtinên kevin yê di çapemeniyê de derdikevin nakim. Yanê divê jin di hemû qadên jiyanê de rêxistinên xwe yên xweser ava bikin. Min behsa akademiyên siyasetê kiribû, dikarin li van deran xwe saz bikin. Divê jin li Amedê û her derî baş niqaşbikin.

Ez ji ber vê yekê ji jinan re dibêjim ku ma gelo hûn dizanin hûnê çawa bijîn û hûn kî ne, ku hûn karibin evînê û hezkirinê bijîn? Ez ji berê ve ji diyardeya jin û zarokan dûr sekinîm. Min weke Nazim Hikmet ji jinan re helbestan nenivîsand. Di rastiyê de ez nirxeke pir mezin didim wan, min ji bo wan pir tiştan jî kir, lê belê pêwîst e mirov wê rastiyê bibîne ku jineke di vê astê de azad nebûye. Ez ji bo mêrên Kurd jî dibêjim; eger bi qasî zerre namûsa wan û rûmeta wan hebe dê pirsa “em çima di vê rewşê de ne?” ji xwe bikin, vê yekê ferq bikin û têkevin nava lêgerîna vê. Ez ji ber vê yekê vî tiştê dibêjim. Eger hûn vêya fêm bikin, bi armanca çareserkirinê jî hûnê têkevin nava hewldan û xebatên pir mezin.

Ev dîroka şaristaniya çînî ya pênc hezar salî, tenê ji jinê re erka zayîn û mijandinê daye, jin tenê ev e. Vaye Erdogan dibêje ya sê zarok bînin. Hûn li hember vê ferasetê têdikoşin. Hûn jî dikarin li Rojhilata Navîn temsîliyeta jina hemdem pêk bînin. Pêkanîna vê temsîliyetê girîng e. Piştî hezaran salan şûnve, gelek girîng e û bi nirx e ku çanda xwedawend a jinê di jinên Rojhilta Navîn de temsîl bibe. Ew jina ku xwe gihandibe wê astê jî, wê bê hezkirin, wê bi wê jinê re bi wate bê jiyandin. Di vê girêdanê de hûn dikarin ji pêşengiya jinên Rojhilata Navîn bikin, hûn dikarin jinan bandor bikin. We di vê mijarê de gelek pêşketinan afirand, hûn di nava vî karî de ne û hûn natirsin jî. Divê hûn van xebatan bibin hîn qonaxên pêşdetir.

Di mijara jinê de du tiştê ku em dixwazin bikin heye û vana pir girîngin. Ya yekemîn ku jin di warê ramana îdeolojîk de azad bibe û bihêz bibe. Di warê îdeolojîk de divê gihiştî, kamil be. Ya duyemîn ji rêxistingeriya xwe saz bike, bigihêje rêxistingeriya xwe, bigihêje asta ku karibe rêxistina xwe çêbike ye. Di van her du mijaran de karibe pêş de biçe tenê wê karibe di qada azadbûnê de gavên girîng wê biavêje.

Li gorî min heta azadbûna jinê nebe, ne gengaz e ku civak şoreşê lidarbixîne û azad bibe. Azadbûyina jinê, li dijî çanda hatiye dayin de ji bo azad bibe, bi rexnekirineke xurt a bi kevneşopiyê, bi rexnekirina kevneşopiya heyî de gengaz e. Ev gelekî zehmet e. Têkiliyên heyî piranî li ser tecavuz, tecavuza li ser bedena jinê hatiye sazkirin. Di çanda heyî de zilam xwedî nêzikatiya jinê weke bedeneke ku karibe tecawuzê wê bike dibîne ye. Di şert û mercên heyî de xwe ji vê çandê paqijkirin,  ji vê ferasetê rizgarkirin pir zehmet e. Heta jin azad nebe, zilam nikare xwe ji vê rewşê rizgar bike.

Têkiliya jin – zilam ne biyolojîk e. Bi giştî li ser zemîna desthilatdariyê ye û siyasî ye. Dema mirov dîroka pênc hezar salî jî li ser zêde bike, bê hêz hiştina jinê ye. Ev ji aliyê zanistî jî wisa ye. Ez mijara jinê pir girîng dibînim. Koledariya jinê, azadbûna wê pirsgirêka herî girîng ya di civakê de ye. Koledariya heyî ya jinê, li gorî min koledariya herî mezin a di civakê de ye. Di çanda hatiye dayîn de xwe azadkirina jinê pir zehmet e, bûyereke zehmet e. Ez vê ji xwe dizanim.  Aliyekî min ê ji zaroktiya min de ku neketina bin fermanê, azad bûyin, xwe ji her tiştî azadkirin heye. Hîn jî ez wiha me. Tevî vê her roj hewl didim ku xwe di aliyê azadkirinê de biparêz im. Ji xwe, xwe azadkirin, parastina azadiya jinê hîn zehmetir e. Hema bêjin ne gengaz e. Lewra bi modernîteya kapîtalîst ve, di şaristaniya pênc hezar salî de ketina jinê ewqas mezine ku rabûna wê, azadbûna wê pir zehmet e.

Ji xwe ez nabêjim jî nikare azad bibe, li berxwe bide. Lê azadiya jinê, azadbûna wê bi jiyana heyî ya kole û bi şikandina vê ketinê wê ve girêdayî ye. Herdem aliyekî jinê ya li berxwe dide heye. Ji bo jin azad bibe divê destpêkê xwe nas bike. Ketin çiqas kûr be ji bo azadbûnê berxwedan jî divê ewqas kûr û mezin be.

Him jin him jî zilam aliyê xwe yê kevneşopî bernadin. Ev pir zehmet û pir kûr e. Ango divê jin, jintî ya kevneşopiyê derbas bike. Divê di xeta xwe ya azadiyê de berdewam bike. Divê jintiya kevneşopî bala wê nekişîne û dilê xwe nebijînê.

Di şaristaniya kapîtalîst de têkiliyê jin-zilam xwe dispêre cinseltiya xwesteka biyolojîk ya herî ji rêzê. Ev nêzîkatiyeke ewqas ji rêzê ye. Lê belê ev pêvajoyeke biyolojîk a ji rêzê ye. Jin a herî dibêje ez, nikare xwe ji çanda tecawuzê rizgar bike. Û bi vî awayî Sema Yuce jî ji yên vê nedipejirandî bû. Û ji ber ku ev nepejirandibû  çalakiyeke bi vî rengî lidarxistiye. Û bi vî awayî em Sema Yuce bibîrbînin. Em vê axaftina ji bo bîranîna wê diyarî bikin. Li ser vê bingehê ez xebatên hevalan girîng dibînim. Di wan şert û mercên dijwar de, li çiyan jiyan dikin, ez dizanim. Lê tekoşîna wan pir bi rûmet e û girîng e. Bila berdewam bikin. Ji hemû hevalên jin re silavên xwe radigihînim, serkeftinê dixwazim.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 776

RASTIYA CIVAKÎ Û FERD

Rêber APO

 

Ez wek ferdekî bi serê xwe tenê di nav şertên tecrîdê de mehkûmiyetê dijîm, li aliyê din, parastina xwe ya hiqûqî dewam dikim. Hêsan nîne, mirov di dîrokê de dozeke din mîna vê demdirêj û ji aliyê siyasî ve giran bibîne. Hînê jî diyar nîne wê heta kengî dewam bike. Lê belê hê jî bi israr doz wek serlêdana ferdekî tê nirxandin û ji aliyê civakî û siyasî dûr tê girtin. Pir eşkere, ev helwesta DMME kêmaniyeke mezine û bi xwe re rê li ber mehkemekirineke adil nebe, vedike. Doza min bi nazenînî di çarçoveya DMME de hat qebûl kirin, lê ji hemû aliyê siyasî û civakî dûr hat girtin. Eşkere ye, hewceyî bi vê helwestê dîtin ji bo aliyekî girîng ê rastiyê veşêrin. Ev bi xwe jî mijareke bingehîn e, divê ez rave bikim. Ferd ji civakê qût dike û dibêje; “Ez te dikim xwedî maf” bi vî awayî mehkeme dike. Ev helwest cewherê şaristaniya Ewrûpayê pêk tîne. Hema hema ez bi tevahî di parêznameya xwe ya yekemîn de li ser vê rastiyê rawestiyam.

Şertê hebûna cinsê mirov civat e. Ji cinsê prîmat (famîlya herî nêzîkî mirov) yê beriya xwe veqetiyaye û bi civatê bûye mirov. Ev tespît a herî nêzî rastiyê ye, ji aliyê Zanista Civakî ve tê qebûlkirin. Ferdê bi tenê û jiyana bi civat, çiqas ji hev bêne kirin bila bêne kirin, bi teorîk îspat a wê zehmet e. Ji ber ku ferd bi serê xwe nîne. Dibe ku ferdê civaka wî hilweşiyayî hebe, lê hîç nebe ew ferd bi bîranînên civaka xwe ya hilweşiyayî li ser piyan dimîne. Ew bi wan bîranînan jî ji bo kêliyekê dibe civakî. Cinsê mirov, bi temamî hêza xwe bi asta têkiliya xwe ya bi civatê re bi dest dixe. Hejar û qels xistina ferd, şêwazê herî hov ê kolekirinê, tenê hiştin, tecrîd û îzolekirinê ye. Keriyên koleyan, gundiyên serf, karkerên li bajaran dîsa jî civat in. Car caran îsyan dikin û hebûna xwe bi bîr dixînin. Li aliyekî din, tenêtî dijwar hîn dike. Di dîrokê de pêvajoya sulûk û înzîwayê ya hemû zana û peyxemberên navdar vê rastiyê nîşan didin.

Tenêtiya ez dijîm, bi giştî têkiliya xwe bi vê sîstema mehkûmiyet û tecrîdê re heye. Civata te, gelê te; eger ji “xwebûnê” hatibe derxistin, ev tê wê wateyê hê tu ji dayikê dibî tu bi tenêtiyeke qels têyî mehkûmkirin. Tu çendîn ji xwe dûr bikevî ew çend tu bi civateke din re dibî yek, lê wê demê jî tu êdî tu nînî. Yan tê tenêbûneke dijwar, yan jî tê xwe radestî rastiyeke din bikî. Feq û dafika Kurd ketinê û min berê behs kiribû jî ev mentiqê dualî bi xwe ye. Wek ji te re bibêjî; ji mirinan mirinê biecibîne. Di roja me ya îro de cudabûn û parvekirina “bi yê din re” pir tê guftûgokirin. Helwesteke rast e, ji bo dewlemendiya civatê li ser hîmê dilxwaziyê cudabûnên werin afirandin bi yê din re werin parvekirin. Lê belê polîtîka homojenkirin û afirandina yek tîp mirov a sîstemê tiştekî din e. Ew qirkirin e. Ew ji holê rakirina nijad û qewman e. Asîmîlasyon e. Tu êdî tu nînî. Li ser rastiya Kurd polîtîka tê ceribandin jî ev cure ye. Çavkaniya wê jî biyoîqtîdara sedsala 19. û 20. ya nijadperest û faşîzm e. Her cure têgihîştina desthilatiya total e. Armanca wê afirandina nijad û netewekî xurt e, û pê re êrîş û şer tên. Bêguman reh û kokên wê dadikevin heta serdema avakirina destpêkê ya civaka hiyarerşîk, lê bi sîstembûn û belavbûna wê wek polîtîka dewletê xweserî sedsala 20. ne.

Di bin van şertan de mehkemekirina min, em komployê jî bidin aliyekî, dibe sedema cezayekî giran, ji ber ku min civakeke îdeaya xwe wendakirî kiriye xwedî xwestek û li dijî sîstema bi pey hêrsa hêza qezenc û karê ketiye kiriye xwedî çalakî û tevger. Ev tê ferz  kirin û kengî were gotin ka civaka min, ka çanda min, ka zimanê min, ka azadiya min, ev hemû dibin cihêkarî û îxaneta bi welêt re. Di şaristaniya Osmaniyan de gunehekî wer nebû. Di sîstema qewmên Tirk de bi giştî cureyekî welê yê guneh nîne. Ev guneh, vedîtin û îcada rejîmên faşîst, nijadperestên şaristaniya Ewrûpayê û rejîmên din ên desthilatiya total in, di sedsala 20. de derbasî sîstema dewleta Tirk bûne. Ji vê yekê jî her aliyê cîhanê para xwe girtiye.

Eger gunehekî min hebe, ew jî ewe ku min jî hinek ji mîkrobên çanda şer û desthilatiyê wergirtine. Wexta ji bo azadiyê, desthilatiya dewletê û şer mîna fermaneke Qur’anê bi bawermendî hat fêm kirin, ezê jî tevlî lîstikê bibûma. Hema hema her kesê li ser navê bindestan rabû û têkoşiya, nekarî xwe ji vê nexweşiyê xilas bike. Li ser vî hîmî, ez ne tenê li hemberî sîstema serdest, her wiha ez li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya min her tiştê xwe ji bo wê danî holê jî gunehkar im. Ezê di vê mijarê de rexne li xwe girtinê ne tenê bi teoriyê, ezê di pratîka esîl a tenêbûna xwe de heta dawiyê bimeşînim. Lê sîstema ku civak û gelek bi zorê û hîleyan ji xwebûnê derxistiye, wê çawa xwe bide efûkirin. Eger mehkemekirinê adil bibe, divê li îdeayên her du aliyan jî were guhdarîkirin û li gorî wê biryar were dayîn. Mehkemekirineke têkiliya xwe ji zanistê qutbûyî ti car nikare adil bibe. Eşkere ye, Zanista Civakî wê çeka min a bi tenê be, ezê serî lê bidim. Ez bi qasî ku xwe pê rohnî bikim, ezê karibim li ser rêya rast bimeşim ku ev jî yek ji şert e, ji bo mirov bi şeref û rûmet bibe.

Sîstemeke ev çend bandor li civakê kiribe, wê hilweşandin û texrîbatên wê yên xwezayê neyên ji bîrkirin. Helwesteke femînîst û ekolojîk wê karibe me bigihîne jiyana civakî ya xwezayî. Yek ji mijarên sereke divê baş were ravekirin, alternatîfa polîtîk a gelan demokrasî ye. Ev ji bo destnîşankirina çareseriyê girîng e. Globalîzm, piyasa serbest a mal ku wek fetîşîzmekê pêşkêş dike, mîna alternatîfê bi tenê dixemilîne û datîne pêşiya me, ya rastîn bi vê yekê, dizek û desteserkerê berê ye. Emê jî bi vê zanebûnê, alternatîfa xwe ya demokratîk û ekolojîk hê jî rave bikin û ala jiyana xwe ya nû li ba bikin. Emê bi vê yekê, îdealên wekhevî û azadiyê yên di dîrokê de zêdetir rojane bi cih bînin û bijîn, di heman demê de emê îspat bikin ku hewldanên di vî warî de têk neçûne. Çawa ku di xwezayê de ti tişt tine nabe, ti nirx û bihayên ji bo civakê jî tine nabin û naçin.

Destpêkê nîzama malbatî ya jin-dayikê bû qurbana civaka hiyarerşîk. Di nav sîstem û civakê de ji beşên herî zordestî lê tê kirin, belkî di serî de jin tê. Ev pêvajoya ku beriya dîrokê hatiye jiyîn, di nav ilmên civakî de cih nagire, ev yek ji ber nirxên bi cihbûyî yên civaka serwer a mêr e. Jin hêdî hêdî tê kişandin nav civaka hîyarerşîk û taybetiyên xwe yên xurt ên civakî wenda dike. Ev di civakê de dij-şoreşeke bingehîn e. Em wexta li malbateke xizan a kedkar jî temaşe bikin û rewşa jinê hûr bikolin, emê bi awayekî balkêş û seyr, vê zordestî û xapandinê bi berfirehî bibînin. Bi sedemên pir piçûk û sivik, jin bi sedema namûs û evînê têne kuştin, ev mînak bi xwe jî nîşaneyeke biçûk e, eşkere dike ku bûyerên diqewimin çawa di bin serweriya mêr de ne. Eger ev pêvajo bi cudahiyên biyolojîk ên di navbera jin û mêr de bêne ravekirin, wê ev yekê şaşiyeke bingehîn be. Di têkiliyên civakî de rol û qanûnên biyolojîk derbas nabin. Pir zêde, mirov dikare ji ber taybetiyên nêr û mêbûnê têkiliyan binirxîne ku mijareke bi vî rengî ji bo hemû cinsan gengaz e. Ya rastîn, çanda jin-dayikê bi sedemên civakî ketiye bin tehekumê. Îdeolojî û zordariya tê meşandin bi tevahî ji ber vê yekê ye. Ravekirina mijarê bi ajoyên cinsî û derûnî, berûpaşkirineke xeternak e.

Statuya jinê ya ku bi sîstema hiyarerşîk dest pê kir heta neyê analîzkirin û ji hev neyê derxistin, ne dewlet û ne jî civaka çînî ku xwe dispêrên sîstema hiyarerşiyê, wê werin fêmkirin. Ji lewra mirov nikare ji yek mijarên bingehîn a xwe tê de xapandiye xilas bike. Jin, ne wek cinsekê, wek mirov ji civaka xwezayî tê veqetandin û bi koletiyeke berfireh tê mehkûmkirin. Hemû koletiyên din jî bi koletiya jinê ve girêdayî pêş dikevin. Lewma heta koletiya jinê ji hev neyê derxistin û neyê fêmkirin, wê koletiyên din jî ji hev neyên derxistin û neyên fêmkirin. Heta dawî li koletiya jinê neyê anîn, wê koletiyên din jî bi dawî nebin. Jina zana ya civaka xwezayî çanda xwedawenda dayik bi hezarê salan jiyaye. Nirx û bihaya ku her tim hatiye mezinkirin çanda xwedawenda dayik e. Eger wisa be; çandeke berfireh û demdirêj a civakê çawa hat tepisandin û îro bû bilbileke bi xemil û xêz a qefesê. Mêr dikarin li ser vê bilbilê dîn bibin, lê ew dîl û êsîr e. Heta dawî li vê dîlketina demdirêj û kûr neyê, ti sîstemên civakî nikarin behsa wekhevî û azadiyê bikin. Hikmê ku dibêje; asta jinê ya wekhevî û azadiyê, asta civakê ya di vî warî de destnîşan dike, rast e. Balkêş e, hê dîroka jinê bi rêkûpêk nehatiye nivisîn. Di ti ilmên civakî de cihê jinê rast nehatiye danîn. Yê ku herî dibêje; ez ji jinê re bi hurmet im jî, vê yekê bi qasî ku bi kêra arzû û xwestekên wî were, wek hikmekî qebûl dike. Îro jî jin, ji bilî aliyê xwe yê cinsî wek dosteke mirov ji aliyê ti mêrî ve nehatiye pejirandin. Ji bo peydakirina mêrekî ji vê qonaxê derbasbûyî û yan jî afirandina mêrekî bi vî awayî, gaveke bingehîn e, bi aliyê azadiyê ve hatiye avêtin. Ezê vê mijarê hê jî analîz bikim û hewl bidim hê zêdetir hûrûkûr li ser rawestim.

Qasî malbata di bin rêveberiya mêr de ti koletiyeke daîmî û kûr nehatiye dîtin. Ev tespîtek e, hemû sosyologên navdar li ser hemfikir in. Ji bo mirov asta koletiyê ya civakê analîz bike, ji sedî sed divê mirov asta koletiyê ya jinê bi awayekî berfireh çareser bike. Jin ne tenê ji aliyê mejî û kiryaran ve hewce hatiye kirin, di heman demê de hemû hisên wê, tevgerên wê yên bedenî, nîzama dengê wê, lixwekirin û vexwarina wê jî bi koletiyê re têkildar hatiye kirin. Xelek bi poz, guh, zend û lingên wê ve hatine kirin. Ev sembolên zincîra koletiyê ne. Di serdema navîn de kembera bakîretiyê jî bi jinê ve tê kirin. Têgihîştineke yekalî ya namûs û exlaq tê pejirandin. Ji aliyê îdeolojîk ve jinê tine dikin. Hemû nirx û biha ji destên wê têne girtin û wê dixin rewşa mal û milk. Bi qelen û next tê wezinandin.

Koletiya jinê ku çavkaniya wê civaka Sumeran e, mijarek e, hê dest pê nehatiye kirin. Hewcebûna bi civaka hiyarerşîk dest pê kir, di perestgehên rahîban re hat derbaskirin û xistin holika mêr, bi vî awayî bi statuya herî giran bi dawî kirin. Ji wê demê û vir ve, statuya ku pêş de birine ev e. Mijara bingehîn a wêje, exlaq û perwerdeyê her jin bû û dianîn ziman ku jinek bi hemû his û tevgerên xwe çawa dikare ji mêrê xwe re xizmetê bike. Koleyê mêr bi berhemê zêde yê bi dest dixistî û hêza xwe ya milan, statuya xwe destnîşan dikir. Koletiyeke naveroka wê aborî bû zêdetir derdiket pêş. Lê jinê bi hemû beden, ruh û fikra wê dikin kole. Eger hûn mêrekî kole serbest bikin dikare bibe mirovekî azad, lê hûn jinekê serbest bikin, wê biçe koletiyeke hê xirabtir. Ev rastî bi xwe, koletiyeke kûr nîşan dide. Çavdêrekî baş dema li jinê temaşe bike, bi hêsanî dikare bibîne, jin çawa bi her awayî li gorî daxwazên mêr hatiye hûnandin û reng dayînê. Ji dengê wê heta meşa wê, ji nêrtina wê heta rûniştina wê, wek bibêje; “ez hatim qedandin”. Li ser koletiya jinê analîz nehatine kirin, yek ji sedemên bingehîn ê vê rastiyê, çilekiya mêr û ruhê wî yê tatmînkar ê dîktator e. Prototîpa qral-xwedayên di civakê de, efen­diyê jinê mêrê li malê ye. Ew ne tenê zilamek e, ew xweda-mêr e. Ev taybetiya mêr bêyî ku biguhere, bandora wê heta roja me ya îro hatiye.

Zordestî û îstîsmara herî kevin a li ser jinê jî her ku derdikeve holê, pirsgirêka jinê dibe tam krîzeke mezin. Jin her ku xwe nas dike, bi sedema piçûk hatiye xistin bi hêrs radibe û dibe yek ji hebûna bi tesîr a kaosê gurr dike. Ji hev vebûn û verşîna pirsgirêka jinê, wê ji hev vebûna civakê û ji hevbûna civakê jî wê ji hevbûn û verşîna sîstemê bi xwe re bîne.

 

 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 734

Kesayetên Ku Li Xeyalên Xwe Yên Zarokatiyê Xiyanet Nekirin Kesayetên Bihêz in

RÊBER APO  

Tiştê ez behsa xeyalên xwe yên zarokatiyê dikim; tiştên baş hizirandin, tiştên baş têgihiştin her demê xwezayî, yê tê hezkirin, hevaltî û aştî hêvîkirin bû. Xeyalên zarokatiyê kêm zêde wiha tê diyarkirin. Zarok biharê dixwaze, tiştê şêrîn dixwaze, hezkirinê dixwaze, aştiyê dixwaze, pêwendiyê dixwaze bi kurtayî dinyayeke xeyalî dixwaze. Rewşeke me ya ku em ji bo bigihîn dinyayeke wiha, me jiyana xwe danî holê. Wateya xiyanet nekirina li xeyalên xwe yên zarokatiyê afirandina dinyayeke ji dijmintiyê ferz kirinê û her cure kirêtiyê ku xwe rizgar kiriye, her kesek weke zarokan şad kêfxweş e, hev weke dijmin nabîne, her dem aştî û hezkirinê dijî ye. Xeyal ev in. Wê demê jî ev xeyal hebûn, niha jî hene. Lê belê ev xeyal bi tekoşînê her diçe bi şerekî dijwar ve tê bidestxistin. Wateya xiyanetnekirina xeyalên xwe jênegerîna dinyayeke wiha ye.

Tekoşîna min û kesayeta min a ji wê rojê hetanî niha ku min pêş xistiye dadîtine holê ku, ez bi tundî xeyalên xwe dişopînim, ev jî şêwazeke baş e. Kesayetên ku xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekirine, kesayetên bihêz in. Hindek ji van mirovên zanist, hindek mirovên çalakiya şoreşgerî, hindek jî dibin hunermend. Kê çi qasî xeyalên xwe yên zarokatiyê rasteqîn bijî ew kesayet ew qasî mezin dibe. Ez dikarim bi dilrihetî diyar bikim, xiyanet nekirina min a zarokatiyê ez birime milîtaniya şoreşgerî ya berfireh. Ji ber ku xeyal, hêvî, azwerî û xwestekên wê demê dest jê nehate berdan û gav bi gav azwerî û hêza pêkanîna vê hate bidest xistin. Ango hindekî din zanistî bû. Hindekî ev dinya hate naskirin. Neçariya bi nakokî û rastiya xwe ve ferzkirina çareseriya şoreşgerî derkete holê. Xeyalên zaroktiyê di cihekî de tenê bi hembêzkirina şoreşê ve tê bidestxistin. Şoreş jî hindekî amrazekî herî bingehîn a gihiştina xeyalên zaroktiyê ye. Ji ber vê jî şêweyê jiyana şoreşgerî şêweyê jiyaneke zarokatiyê ye.

Em hindekî jî weke zarokan in. Ji ber ku em bi xeyalên wan ve dagirtî dijîn. Wê demê jî wiha bû û niha jî bi vî rengî ye. Cihêbûna di navberê de niha em bi rastiyên dijwartir re di nava hev de ne, di nava tekoşîn û şerekî berfireh de ne. Lê belê xeyal dîsa ew xeyal in. Hindekî din serkeftin heye, hindekî qezencekî rastî mijara gotinê ye. Tê wê wateyê ku me ji zarokatiyê pê ve jiyan rast bi dest girt, ji bo xeyalên zarokatiyê bi tundî giredaniya me bi hemû hêza xwe ve hembêzkirina me ya wan xeyalan, sedemeke herî girîng a din ku me hêz qezenckiriye û em di riya rast de ne. Me xiyanet nekir, em rast, cewherî û paqij man. Lê belê em rasteqîn bûn. Me xwe tenê bi xeyalan têr nedît. Bi hewildaneke mezin ve em ber bi tekoşînê ve çûn. Ev jî nîşan dide ku em ji zarokbûnê dûr ketin û mezin bûn. Me ev jî di dema wê de raber kir. Di encam de me dinya herî baş, têkîliyên herî baş bi kurtayî girêdaniya mezin a doza gihiştina jiyana azad wiha fêm kir û wiha jiya. Em kar dikin ku vê ji bo civakeke mezin û mirovahiyê pêk bînin.

Çîroka Min Çîroka Herkesekî Ye

Bêguman pêwîste ev pêvajoya deh salan bi hemû aliyên xwe ve di çîrokê de yan jî di romanê de were vegotin. Lê belê em werin berî wê. Gelo serkêşê romanê bi şensekî ve yan jî bi bêşensiyekê ve rûbirû ma? Yan jî gelo hewildaneke gelekî bi plan û bi zanebûn dest pê kir?

Di rastiya Kurd de bi taybetî jî di bûyera afirandina hestan de wendakirineke mezin tê jiyîn. Di vê xalê de li pey hev ev tespît pêş xistin ne zehmet e. Di têkîliyên jin û zilam de kevneşopî serdest e. Her kesek dikeve bin serdestiya vê. Serkêşê me yê romanê hindekî biguman li vê temaşe dike û bi metirsî lê temaşe dike. Bi hêsanî weke pez stûyê xwe naxe bin kêrê. Ev piştre ji aliyê rizgarkirina hestan de girîngiyeke mezin rave dike. Lê belê ew nirxên civaka bûrjûva ku bilind dibe, bi destên nokerên, di Kurdistanê de ev tişt gihandina raveyeke gelekî xwedî hêz dihêle ku ev kesayet zêdetir xwe bigre hundirê xwe. Ew xwe di nava neçariyeke mezin de dibîne. Ev çewisandina hestan dihêle ku ew bigihê komeke şoreşger. Di vir de bandor hetanî dawiyê pêşçav e.

Serkêşê romanê bi navê welat û gel; heta bi navê azadiya jinê xwe ji bo mêrxasiyê amade dike. Wê demê dibêje; “Kê derdikeve hemberî min bila derbikeve, dibe gelekî binakok be, dibe gelekî bi aheng be dîsa jî ezê derbikevime serî.” Heta di vê mijarê de hindekî jî çavtarî ye, ji ketina nava helwestekê ku aliyê wê yê hest zêdetire jî natirse. Lê belê di vir de bingehê polîtîk gelekî girîng e. Ji bo hest diwêre, lê belê zemînê ku pêlê dike, misoger polîtîk e. Ger hûn dixwazin teqez ji vê encamê derbixin, divê hûn bi pirsên weke di bingehê ku tiştên me ji aliyê hestan de kiriye, tê de polîtîka heye yan jî nîne? Gelo zemînê polîtîk gelekî cidiye û gelekî girêdayî ye? Xwe lêpirsîn bikin, serkêşê me di vê mijarê de ji xwe bawer e. Dibêje; “Ez bimirim jî dest ji vê zemînê bernadim.” Ji ber wê jî hember dixwaze bi ku ve bibe bila bibe ew li ser pîvanên xwe serdest e. Dîve hest çavan kor neke, ji zemîn qut neke. Bi temamî xizmeta wê bike. Pêwîste em vê hestê lêkolîn bikin, ji bo rastiya gelê Rojhilata Navîn jî ev gelekî girîng e. Serkêşê me yê romanê her diçe dixwaze kûr bibe û hesta azadiya pîroz bidest bixe.

Em dixwazin wateyê bidin rewşa malbata Kurd di roja me de ya biêş û hilweşiyaye, xiyaneta wê ya welat û mirovahiyê ew asta wê ya ku dijberî azadiyê û hemû diyardeyên jiyanê ye, ya ku gelekî kirêt dike, neçar dike ger gengaz be em dixwazin ji vê re riya rizgariyê peyda bikin. Em dixwazin bi feraseta namûsê ya ku hatiye berovajîkirin, pê pênaseyekî û naverokekî bidin qezenckirin. Em dixwazin ji bo ku jiyan xweşik bi pêş bikeve piştgiriyê bidin. Gelo di vê wateyê de serkêşê me yê romanê dikare ji bo van hemû tiştan bibe bersiv? Gelo gavên ku diavêje di cihê xwe de ne? Lêkolîneke mezin ji bo van pêwîst e. Ji ber ku dixwaze piştî ketineke mezin bi destpêkirina jiyanê ve bilindbûnê bi dest bixe. Vê gavê di nava serûbinbûna mezin a welat de tê xwestin ev yek were pêkanîn. Ev vediguhere şerekî mezin. Tê xwestin ku rêya jiyanê were peydakirin. Nedîtin û nebihîstina wê tê wateya rewşekê ji kor û kerekî hîn xirabtir jiyînê. Gelo di vê wateyê de silav dayîna jiyanê, rêzgirtina jiyanê, ma bi namûsê tê kirin? Gelo ma serkêşê me di vê mijarê de rastî rûxmî hemû zehmetiyan fêm kiriye? Em vê lêpirsîn dikin. Bila kesek vê ji rêzê nebîne û teqez fêm bike. Ji ber ku di vê çîrokê de çîroka her kesekî veşartî ye.

 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 439

Serdemeke Nû Dest Pê Dike

Rêber Apo

 

Silav ji gelên Rojhilata Navîn û ji yên Asyaya Navîn re, ku bi tifaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hev re pîroz dikin…!

Silav ji gelên bira re, ku bi coşeke mezin, bi ruhê demokrasiyê û di nav xweşbîniyeke mezin de, Newroza serdema roja nû, û bi ronahiya rojên nû, bi hev re pîroz dikin…!

Silav ji rêwiyên rêya pîroz re, yên ku rêya mafên demokrasiyê û rêya azadî û wekheviyê ji xwe re kirine armanca jiyanê…!

Gelê Kurd ê ku yek ji gelên herî kevnar ê ji quntarên Zagros û yên Torosê, heta geliyên rûbarên Dîcle û Firatê; ji xakên pîroz ên Mezopotamya û Anatolyayê, heta şaristaniya gund û bajarvaniyê dayiktî kiriyê, silav ji bo we…!

Ji bo gelê Kurd ê ev şaristaniya herî kevnar a hezar salan, bi nîjad, ol û mezheban re bi biratî û dostanî pêkve jiyane, pêkve ava kirine, rûbarê Dîcle û Firatê birayê Sakarya û Merîçê ne. Çiyayê Agirî û Cûdî dostê çiyayê Kaçkar û Erciyesê ye. Govend û delîlo, xizmê Horon û Zeybekê ye.

Ev medeniyeta mezin û civakên bira, bi zextên siyasî, bi mudaxeleyên derve, berjewendiyên komikan xwestine berdin hev, hatiye xwestin ku nîzamên ku huqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin werin avakirin.

Emperyalîzma Rojavayî, di vî dused salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi mudaxeleyên xwe yên derve, xwestin di nav civakên Rojhilata Navîn de hişmendiya dewleta netewe pêş bixin. Ji bo vê jî, di nav civakan de tixûbên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixûban de bi avakirina îktîdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên heremê yên Ereb, Fars, Tirk û Kurdan bikin qirika hev dû re.

‘Serdema ferasetên mijoker û redkar bi dawî bûye’

Serdema ferasetên, mijokdar, redkar û çewsîner bi dawî bû ye. Civakên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên bera hevdû didin re dibêjin, bes e.

Bi sed hezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibe û qadan têr û tijî dikin edî biratiyê dixwazin, çareseriyê dixwazin.

Ev têkoşîn ku bi serhildana min a şexsî, di destpêkê de li hemberî bêçaretiyê, nezanî û koletiyê em di nav de hatin dunyayê dest pê kir, xwedî vê armancê bû ku li hemberî her cure ferzkirinan hişmendî, feraset û ruhekî ava bike. Ez îro dibînim ku ev qîrîna min gihiştiye astekê.

Şerê me, ne li hember tu etnîsîte, ol, mezheb an jî komekê pêk nehatiye, pêk nayê. Şerê me, li hember çewisandin, nezanî, neheqî, paşdehiştin û her cure zextan bû.

Em îro edî, bi Tirkiyeke nû, Rojhilata Navîneke nû û bi dahatûyeke ve şiyar dibin. Ciwanên ku bangawaziya min hembêz dikin, jinên pîroz ên peyama min di dilê xwe de bi cih dikin, dostên ku dibêjin gotinên te li ser, ser û çavan qebûl dike, mirovên min guhdarî dikin;

 

Gelê Tirkiyeyê yê Rêzdar;

 

Bila gelê Tirk ê îro di Anatolyaya qedîm de wek Tirkiyeyê dijî zanibe ku ev hezar sal e jiyana wan a hevpar a bi Kurdan di bin ala Îslamê de xwe dispêre huqûqa biratî û piştevaniyê. Di rastiyê de di vê huqûqa biratiyê de fetih, înkar, red, pişaftina bi darê zorê û tunekirin nîn e, divê nîn be.

Polîtîkayên sedsalên dawî yên zext, tunekirin û asîmîlasyonê yên xwe dispêrin modernîteya kapîtalîst; hewldanên elîteke desthilatdar a bijarker ya teng ku tevayî dîrok û huqûqa biratiyê înkar dike îfade dike. ji bo em ji vê cendereya zilmê ku di roja me de pir baş derketiye holê ku berejavî dîrok û huqûqa biratiyê ye derketina hevpar bikin wek du hêzên stratejik ên bingehîn ên Rojhilata Navîn ez bang dikim ku em li gorî çand û şaristaniyên xwe modernîteya xwe ya demokratik ava bikin.

Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn li modernîteyeke modern û nîzameke demokratîk a li gorî dîroka xwe. Lêgerîna modeleke nû ya ku wê herkes bi awayekî azad û bi biratî di nav hev de bijî bi qasî nan û avê bûye pêwîstiyek e nesnel. Ji vê modelê re careke din ku erdnîgariya Anatolya û Mezoptamyayê, dem û çanda wê pêşengiyê bike û ava bike tiştekî bivênevê ye.

Em mîna di dema nêz de di çarçoveya Mîsak-î Mîllî de di pêşengiya Tirk û Kurdan Şerê Rizgariya Mîllî pêk hat, hîn rojanetir, tevlihev û kûrbûyî pêvajoyekê dijîn. Li gel tevayî kêmasî û şaşiyên 90 salên dawî, careke din gelên bindest û yên hatine mexdûrkirin, bi felaketên mezin re rûbirû hatine hiştin, çîn û çandan jî digirin rex xwe û hewl didin ku modeleke nû ava bikin.

Bangawaziya min ew e ku, Kurd, Tirkmen, Asûrî û Ereb ên bi awayekî dijberî Misak-Mîllî hatin parçe kirin û di roja me de di Komara Ereb a Iraq û Sûriyeyê de di pirsgirêkên giran û şeran de mehkûmî jiyanê hatine kirin, li ser esasen “Konferansa Piştevaniya Mîllî û Aştiyê” de rastiyên xwe nîqaş bikin, bigihîjîn zanebûnê û biryardariyê.

Li hemberî kesên me parçe bikin û dixwazin me bi hev dû re bidin şerkirin em ê bibin yek. Li hemberî yên dixwazin me ji hev dû qut bikin em ê bibin yek. Ên ku nikarin ruhê demê bixwînin diçin sergoya dîrokê. Yên li hember herîkina avê li ber xwe didin, ber bi kendalê ve diçin.

Gelên herêmê şahidiyê ji berbangên nû re dikin. Gelên Rojhilata Navîn, ku ji şer, pevçûn, parçebûyînan westiyane, dixwazin edî li ser kok û rehên xwe, ji nû ve şîn bibin, û mil bi mil rabin ser piyan.

Ev Newroz ji bo me hemûyan mizgîniyek e. Heqîqetên di peyamên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed de, îro bi mizgîniyên nû derbasî jiyanê dibin. Mirovatî hewl dide ku tiştên wenda kirine ji nû ve bi dest bixe.

Em nirxên şaristaniya modern a Rojava bi temamî red nakin. Em nirxên wê yên rewşenger, wekhev, azad û demokratîk werdigirin, bi nirxên xwe re, bi formen xwe yên jiyana gerdûnî re sentez dikin û jiyanî dikin. Bingeha têkoşîna nû fikir, bîrdozî û siyaseta demokratik e, pêngaveke mezin a demokratîk dide destpêkirin.

Silav ji wan re, yên ku hêz didin vê pêvajoyê, yên ku piştgiriyê didin çareseriya demokratîk û aştiyê!

Silav ji wan re, yên ku ji bo biratiya gelan, wekhevî û azadiya wan demokratik berpirsiyartî girtine ser milên xwe.

 

Bijî Newroz, Bijî Biratiya Gelan

Zîndana Îmrali

21 ADAR 2013

 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 447

Sayfa 4 / 7

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • DI AGIRÊ ZÎLAN DE HER TIŞT JI NUVE TÊ AFIRANDIN

  • Eger Bîranîn Winda Bibin, Kesayetî Tu Caran Nikarin Bibin Bersivekî Ji Bo Dîrokê 

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere