Têkoşîn Amed

 "Şehîd ew kesin ku jiyanê herî zêde hez dikin û dixwazin bedewiya wê bi awayê herî baş bi wate bikin. Ji ber vê yekê, rastiya ku evîndarî û dilsoziya mezintirîn a bi bo jiyanê îfade dike, rastiya şehîdan e." Destpêkirina bi van rêzikên ku Rêber Apo rastiya şehîdan tê de pênase kiriye, wê di nirxandina heqîqeta şehîdan de ronîkertir be.

Bersiva Herî Watedar ku Ji Rastiya Şehîdan re Were Dayîn, Îsrara di Jiyana Azad de ye 

Şehadet; di şerê afirandina nûbûn, bedewî, edalet, rastiyê û parastina heqîqetê de, bi fedaîkirina xwe, pêkanîna bûyera ‘afirandinê’ ye. Yanî ne mirin e, li jiyanê barkirina wateyên nû ye, di jiyana mirovîhê ya domdar de afirandina pîvanên azadiyê di navbera kesayetiyên nû yê jin û meran de ye, mêzekirineke nû a li rastiya hebûnê ya ji dervayî sînor û qalibên xêzkirî ye, di têkoşîna gihîştina sira heqîqetê de fedakariya herî mezin raberkirin e û hilweşandina hemû duwarên tirsê yên ku li derdora têgîna ‘mirinê’ hatine hûnandin e. Em dikarin hîn bêsînor wateyên ku di heqîqeta rastiya şehadan di xwe de dihewîne rêz bikin. Nimûne, weke têkoşîn û berxwedana Asya û Rojger, Erdal û Rojhat, Sara û Ruken û bi deh hezaran cangoriyan, ku dijminê me têk birin. Di vê wateyê de, vegotina bedewiyên ku di jiyana her şoreşgerekî/ê hebûna xwe feda kirî û wisa gihîştiye şehadetê, di heman demê de zindîkirin û jiyankirina wan, par girtina ji heqîqeta wan, wê her kêliya ku tê jiyîn watedartir bike.

Armanckirina azadiya gelekî û xwe gihandina hêza ku di riya serkeftina vê armancê de dikare hemû zehmetiyan ji holê rake, xwe derbazkirinê, yanî fedaîbûnê dixwaze. Ev jî tê wateya dûrketina ji ferdperestiyê û ji pêwîstiyên civakîbûnê re bûyina bersivê. Yanî di refên şervanên azadiyê ku biryara têkoşîna gelekî dane de, cih ji ferdperestî, berjewendiyên tekekesî û tirsa mirinê re nîne. Têgihîştina rastiya şehadetên tekoşerên PKK, ku hêjmara wan di nava zêdetirî 50 salên şerê azadiyê de gihiştiye dehhezaran, heman demê de li ser vê bingehê birêxistinkirina jiyana nû, bêguman girînge û wê serkeftina têkoşîna ku ji bo wê bedelên mezin hatine dayîn bi xwe re bîne. Wan her dem kelecana serkeftina di şertên zehmet de, azwariya berxwedana ji bo hêviyên azadiyê yên gelê xwe, rûmeta şerkirina a ji bo hêsirên dayikên Kurd her jiyan kirin. Li ser van xakên bixêr û bi bereket ku hembêza xwe ji mirovahiyê re vekiriye wan nikaribû zarokatiya xwe bijîn, bi darê zorê ji xaka xwe hatin koç kirin, şahidiya şewitandina gundê xwe kirin, êşa xizmên xwe yê di tarîtiya şevan de bi kuştinên kiryar-nediyar hatine şehîdkirin jiyan kirin, qedexekirina zimanê dayikê dîtin, jin rastî ferzkirinên jiyana koletiyê a pergalê hatin. Ev û gelek sedemên din, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd weke pêwîstiyekê derdixin holê.

Bûyîna Rêhevalê Şehîdan, Parwergirtina Ji Rastiya Ku Wan Afirandiya Yê

Jin û mêrên herî hêja yên gelê Kurd, rastiya jiyana azad a ku di cewher û kûrahiya xaka Kurdistanê ya ku lê ji dayik bûne û mezin bûne de hîs kirin û bi dilsoziya bi vê hêza cewherî ya ku di bîra civakî de hatiye afirandin re, Têkoşîna Azadiyê hilbijartin. Ji derveyî sedemên hestyarî yên di bin vê hilbijartinê de radizên, faktorên bingehîn û diyarker ya ji bo kesên ku di avakirina jiyana nû de pêşengiyê dikin hafizeya dîrokî, civakî û sosyolojik in. Lewra, kesên ku wê dîsa azadiyê bînin ser vê axa tamê ji hemû bedewiyên jiyana azad girtiye, dîsa ew in ku di ber sînga wê xakê de mezin û bilind bûne. Û tu hêzê nikarîbû vê diyalektîka hebûnê ji holê rake. Wê ew her tim şopdarên xwe biafirîne û bi hêza ku ji vê çavkaniyê digire, vegere cewhera xwe. Di vê çarçoveyê de, Rêber Apo yê ku bersiva herî watedar da rastiya şehadetan, weke hewcehiya dilsoziya bi şehîdan re, biryardariya gihandina meşa azadiyê ya ber bi serkeftinê ve her dem bi awayeke herî wêrek û fedekar nîşan da û îro jî nîşan dide. Ji lewraye ku yekane riya jiyaneke bi rûmet ew e ku mirov di vê riya bi fedakariyên mezin hatiye ronîkirin de, bi rasteqînî bibe rêhevalê şehîdan, para xwe ji rastiya ku wan afirandiye bigire û armanca wan bigihîne serkeftinê. Rêber Apo weke şervanê herî dilêr ê vê heqîqetê, her dem zaniye ku fedakariyên herî mezin nîşan bide daku têkoşîna azadiyê ya ku bi şehîdan re mezin bûye û bi pêş ketiye, di dîrokê de cihê ku heq dike bigire; pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, weke girêdana bi bîranînên tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê re pênase kiri ye. Ji ber vê yekê, em jî weke şopdarên vê heqîqetê, ji bo gihandina azadiyê ku di oxira wê de têkoşîn tê meşandin, divê bi heqîqeta artêşa şehîdan, ku berdêlên herî mezin girtibûn li ber çavê xwe re bibine yek û têkoşîna afirandinê hîn bêhtir xurt bikin.

Soza ku Ji Şehîdan re Hatiye Dayîn; Rêxistinkirina Jiyana Azad û Serkeftina Hêza Kolektîf e

Rastiya şehadetan ya ku di Tevgera me ya Azadiya Kurdistanê de bi Heval Haki Karer destpêkir û bi Mazlum, Kemal, Xeyrî, Egîd, Sara, Delal, Leyla, Mordem û bi deh hezaran cangorîyan berdewam kir, wê heqîqeta ku bi hilbijartina jiyana bi rûmet mirov dighîje mezinahiyê, dîsa vê heqîqetê radixe ber çavan. Ji ber ku her şervanekî azadiyê yê ku bi berxwedana jiyanê bilind bûye, fedakarî, mêrxasî, bawerî, dilsoziya bi xakê re û û hemû bedewiyên hebûnê di hundirê xwe de dihewîne û û bi vî rengî vediguhere çavkaniyeke hêzê. Yanî bi vê heqîqeta ku hatiye afirandin re, riya meşa azadiyê ya bi heybet heta dawiyê vedibe, di bin ronahiya rojê de jî dile bi milyonan dibe yek. Me careke din ji Bakur heta Rojava, ji Avrûpa heta Başûrê Kurdistanê, di hemû bîranînên şehîdan de dît, jiyan û hîs kir ku evîna kolektîf, ruhê yekbûnê û hêza afirîner a ku li dora şehîdan derketiye holê, baweriya bi azadiyê hê bêtir mezin dike. Bi vî rengî, mîna ronahiya rojê eşkere ye, şehîd – nirxê mezintirîn ê gele Kurd –  rênîşandêrên rizgarî û buhurîna tarîtiyê ne û xwedî hêza yekitiyê ne. Ji ber ku gerîlayên azadiyê yên ku hemû hebûna xwe fedayî şerê jiyana azad a gelê xwe û mirovahiyê kirine, li hember Kujerê Kastîk ê ku li dijî hemû nirxên civakê şer ragihandine, yanî li dijî êrîşên qirker ên ku di serdema me de berdewam dikin, têkoşîneke bêhempa afirandine. Rastiya gelê ku li dora vê heqîqetê bi hev re girêdayî ye, di êşên xwe de hevpar e, ji hev hêz digire û berxwedide, wê bi vîna xwe ya azad têkoşînê bidomîne û wê bi hêza kolektîf şehîdan her dem zindî bihêle û bide jiyandin. Ji ber ku pêkanîna soza ji şehîdan re hatiye dayîn, jiyaneke bêhtir bi îdea, meşeke rast û li hember xiyanet û hevkariyê bi sekneke bi biryardarî dixwaze.

Wateya Gihîştina Nemiriyê

Di wateya xwe ya herî xwerû de "Mirin", ji hev veqetîna giyan ji bedenê ye, yanî rewşeke windakirinê ye. Lê belê, rastiya şehîdan, a ku bi rastiya Rêbertiyê û têkoşîna azadiyê re li Kurdistanê derketiye holê, wateyên ku li mirinê hatine barkirin guhertiye û ew veguherandiye hêzeke afirandinê. Kûrahiya felsefî û îdeolojîk a wê wateya ku Rêber Apo li şehadetan barkiriye, bûye çavkaniya bingehîn a hêza afirandina nûbûyinê. Yanî artêşa şehîdan a ku wateya mirinê guherandiye, ne nîşaneya wirin û wendabûnê ye, lê yê jinû ve zayinê ye. Her bihusteke axa Kurdistanê bi xwîna gerîlayên HPG û YJA STAR'ê yên ku beden û canê xwe kirine mertal hatiye avdan, û giyana wan a azad bi bedewiya çiyayan re bûye yek. Li lûtkeyên çiyayan, di bin siya her darekê de, li ser hemû şîverêyan, di roja ku mirovahiyê ronî dike de û di bedewiya hemû demsalan de, perçeyek ji wan xwe diyar dike. Ew li her derê ne û bi me re ne. Mirov her kêlî hezkirina wan a ji bo têkoşîn û jiyanê hîs dike, bi vî rengî girêdana xwe ya bi jiyanê re hîn xurtir dike. Şehîd Kemal Pir bi gotina ‘Em jiyanê bi qasi ku di oxira wê de xwe feda bikin hez dikin’ber bi bêmiriniyê ve meşiyabû. Ji ber ku weke xwediyê jiyaneke watedar, dizanibû ku bi pêkanîna pêwîstiyên vê hevokê ve, wê ji nû ve jidayik bibe û bijî. Kî dikare rastiya bimiriniya hemû şehîdên me, ku hêza afirîner a nirxên azadiyê ne înkar bike? Heger rastiya her rêhevalekî me yê şehîd agirê berxwedanê û têkoşîna li hember dijmin hîn bêhtir mezin kiriye, tu hêz nikare li pêşberî vê heqîqetê bisekine û berxwe bide.

Xeta Şehîdan a di Şerê bi Agir re de Derketiye Holê

Armanca her gerîlayekî ku biryara jiyana azad a di nava tekoşîna tevgera azadiyê de girtiye, azadiya Rêber Apo û gelê Kurd e. Di bingeha gihîştina vê armancê de evîn û bawerî heye. Ji bo vê yekê di qadên cengê de hewldan û fedakariyeke mezin tê raberkirin. Tevî hemû zehmetiyên şer, ji ber ku hêrsa li hemberî dijmin mezin e, tu hêz nikare li hember van kesên bawermend bigihîje armancên xwe yên qirêj. Dema em li rastiya têkoşîna zêdetirî 50 salî û nexasim, li vê pêvajoya şerê dijwar ê van 10 salên dawî dinêrin, dîmenek wiha dibinin: dewleta Tirk a dagirker, her êrişên xwe yê qirkirinê bê navber dimand, serî li rêbazên herî qirêj û sûcên şer da, çekên kîmyewî li dijî tevgera me ya azadiyê bi kar anî û bi wan difikirî ku wê encamê bigire. Lê ji Zap û Rojavayê wê, heyanî Avaşînê, ji Metîna heyanî Heftanînê, li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê, xeta berxwedanê ya ku di şexsê cangoriyên me de derketiye holê, careke din nîşanî her kesî da, ku ev meş wê bigihîje serkeftinê. Hêzên gerîla û artêşa jinan yên ku di tunelên şer û berxwedanê de li dijî çekên kîmyewî û teqemeniyan şer kirin, li her bihusteke Kurdistanê gihîştine hêzeke berxwedanê ya bêhempa, bi azweriyeke mezin a jiyanê, di bin şert û mercên herî giran de jî di serkeftinê de xwe klît kirin. Helwesta bi vîn a Bager û Avzeman, ya dema ber bi şehadetê ve dimeşiyan, çûyina bi mêrxasî a bi ser dagirkeran ve ya Doxa û Asmînan, hêza Azê û Arjînan a ku xwe disparte hêza cewherî ajin, ê dikaribû tena sere xwe artêşekê têk bibe, asta azadiyê, yê Mordem Çewlik û hezaran hevalên din di jiyana xwe de gihîştinê – rastiya şehîdan e ya ku di şerê bi agir re de derketiye holê. 

Ew Meşaleyên ku Riya Heqîqetê Ronî Dikin in

Kesayetên ku li hemberî nirxên afirandî xwedî sekneke bi vîn in û xwedî hêza têkoşînê ne, ji erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî haydar in. Ji bo bigihîjin sira heqîqetê, tiştê ku pêkanîna wê re dibêjin "ne gengaz" pêk tînin û biryara fedayîtiyê didin. Ji Xwedawend Zîlan bigire, heyanî şopînerên wê Sara û Ruken, Erdal û Rojhat, Asya û Rojger, tevayî şehîdên leheng bi bawerî û berpirsiyariyeke mezin erkên dîrokî hilgirtin, mîna ku kirasê ji agir lixwe kiribin, bi rûmeteke mezin ber bi şehadetê ve meşiyan. Artêşa me ya şehîdan, weke şervanên xwedî dilên mezintirîn ku şerê herî dijwar bi awayeke herî baş meşandin, bûn xwediyê çalakiyên mezin. Ji ber vê yekê ye ku rêhevalên şehîdan (yanî fedaîyan) û gelê Kurd ê ku xeta wan dişopîne, xwedî rûmeteke mezin in. Lewra di her şert û mercan de divê meşa bi biryardarî, helwestên xurt û bi îdîa a şehîdan bibe bingeha meşa me. Ji ber ku ew maşaleyên ronî kirina riya heqîqetê ne. Li çiyayên Kurdistanê ku destanên berxwedan û lehengiyê lê têne nivîsandin, bi nirxên ku şehîdan afirandine hêvî ji nû ve şîn bû. Tovên hêviyê gav bi gav li ser her bihusteke axê şên bûn, zîl dan û rehên xwe bi berxwedana şehîdan xurtir kirin. Bi vî awayî şehîdên me yên ku dîroka azadiyê bi xwefedakirinê nivîsandine, weke berdewamiya pîrozahiyên van axan, riya ber bi azadiyê ve heta dawiyê vekirine.

Eger Dilê We bi Şehîdan Lê Bide, Hûn Tu Caran Têk Naçin

Şehîdên me bûn rêberên rêya azadiyê, rêya ku têk naçe û wê her dem hebe. Rêbertî dibêje: "Hemû şehîdan di dilê xwe de bihewînin, eger dilê we bi şehîdan re lê bide, hûnê qet têk neçin." Ger em ji vê heqîqetê derkevine rê, zehmetî çi dibin bila bibin, dive dilsoziya bi rastiya şehîdan û hevdîtina bi wan re, bibe armanc. Ji ber vê yekê, li hemberî rastiya pergala faşîst a ku gorên rê hevalên me jî bombebaran dike, ji hestiyên wan jî ditirse û wan di bin kevirên peyayan de vedişêre, sekna bi serbilindî, bi eniya vekirî û bi rûmet, dilsoziya bi armanca şehîdan re, xwedî girîngiyeke mezin e. Serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Apo destpêkiriye û bi têkoşîneke mezin didomîne, wê tenê bi şopdariya xeta şehîdan pêkan bibe. Di vê wateyê de, her sozeke ku me daye şehîdan û berpirsyartiyên me yê dîrokî a li hemberî rastiya wan, wê me bigihîne serkeftinê. Rêbertî soz û peymanê daye şêhîdan. Wisa, ji bo gengazkirina serkeftina vî şerî, bi biryardariyeke mezin pêşengtiya tekoşînê kir. Em jî divê dilsoziya xwe ya bi bîranîna şehîdan re bi têkoşîneke birêxistinkirî tacîdar bikin.