Axîn Amed

Ji destpêka hebûna mirovahiyê heta niha; li ser pirsa "jiyan divê çawa were jiyîn û mirov dikare çawa wê watedar bike?" lêgerîn her hebûn.

Her çiqas bersivên her kesî ji bo vê cuda bin jî, hinek mirov hene ku bi hest û ramanên xwe yên bilind, ji nav her kesî vediqetin û dibin xwedî ferq. Hîn bêtir, ji wan hinek hene ku karibûn bibin çalakgerê van ramanên xwe jî. Vaye ku ew mirovên nadide yên ku ferqa xwe nîşan didin, di dîroka mirovahiyê de cihê xwe di serê serkoşan de digirin.

Her lêgerîn, di dawiyê de tê digihîje armanca jiyanê. Dema mirov dibêje "heke armanceke jiyanê hebe ew çi ye û mirov çawa dikare bigihîje wê?", pirs zêde dibin; her pirsek bersivekê û her bersivek jî dîsa pirseke nû bi xwe re tîne. Hingê tu fêm dikî ku tu di nav lêgerînekê de yî. Tiştê ku tu dikarî bi rengekî zelal ji xwe re bibêjî ev e: Wate û Azadî. Paşê tu dibêjî; tenê ya watedar dikare azad bibe, an jî ya azad dikare watedar bibe. Bi vî rengî watedarî û azadî dibe armanca te. Ya watedar ji te re xweş û rind tê. Heke tu carekê bigihîjî zanabûna wate, azadî û rindiya jiyanê, rêya te ronî dibe. Yê ku rêya xwe dîtibe ji meşê natirse; astengiyên li pêşiya wî derkevin na lerzînin. Kesê ku dizane di rêyeke ronî de ye, dizane ku dê astengiyan çawa derbas bike. Îman aniye; li ser wê armancê kilit bûye û di vê oxirê de ji dayîna canê xwe qet guman nake.

Kesê ku dizane dê çawa bijî, gihîştiye fêmkirina bedewiya jiyanê. Tu kes û tu tişt nikare wî ji van bedewiyan dûr bixe. Ji bo wî jiyan; ne tenê nefes girtin an jî tije kirina zik e. Ew dizane ku yên wiha dijîn nayê wateya ku ew mirov in, ew hinek kesên ku maskeya mirovahiyê li rûyê xwe kirine ne. Kesayetên ku mirovahiya xwe ji bîr kirine, dê herî dawî di sergoya dîrokê de cihê xwe bigirin. Hinek civak hene ku zû bi hebûna xwe hesiyane, ketine xema rizgarkirina neteweya xwe û bi vî rengî xwe mîsoger kirine. Hinek civak jî hene ku di çarçoveya berjewendiyên serdestan de di komkujiyan re hatine derbaskirin û mehkûmî tunebûnê hatine kirin. Civaka Kurd jî her tim hatiye xwestin ku were tunekirin; dema nekarîn tune bikin jî ew neçarî înkarkirina xwe kirine. Bi taybetî piştî avabûna Komarê, înkar û îmhakirina Kurdan bûye domdar; gihîştiye wê astê ku gelê Kurd bi xwe jî dest bi înkarkirina xwe kiriye. Wiha dihat fikirîn ku Kurdbûn nade qezenckirin û bi xwe re windakirinê tîne. Ji ber ku Kurdbûn, wekî nexweşiyeke ku divê mirov jê şerm bike û mîna taya reş (veba) jê bireve dihat dîtin. Her çiqas hinek pêşengên Kurd derketibin û ev yek qebûl nekiribin jî, ji ber ku nekarîn ji çarçoveya berjewendiyên teng ên eşîrtiyê derkevin, nekarîn bibin neteweyî.

Ev rewş heta derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê berdewam kir. Vê carê Kurd bûn xwedî Rêberiyeke rast. Rêberiyek ku ji bo hebûn û azadiya gelê xwe dê her tiştî bike û bê rawestan bixebite... Dê li ber serdestan serî netewîne û li pey berjewendiyên malbatî û eşîrtî nekeve. Dê bi rêhevalên xwe yên ku wêrekiya meşa bi wî re nîşan dane re bimeşe. Di vê meşa şoreşê ya bênavber de, dê rêhevalên ku wî fêm dikin hebin; ev hevalana dê ji peywirên şoreşgerî wêdetir, biryardarî û fedaîtiyekê nîşan bidin. Kemal, Xeyrî, Mazlum, Bêrîvan, Zekiye, Ronahî, Egîd, Bêrîtan, Zîlan, Sema û bi hezaran ên din... Ev yek jixweber nebû; bi keda mezin, bi têkoşîn, bi heqîqet û bi encama fedaîtiyê pêk hat. Wan wate û jiyana watedar di vê têkoşînê de dîtin û bûn rêwî û têkoşerên vê rêyê. Dema canê xwe didan jî bi hesteke herî ji dil û sade dê bihatana ser zimân û bigotana: "Xweziya ji bilî canê me tiştekî me ê din hebûna ku me bida."

Ne hêsan e ku mirov xwe parî bi parî bihelîne, bedena xwe bi agir bişewitîne, bombeyê di xwe de biteqîne. Erê, ne hêsan e. Lê heke tu zanibî ku ev yek afirandina te, gelê te û rûmeta mirovahiyê ye; tu yê di cih û wextê wê de bikî, hîn bêtir tu yê pê bihesî ku ev jî kêm e. Rêhevalên vî Rêberê mezin û zarokên vî gelê qedîm, dê di vê tevazuyê de bin. Wan Rêbertî fêm kirine; dizanin ku li ku derê dê çi bikin û çawa bibin bersiv. Armancên wan mîna rojê ronî û mîna avê zelal bûn. Ew ê bibûna rê nîşandêrên vê têkoşînê. Mesele ne tenê dayîna canê wan bû; mesaleya bingehîn zanebûna "çawa jiyîn"ê bû. Xemeke wan a wekî "ez ê çiqas dirêj bijîm" tune bû; ji ber ku wan dizanibû ku ew ê bi çalakvaniya xwe nemir bibin. Di ferqa wê de bûn ku dê li pey xwe çi bihêlin; bi biryardarî û bi zanabûna serkeftinê meşiyan. Bi zanebûna ku dê çalakiya wan çi bahozekê rabike û dijmin çawa biperçiqîne, li ser dijmin de meşiyan. Wan dizanibû ev çalakî dê can bide gelan û dê bibin bazvanên meşa serkeftinê. Ji ber wê qet dudilî nejiyan, xemgîn nebûn û —heke navê wê mirin be— mirin bi dilfirehî pêşvazî kirin. Dem û heqîqetê ew rast derxistin; ew gihîştin ebediyetê û şîfreya nemiriyê şikandin.

Di nav van nemirên me de, xwedawenda me heye; hevala Zîlan (Zeynep Kınacı) ku Rêbertî ji bo wê gotibû "ez şervanê wê me". Hevala Zîlan, di Gulana 1996’an de li hemberî hewildana suîqesta li dijî Rêbertî, di 30’ê Hezîranê de li Dêrsîmê çalakiya fedaî pêk anî. Ev çalakiya wê, bi temamî kombûna nirxan e. Bersivek e ji bo serdemê û dîrokê; çalakiya ku bi hesaben pir hûr hatî plankirin, nûbûna taktîkî di xwe de dihewîne û mînaka wêrekiyeke mezin e. Ev çalakî kûrahiya îdeolojîk-polîtîk, bawerî û girêdana Heval Zîlan û asta moralê ya bilind nîşan dide. Nîşan dide ku milîtanekî birêxistinkirî divê çawa bijî û jiyana xwe çawa birêxistin bike. Mirov dikare bibîne ku heke mirov ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve rast were birêxistinkirin, dê serkeftinên mezin werin bidestxistin. Pîvanên jiyana Partiyê vê yekê li ser me ferman dike.

Heval Zîlan bi vê çalakiya xwe dizanibû ku dê çi biafirîne. Bi biryardarî, kelecan, moral û bi baweriya xwe ya li ser Rêbertî ev derketina mezin pêk anî. Çalakiya wê ya li Dêrsîmê, ji bo Dêrsîmê vejînek e. Bersivek e ji bo kesên ku digotin me Dêrsîm qedandiye; û ji bo gelê Dêrsîmê bangek, bawerî û moralek e. Heval Zîlan, her çiqas ew tenê salek bû ku di nav refan de bû û Rêbertî qet nedîtibû jî, bi vê bersiva di dem û cihê xwe de nîşan da ku xwe bi temamî fedaî têkoşîn, gel û jiyana azad kiriye. Li hemberî pergala ku jinê dixe û kole dike, mezinahiya jinê dîsa li jinê vegerand. Jinê vexwend afirandina ya watedar, azad û bedew. Çanda xwedawendiyê dîsa vejand û jin bi vê hêza dîrokî û cewherî re gihand hev. Bi taybetî ji bo jina Kurd û ji bo hemû jinên cîhanê, bû rê nîşandêra ku mirov dikare çawa xwe ji nû ve biafirîne û bibe çavkaniya vîn û moralê. Bû navê jiyana watedar û azad. Di nameya xwe de jî dibêje: "Îdiaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez jiyanê û mirovan pir hez dikim, ez dixwazim vê çalakiye pêk bînim." Tenê kesekî ku jiyanê û mirovan ewqasî hez bike dikare bibe xwediyê çalakiyek wiha.

Heval Zîlan bi vê zanebûna kûr ku êrîşa li ser Rêbertî, êrîşa li ser gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ye, bersiva parastina Rêbertî da. Ev çalakî îspata fêmkirina mezin a Rêbertî ye. Bêyî ku tu fikarên kesayetî bike, bi baweriya xwe ya bêsînor ruhê fedaîtiyê di me de çand. Ev ruh ji wê rojê heta niha zindî ye û tê jiyandin. Ş. Êrîş, Ş. Andok, Ş. Arîn, Ş. Barîn, Ş. Gelhat, Ş. Nûjiyan, Ş. Cumalî, Ş. Çavrê, Ş. Bager, Ş. Avzem, Ş. Sara û Ruken, Ş. Erdal û Rojhat, Ş. Asya û Rojger, Ş. Ziyad Heleb û Denîz... ev û bi hezaran ên din, yên ku ruhê fedaîtiyê yê Apoyî di lûtkeyê de dijîn û didin jiyandin in. Ev ruh ne tenê li çiya û çeperan e; ev ruh herikî bajaran, deştan û nav gelê me.

Beriya çend rojan, dayikeke me ya ku du kurên wê (yek li çiya yek di pêvajoya YPS’ê de) şehîd bûne, li ser gora kurê xwe digot: "Tiştê ku serê min bilind dike ew e ku du keçên min çekên birayên xwe li erdê nehiştin û tevlî gerîla bûn." Ji bo dayikekê ev ne hêsan e; lê ruh wisa ruhek e ku mirov ji sînorên kesayetî derdixe û civakîbûnê ava dike. Ji ber ku ew dayik dizane ku çi watedar û birûmet e. Me hemûyan dît ku dayikên me zarokên xwe çawa oxirî têkoşînê dikin û şehîdên xwe bi çi heybetê pêşvazî dikin. Em jî pir baş dizanin ku ev ruh dê her bijî û dê her tim di lûtkeyê de be. Ji ber ku tova fedaîtiyê li van axan hatiye reşandin. Erka li ser milê me ew e ku em vê zanebûnê di xwe de kûr bikin û vê ruhî di her kêliyê de hîs bikin. Bi vê boneyê, em hemû şehîdên xwe careke din bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.