Beşa 7
Viyan Mêrdîn
Ji Çanda Xwedawenda Dayîk heta Olên Yekxwedayî
Rola ku di nav sîstema zîgûratê de ji jinê re hatiye xêzkirin: ji bo jinan cihekî bi navê musaqedîm (deriyê aştiyê) tê amadekirin. Bêguman şer û pevçûneke heye ku behsa "aştiyê" tê kirin.
Rêbertî ji bo sîstema musaqadîmê gotiye: "Musaqadîm; yekem saziya ajanbûnê ye, saziya ku jin tê de bûye fahîşe ye." Ev pevçûneke ku di navbera Xwedawenda Dayîk a Ûrukê - Înannayê û Enkîdû de çêbûye. Ji bo ku pevçûna di navbera van her du civakan de bi dawî bibe, saziyeke wiha hatiye vekirin. Rolên vê saziyê ev in: Jinê dike ajanê xwe, wê li gorî berjewendiya xwe dixebitîne. Her jinek jî nikare here wir, rêzikên wê hene: tenê jinên bedew û jîr ên bijartî têne qebûl kirin. Li wir perwerdeya muzîk, wêje û felsefeyê ji jinê re têne dayin. Bi rêya perwerdeyê, zîhniyeta nû çêdike. Li gel vê yekê, dersên bedewbûnê û estetîkê dide. Di navbera estetîka di pêvajoya civaka xwezayî de û estetîka di sîstema şaristaniyê de cudahî heye. Di zîhniyeta serdema Neolîtîkê li dora jina-dayikê hatî avakirin de, estetîk bedewiya hundirîn, edaletparêzî û parvekirinê bû. Di sîstema heyî de guhertina fîzîkî weke estetîkê tê dîtin. Sîstem bi vê rêbazê armanc dike ku di raman û baweriyê de guhertinê çêbike. Ev sazî saziyeke jinane, tenê hejmareke sînorkirî ya zilaman ku di asta jor de cih digirin, dikarin têkevin wir. Weke me got: Her jinek jî nikare here, tenê jinên bijartî diçin. Avakirina vê saziyê – avakirina binesaziya civakeke nû ye.
Weke tê zanîn, di pêvajoyên ku şaristanî koka xwe berda nava mirovahiyê de, eşîran sîstem qebûl nekirin û ji derveyî sîstemê man, an jî derbasî çiyayan bûn. Di heman demê de saziyek jî ji bo bandoriya xwe li ser pergala eşîran çêbikin, hatiye avakirin. Bêguman beşek ji rûsipiyên eşîran bi van saziyan ve hatine girêdan, lê piraniya wan vê sîstemê red kirin û li beramberî vê yekê wan karîbûn ku nasnameya xwe biparêzin. Bi her awayî her kes di van saziyan de nayê qebûlkirin, weke me diyar kir, tenê kesên dewlemend ên asta bilind û navdar têne qebûlkirin. Armanca anîna kesan ji bo van saziyan jî, di çarçoveya têkilî an jî zewac e. Jinên ku hatine zewicandin, piştî zewacê diçin nav civakê û zîhniyeta nêr a ku ji musaqadîmê girtine di nava civakê de belav dikin. Bi vî awayî civaka eşîr jî bandor dibe. Rêbertî ji vê avabûnê re "ajanî" gotiye. Ji ber ku pergal bi rêya zewacê dikeve nav eşîran û zîhniyeta ku ji sîstemê girtiye ji civaka nû re belav dike.
Bi vî awayî jina ku bi xwezayî pêwîstiya xwe bi zêdebûnê dibîne, êdî li hember ajoyên xwe têk diçe. Di çarçoveya vekirina vê saziya Enstîtuya Jinan de, dikarîbû pêşketinên girîng ên di berjewendiya jinê de werin tomarkirin. Saziya heyî dijî-civakê ye, xizmeta sîstemê dike. Îro jî mekanîzmaya meşandina sîstemê seks e. Mêr bêyî jin nikare bijî, tevahiya hişê wî naveroka cinsî ye. Ev rêbaz ji bo ku jinê bike metaya xwe, li her derê bi awayeke çalak tê bikar anîn. Em dikarin dibistanên dewletê weke mînak bidin. Li gelek dibistanên şevînî zarok bi vê armancê têne perwerdekirin. Çarenûsa piraniya zarokan nayê zanîn. Weke mînak em dikarin dewleta Îranê bînin rojevê. Sîstemeke dewletê heye ku dîtina porê jinê jî weke sûc kirine qanûn, di heman demê de di binê erdê de cihekî heye ku jin tê de fuhûşê dikin. Li Îranê vexwarina alkolê azade, fihûşxane azad in. Ev bi destê dewletê tê kirin. Weke Rêbertiyê jî pênase kiriye, êdî em di serdema padîşahên tazî de ne. Her tişt bi çavan tê dîtin. Bi destê oldaran zewaca fermî ya sê rojî yan 12 saetî hatiye pêşxistin. Bêguman, ev hemû siyaseta metakirina jinê ye, hewldana dûrxistina jinê ji cewherê wê ye. Heman rêbaz li Bakurê welat jî pêşketî ye. Bi destê dewletê bêhejmar kerxane hatine avakirin. Rola ku ji jina pîroz re hatiye xêzkirin bi vî rengî ye. Ciwan û jin bi riya alkol û maddeyên hişbir têne xistin û neçarî fuhûşê dikin. Li gel vê, eger civaka me nebûya koleyê ajoyên xwe, sîstema dewletê qet bi vî rengî nedihat pêşxistin. Giyan, mêjî û fikirandin hatine cemidandin û tevizandin. Mirovahî êdî gihaye asta hilweşînê, di aqlê wan de tenê ajoyên cinsî hene. Rêbertiyê ji bo vê sîstema ku dewlet di her mirovekî de ava dike pênaseyek kiriye: "Eger yek têla por jî, paqij mabe, werin em wî mirovî rizgar bikin." Ji ber ku civak gihîştiye ber keviyê. Di serdema heyî de li hember vê sîstema dewletê serhildan û isyan hene. Bêguman li hember sîstema baviksalarî ya talanker, civaka azadîxwaz qet tune nebûye. Li hember vê sîstemê berxwedanên bêhejmar çêbûne û hîn jî dewam dikin. Hişmendiya dayilsalar hîn jî dijî.
Împaratorî
Civakên di nav sîstema Sumeran de ku bi çanda El Ubeydê hatine avakirin, ne tenê Samî ne. Bi avakirina pergala koloniyan, civakên cûrbecûr jî di nava vê sîstemê de cih digirin. Rêbertî qala Gutî, Kasît û Hûriyan dike. Lê beşek ji Gutî û Hûriyên ku weke eşîr têne nasîn jî, di vê sîstemê de cih digirin. Di rewşa heyî de jî eşîrên dijî-sîstemê hene, eşîrên ku bi sîstemê re bûne yek jî hene. Li hember sîstema dewletê a qirkirin, qetlîam û talanê berxwedanên domdar jî çêbûne. Di nava van pêşketinên dîrokî de rastiya herî girîng a ku divê em ji bîr nekin ev berxwedan in. Ji bo vê jî dîsa diyarkirineke pir hêja ya Rêbertiyê heye. Gotiye ku du çem hene, ya yekem Şaristanî ye, ya din Azadî ye. Yanî du çemên ku bi berdewamî di herikînê de ne, hene. Li hember sîstemê teslîmbûn çênebûye, berxwedan dewam kiriye û wê berdewam bike jî.
Di dema Sumeran de pêşketinên teknîkî jî çêbûne. Di vê çarçoveyê de yekem car nivîsa mêxî pêş ketiye. Bi vî awayî ‘Historî’ ya mirovahiyê li rûpelên dîrokê hatiye nexşandin. Weke tê zanîn, ‘Historî’ tê wateya ‘Dîrokê’. Dîroka ku bi aqlêê nêr hatiye nivîsandin e. Ya duyem, matematîk û salname pêş ketin e. Dabeşkirina salekê weke 365 rojan, rojê jî weke 24 saetan jî di dema Sumeran de pêş ketiye. Di heman demê de Meteorolojî û sazîbûna dewletê di vê serdemê de pêş ketine. Piştî sazîbûna dewletê, çînatî derketiye holê. Yekem çeka bronzî jî dîsa di vê pêvajoyê de hatiye bikar anîn. Pêşketinên ku di Mezopotamyaya Jêrîn û Jorîn de çêbûne, di heman qonaxê de pêş neketin e. Ev sîstem û pêşketin pêşî li bajarê Ûr, Ûrukê pêşketine û navendî bûne, weke çand belav bûn e. Ûruk li derdora sala 3.500 B.Z de gihîşte lûtkeya pêşketinê. Li wir derbasbûna ji çanda dayik-jinê ber bi zêhniyeta mêr ve çêbûye. Êdî pirjinî destpêkirî ye. Hêz bi hejmara zarokan tê diyarkirin û bav dibe navenda her tiştî. Ev pergal dibe kakila dewletê. Li derdora salên 3 hezarî B.Z, piştî şaristaniya Ûrukê, şaristaniya Ûrê bihêz dibe. Ev şaristanî sê qonaxan dijî. Qonaxa yekem heta salên 2 hezar B.Z didome. Sargonê navdar dibe padîşahê şaristaniya Ûrê. Padîşahiya xwe li herêma Agadeyê ava dike. Di dîrokê de nayê zanîn bê ka Sargon eslê xwe ji kuderê ye û dê û bavê wî jî tune ne. Bi Sargon re tundî û serdestî destpêdike. Rêbertî ji bo serdema Sargon pênaseya "Padîşahê bê maske" kiriye. Bi Sargon re pergala dewletê pêş dikeve. Hemû hebûna civakê desteser dike û dixe xizmeta yekdestariya xwe.
Şaristaniya Babîlê di navbera salên 2000 û 1600 B.Z de bilind dibe. Ji sala 1300 heta 600 B.Z jî ji aliyê Asûriyan ve hatiye rêvebirin. Ev şaristanî di pêşketina zanist û mîmariya serdema xwe de gihîştiye lutkeyê. Bajaran jî ji vê para xwe girtiye û her kesî li beramberî xwe heyran hiştiye. Yekem monarşî bi vê şaristaniyê derketiye holê. Wê pêvajoyê li Babîlê Hamurabî hukum dike (1792–1750 s. B.Z). Wî qanûnên herî tund ê di dîrokê de têne zanîn, yanî "Qanûnên Hamurabî" nivîsandiye. Tê gotin ku li Babîlê bi 72 zimanan hatiye axaftin. Ew hebûna 72 neteweyan e. Ji hilweşîna wê jî tê fêm kirin ku qebîle bi dilxwazî beşdarî vê sîstemê nebûne. Ji ber vê yekê di serdema Babîlê de şer, kaos û krîz bê navber didomiyan. Hebûna 72 ziman û qebîleyan demokrasiyê îfade nake. Em dikarin mînaka dewleta Tirk jî bidin. Tê zanîn ku zimanê kurdî heye, lê bikaranîna wî zimanî di dezgehên fermî de qedexe ye. Li vir jî ew feraset li pêş e. Hamurabî xwedî 282 qanûnan e. Yek ji bendên vê zagonê jî regezê qisas e. Gava yek yekî dikuje, yê din jî mafê wî heye ku wî kesî bikuje. Qanûnên Hamurabî li ser tabletan, bi nivîsa mêxî hatine nivîsandin û li muzexaneyeke Fransayê têne girtin. Zagon feraseta mêr dihewîne û domandina nijadê esas digire. Şaristaniya Babîlê salên 1400-1500 B.Z ji aliyê Kassitan ve hatiye dagirkirin.
Qonaxa Yekem a Şikestina Cinsî
Di pêvajoya duyem a Babîlê de, Pers û Hûrî bi hev re serdestiya padîşahiya Hamurabî digirin. Di vê qonaxê de şerê Tiamat û Mardûk heye. Weke tê zanîn, di vê destanê de Mardûk kurê Tiamatê ye. Dayîka xwe dikuje. Ew kuştin îfadeya êrişekê ya li ser îdeolojî, feraset û bereketa jinê ye. Şikestina cinsî ya yekem jî ji vê dîrokê ve destpêkiriye. Ev qonaxa derbasbûnê ya ji çanda Xwedawend - Dayîkê ber bi serdema Xwedayîtiyê ve ye.
Di pêvajoya sêyem a Babîlê de, bi rêya bazirganiyê şaristanî dikeve bin hukmê Asûriyan. Wê demê feraseta bavksalar serdest e. Asûriyên ku bi qetlîamên xwe tên nasîn, di navbera salên 1300 û 600 B.Z de hukum kirine. Di dema Hûriyan de civak bi ahengî, hişmendiya dayîksalar dihate rêvebirin, lê di serdema Asûriyan de êdî pergala baviksalar serdest e. Asûrî bi kelehên ku ji tasika serê mirovan hatine çêkirin têne naskirin. Yanî, pergala dewletê bi desteserkirin, talan û qetlîaman ve xwe damezrandiye. Dordora salên 600 B.Z de Pers, Medî û Babîlî bi hev re Asûriyan têk dibin. Di dema hilweşîna împaratoriya Asûriyan de tevahiya gelên herêmê pîrozbahiyê kirine.
Derbasbûna berbi Olên Yekxwedayî ve
Weke tê zanîn, di qonaxa duyem a şaristaniyê de olên yekxwedayî pêş ketin e. Bi derketina ola Îbrahîmî re eşîr û qebîle qels bûne (1700 û 1600 B.Z). Di heman demê de ew pêvajoya Hamurabî ye. Ev ol li Rihayê derketiye holê. Riha di heman demê de cihê baweriyan e. Derketina Îbrahîm derketineke qebîleyî ye. Qebîleya Îbrahîm bi bazirganiyê re mijûl e. Di dema padîşahiya Hamurabî de wezîrek bi navê Nemrûd hebû. Wê pêvajoyê bazirganî gelekî xurt bû. Weke tê zanîn, bazirganî yekîtî û komunalîteya gelan perçe dikir. Hz. Îbrahîm jî li hember vê bûyerê serî radike û pûtan dişkêne. Nemrûd ji bo şikandina pûtan dişîne dû Îbrahîm û jê dipirse çima wî pûtan şikandiye. Li ser vê Îbrahîm îdîa dike ku wî pût neşikandine, pûtê biçûk ji aliyê pûtê mezin ve hatiye şikandin. Bi vî awayî Îbrahîm û hevjîna wî Sara ji wir têne qewtandin û li welatê Kenanê, li Îsraîla îro bi cih dibin. Jiyana koçberiyê didomînin û dest bi avakirina pergaleke xwe dikin. Rêbertî vê derketina Hz. Îbrahîm weke serhildanekê pênase dike. Ji ber ku ev bûyer serhildaneke li hember sîstemê ye. Wisa çemê şaristaniyê û çemê berxwedanê di dîrokê de her bi hev re diherikin. Li hember pergala koletiyê ya heyî, çanda azadî û berxwedanê jî di civakê de tê jîyîn. Heta ku yekîtiya gelan û hevgirtina civakan hebe, wê jiyana azad jî hebe. Bêguman ev jî wê bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya ku bûye hêviya gelan re pêş bikeve.


