Beşa 13.an

Di sala 1990’î û geşedanên ji hêla jinan ve

Sala 1990’î geşedanên girîng dihewîne, wekî hilweşîna sosyalîzma rastîn, hilbijartina Clinton ji bo serokatiya DYA’yê, destpêkirina krîza Iraqê û destpêka zincîra bûyerên ku ber bi Şerê Kendavê ve diçûn.

Ew serdemek bû ku tê de pergalê bi awayekî fermî dest bi destwerdana karûbarên xwe kir. Bûyerên wê salê nîşan didin ku ev destwerdan PKK jî digirte nava xwe.

Di heman salê de, dema pîrozbahiyên Newroza sala 1990’î de, Zekiye Alkan li ser dîwarên Amedê çalakiya xwe ya protestoyî pêk anî. Ew keça malbateke Kurd bû ku bi eslê xwe ji Dêrsimê bûn; malbata wê berê ji Erzînganê hatibûn sirgûnkirin û piştre li Îzmîrê bi cih bibûn. Bi bandora lêgerîneke xurt a nasnameyê, wê bala xwe da ser welatê xwe. Dema ku li Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê li Amedê dixwend, têkoşîna azadiyê nasdike. Ew ji serhildanên gel ên wê demê kûr bandor bibû; bi taybetî jî ji wan protestoyên ku piştî jinan cenazeyên sêzdeh gerîlayên li Mêrdînê şehîd ketibûn spartin axê. Her çend van serhildanan lêgerîna wê ya wateyê xurtir kirin jî, wê her wiha li hemberî wê zordariya ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd ferz dikir, hêrseke kûr hîs dikir. Di Newroza beriya wê salê de ku wê çalakiya xwe pêk anîbû, dema ku li "Parka Trafîkê" bi hevalên xwe re rûniştibû, wê hemû pereyên di bêrîka xwe de derxistin û şewitandin. Ji kesên ku bi şaşwazî pirsîn "Tu çi dikî?" re, wê wiha bersiv da: "Ez Newroza xwe pîroz dikim. Newroz bi pêxistina agir tê pîrozkirin."

“Azadî bi hêsanî nayê bidestxistin”

Wê dixwest bi hemû hebûna xwe bersivê bide serhildanên ku li Nisêbînê ji aliyê jinan ve dihatin meşandin. Hemû hest û ramanên wê ber bi rawestandina zordariya dijmin û kişandina balê bo ser wê hovîtiya ku li Kurdistanê dihat kirin, bûn. Bi bandora van hestan, di Newroza sala 1990î de, li ser sûrên Amedê agir berda bedena xwe. Ew dem, demek bû ku dewleta Tirk kampanyayên xwe yên tunekirinê yên li dijî gelê Kurd dijwar kiribû; wê dixwest bi şewitandina xwe, li hemberî teslîmiyet, tirs û bêçaretiya ku li ser Kurdan dihat ferzkirin, bisekine. Piştî vê çalakiya xwe, Zekiye Alkan rakirin nexweşxaneyê, lê ji ber giraniya birînên xwe, di 30ê Adarê de şehîd ket. Rêber Apo derbarê Zekiye Alkan de ev nirxandin kir: "Çalakiya Zekiye Alkan, ya ku di nava pêlên bilindbûyî yên agirê azadiyê de di Newrozê de agir berda bedena xwe, nîşaneya wê yekê ye ku azadî bi hêsanî nayê bidestxistin. Jina Kurd fêm kiriye ku jiyana azad tê çi wateyê. Zekiye dixwest bibe xwediyê çalakiyeke mezin û hesteke kûr a ji bo azadiyê. Wê ev yek bi şewitandina xwe ya wekî meşaleyekê li ser sûrên Amedê di wê Newrozê de ragihand."

Salên 1990î serdemeke nû bûn ku tê de jinan hem li çiya û hem jî li bajaran bandoreke mezin li têkoşîna azadiyê kirin û di nava şer de roleke pêşeng girtin ser xwe. Wan bi çalakiyên xwe yên hem li qadên gerîla û hem jî li deverên bajarî, biryardariya xwe nîşan dan. Li "mala lêhurbunê" yên Şamê, milîtanên jin bi perspektîfeke stratejîktir nêzîkî xebatên rêxistinbûna jinan bûn; berî ku derbasî nava tevgera girseyî, medya û eniyên gerîla bibin, xwe bi perwerdeya leşkerî û îdeolojîk amade kirin. Ev hêza jinan, ku hem ji aliyê kalîteyê û hem jî ji aliyê hejmarê ve mezin bûbû, ji bo xurtkirina herêmên Amed, Mêrdîn û Dersimê hat şandin. Pêşveçûneke girîng a vê heyamê, berdana Sakîne Cansiz (Şehîd Sara) ji girtîgehê û hatina wê ya bo "qada Rêbertiyê" di sala 1991ê de bû.

Herçend sala 1991’ê bi giştî saleke geşbûn û berfirehbûna hem gerîla û hem jî rêxistinbûna girseyî bû, lê taktîka serhildanê nekarî bibe giştî, ew komkujiyên ku dijmin li dijî gel li deverên lê "serhildan" diqewimîn pêk dianîn nehatin rawestandin û li ser vê bingehê, gerîla di warê operasyonel de kêmmayî ma.

 

Di sala 1991ê de, her ku hejmara jinên di nava refên gerîlayan de zêde dibû hem li navenda fermandariyê ya sereke û hem jî li qadên çalakiyê ew dest bi rêxistinkirina xwe di çarçoveya yekîneyên bi şêwazê tîman de kirin. Li herêma Botanê, jinan li hema bêje hemû qadan wekî fermandarên tîman erk girtin ser xwe. Herçend di nava kamp û nuqteyan de di çarçoveya tîmên jinan de dijiyan jî, lê dema tevger dikirin an jî çalakî pêk dianîn, di nava yekîneyên têkel (jin û mêr bi hev re) de cih digirtin. Hejmareke mezin a jinan li navenda sereke ya li Heftanînê bi cih bûbûn; bi taybetî, Şîlan Kobanî li wir wekî fermandara kampê xebat dimeşand. Gerîlayên jin, ku di sê taxim de hatibûn rêxistinkirin, amadekariyên zivistanê dikirin û ji bo derbasbûna ber bi bakûr ve perwerde dihat ditîn. Endamên nû yên tevlîbûyî, perwerdeyên têkildarî mijarên leşkerî, îdeolojîk û jiyana rojane werdigirtin. Hêj berî ragihandina fermî ya avaniya artêşê, gerîlayên jin hêdî hêdî taybetmendî û hêza xwe ya xwerû derdixistin holê. Di zivistana salên 1991-1992’an de, jinan berpirsiyariya kampan girtin ser xwe; Sakîne Cansiz, Sozdar Avesta û Şîlan Kobanî ji aliyê Rêber Apo ve ji bo fermandariya sê kampên cuda hatin erkdarkirin.

Di sala 1991ê de, hêzên dijmin êrîşî herêma Geliyê Azadiyê ya Xakurkê kirin; komeke şervanên jin ku berpirsiyariya ewlehiya navenda fermandariyê ya li wir li ser milê wan bû, bersiva êrîşê dan. Wan bi bikaranîna çekeke giran a cureyê BKC’yê gule li helîkopterekê reşandin û ew xistin xwarê; ev yek bû cara yekem ku yekîneyeke jinan helîkopterek dixist xwarê. Piştî vê serkeftinê, şervanên jin ji bo bikaranîna çeka giran a Doçka’yê perwerde dîtin û ji sala 1992’yan pê ve di şer de ew bi kar anîn. Di vê heyamê de, Berîtan (Gülnaz Karataş) wekî fermandara koma Doçkayê erkê xwe pêk anî, û Binevş jî di warê vê çekê de pispor bû û di sala 1992’yan de di şer de ew bi kar anî.

Di zivistana salên 1991-1992’an de, ji ber mezinahiya hêza jinan, li kampên Avaşînê wargeha (bölük) jinan hat avakirin; herçend fermandarên beşan (tîman) jin bûn jî, ji bo serkêşiya yekeyê fermandarekî xort yê wargehê hat erkdarkirin. Herçend endamên jin di çarçoveya sîstema beşên biçûk de tevdigeriyan jî, ew kamp ku ew pê ve girêdayî bûn, kampa jinan bû. Du fermandarên xort serkêşiya wê wargeha taybet a jinan a ku di wê zivistanê de hatibû avakirin, dikirin: Kızıl Xalit û Felat. Tevî ku yêkineya ji jinan pêk dihat, ji hêza jinan re hat gotin ku kesek ji wan nikare wekî fermandara kampê xizmetê bike û di encamê de du xort ji bo wê erkê hatin destnîşankirin. Di vê heyamê de, beşên jinan hebûn ku her yek ji sê taximan pêk dihat; ev manga ji neh heta yanzdeh endaman pêk dihatin, herçend hejmar carinan ji vê rêjeyê derbas dibûn. Ev beşên jinan rasterast bi yêkineya giştî (jin û mêr) ve girêdayî bûn. Hêza jinan ku hê xwediyê pêkhateyeke rêxistinî ya taybet a serbixwe nebû di vê heyamê de dest bi bihêzkirina girîng a hêza xwe ya kalîteyî û hejmarî kir.

Necla Çelik (Cahide) di sala 1979an de bi awayekî çalak beşdarî xebatên tevgerê bû. Ew bi eslê xwe ji Batmanê bû û li wir mezin bûbû berî ku bar bike Stenbolê. Herçend tenê xwediyê asta perwerdeya dibistana seretayî bû jî, xwediyê hişmendiyeke siyasî ya gelek pêşketî bû. Ew kesayetiyeke rêzgirtî û hezkirî bû; bi gihîştîbûn, fedakarî û bi rêbazê xwe ya danîna têkiliyeke kûr bi gel re dihat naskirin. Serdestiya wê ya li ser polîtîkayên partiyê yên girêdayî girseyan, hişt ku ew di dema xebatên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de rastiyê bi bandor bigihîne gel. Piştî ku di sala 1982an de li Geliyê Beqaa yê Libnanê perwerdeya leşkerî û îdeolojîk dît, bi israr daxwaz kir ku were şandin qada têkoşînê; ev israra wê di zivistana 1984’an de encam da û ew li gel Sultan Yavuz derbasî qada çalakiyan bû. Heya dawiya sala 1989an di xebatên çapemenî û weşanê de cih girt û beşdariyeke girîng di amadekirina kovara Pêşmerge de kir, kovareke ku mijarên têkildarî şer û karûbarên rêxistinî dihewand. Wê bi nivîsandina gotar û metnên li ser taktîkên şer û pirsgirêkên rêxistinî, alîkariya amadekirina materyalên perwerdeyê dikir. Di sala 1991’ê de, Cahide derbasî Herêma 4’emîn a qada Botanê bû û li wir beşdarî çalakiyên pratîkî bû. Beşdarbûna di şer de hewesa wê ya herî mezin û armanceke ku her tim ji bo wê hewl dida bû; tevî ku di çalakiyên cûrbecûr û astên cuda de cih girtibû jî, bi israr dixwest tevlî yekîneyên êrîşê bibe. Lêbelê, ji ber mile fîzîkî yên ku ji ber nexweşiya wê çêbibûn, destûr jê re nehat dayîn ku vê yekê pêk bîne. Hewldanên destwerdana bijîşkî yên di bihara 1992’an de bê encam man û ew ji ber nexweşiya leukemiyê (kan kanseri) şehîd ket.

“Eger ne bi lastîkan be, wê demê bi canê me bi xwe!"

Di vê heyamê de, dema ku têkoşîn ji bajar û gundan ber bi deverên gundewarî û lûtkeyên çiyayan ve belav bû û keçên ciwan ên Kurd mîna şepeyeke berfê ber bi qadên şer ve diherikîn, êrîşên dijmin ên li ser gel jî bi lez dijwar bûn. Rahşan Demirel yek ji wan lehengên jin bû ku bi bikaranîna bedena xwe wekî mertal, bersiv da van êrîşên dijmin.

Newroza sala 1992’an bi çalakiya xweşewitandinê ya Rahşan Demîrel a li taxa Kadîfekaleya Îzmîrê, deng veda. Rahşan tenê 17 salî bû; herçend eslê wê ji Nisêbînê bû jî, ew li Îzmîrê mezin bûbû. Ew bi hesteke kûr a welatparêziyê tijî bû û ji ber serhildan û komkujiyên ku dijmin li dijî gel pêk dianîn, kûr bandor bibû. Ew bi coşeke mezin dixwest bibe gerîla, lê di vê rêyê de rastî astengiyan dihat. Di dirêjahiya salê de, wê pêşveçûnên siyasî ji nêz ve dişopand. Dewletê gelek caran ragihandibû ku destûr nayê dayîn pîrozbahiyên Newrozê werin lidarxistin. Rahşan Demîrel bi şewitandina bedena xwe bersiv da vê yekê û got: "Ez li vir, li Kadîfekaleyê, xwe dikim Newroz. Divê ez ji bo Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bersivekê bidim. Ez ji Îsmet Sezgîn re dibêjim: Newroz dê were pîrozkirin... Eger ne bi lastîkan be, wê demê bi canê me bi xwe!" Girseya ku ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûbû, bedena Rahşan a ku nîşana serkeftinê dabû dît; dayika wê jî bi tilîliyên xwe pêşwazî li çalakiya keça xwe kir.

Geyik Yetim (Çiçek), li Dersimê ji dayik bû û di sala 1988’an de tevlî têkoşînê bû. Berî ku derbasî "qada Rêbertiyê" [qada perwerdeya navendî ya di bin serokatiya tevgerê de] bibe, demekê li Dersimê ma. Ew ji wê perwerdeya ku li wir dîtibû, bi awayekî gelekî xurtir derket. Vegera wê ya ji bo welêt ji bo wê bû destpêkeke nû û wê bi dilsozî hewl da ku tiştên fêr bûbû, bixe pratîkê. Di sala 1992’an de, di Şerê Başûr de wekî fermandara tîmekê xebitî. Wê li gelek nuqteyan pêşengiya berxwedana jinan kir. Bi wêrekî, zîrekî û taybetmendiyên xwe yên cuda, hebûneke bi bandor nîşan da. Di sala 1992’an de ku ji bo avakirina artêşa jinan saleke krîtîk bû, wê roleke sereke lîst da ku jin xwe îsbat bikin û şiyanên xwe di nava refên leşkerî de nîşan bidin. Bi hevgirtina taybetmendiyên fermandariyê, helwesteke wêrek û serbixwe nîşan da. Wê hewldaneke mezin da ji bo xurtkirina baweriya jinan bi xwe û pêşxistina hişmendiya zayendî û hevgirtinê. Taybetmendiyên wê yên gelparêz û welatparêz diyar bûn. Çiçek, bi temsîlkirina têgeha serokatiya jinan di şer de, bi serkeftî ev rol bi cih anî.

Wê Berdewam bike…