Beşa 14'an
Bûyerên Şerê Başûr ê 1992'an û xeta Bêrîtan
Sala 1992'an, serdemek bû ku li dijî Tevgera azadiyê, hem ji aliyê hêzên navneteweyî, hem jî bi destê hêzên Kurd ên hevkar, konseptên êrîşê hatin pêşxistin. Sala 1992'an, ji aliyekî ve demeke wisa îfade dikir ku hêzên navneteweyî û yên hevkar êrîş dibirin ser tevgerê; lê ji aliyê din ve salek e ku di nav PKK'ê de meznbûna herî zêde ya hejmarî (çendanî) hate jiyîn. Mezinbûna girseyî ya tevgerê, belavbûna serhildanan û wekî muxatabê bingehîn li ser navê Kurdan derketina pêş a PKK'ê dibe yek ji wan faktorên sereke ku destwerdana hêzên navneteweyî ya li Rojhilata Navîn û dewletên ku di asta herêmî de Kurdistan dagir kirine, xiste tengasiyê. Pêşketina zanebûna welatperweriyê di nava gel de digihîje asteke girîng û li ser vê bingehê meclîsên gel ên neteweyî tên rêxistinkirin. Hebûn û pêşengtiya jina Kurd di nava gerîla, girse û her qada jiyanê de ber bi lûtekê ve diçe. Di Newroza sala 1992'an de, dijmin li hemberî serhildanên gel ên ku li Şirnexê pêş ketin, bi komkujiyê bersiv da û konsepta xwe ya li dijî gelê Kurd ê berxwedêr bi vê şêwazê diyar kir. Lê tevî vê yekê jî, dijmin li qada Kurdistanê li hemberî gel û gerîla însiyatîfa xwe winda kir; rêxistinbûna gerîla û gel gihîşt asteke ku dikaribû encamê bigire.
Piştî serhildanên Newroza 1992'an û êrîşên dewleta Tirk ên li Şirnex û Cizîrê, bi koman tevlîbûnên nava refên gerîla çêbûn. Di vê pêvajoyê de ku têkoşîn li her qadê belav bibû, rojane 20-25 jin tevlî dibûn. Tevlîbûna jinan a nav refên gerîla ku ji sala 1990'î û vir ve bi lez zêde dibû, di sala 1992'an de bi bandora şerê ku mezin dibû û serhildanên di bin pêşengtiya Botanê de gihîşt asta herî bilind. Mezinbûna şerê gerîla û asta têkoşîna şervanên jin, tekoşîn û berxwedana wan a bi bandor, bû bingeha avakirina artêşa jinê a di nava PKK'ê de. Piştî salên 1990'î, taybetmendiyên hêza jinê ya di şer de û asta têkoşîna wan ji aliyê Rêbertiyê ve hatin dahûrandin û biryara avabûna artêşeke xweser a jinê hate girtin. Li ser vê bingehê, amadekariyên ji bo avakirina artêşa jinê dest pê kirin. Heya pêvajoya ragihandina artêşê, di têkoşîna rizgariya netewî de pêvajoyeke pêşkeftinê ya şervanên jin a bi qasî 15 salan hatibû jiyîn. Bi taybetî gerîlatî, têkoşîn û jiyana şer a jinê bûne faktorên bingahîn yê avakirina artêşeke xweser. Dahûrandinên Rêbertî yên ku dibêjin: "heta ku jin di warê îdeolojîk, siyasî û leşkerî de xurt nebe û di van qadan de vîna xwe bi dest nexe, azadiya civakî nayê qezenckirin", hêza jinê gihandin pêvajoya artêşbûnê.
Beriya ragihandina artêşa jinê, li hin qadan binesaziya vê yekê amade bibû. Li hin qadên Botan, Heftanîn û Zagrosan hêza jinê bi şêwazê taximan hate rêxistinkirin; li ser xeta sînor jî taximên jinan hatin avakirin. Taxima yekem a xweser li Heftanînê ji hêza jinê ya ku ji 27 kesan pêk dihat hate avakirin û fermandara taximê Dîlan Dêrik bû. Piştî Heftanînê, li qadên din jî taximên xweser ava bûn. Jinan çekên giran ên weke Doçkayê jî bi kar anîn; li ser wan girên ku ji bo parastina qadan dihatin girtin, taximên xweser ên jinan bi cih dibûn. Li Metînayê di biryargehê de taximeke jinê hebû. Sakîne Cansîz (Sara) jî li cem vê taximê bû. Li Zapê jî taxim hebûn; di pratîkê de dîsa 3 taximên xweser hebûn. Taximek di bin fermandariya Zîlan Goyî de li milê Qaşûrayê dima. Li Xakurkê – Şehîdan – yekîneyeke jinan hebû û Hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) fermandara wê yekîneyê bû. Di sala 1992'an de hêza jinê li gelek qadan di asta taximan de hate rêxistinkirin. Ew pêvajo bû serdemek ku bingehên artêşbûna jinê bi temamî hatibûn avêtin. Dema ku li qada Başûr taximên jinan dihatin avakirin, di sala 1992'an de li Bakurê Kurdistanê hêza jinê weke mange dihatin rêxistinkirin. Dîsa li Botanê li hin herêman taximên jinan hatibûn avakirin.
Di pêvajoya ku artêşbûna jinê pêş diket, her çend hîn nehatibû ragihandin jî, 1'ê Cotmeha 1992'an Şerê Başûr dest pê kir. Di rêxistinbûna qadan de wargehên Heftanîn, Çelê û Xakurkê baregehên bingehîn bûn. Wezîfeya wan a sereke ew bû ku wekî eniya paş ya şer, şervanan perwerde bikin, kadro bigihînin û çeperên ku lê ne xurt bikin. Di her sê eyaletan de jî hejmara jinan zêde bû.
Di Şerê Başûr ê 1'ê Cotmeha 1992'an de, ku di dîrokê de wekî "şerê xiyanetê" jî tê naskirin, dewleta Tirk bi dayîna hêza leşkerî, piştgiriya teknîkî û darayî, bi hêzên PDK û YNK'ê re li hev kir, da ku ew bi hev re li dijî PKK'ê şer bikin. Bi operasyoneke berfireh ku bi deh hezaran leşkerên dewletê û bi hezaran pêşmerge tevlî bibûn, êrîş li ser qadên Xakurkê, Zap, Metîna û Heftanînê pêş ketin. Di eniya gerîla de li Heftanînê şerê çeperan hate kirin û berxwedaneke mezin pêş ket. Dema êrîşên li ser Xakurkê dest pê kirin û hêzên gerîla ketin nava şer. Qada yekem a ku şer lê dest pê kir Xakurkê bû, piştî wê jî Heftanîn bû. Li qada Heftanînê şer destpêkê li alana taxima xweser destpêkir. Li Heftanînê parastina "Geliyê Bûselê" di berpirsyartiya jinê de û di bin fermandariya Hevala Berçem de bû. Hemû hêza gerîla di erazî de kete pozîsyona parastinê; hêza jinê hem bi taximên xwe, hem jî di nav yekîneyên giştî (karma) de li qadê bi cih bûn. Pêşmerge dema ku ji bo keşfê hatin, dîtin ku hêza jinê li çeperan bi cih bûye. Ji ber vê yekê, destpêkê êrîşî çeperên jinan kirin. Di nêrîna pêşmergeyan de, ku çanda baviksalarî dipejirandin, jin nikarin şer bikin, û ew dikarin wan bi rehetî têk bibin û wekî "xenîmet" bi xwe re bibin. Bi vê ramanê, ji wê xeta ku hêza jinê girtibû ketin hundir û şer dan destpêkirin. Fermandar Berçem di wê pevçûna ku bi êrîşa PDK'yiyan dest pê kir de şehîd ket; lê hêza jinê gavek tenê jî bi paş ve neavêt, bi şerekî bi bandor karîbû pêşmergeyan rawestîne. Fermandariya hêza jinê rêheval Dîlan kir. Şehîda yekem a Şerê Başûr Fermandar Berçem bû. Yek ji buyerên girîgtirîn ku di Şerê Başûr de qewimî ew bû ku hêza jinê cara yekem bi awayekî topyekûn tevlî şer bû. Di vî şerî de Hevala Edalet a ku ji herêma Gabarê bû, sekvaneke profesyonel (suikastçı) bû, û eniya pêş de bi çeka Kanasê şer dikir. Şervanên jin di her êrîşê de cih digirtin û heta mirinê şer dikirin. Di vê wateyê de, di Şerê Başûr de şervanên jin bi lehengî û berxwedana xwe, rehên têkoşîna azadiya jinê bi her awayî xurt û hîmdar kirin.
Di Şerê Başûr de gava di kesayetiya Ferhat de teslîmiyet pêş ket, di kesayetiya Fermandar Bêrîtan de rûmet û berxwedana jinê dihat jiyîn. Ji ber ku sala 1992'an salek bû ku ji her derê tevlîbûnên zêde yên jinan çêdibûn, piraniya şervanên jin ne xwediyê ezmûneke mezin a şer bûn; lê tevî vê rastiyê jî, bi wê berxwedana ku di şer de nîşan dan, bingeha artêşa jinê avêtin. Li hemberî teslîmiyetê bi ruhekî fedaî yê mezin bersiv dan. Di eniyan û çeperan de heta dilopa dawî a xwînê şer kirin. Tiştê bingehîn ê ku di Şerê Başûr ê 1992'an de derket pêş ew bû ku hêza jinê li hemberî dijmin û li dijî xiyanet û teslîmiyetê, rûmeta azadiyê afirand. Her çend Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bû sembola vê berxwedanê jî, wekî Bêrîtanê bi sedan şervanên jin – lehengên bênav – di Şerê Başûr de rola xwe lîstin. Bersiva herî baş ji bo hişên pûçbûyî yên artêşa tirk û PDK'yîyan ji aliyê şervanên jin ve hat dayin. Ew bersiv li hemberî gotinên: ‘jin xenîmete, wan weke hevjîn ji bo xwe bibin’ bû. Bangawaziyên pêşmergeyan ên ji bo şervanên jin ku digotin "teslîm bibin, em tiştekî li we nakin", ji eniya jinê bi bersiveke pir tûj hatin birîn. Di çeperên xwe de piştî ku heta mermiya xwe ya dawî şer kirin, digotin "temam, ezê teslîm dibim" û dema ku pêşmerge nêzî wan dibûn, wan xwe û hevkaran bi bombeyên destan îmha dikirin. Dîsa li Heftanînê, hevala Rojîn, li hemberî banga pêşmergeyan ya ku digot "teslîm bibe", bersiv da û got: "Temam serê xwe nîşan bide, eger ez ji te hez bikim, ez ê bêm"; bi vî awayî pêşmerge ji çeperê derxist û gule berda serê wî. Wisa bi sedan lehengiyên jinan çê bûn. Ew wêrekiya ku şervanên jin di Şerê Başûr de nîşan dan, di hişmendî û nêzîkatiyên pêşmergeyan de bû sedema guhertinên mezin. Ew feraseta ku keçên PKK'yî wekî "xenîmeta şer" didît, bi temamî hilweşiya û têk çû.
Di Şerê Başûr de ew jinên ku di eniyê de fermandarî dikirin, rola xwe heta dawiyê lîstin; rê nedan teslîmiyet û bêhêvîtiyê. Li Heftanînê Dîlan Dêrik fermandara taxima xweser bû kû di çeperên şer de cih girtin. Dîsa Ezîme (Mîhrîban Saran) wekî fermandara eniyê di şer de cihê xwe girt û fermandariya hêzeke mezin kir.
Di Şerê Başûr de 144 gerîla şehîd ketin. Hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku di dirêjahiya şer de li Xakurkê wekî fermandara taximê wezîfe girt û hevalên di bin fermandariya xwe de hem da şerkirin hem jî ew parastin, bû sembola Şerê Başûr. Eniya ku Bêrîtan lê bû, bi pêşmergeyên PDK'ê re kete nav şerekî giran û di çeperan de pevçûnên giran hatin jiyîn. Bêrîtan di çeperekê de ku derdora wê kendal bû şer kir; heta ku hemû cebilxaneya wê qediya şer domand. Dema ku derdora wê ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve bi temamî hat dorpêçkirin, êdî mermiyeke wê jî nemabû ku şer bike. Ne fîşekek mabû, ne jî bombeyek ku biteqîne. Pêşmerge dema ku nêzîkî wê bûn, bangawaziya teslimiyetê kirin. Refleksa yekem a Bêrîtanê ew bû ku çeka xwe ya Kleşê (Kalaşnîkov) li zinaran bixe û parçe bike. Çand û rûmeta wê rê nedida ku ne tenê ew, çeka wê jî bikeve destê dijmin. Piştî ku çeka xwe parçe kir, di cih de xwe bêyî fikar ji zinaran avête xwarê. Ew pêşmergeyên ku wê kêliyê dîtin, ketin nav şokeke giran. Li hemberî vê jina leheng a ku wan dixwest teslîm bigirin û wekî hevjîn ji bo xwe bibin, wê kêliyê ji xwe şerm kirin û rêzeke bêsînor nîşan dan. Çûn xwarê li gel cenazeyê wê; Rêhevala Bêrîtan rakirin û bi xwe re birin, da ku bispêrin axê. Dûv re cenazeyê wê ji gerîla re hate teslîmkirin. Hinek ji wan pêşmergeyên ku bûn şahidê berxwedana Bêrîtanê yan jî bihîstin, paşê şerkirina li dijî gerîla red kirin. Di wê roja ku Hevala Bêrîtan berxwedana xwe ya bi heybet li hemberî teslîmiyetê nîşan da, xeta "Ferhat" jî teslîmî PDK'yiyan bû. Di kesayetiya Bêrîtan de li dijî xeta xiyanetê, xeta berxwedanê pêş ket. Avêtina Bêrîtanê ya ji zinaran da ku teslîmî hêzên hevkar nebe, bû îfadeya şerwaniya bi rûmet û dilsoziya bi azadiyê re. Bêrîtan bû sekna dîrokî ya jina Kurd a bi rûmet û sembola ruhê berxwedêr û yê milîtantiya PKK'e. Di jiyana xwe ya kurt a gerîlatiyê de, bi şêwaza têkoşînê, sekna şoreşgerî bandoreke mezin afirand û ev bandorî heta roja me ya îro didome. Bêrîtan kesayetiyeke ji rêzê derbûyî ye; milîtaneke wisa ye ku tiştên asayî qebûl nake, li hemberî nêzîkatiyên mêrên serdest serê xwe netewîne û bi kîna li dijî taymendiyên jinê yên paşverû, têkoşîna guhertina wê dide. Kesayetî û serhildêriya wê di her balê dikişand. Ji ber ku cîhana wê ya xeyalan xurt bû, aliyê wê yê wêjeyî jî li pêş bû. Ew tenê weke şervaneke baş, fermandareke baş û hevaleke baş sînordar nemabû; di heman demê de xwediyê taybetmendiyên helbestvan, perwerdekar û nivîskareke baş bû. Evîna wê ya ji bo azadiyê û têkoşîna ku di vê rêyê de meşand, ew di wateya rast de kir jineke azad. Ji ber vê yekê, dema ku şehîd jî ket, karîbû şopeke kûr di dilê dijminê xwe de bihêle û rêzeke bêsînor ava bike. Piştî şehadeta Bêrîtanê, gelek malbatên ji Başûrê Kurdistanê navê "Bêrîtan" li zarokên xwe yên keç kirin.
Wê berdewam bike…


