Rêber APO
Bila jin destpêkê dîrokê zanibin, fêrî dîroka xwe bibin, dîroka Neolîtîkê zanibin, sosyolojî, aborî û felsefeyê zanibin, wê bi vî awayî xwe nas bikin. Di asta ku hûn xwe nas dikin de hûn ê bibin xwedawend. Bûyîna Înanna û Îştar ji fêmkirin û têgihiştinê derbas dibe. Bi vî awayî dikarin zordariya civakî, pergala zordest derbas bikin. Hûn her roj bi çanda tecawizê re rû bi rû tên. Divê hûn çanda tecawizê ya rojane derbas bikin. Ger hûn vê çanda tecawiza rojane jî, derbas bikin ezê bêjim bravo. Ev pirsgirêk bi xebatên akademîk ve hîn kûrtir tên lêkolînkirin û têgihiştin.
Derfetên min sînordar in. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên zayendî nêzîkatiyeke cidî ya felsefîk û teorîk pêwîste. Ew bi xwe jî dikarin lêhurbûn bikin. Di encama lêhurbûneke ji Şoreşa Neolîtîkê heta niha de divê nirxandin bên kirin. Pêwîste kedekî mezin bidin ber çavan. Divê bibin xwedî ked û hewildana mezin, pir ecele nekin, bi sebir û înadê dikarin hinekî encam bigirin. Ger asta perwerdeyê ya ku min pêşkêşî wan kiriye bişopînin, wê ew jî bigihêjin heman encaman. Ger jin were tehlîlkirin wê cîhan pir cuda bedew bibe. Niha ji bo jinê jiyan pir tariye. Ronahiya ku dispêre jinê, ji hemû ronahiyan hêjatir e. Ez dixwazim di mijara jin û ronahiya jinê de pê re werim gel hev û bibim yek. Jina ku ronî bûye, kesayeta ku fikra wê pêşketiye, îradeya wê xurt bûye, timî hêza pêşdebir(geliştirici) û şerker ya jiyanê ye.
Keçik ji bo guhertinê hîn zêdetir guncav in. Jin hatiye tepisandin, jiyan nekiriye. Ez jî vê rûpoşê radikim û wê di xwezaya wê de perwerde dikim. Berê jî min ji bo jinê gotibû lêgerînvanên edalet, hezkirin û rastiyê. Ez hewil didim ku li gorî bêrîkirinên we jiyan bikim. Ji hêla felsefîk û edebî ve pêşketina îradeya we, min kêfxweş dike. Min gotibû bi min re bîst û çar saetan jiyan kirin. Dikarin veguherînin romanekî felsefîk a sêsed-çarsed rûpelî. Wê jin azadiyê pêk bîne, wê demokrasî bibe serkeftina jinê. Wekî dayikên Neolîtîkê wê bibin afirînerên herî bingehîn ên nirxên demokratîk a roja me. Jin ewlehiya mafên mirovan û demokratîkbûnê ne. Pêşketinên ku ne bi navendiya jinê be, ew pêşketin nikarin serbikevin. Ez li dijî qirêjiya ku dispêre dogmayên mezin, paşverûtî û serdestiya zilam lêhurbûn dikim. Ev bi tenê dikarin bi ronesansa jinê ve bên derbaskirin.
Ez bawer dikim ku ew çanda disipêre xiyanet û înkarê ya ji aliyê şaristaniyê ve tê ferzkirin min hilweşand. Raveya rêzdariya min ya li beranberî we ev e. Ez ne dikarim bi hestên helbestwarî, ne jî bi nivîsên felsefîk ve van rave bikim. Lê aliyê min ê li dijî serdestiya zilam, zor û zordestiyê pir bihişmet e. Min dahûrandineke ku zanebûna wê ya dîrokî zêdeye derxist holê. Ez hêvî dikim ku nebin amûra lenet û kirêtiyê, bi rêzdarî jiyan bikin û di vê bingehê de xwe bihêz bikin. Dibe ku li Rojhilata Navîn ronesans di bingeha derketina jinê de be. Ji xwe bawer bin, xwedî li nasnameya xwe derkevin. Di bûyera azadiyê de xwe biparêzin.
Min dîroka koletiya jinê ya pênc hezar salî vekir, divê yên me xwe pir baş perwerde bikin, ez dibêjim ji serî heta binî xwe dubare perwerde bikin. Ger hûn enerjiya xwe bidin xebatên rast û perwerdeyeke kûr û rêxistinbûneke kûr avabikin wê ev her derê pêş bixe. Divê hûn perwerde û şêwazê xwe ya jiyankirinê ji ber çavan derbas bikin an na hûn nikarbin serbikevin. Divê hûn perwerdeyên xwe di qadên mîtolojî, felsefe, zanist û hunerê de bikin û di roja me de bi vê zanebûnê rêxistinên civakî yên sivîl ava bikin. Ez bawerim her ku hûn nasnameya xwe dibînin û azad dibin, hûn ecêb dimînin û cîhaneke nû keşif dikin. Parêznameyên min baş bixwînin. Ger hûn baş serwext bibin; bangawaziyeke pir xweş ji bo zayîneke jinê heye.
Ez ji Kurdan re vê yekê dibêjim: Bila girîngiyek taybet bidin perwerdeyên keçên xwe û wan biparêzin. Divê ew perwerdeyê xwe bidin keçên xwe, ji bo vê jî divê cihên perwerdeyê vekin. Divê li zarokên xwe xwedî derkevin. Ez bi van gotinan dixwazim bêjim; Kurd di nav pençeya planeke qirkirinê de ne. Min navê parêznameya xwe ya dawî kir “Kurdên Di Nava Pençê Qirkirina Çandî De”. Hûn di nav pençê qirkirina çandî de ne. Di Kurdan de bêperwerdebûneke mezin heye. Ger dixwazin têkoşînê bidin bila dil û mejiyê xwe pêşbixin. Dil û mejiyê xwe yên vala tijî bikin. Piştî evqas serpêhatiyan ez dil û mejiyên vala qebûl nakim. Ez dikarim vê yekê ji bo ne jidilbûnê wekî mînak bidim. Ez dixwazim bêjim ku mirovên wisa sernakevin. Bêberhembûyîn di heman demê de ne jidil bûyîne. Wekî berê em ne dikarin bikenin, ne bigirîn, ne êş bikişînin ne jî kêfxweş bibin. Min berê jî hişyar kir lê nehat fêmkirin. Divê hûn di vê mijarê de pir ked bidin. Perwerde bikin. Pêwîste perwerde hem fermî bibe hem jî di zimana zikmakî de azad be. Dewlet alîkarî nede jî divê nebe asteng ku gel bi derfetên xwe yên cewherî saziyên bi çand û zimanê xwe ve pêywendîdar ava bike. Perwerdeya cewherî ya gel heta ku ji dest tê wê bê berdewamkirin. Wê ji parsekiya dewletê re neyê hiştin û wê ji lîstokên di sînorên birçîbûnê de nêçîrkirina gel re derfet neyê dayîn. Dibistanên perwerdeya demokratîk, di her qadên jiyanê de wê gel di derbarê demokrasiya gel de perwerde bike. Demokratîkbûna jinê wê di heman demê de partiyê jî demokratîk bike. Pirsgirêka jinê ya perwerdeyê pir kûre, pêwîstiya wê bi perwerdeyeke pir xurt heye. Divê her kes xwe di çarçoveya rêgezên demokratîk de veguherîne û perwerdeyên cewherîkirina rêgezên demokratîk bên dayîn. Gotineke serokwezîrê Norveç’ê heye; dibêje “lêçûna herî baş, lêçûna ku li perwerdeya jinê tê kirin e.” Rast e, lêçûna ku li jinê tê kirin girîng e. Ger keçeke panzdeh salî têkeve nav pergala serdestiya zilam a giran û tirsnak, wê ev bê wateya qedandina jin, malbat, zilam û civakê. Ger hêza jinan hebe, bila nexwin-venexwin lê xwe perwerde bikin. Jineke bîst û pênc salî bibe dayika deh zarokan, ev cezayeke pir tirsnak e. Divê hûn hinekî xwedî bawerî bin. Perwerdeyên xwe kûr bikin. Wê zilam tengav bike, lê di destên we de derfeta rêxistinbûnê heye. Ger weqif pêk bê, çend avahî(bina) hene. Hûn dikarin wan bigirin mulkiyeta xwe. Dibe ku sibê we qebûl nekin. Li wan deran xwe perwerde bikin. Divê hûn perwerdeyên xwe wekî perestiyê bikin. Tişteke weke Quran’ê. Pêdiviya Quran’ê jî xwe bi awayeke demokratîk perwerdekirinê ango ji bo rast fêmkirina olê jî xwe demokratîk perwerdekirin hewce ye. Gelo hûn ber bi perwerdeyeke kûr ve diçin? Pêdivî pir bi vê yekê heye. Di her qadî de ango di çand, polîtîka û ziman de pêdivî bi perwerdeyeke berfireh heye. Bi hestiyariyê xwe neşewitînin. Negirîn, di kolanan de nekevin rewşên tengasiyê. Divê em êşan veguherînin xebatên ku wê sûdê bidin perwerde û rêxistinê. Mamostetî tenê bi tiştên baş ve nabe, tiştên bêrehm jî ji perwerdeyê re rê vedikin. Ev hewildan demdirêj in. Bisebir û fêmbar bin. Perwerdeyên mezin pêwîst dikin. Ger hûn li gorî kêfa xwe biçin hûnê bibin durû. Ev ji bo zilam jî wisa ye. Tu tişta ku wêrekî û îrade nikaribe fetih bike tune ye. Kesên ku angaşt û hêrsa wan hebin dikarin vê yekê biserbixin.
Ez wekî tezên li ser pirsgirêka jinê difikirim. Di vê çarçoveyê de xebatekek min a berfireh ya ji civaka Neolîtîkê heta roja me heye. Min ji biçûk û kêm dîtina jina Kurd zêdetir di serî de dayik bilindkirina hemû jinên bextreş esas girt. Min pir hewilda ku ez bi awayekî zanistî nêz bibim. Heta ku tezên azadiya jinê bigihêjin hevpeymana civakî têkoşîn pêwîste. Ez hewil didim ku ji vê re perspektîfa zanistî û siyasî pêş bixînim. Dîroka jinê di pirtûka mîtolojiyê ya ku ji çar bergan pêk tê de heye. Ji wir ve dikare bê lêkolînkirin. Jin di mîtolojiyê de hatiye bin ax kirin; ji xwe piştî vê jî di siyasetê de cihê wê tine ye. Dîroka Neolîtîkê li Zagrosan, li Çiyayên Kurdistanê jidayik bû. Ev axên ku Neolîtîk li ser jidayikbûne di rastiyê de şoreşa çandinî, gund û jinê ye. Ev ax hîn jî xwe li ser vê şoreşê ve didin jiyankirin. Zilaman li hawîrdora mîna nêçîrvanên bê nav dihatin hêştin. Xwedayê Babîlan Mardûk yekemîn nûnerê serdestiya zilam e. Piştre çanda Babîlê bi rêya Îbrahîm ve derbasî Cihûyan dibe. Ez pêşînyar dikim ku Pirtûka Pîroz (Kitabı Mukaddes) bixwînin. Li vir xistina jinê pir ecêb e. Hûn dikarin serdestiya zilam ya di destana Babîlê de jî bixwînin. Jin bi dawîbûna 4. serdema qeşayî ve dispêre zayîna civaka Neolîtîkê. Windakirina jinê di sosyalîzmê de windakirina civak, wekhevî û azadiya di sosyalîzmê de ye. Pêşketina mêtîngerî û newekheviyê ye.
Dahûrandinên ku me di derbarê pirsgirêka jinê de kirine, xala nîrengiyê ya guhertina civakî derdixînin holê. Ger xaleke ku sosyalîzma pêkhatî tê de windakiriye pirsgirêka desthilatdarî û şer be, ya duyemîn pirsgirêka jinê ye. Jin û desthilatdarî du diyardeyên bi hevre nakok in. Jin çîn, zayend û netewa ku yekemîn hatiye bindestkirin e. Heta ku azadî û wekheviya wê di nav pêşketina dîrokî de neyê nirxandin û teriya wê neyê pêşxistin, pêşketineke wê ya xurt a pratîkî jî nabe.
Ger pirsgirêka jinê wekhevî û azadî be, bêyî ku paraznameyan esas bigirin nikarin çareserî bibînin. Em pir bi rêgez nêzî vê bûn. Em bûyera jina ji 4000 salan ve hatiye xistin ji holê radikin. Yekemîn şerta sosyalîstbûnê jî fêmkirina wateya azadî û wekheviyê ye; sosyalîstbûn bi rêzdariya li beranberî dayik û jinê ve dibe. Berpirsyartiya dîrokî dixwaze. Em dikarin bi vî awayî rêzdariya mezin li beranberî malbatê jî nîşan bidin. Divê jin jî xwe layiqî vê bibînin. Ji bo min bûyera evîn û xwedawendiyê cîdiye. Şêweyên vê yên di olê de jî pir sextekarî û bêwate ne. Ji derveyî vê ti rêya evînê tine ye. Wê girêdanbûna rastîn, keda rastîn, berxwedana rastîn wisa pêk bê. Ger pêwîst bike bila bi salan bifikirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bixebitin. Rêzdarî şert e. Divê hişmendî û hişmendiya wekheviyê bi yekparebûna jinê ve pêk were.
Avakirina Jina Azad Ji Welatekî Û Serxwebûnê Girîngtir E
Ez ji bo zilaman jî vê dibêjim: Bila nebêjin jin û derbas nekin, bila jina nû fêm bikin. Jina nû ji azadiya welat û civakê jî pêşdetir e. Ji bo me di afirandina civaka azad de di asta yekemîn de girîng e. Em çima jinê lêkolîn dikin? Ji Sûmeran ve jin hatiye xistin, ew kirine bazarê. Kê kiriye? Civaka çînî ev afirandiye. Me hewilda ku em jinê rakin û ji nû de biafirînin. Zilam jî divê ji hesûdiyê zêdetir jinê mezin bikin. Wê jin mezin bibe, jiyan jî bi wêre bedew bibe, divê zilam vê bi girûr rakin. Ji gotina bû ya min, ya te zêdetir gotina bû ya civakê pêwîste. Girêdanbûna bi min re tê wateya fêmkirina van. Di vê mijarê de wê Rêbertî jinê ji leneta zayendî rizgar bike. Ez nikarim girêdanbûna xwe îstîsmar bikim. Wê jinê ji vê siviktiya zayendî paqij bike û ezê vê girêdanbûnê bi têkoşîna mezin a azadiyê bibersivînim. Bila tim û tim nîqaş bikin. Tiştê ku ez ji zilaman re dibêjim jî ev e. Divê li ser min lêkolînê bikin. Bi dehan keçikên ku ji min bawer kirin derketin. Ez nikarim wekî bira û birayê mezin bi erzanî binirxînim. Ez nabêjim bila bibin wekî birayê mezin û xwişka mezin. Ez ya ku herî zêde rexne dikim di heman demê de hez dikim. Bila bi sebir bin.
Bila jin zarokan perwerde bikin. Xwendin-nivîsandin, zimanê xwe ango Kurdî fêr bikin. Ev meseleya zimanê zikmakî biqasî nan û av girîng e. Ger tu nikaribî zimanê xwe yê zikmakî fêr bibe û perwerdeya wê bikî tu yê nikaribe bi tendurist bifikirî, hilberîn hema hema tu yê mirina mejiyê jiyan bike. Di bingeha pirsgirêka ku rewşenbîrên Kurd jiyan dikin de ev heye. Ji ber vê sedemê biqasî ku tê xwestin rewşenbîrên Kurd ên biwesf nagihêjin!
Hinek lêhurbûnên min hene. Bila perwerde û nûbûnên xwe berdewam bikin. Divê di mijarên jin û êş, jin û edalet, jin û azadî, jin û huner, jin û bedewî de lêkolînan bikin, pirtûkan derxînin. Min gotibû hevpeymana civakî. Jina bedew, wêrek û vîndar dikare cihanê fetih bike. Ezê mijareke lêkolînê bidim jinê. Jina azad kî ye û divê çawa jiyan bike? Wê nêzîkatiya li bûyera koletî û azadiyê bi awayê rexnegir û rexnedayînê ve bigirin dest. Di giştî de û di xweseriya me de çawa hat jiyankirin? Axaftinên min hene, paraznameyên min hene. Bêguman divê di mijara jinê de lîteratur jî were diyarkirin. Wê herî zêde têkoşîna xwe pênase bikin. Ev mijareke di asta jiyanî de ye. Li Ewropa tevgerên femînîst ên yekemîn, duyemîn û sêyemîn hene. Têkoşîna herî girîng a dused salên dawiyê ye. Li Rojhilata Navîn jin miriye. Jiyana wê di nirxa mirîşkekê, di nirxa çêlekekê de ye. Ji bo ku bi awayekî egîdane were jiyan kirin divê bûyera jin û jiyanê bi awayekî bikok bigirin dest. Ev di nav hev de ne.
Ez vê jî bêjim; ji bo min avakirina jina azad ji welatekî û serxwebûnê girîngtir e. Navê partî, yekîne kîjan guncav be dibe bila ew biryara vê bidin. Ya girîng ev e; divê rexneya jinê ya sosyalîzma pêkhatî û pergala kapîtalîst û lîberal baş were diyarkirin. Divê dîroka koletiya jinê û pêşketina civaka bi serdestiya zilam were vekolandin. Dîrok û pêşketina wê pêwîste were lêkolînkirin. Heman tişt ji bo tevgera jinê jî dibe. Divê dîroka tevgera jinê jî were lêkolîn kirin. Pêwîste têkiliya wê ya bi rastiyên civakî re were lêkolînkirin.


