Rêber APO
Min got, PKK di qezenckirina hebûna Kurd de roleke bingehı̂n lı̂st. Da gotin ku “Rast e, Kurd heye.” Ev bi saya PKK’ê hate qezenckirin. Di serdema modern de ı̂spatkirin, pêkanı̂n û ı̂nşakirina hebûna Kurdan jı̂ bi saya têkoşı̂na PKK’ê çêbûye. Heya ev, destkeftiya PKK’ê ya herı̂ dı̂rokı̂ ye. PKK’ê, vê serxist û mohra xwe jı̂ li vê serkeftinê xist. Ji bo vê PKK êdı̂ bûye malê dı̂rokê. PKK ew rêxistine ku di serdema modern de ı̂nkara Kurd bi erdê re kiriye yek. Hebûna Kurd, bi PKK’ê re wateya xwe ya dı̂rokı̂ dı̂t. Lewra, dı̂roka PKK’ê, dı̂roka ı̂spatkirin û ı̂nşakirina hebûna kurd e. Wateya wê ev e. Wateyeke din nikare bê derxistin. Kurd û PKK çiqasî bûn hemanî? Yanî, çiqasî bûne yek? Ev jî watedar e, di vê mijarê de têkiliyeke serkeftî ya hemanî hatiye bidestxistin. Zanebûna xwebûnê ava bûye û hatiye qezenckirin. Gelo vê rastiyê karibû dîroka modern a kurd, serwextbûna Kurd derxîne holê? Belê, karibû. Mirasa dîrokî ya PKK’ê – qezenckirina hebûna Kurd e. Girînge ku ev kûrtir bibe û bi vî awayî di dîrokê de cihê xwe bigire. Dîroka PKK weke hebûnekê, ciheke girîgtirîn di dîroka kurdan de girtiye. Ew bûye dîroka hebûnekê ku hem li dijî înkarê, asîmîlasyonê, tinekirinê, hem li dijî qirkirinê biserketiye.
PKK, ji ber ku temenê xwe temam kir, divê bê fesixkirin. Ez jî di vê de îqna bûm. Ev pêdivî çima çêbû: hem ji ber rastiya sosyalîzma pêkhatî, hem jî ji ber ku êdî rastiya înkar û qirkirina li Kurdistanê hatiye derbazkirin. Rûxîn û îflasa paradîgmaya ku xwe dispêre sosyalîzma dewletê, di PKK’ê de jî diteyise. Ev tê wê wateyê, bingeha ku PKK’ê xwe dispart, yanî sosyalîzma netewe-dewletê, rêgezeke sosyalîstî a rast nîn e. Ji ber ku ji hêla îdeolojîk ve bi demê re xwe dibe hilweşandinê, em mecburin dev jê berdin. Milêkî vê yê ku neyê fêmkirin jî nîn e.
PKK, şerê îspatkirina nasnameya Kurd da û vê îspat kir. Bi giranî tiştê jê dihate xwestin kir. Lê dikaribû azadiyê pêk bîne? Na, nikaribû. Ji ber ku sosyalîzma pêkhatî, ne ew sosyalîzme ku bikaribe bigihîne azadiyê. Ji ber ku PKK jî rêxistineke reel-sosyalîst e, bi xwezayî nikare azadiyê pêk bîne. Ev rastî jî derkete holê. Lê, pirsgiprêka nasnameyê karibû çareser bike? Erê, karibû. Ev jî ji dîroka pozîtîv re tevkariya PKK’ê ye. Ji ber vê yekê êdî PKK divê were derbaskirin û di vê de tu pirsgirêk tune ye. Heta divê ev zûtir, hîn di salên 1990’î de bihati kirin, lê çênebû. Dereng ket, lê îro çêbû. Ez di vê de pirsgirêkekê nabînim. Hinek kes ji ber ku PKK tê derbaskirin ji kêfxweşiyê difirin. Ev kêfxweşî, xeyaleke vala û bi guman e.
Min têkoşîna çekdarî jî ji sifirê da destpêkirin. Û ez înkar jî nalim ku min kurdan xiste nava vê yekê. Lê, sedemên wê jî hene. Di dema derketina tevgerê de rêbazeke wiha bi gelemperî li pêş bû. Tekoşîna rizgariya netewî, ku xwe dispêre stratejiya avakirina dewleteke netewe, vê pêwîst didît. Esas di vê stratejiyê de têkoşîna çekdarî jî heye. Di serdema nû de terkkirina netew-dewletê, bi xwe re terkkirina şerê çekdarî ya ji bo rizgariya netewî jî tîne. Ji ber ku partiyên xwe dispêrin netew dewletê dixitimin. Ji ber vê, rêbaza vê ya bingehîn, yanî şerê rizgariya netewî an jî têkoşîna çekdarî divê bê derbaskirin. Li gorî prensîba yekitiya armanc û amûran, dema armanc bê terkkir, tu neçarî amûrên xwe jî terk bikî. Wisa, em vê amûrê terk dikin.
Wekî têgîn “partî” cihê lêpirsînê ye. A din partî têgîneke çînî ye, ji bo çîn xwe bigihîne desthilatê hatiye avakirin. Yanî pira di navbera desthilat û çînê de ye. Niha ez weke berê ne alîgirê kûrkirina vê têgînê me. Partî diyardeyeke çînî ye û wê kûr dike. Ji ber vê yekê em ê dev ji feraseta çîn-partî berdin. Bêguman, hem di çarçoveya rexneya paşerojê de, hem jî di çarçoveya perspektîfa demên pêşiya me de, wê pêşniyareke min ji bo damezrandina partiyeke nû nebe. Li şûna partiyê divê mirov li tiştekî din bifikire. Divê em partiyê, wekî diyardeyeke ku xitimandinê kûr dike û wekî amûreke zextê ku li ser bingehekî çînî zor dide civakê bigirin dest (heya li gorî min ji ber vê feraseta ku di partiyê de heye, sosyalîzm her dikeve valatiyê). Partî weke amûr – sedema bingehîn a jihevketina sosyalîzmê ye. Di vê mijarê de, ez yeqîn dikim, hin fikrên Gramscî û Negrî jî hene. Nêrînên kesên din jî yê bi vî rengî he ne. Lê belê ew nikarin çareseriyekê pêş bixin. Emê hem partiya ku xwe dispêre çînayetiyê rexne bikin, hem jî em ê nîqaş bikin, bê ka li şûna wê divê çi were pêşxistin. Ji Dibistana Frankfurtê kesekî gotibû “bi xatirê te, çînayetî” – ev gotineke ne vala bû.
Feraseta rêxistînî, ya xwe li ser prensîbên çînayetiyê ava dike, bûye yek ji faktorên bingehîn ên belavbûn û binketina sosyalîzma pêkhatî. Ev pirsgirêka herî esasî ya Marksîzmê ye. Ji xwe têgîna çînî ya Marksîzmê bi pirsgirêk e. Tenê ne têgîna ‘partî’, ji milê têorîk ve têgîna ‘çîn’ jî bi pirsgirêk e. Jixwe proleteryaya pîşesaziyê xêra xwe herî zêde ji faşîzmê re çê bû. Hîtler herî zêde çîna karker a Alman bikar anî. Ev çîna karkeran, ji sosyalîzmê zêdetir, bûn girseya faşîzmê. Hîn jî Rastgiriya nû xwe naspêre burjuwaziyê, lê xwe dispêre van derdoran. Herî zêde jî karker piştgiriyê didin Rastgirên Nû. Divê ev baş were dahûrandin. Şaşitî di kur de ye? Li Tirkiyê jî herî zêde AKP û partiyên burjuva proleterya rêxistin kirine. Dengên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP’ê) hema bêje qet nînin. Em nikarin ji van hemûyan re bêjin “propaganda” û derbas bikin. Çima rêxistina çînî pêşnakeve? Li tu deveran pêş neket. Li Almanyayê pêşket, lê ew jî partiya burjuva bû, ne ya çîna karkeran bû. Li gel Bolşevîkan jî wisa bû. Komeke biçûk ya elît tenê birêvebir. Wan nekarî bibin partiya karkeran. Eşkere ye ku emê vê diyardeya Marksîst bi temamî li ber çavanan re derbaz bikin. Divê Marksîzm û têgîna çînayetiyê bên bihurandin.
Min ji pêkanîna partîbuyînê, a di reel-sosyalîzmê de got “proto-dewlet.” Partî dibe organîzasyoneke proto-dewletî. 300 salan wisa bû. Ev divê were rexne kirin. Tevayî pergalên real-sosyalîst: ceribandina 1848’, Komûna Parîsê a 1871’an, şoreşa Rusyayê a ku di pêvajoya şerê Cîhanê yê Yekemîn de rû da, şoreşa Çînê, ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêşket, piştre Şoreşa Vîetnamê – di bingeha hemûyan de şer heye. Hemûyan jî pergala kapîtalîst pêşxist. Çiqasî sosyalîzma kû xwe dispêre zorê serkeftina xwe îlan dikir, ewqasî kapîtalîzmê diwelidand. Beriya her tiştî jî Çîn. Wê şerekî mezin biserxist. Lê niha welatê kapîtalîst yê herî pêşketî ye. Tu kesê ji derve de Çînê nekişand nava kapîtalîzmê; pêşengtiya vê yekser Partiya Komûnîst bi xwe kir. Hîn jî di parastina pozîsyona xwe de bi israr û îdea ye. Ev ne lihevhatineke.
Lê alternatîfeke vê rewşê heye. Em li şûna sosyalîzma netew-dewletê, derbasî sosyalîzma civaka demokratîk dibin. Ev programek e. Programa Sosyalîzma Civaka Demokratîk e. Baş e, wê stratejî û taktîka vê ya bingehîn çi be? Eşkereye ku ev wê bi şerê rizgariya netewî pêk neyê. Programa nû – programa Civaka Demokratîk û Sosyalîzma Demokratîk e.
Me dev ji stratejiya şerê rizgariya netewî berda. Li şûna wê emê dernazî stratejiya Siyaseta Demokratîk. Siyaseta demokratîk stratejiyek e; ew nebe, nabe. Wê civaka demokratîk, bi stratejiya siyaseta demokratîk re di nava têkiliyê de be. Çi di destûra bingehîn de, çi di qanûnan de, li ku derê pêwîst bike, wê bê îfadekirin. Taktîk bi stratejiyê ve girêdayî ye. Wê taktîkekî vê stratejiyê jî hebe. Ev wê bi kîjan amûran pêk bê? Bi huqûqê. Ger stratejî – siyaseta demokratîk be, wê hiquq jî taktîka wê be. Ev tê vê wateyê: ji mîrasa PKK’ê çi mabe, wê di bin stratejiya siyaseta demokratîk a nû de bingehekî huquqî qezenc bike.
Di encama mûzakereyên ku bi dewletan re bêne meşandin, wê qanûnên antî demokratîk rabin, reformên huquqî pêk werin. Divê ev belavî salan nebe, di nava wexteke guncav de pêk bê. Ger reformên hiquqî yên çarçoveya wan li jor hatine diyar kir pêk neyên, mirov bixwaze-nexwaze, şer û pevçûn ji cihê ku mane wê dewam bikin.
Xwe parastin pêwîstiyek e. Xwe parastin bi hiquqê dibe. Dema hêzekî ji bo îmhakirinê êrîş bibe ser hebûnekê, mafê wê yê serîrakirinê heye. Di aştiya civakî de ev rêgezeke jêneveger e. Divê di hemû mûzakereyan de were parastin. Ji bo sosyalîzma demokratîk xwe parastin girîng e.
Di serdema dîrokî a nû de, ji bo derbasbûna qonaxa civaka demokratîk û aştiyê, fesix pêwîst e. Em fesixê ji bo bikarin derbasî pêvajoyeke nû bibin dikin. Hin dinamîkên di nava dewletê de vê weke proseya xwe tunekirinê digirine dest. Fesix, ne dawiyek e, di têkoşîn û rêxistinbûnê de derbasbûna pêvajoyeke nû ye. Têkoşîna nû şer nîn e, aştî ye, netew-dewlet nîn e, înşaya civaka demokratîk e.


