Axîn Avaşîn

Halîme Akboğa, cihê ku herî zêde li dijî polîtîkayên dijmin ên zilm û pişaftinê yên li ser gelê Kurd dihat meşandin, li navçeya Çelê ya Colemêrgê jidayik bû.

Mîna her zarokekî Kurd ên li wir, ew jî her sibehê bi dengê agirê tangan şiyar dibû. Dema ku diya wê çîrokên qehremanên mîna apê wê û pismamê wê vedigot, Halîme bi xeyala ku dema mezin bibe ew jî bibe qehremanek mîna wan ve radibû. Çîroka Halîme ji ya zarokên din ên Kurd pir cuda nebû. Her çend ew di heman malbat an jî heman bajarî de mezin nebû jî, Kurdbûn ji bo wan bes bû ku heman çarenûsê parve bikin. Ev kiryarên hovane yên dijmin wê di nav Kurdan de gelek Viyan’an biafiranda. Ev zarok dê bi nirxên Kurdewarî mezin bibûna û ji bo ku bibin fedaiyên gelê xwe dudilî jiyan nekiribana. Mîna gelek malbatan, malbata Halîme jî, ji bo ku zarokê wan bibe şagirtê Rêber APO wê dudilî jiyan nekiribana. Ji ber ku gelê Kurd gelê Rêber APO bû. Çawa ku Rêber Apo ji bo wan xwe feda kir, wana jî bêdudilî xwe feda kiribana. Halîme bi vê hişmendiyê mezin bû û her carê li lûtkeyên Çiyayên Zagrosan de xwe bi cilên gerîla xeyal dikir.

Ewê êdî ne tenê zaroka dê û bavê xwe ba, wê bibûya ya gelê Kurd jî. Yên ku xwe ji bo doza xwe feda dikin, wê li dijî dabeşbûna çînî ya ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve hatî afirandin jî bi tundî şer bikin. Ew ê jiyana xwe ya dilnizm bidomînin û teslîmî pergala ku jiyana mirovan bêqîmet dike nebin. Bi hişmendiya ku mirov yê ku jiyanê xweşik dike ye û wate dide, wê nehêlin ku nirxê jiyana mirovan kêm bibe. Kesayetên mîna Kemal Pîr wê derkevin û bêjin, "Em jiyanê qasî ku di oxira wê de bimirin hez dikin." Dema ku her kes ji van nirxan mîna mirinê direvin, ew ê bibêjin ku ew ji mirinê mezintirin. Malbata Halîme dizanîbû ku hebûna wan bi hebûna gerîla û Rêber Apo ve girêdayî ye. Ew evîndarên dozê bûn. Wan çiya û deştên Kurdistanê bi xwîn û xwêdana xwe av dabûn. Ew dizanibû ku êşa ku hatiye kişandin êşa gelekî ye. Ji ber vê yekê, Halîmê dema ku mezin dibû ji bo zilamekî amade nedikirin; malbata wê wê ji bo pêşeroja welatê xwe mezin dikir. Û niha dem hatibû ku Halîmê çek hilgire. Û malbata wê ew diyariyê partiyê kir. Ew bû yek ji wan jinan derfet dît ku di deryaya Rêber Apo de avjeniyê bike û îksîra wî vexwe. Rêber Apo rastiya jinên ku di tariyê de hatibûn hiştin derdixist holê. Bêyî li bendê be ku tiştek di berdêla wê de hebe, ew ê bibe hevalê herî rast ê jinan, yê ku ji wan pir hez dike û yê ku rêya rast a jiyanê fêrî wan dike. Bersiva jina Kurd ji bo vê yekê dê ev be: "Xwezî ji canê min bêhtir tiştek hebûya min feda kiriba." Ev jin ku bi raman û felsefeya Rêber Apo ve hatine strandin, wê bibin kabûsa herî xirab a dijminê jinan û gelan. Çawa ku zarokên gelê Kurd her şev bi tirs diçûn razanê, niha dijmin dê bi tirs biçûna razanê. Pêşiyên me bêsebeb negotine ku cîhan bi dorê tê jiyîn, ne bi zorê. Dem hatibû ku gelê Kurd êdî tolê hilînin. Ji bo vê yekê, ew amade bûn ku her tiştî di destê wan de tê bikin.

Di sala 2013’an de, Halîme tevlî refên gerîla bû û navê Viyan li xwe kir. Wê nîşanî dijmin da ku eger Viyanek bimire, bi hezaran dê li pey wê werin. Perwerdehiya xwe ya bingehîn li Avaşînê wergirt. Ji ber ku ew bi nirxên Kurdewarî re nas bû, jiyana gerîlatiyê jê re ewqas dijwar nehat. Ew dijwariyan ji xwe re asteng nekir ji ber ku ji jiyanê hez dikir û ahengek didît. Wê ji xwe re îdia danî ku bibe gerîlayeke jin ya jiyanê diafirîne û li ser şopa şehîdan dimeşe. Wê ji bo Şehîd Sara (Sakîne Cansız) got, "bi berxwedana xwe, te dijmin hilweşand; tu yê tu caran ji rûpelên dîrokê neyê jêbirin." Bi vî rengî, wê xwesteka xwe ya ku bibe şopînera Sara’yan anî ziman. Wê qet ji bîr nekir ku ew bi saya hewildanên Sarayan, Viyanan, Berîtanan û Zîlanan gihîştine vê derê. Jin bi hewildanek mezin bûne ya xwe. Ji roja ew tevlî bû heya roja ku ew şehîd bû, Viyan rêgeza rizgariya jin parast. Hezkirina di navbera jinan de, têkiliyên wan bi hevre û jiyana wan a fêmkirina hev bala Heval Viyan kişand. Ew her tim di çavên gerîlayên jin de hêviyê dibîne. Ji ber ku ew hewldana jinê ya ji bo guhertin û veguherînê dibîne. Her çend dijwar be jî helwesta jinê nîşan dide ku astengî dikarin werin derbaskirin. Di salên destpêkê yên tevlîbûna Heval Viyan de, dewleta Tirk çeteyên bi navê DAIŞ bire ser gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê dijîn. Lê gerîlayên azadiyê li dijî vê hovîtiyê canê xwe feda kirin û çûn alîkariya gelê xwe. Piştî vê yekê, di sala 2015 an de, Heval Viyan jî berê xwe da Rojava. Ew bû yek ji şervanên jin ku destanek li dijî DAIŞ'ê nivîsand, li eniyên herî pêşde şer kir. Mil bi mil bi hevalên xwe yên jin re di çeperan de şer kir, ev hezkirina wê ya jin zêde kir. Ew îradeyek ji pola pêşxist ku tu hêz nikare têk bibe. Heval Viyan fêr bû ku rola jinê di jiyanê de wekî rola wê ya di şer de ye. Dema ku taybetmendiyên jineke şervan bi felsefeya Rêber Apo re têne berhev kesek nikare têkbibe. Her ku sal derbas dibin, Viyana delal bêsebr li benda vegera xwe ya çiyayan e. Ew dizane ku çiya palpişta jinan û gerîlayan e. Ji ber vê yekê, piştî ku erkê xwe yê li hember gelê xwe bi cih tîne, vedigere çiyayên ku ji bo hesreta wê roj dihejmart.

Dema ku sala 2017’an de vegeriya çiyayan, ew çû Metîna, herêma ku tovên pêşîn ên jina azad lê hatibûn çandin. Vê yekê di Heval Viyan de heyecanek mezin avakir. Ji ber ku yên rabirdûya xwe ji bîr nekirine, ewê niha û pêşeroja xwe jî bi rêkûpêk ava bikin. Ji bo kesekî ku rabirdûya xwe jibîr dike ne mimkûne ku gavên rast ber bi pêşerojê ve bavêje. Ji bîrkirina rabirdûyê xiyanetkirina xwe ye. Bi vê hişmendiyê, Heval Viyan bi coş û moralek mezin beşdarî xebatên vê herêmê dibe.

Piştî salan, Heval Viyan mezin bû û hewcedariya beşdarbûnek xurttir hîs kir. Û di sala 2018’an de, bi pêşniyara xwe çû Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan. Li vir wê têgihîştina xwe ya îdeolojiya rizgariya jin kûrtir kir. Wê xwe pir bişans hîs kir ku çûye akademiyê, ji ber ku ji bo xwe pêşxistin û amadekirina ji bo qadên dijwartir cihê herî rast dibistanên Serokatî û şehîdan bû. Bi vê baweriyê tevlî bû, xwe û pratîka xwe di hemû aliyan de ji berçavan re derbas kir. Di vê warî de gihîşt asta ku dikare xwe di her tiştî de bihêz bike. Tevî ku êşên guhertinên mezin kişand jî, wê dev jê berneda. Wê li dijî taybetmendiyên ku modernîteya kapîtalîst tê de çandibû şer kir û di xwe de kesayetek xurttir afirand.

Di van salan de, Rêber Apo di bin tecrîda mutleq de bû û gelê Kurd û tevgera azadiyê di bin êrîşeke mezin de bûn. Vê yekê hêrsa Heval Viyan li dijî dewleta qirker û dagirker mezintirkir. Vê carê, piştî perwerdehiya xwe, wê berê xwe da herêma Xakurkê. Ev der ji bo Heval Viyan bû cihê tolhildaneke mezin. Ji ber ku pismamê wê jî li vir li berxwe dabû û gihîştibû şehadetê. Heval Viyan di şerê li dijî DAIŞ’ê de ezmûnek mezin bi dest xistibû. Wê ev ezmûn bi hevalên xwe re parve kir. Wê ezmûnên hevalên xwe jî ji xwe re wekî bingeh girt. Ev di şerê gerîla de bi giştî rêgezek bû ku heval hevdu bi ezmûnên hevdu re perwerde bikin. Heval Viyan hem di şer de û hem jî di jiyanê de li vir jî pêşengtî dike. Wekî di warên din de, ew hemû hevalên xwe hembêz dike û teşwîq dike. Ew di jiyanê de serkeftî ye û di şer de afirîner e. Bi van taybetmendiyên xwe ve hevala demên zehmet Viyan her dera ku diçe de ji aliye hemû rêhevalên xwe ve pir tê heskirin.

Di 16’ê Kanûna Pêşîn a 2018’an de Heval Viyan li gel sê hevalên xwe di êrîşeke hewayî ya dijmin de gihîşt şehadetê. Ew, mîna hemû hevalên me yên pakrewan wê hertim di dilê me de bijî. Emê wê ji bîr nekin û em ê nehêlin ku ew were jibîrkirin. Ewê bibe ronahiyek ku her rêya me ronî dike.