Zeryan Denîz

Li bajarê qedîm û berxwedêr ê Botanê, li Şirnexê jineke şoreşger bi navê Bişeng di nava malbateke welatparêz de hate cîhanê.

Ev jîngeha ku bi çand, hişmendî û welatparêzîyeke kûr hatibû hûnandin, bandoreke mezin li ser kesayetiya Bişenga biçûk ava kir. Heybet û bedewiya dilê gerîla hîn di zarokatiya xwe de dîtibû, û wê bedewiyê di dil û mêjiyê wê de evîneke mezin a gerîlatiyê çand. Bişeng her ku mezin dibû, eşqa gerîlatiyê pê re kûr dibû û wê êdî dixwest di artêşa Starê de bibe gerîlayeke jin. Wê dixwest bibe pêşengeke fedaî ya gelê xwe; tova welatparêziyê ya ku ji herêm û malbata xwe girtibû, dixwest bi jiyana şoreşgerî re bixe yek û nexşerêya jiyana xwe bi destê xwe xêz bike. Nexasim pêşengiya jinên Star ya di têkoşîna azadiyê de ya li Kurdistanê, hêz û baweriyeke mezin dida wê. Kena wan jinên ku tola hezaran salan hildigirtin, ji bo Bişengê cihê serfirazî û dildariyê bû. Xeyala wê êdî ew bû ku ew jî bibe rêhevala wan jinên şerker.

Di sala 2015'an û şûnde li Bakurê Kurdistanê tevgereke nû çêbibû û gel ji zilma neyaran bêzar bibû. Lewma şerê xweseriyê kirin û dewa azadiya xwe kirin. Gelê Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya YPS'ê li hemmberî dijmin şerê rûmetê dimeşand. Vê yekê li ser Bişengê bandor ava dikir, kîn û hêrsa wê ya li hemberî kiryarên dijmin kûr dikir. Ji ber vê sedemê hêrs û xeyalên xwe dike yek û biryara beşdariya têkoşînê dide.

Di sala 2016'an de êdî dem hatibû: Bişengê berê xwe da qibleya ku di zarokatiya xwe de xeyal dikir. Êdî ew dem bû ku bibe jineke şerker a doza gelê xwe. Bişeng dema berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, bi navekî nû ji çiyayên welatê xwe re secde dike. Êdî dibe Seher Întîqam a ku ji bo armanceke pîroz şer dike. Heval Seher bi dildariya ji welat re fêrî jiyana çiya dibe. Perwerdeya bingehîn re derbas dibe û dibe gerîlayeke Kurdistanê. Heval Seher pratîka xwe ya destpêkê li qada Heftanînê dimeşîne, di wê qadê de zêdetir hînî şert û mercên gerîlatiyê dibe. Bi awayekî zû fêrî jiyana şoreşgerî dibe. 

Jina esîl Seher bi kûrbûna bîrdoziya Rêber APO re, ji bo ku ji êşa gelê xwe re bibe bersiv, pêşniyara xwe ji bo saziya fedayiyan – Hêzên Taybet dike. Dixwaze di rastiya Rêber APO de bibe fedaiyeke dilpola ya ku xizmetê ji gelê xwe re dike. Bi vê yekê re kûrbûna xwe ya bîrdozî û leşkerî digihîne asta serkeftinê. Her roj bi kesayet û fikrên nû ve tê pêşberî hevalên xwe. Ji ber aktîfbûnê, ji rêhevalên xwe re dibe mînak û remza xweperwerde kirinê. Hevala Seher her ku fêrî tiştekî nû dibe, bi kelecanî ji dorhêla xwe re parve dike. Li Zagrosan û li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di demên herî dijwar de bi zanebûneke mezin wezîfeyên xwe bi cih tîne û dibe yek ji nûnerên herî rûmetdar ên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Li ser paradîgmaya Rêber APO a azadîxwaziya jinê lêhûrbûneke kûr ava dike. Ew bawer dike ku tenê bi jina azad re civakeke azad ava dibe. Ew dizane birîna gelê xwe bi avabûna jinên azad û pêşeng ve bikewîne. Bi azadiya jinê re wê pirsgirêka hebûna gel jî bihata çareserkirin. Ji ber vê yekê, Seher wê bi rêhevalên xwe yên jin re her dem di nava parvekirin û empatiyê de bûya. Cewhera jina bi zeyenda xwe re têkilîdar hîs kiribû, zanebûna wê yekê jî di danûstandinên xwe de diteyisand. Hebûn, pêşketin û serkeftina xwe di ya rêhevalên xwe yên jin de didît.

Ji ber berxwedaniya gerîlayên Kurdistanê gihîştibû lûteka serkeftinê, êrîş û hovîtiya neyaran jî gihîştibû çavkoriyê. Dikmin bi awayekî herî xirab û dermirovî êrîşî qadên gerîla dikir. Serkeftina ku gerîla rojane bi dest dixist, zora dijmin dibir. Lewma hemû teknîk û têkiliyên xwe yê bi derve re dixiste bin xizmeta polîtîkaya îmhayê. Lê ev li berambberî hêz û ezameta gerîlayên Kurdistanê ne tiştek bû. Çiqas berdêl hatibin dayîn jî, ew dibûn kîn û hêrsa zaferê. Di sala 2021'an de şer û berxwedanî li qada Avaşînê gurr bibû. Heqîqeta şerkeriya gerîla di berxwedanî û taktîkên wan de derdiket holê. Yek ji wan hevalên ku cihê xwe di vê berxwedaniya dîrokî de girtiye û bi hêzra azad şer kiriye, rêhevala Seher Întîqam bû. Dema Hevala Seher berê xwe dide Avaşînê wiha dinivîsîne: "Ji ber ku ez ê biçim Avaşînê, ez pir bi kelecan im. Çûyîna min a wê qadê xwedî armancên mezin e. Me bi Zagrosan dest pê kir, em ê bi Zagrosan ji dawî bînin û dîroka serkeftinê li wir binivîsînin. Ji bo wê jî erk û mîsyona ku dikeve ser milê me: bi ruhê Apoyî û sekneke fedaî em nasnameya YJA STAR û PAJK'ê di xwe de kûr bikin û bi awayeke xurt beşdarî pêngavê bibin. Me xwe ji bo vê yekê amade kiriye, îro di pratîka xwe de jî em ê vê yekê bi awayekî herî serkeftî bicih bînin." 

Heval Seher bi van gotinên ku bi tîpên zêrîn hatine neqşandin, berê xwe dide şerê rûmetê. Di qada Avaşînê de tevlî gelek çalakiyan dibe, di her derbeyekê de tola hemû jinên ku rastî zordariyê hatine hilеîne. Bêtirs li Zagrosan textê xwedawendiyê vedide. Xwaşikbûna ruhê xwe di ava Avaşînê de diteyisîne û mîna wê ber bi azadiyê ve diherike. Rengê cewhera xwe bi xwezaya Avaşînê re dike yek û xomla herî bedew dide xwe.

Her ku xwe di rastiya Rêberê azad de mezin dike, di nasîna kêmasiyên kesayetiya xwe de jî serwer dibe. Asta koletiya jinê dibîne û bi şexsê xwe re têdikoşe. Ji bo xwe armancên mezin diyar dike û bi wê re xwe perwerde dike. Ji perwerdekirina xwe re sînor nasnake; ji ber ku ji bo wê xwe perwerde kirin bingeha naskirina rastiya Rêber Apo ye. Ji bo wê pîvanên Rêbertiyê di xwe de avakirin xalekî werçerxê ye. Bêyî ku ji xwe re bendan deyne, di deryaya Rêber APO de melevaniyê dike. Rêber APO girîngiya perwerdeya kesayetî di gelek analîzan de tîne ziman; heval Seher jî bi vê perspektîfê dixwaze hezkirina xwe ya ji Rêberê xwe re bi zanist bike. Ronahiya ku ji Rêber APO digire, di jiyana xwe ya şoreşgerî de dike pîvan û li ser wê xwe ava dike. Di demên herî dijwar de jî ji perwerdekirina xwe tawîz nade. Tiştê ku wê digihîne serkeftinê jî, keda wê ya perwerdebûnê ye. 

Jina fedaî Seher Întîqam ku mîna navê xwe bedew û bi kîn e, her roja ku derbas dibe, ji roja berê wekî şitlekê hîn zêdetir şîn û bedew dibe. Ev bedewbûna ku hevala Seher di xwe de kom dikir, bingeha xwe ji rêgezên Zîlananê digirt. Ew mîna Xwedawenda rojê Zîlanê, bi dildariya jiyanê re diherike. Çawa ku Zîlanê got: "Ji ber ku ez ji jiyanê hez dikim vê çalakiyê pêk tînim", ew jî bi hezkirina xwe ya ji jiyanê re dibe şoreşgereke ku xeta azadiya jin dixe bingeh. Ji bo Seherê, jiyan bi qasî zehmetiyên xwe hene, xwedî armanc û hedefekê ye. Tişta ku mirovan di jiyanê de bi wate dike jî – armanc e. Heval Seher jî bi armanc jiyan dike, roja xwe plansaz dike û wisa pratîkê dimeşîne. Raneweste û naweste; ji bo wê tenê pîvanek heye, ew jî gihîştina armanca pîroz e. 

Heval Seher çawa ku bi wêrekiyeke mezin berê xwe da Qada Avaşînê, bi heman wêrekiyê berê xwe dide Rojavayê Zapê jî. Li gel hevalên xwe di sengerên rûmetdar de cih digire. Bi wan re di heman armancê şer dike û destanên efsûnî dinivîsîne. Nav û serpêhatiya berxwedaniya xwe li ser rûpelên herî pak û pîroz dinexşîne. Yên ku bi Zagrosan re xwe kirin yek û sekna qehremanî li hemberî neyarên xwe raberkirin, hevala Seher û rêhevalên wê bûn. Ew bi tu awayî ji rûpelên dîrokê winda nebin û di dilê her egîdekî Kurdistanê de bijîn. Hevala Seher kesayetiya xwe ya kedkar, rasteqînî, samîmî û bi moral, li ku derê ba, li dorhêla xwe wekî tîrêjekê belav dikir û bi vê yekê di dilê her hevalekî xwe de cihekî taybet girtibû. Di kanûna 2021'an de, dema ku heval Seher li ser erk û wezîfeya xwe bû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayeke bêbext de gihîşte asta şehadetê.