Di hundirê wan de xweda an jî xwedavendên pîroz hene. Û şopdarên wan, mensûbên wan di rojên guncav de diçin, li wan perestgehan dimînin. Ji bo ku bêjin "me efû bike" serî datînin ser secdê, lava dikin û daxwaza lêborînê dikin. Ev heval, hevalên wusa ne. Hûn ê mîna ku diçin perestgehekê, li hizûra wan serî bitewînin. Hûn ê herin secdê. Êdî divê dîn û îmaneke we ya bi vî rengî hebe. Bi teqezî ev, hem mezinên ku heq kirine ne, hem jî nirxên me yên perestgehî yên di asta pîroziyê de ne ku pir hewcedariya me bi wan heye. Çima em ji mezinahiya vê bawer nekin, îman neynin û dîsa ji bo pêdiviyên wê serî daneynin ser secdê û di bin ferman û fermandariya wê de nemeşin? Hûn dizanin di dîrokê de piştî ku secdetiya nirxên bi vî rengî pêşî bi bawerî û paşê bi îmanê pêk hat, bi leşkerên di bin fermana wan de dest bi êrîşeke mezin kirine.
Di agirê Zîlan de her tişt tê afirandin. Mînak di hestan de ew agir her tiştî, hemû qirêjan paqij dike. Wekî kesayetiya jinekê, kesayetiya xwedavendekê pir bi bandor e. Ji ber ku di wî agirî de hemû qirêjî, hemû lawazî hatine şewitandin. Hilbijartina mirovahiyê; bi zimanê Zîlananbûnê pêkan e. Rastiya Zîlan ku îfadeya komî ya şehadetan e, nûnertiya herî bilind a alava îdeolojîk e; hest û raman ji sînorên kes derbas bûye û bûye zimanê rêxistinkirî yê civakê, bi sazîbûnê re bûye îfadeya şênber ya xeta rizgariyê. Ji ber vê yekê ji bo jiyana azad çi hebe; eşqa neteweyî, jin û mêrê azad, jiyaneke li ser bingehê redkirina her cure paşverûtiyê û ji bo vê jî li dijî dijmin kînek mezin û şerekî bêrehm, di nav çarçoveya xeta Zîlanbûnê de ye.
Ev xet, çiqas îdeolojîk û felsefî be, ewqas jî nûnertiya herî bilind a hestê ye. Yên ku bi wê re dimeşin; di çalakiyê de, di jiyanê de, di rêxistîbûnê de, di têgihîştina evînê de, di şêwaz û tempoyê de yên ku hewl didin bibin xwedî nêzîkatiyên milîtanî ne. Çalakiya Zîlan ne çalakiya întîharê (xwekuştinê) ye, çalakiya êrîşê ye. Çalakî bi temamî çalakiya serdemî, dîrokî, plankirî, pir rêxistinkirî, pir wêrek e ku bi fedakarî û xwînsarî hatiye kirin. Divê ev wekî çalakiyeke êrîşê bê nirxandin ku êrîşeke ku tenê yekîneyek an jî tabûreke gerîla dikare bike, wê bi tenê pêk aniye.
Zîlan kesayetiya serkeftinê ya sembolîze kiriye. Navê yekbûna mezin a serkeftin û jiyanê ye, an jî bi gotineke din, navê yekkirina serkeftin û eşqê ye. Wekî sembol wusa ye; lê ji bo me sembol jî girîng in. Çiqas qîmet bidin sembolên azadiyê, heta çiqas ji wan re bê perestin, ewqas bilind dibin. Bi navê jiyanê çi tiştê ku bilind dibe, di vê çalakiya wê de ye. Ew bawer dike ku azadbûn û pêkanîna xwe di vî şerî re derbas dibe û dema vî şerî dide dê bijî; di wê nuqteyê de ber bi sînorên jiyanê yên ku divê bi temamî bên qebûlkirin ve bilind dibe. Wekî wate, wekî partî bilind dibe. Jiyana ku berê di bin serweriya dijmin de hatibû xêzkirin; jixwe heke tiştekî bûbe xwelî ew e. Bi navê jiyanê çi tiştê ku bilind dibe, ew jî li vir e. Tiştê ku miriye, tiştê ku divê bimira, tiştê ku divê biba xwelî hatiye hiştin; tiştê ku divê bihata bilindkirin bi rastî bi rengekî bêhempa û şahane hatiye derxistin. Hezkirina wê ya mezin a ji bo jiyanê, wê dibe çalakiyeke bi vî rengî. Heke hezkirina mezin a jiyanê ya li ser bingeha azadiyê û girêdana wê ya bi vejîna jiyanê re ewqas mezin nebûna, biryara vê çalakiyê nedihat girtin. Yên ku ji jiyanê hez dikin, xwediyê çalakiyên wusa mezin in. Yên ku dest ji jiyanê berdidin, qet nikarin bibin çalakger û rêxistinker. Hezkirina mezin a jiyanê ya di Zîlan de wê dibe çalakiyeke wusa mezin. Dîsa heke hezkirina mezin a jiyanê ya li ser bingeha azadiyê, girêdana jiyanê ya bi vejîn û bedewiyê re pir mezin nebe, biryara vê çalakiyê nayê girtin.
Zîlan manifestoyek e. Di nameyên wê de pênaseyekî partiyê yê bêhempa heye. Di nav partiyê de wusa zelal bûn; di nav partiyê de bi lafazanî û demagojiyê qet xwe nexweş nexistin; fersend nedan her cure helwest û tevgerên ku bi esasên me yên îdeolojîk, siyasî û rêxistinkirî re li hev nayên û bi kesayetiyeke berxwedêr a mezin jiyan... Dema dibêje: "Li dijî dijminê ku bi temamî tê ser me, berxwedana topyekûn; berxwedana ku sînorên aqil zor dike, lehengî, ked, biryardarî û bawerî hatiye afirandin; berxwedan karakterê bingehîn ê PKK'ê ye", li vir bi teqezî xwedî li taybetmendiyên milîtaniya heqîqî derdikeve. Çalakiya xwe wekî bersivek ji bo hewildana suîqesta dawî difikire. Dibêje: "Hatineke topyekûn a dijmin li ser me heye". Dibêje ku ew gihîştiye hişmendiya operasyonên dijmin ên sala 1996'an û ji bo îsbatkirina ku divê şêwazê çalakgeriyê yê ku di milîtaniya PKK'ê de pêş bikeve çawa be, dibêje: "Çalakgeriyeke wusa hewce dikir". Ev derketineke bi temamî taktîkî ye. Çalakgerên herî mezin, di esasê de ji bo nirxên ku jê bawer dikin çalakiyê dikin an jî wan kesayetên ku ew nirx tê de sembolîze bûne, yekbûne û kom bûne esas digirin. Yanî dixwazim bêjim, canê xwe pûç navêjin nav agir. Heke nirxek, sembolek, Rêbertiyek ku wê bi hêzeke mezin ve girê dide, nûnertiya wê dike û baweriyeke bêsînor dide wê nebe, tu kes nikare cesaretê bide tiştekî wusa. Rastiya Rêbertiyê hema hema di hemû paragrafan de ristiye. Ev heval min nas nake; ew yek ji hevalên nû ye, hevalekî salekê ye. Lê belê bi rengekî kamil lêkolîn kiriye. Ez bi vê hevalê re, ez bawer dikim ku ji dûr ve be jî qet neaxivîme. Lê tevî vê yekê, divê mirov vê seknê wekî milîtanê heqîqî yê PKK'ê binirxîne ku dikare ewqas fêm bike, bi fêmkirinê re nemîne, şîrove bike, bihelîne (özümsemek) û vê veguherîne kesayetiyeke milîtan a wusa.
Xwedî têgihîştineke dîrokî ya pir rast e, kurteyeke dîrokî ya kamil dike: "Mirovê dozê yê ku ne li ser bingeheke dîrokî be, bêkok e." Vê hevala mezin bi teqezî bingeha xwe ya dîrokî ditiye; heta dawiyê gihîştiye wê yekê ku divê mirov koka xwe berde nav dîrokê. Ew di ferqa wê de ye, di hişmendiya wê de ye, di berpirsiyariya wê de ye. Ev bi rengekî kamil kiriye û azadiyê fêm kiriye. Zîlan, vejîna dîrokê û jinê ye. Girîng e ku cihê çalakiyê Dêrsim be. Ji bo vejîna Dêrsimê, ev kesayet û çalakî dê wekî çavkaniya jiyanê ya yekta û nayê jibîrkirin bê nirxandin. Yên ku bi lehengî ne, di dîrokê de şopeke wusa dihêlin. Pir eşkere ye ku divê nirxê wê wekî çavkaniyekê bê dîtin ku hêzê dide gelekî, neteweyekê û heta mirovahiyê û jinê. Ji ber ku bi temamî bi navê mirovahiyê; li dijî mirovahiya hatiye xistin, li dijî rejîmeke faşîst a mezin, li dijî artêş û emperyalîzmê, li dijî xistina zayenda jinê çalakiyek e.
Helbet em vê ji bo hemû YAJK'ê dibêjin. Wateyê pir ronî dike û jixwe hûn jî, YAJK jî têne lêpirsînkirin. Êdî kes gumanê ji mezinahiya vê nake. Cihgirtina di rastiya PKK'ê de, cihgirtina di rastiya artêşa wê de; bi teqezî bi vê wateyê û bi van esasan ve girêdayî ye. Banga YAJK'ê di rastiya Zîlan de ye. YAJK, taybetmendiya serkeftinê ye. YAJK, bangeke ji bo serkeftinê ye. Kesê ku dixwaze bigihîje YAJK'ê, divê berê nêzî serkeftinê bibe. Kesê ku nikaribe serkeftinê di rêxistinkirinê de, di siyasetê de, di şer de pêk bîne; nikare ji YAJK'ê fêm bike û nikare nêzî YAJK'ê bibe. Dîsa banga vê di rastiya Zîlan de ye. Van tiştan ez îcat nakim; nûnertiya wê hatiye kirin. Kesê ku dixwaze bigihîje YAJK'ê û jina azad, dixwaze wê biafirîne, dê di jinê de jî di mêr de jî bigihîje serkeftinê. Rêyeke din a vê nîne. Min pir caran ji bo nêzîkatiya hin mêran jî ev got: Mêranî; di wateya manewî de an jî ji bilî olguya zayendî, wekî nirxekî moral tê wateya girêdayîbûna zêdetir a bi peyva xwe re. Niha li ser vî bingehî, em mêraniya we û jinîtiya vê jinê bînin hemberî hev. Yên ku di rewşeke herî xirab de rewşa "jinbûnê" (bi wateya klasîk a kole) dijîn hûn in. Yanî ev pêşdîtina min bû û bi rastî tê piştrastkirin. Heke em behsa tevgereke herî mêrxasane an jî bi gotina gel, behsa mêraniyê bikin; bi rastî ev tenê bi vî awayî dikare bê îsbatkirin. Piştî ku kesayetiya Zîlan zelal bû, mêraniya kevin miriye. Girêdayîbûna hemû jinan, bedewiya zêdetir a jinan, balkêşî û şervaniya wan ji bo min heyecanê dide. Di vê wateyê de êdî jin di wateya klasîk de nabe "jinik" (karı). Di kesayetiya Zîlan de îfadeya vê êdî pir balkêş e. Mêr jî di vê wateyê de êdî qediya ye. Heke aqilê we hebuya; we dê fêm bikira ku mêr jî dê mîna berê wekî mêr nejî, ew bi wê çalakiyê bi dawî bûye. Piştî ku nasnameya Zîlan zelal bû, hemû mêraniya kevin miriye.
Çalakiya Zîlan li dijî jiyana di navbera jin û mêr de derbeyek e. Nêzîkatiya ji bo şêwebûna jina azad pir balkêş e. Bi teqezî lêgerîna jiyaneke nû ye. "Daxwaza azadiyê" ya mezin e; bertekek e li dijî jiyanên standard ên di nav pergala heyî de. Jixwe heke wê bi qasî serê derziyê qîmet bida wê jiyanê, nedikari cesaretê bide vê çalakiyê. Ev çalakî di heman demê de li dijî jiyana derbasdar derbeyeke mezin e. Li dijî jiyana di navbera jin û mêr de derbeyek e. Li dijî zewac, zayendperestî, evîn û hestên jin û mêr ên di nav pergalê de derbeyeke mezin e. Ji ber ku ew jiyaneke piçûk e. Wê bi xwe ceribandina zewacê derbas kiriye; xuya ye ku qet jê re balkêş nehatiye, pir sar û pûç hatiye, lewma bandorê li ser çalakiyê dike. Li gel vê, lêgerîna wê ya mezin pir zelal e; ji bo vê jiyana bedew, jiyana bi şer ve girêdayî û jiyana bi çalakiyê ve girêdayî pir balkêş e. Helbet em nikarin vê tenê bi nirxandinên siyasî zelal bikin. Ev hinekî jî dibe mijara edebiyatê. Ez di wê baweriyê de me ku bi romanbûnê dê çêtir bê ziman.
Çare di nasnameya Zîlan de ye. Çalakgeriya mezin, jiyana mezin, daxwaza eşqa mezin çêbû. Heke ev destpêkek be, heke em bikaribin bi ser bikevin, em ê vê di rastiya xwe ya civakî de belav bikin; em ê hemû jinên xwe, mêrên xwe li ser vî bingehî ji nû ve ava bikin û şêwe bidinê. Jixwe azadbûna neteweyan tenê bi vî awayî pêkan e. Di dîroka her gelekî de nirxên wusa veguherîner hene. Kesayetiya Zîlan çarçoveya me ye. Em ê bi dil û can tevlî pêdiviyên wê bibin. Kesayetiya Zîlan çi bi aliyên teorîk çi bi aliyên pratîk ve fermandar e û zelal bûye. Her kes dikare wateyê bidê; bi şansekî mezin û bi serbilindî dikare pêdiviyên wê bîne cih. Tiştê ku em ji eniya jinê, ji milîtanên xwe li benda ne, ew e ku kesayetiya Zîlan her roja diçe bêtir şênber bibe. Yên ku kesayetiya wan rê nede vê, dê bi teqezî bên derbaskirin û pêvajoyê bi xwe van kesan ji peywirê derxe.


