AVZEM HARÛN

Rêber APO tevahî jiyana xwe da doza gelê Kurd. Her ku sosyolojiya civaka Kurd dahûrandin dike, di derbarê dîroka gelê Kurd de tespîtên nû pêş dixe.

Her çiqas desthilatdar nehêlin ku dîroka gelê Kurd were nivîsandin jî, di rastiyên ku tune nebûne de mirov dikare agahiyên rast bi dest bixe. Ji bo ku em bikarin tespîtên rast pêş bixin, bi kurtasî li herikîna dîroka mirovahiyê mêze bikin û rastiyên windayî derxin holê.

Dema li Efrîqayê komên mirovan her ku diçin zêde dibin û erdnîgariya wê dest nade ku pêdiviya civakê pêk bîne, civak dest bi koçberiyê dike. Ev koçberî li ser du xetan pêk tê; rêyek li ser avtenga Cebel-el Tariq ber bi Ewropayê ve diçe, ev rêk pir zêde berhemdar nabe. Rêya duyemîn ber bi Hîlala Zêrîn ango Kurdistanê pêk tê. Ev rêya duyemîn ji tevahî dîroka mirovahiyê re dibe cihekî qedîm ê pêşketina civakbûnê. Heya van deman mirov wek komên biçûk jiyan dikin. Axa Mezopotamyayê bi bereket e, lewma ji civakê re dibe war. Axa Mezopotamyayê sê parzemînên mezin digihîne hevdu û ji bo belavbûna çanda civakbûyînê dibe cihekî girîng. Li Mezopotamyayê gavên şoreşê tên avêtin û dîroka civakbûyîna mirovahiyê her ku çûye pêş ketiye û ev pêşketin heya roja îro xwe daye domandin. Jiyana ku li Mezopotamyayê tê pêşxistin ji milekî ve aramiyê ava dike, lê ji milekî din ve jî êrîşên komên ku li dijî civakê derdiketine, xwe didin der.

Komên wek kîlan û kabîle pêwîstiya xwe bi parastinê dibînin û bi demê re şoreşa Neolîtîkê pêş dixin. Lê Rêber APO di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de girêdayî dîroka mirovahiyê hin nirxandinên giranbuha pêş xistibûn. Li ser vê yekê ji kûr de lêkolîn kiriye û şîroveyên nû pêş xistiye: ‘Şoreşa ku li dijî êrîşa Kujerên Qastîk derketiye û xwe wek neolîtîk pênase dike, bi wateyek din ve li hemberî êrîşên komên Kujerên Qastîk pergalekî xwe-parastinê ye.’ Bi destên komên kujer ve nirxên civakê bi demê re tên talankirin û di bingeha avakirina şaristaniyê de tên bikaranîn.

Bi pêşketina şaristaniyê ve Kurd xwe ji desthilatdariyê dûr dixin; li kêleka wê rêxistinbûyîna xwe-rêvebirinê bi şêwazên komîn ve pêş dixin. Di dîrokê de gelên Hurî, Gutî, Naîrî, Mîtanî, Komagene û Med her çiqas weke şaristanî derketibin jî, şêwazê rêvebirina wan xwe dispêre vîna gelan û bi îradeyek hevpar ev şaristanî tê meşandin. Tišta ku şaristaniya Kurdan ji şaristaniyên din cuda dike, sîstema wan a rêvebirinê ye. Di nava pergala rêveberiyê de nasnameya eşîr û êlan tên naskirin û cih didin ku her eşîr xwe rêve bibe. Piranî pergala rêvebirinê xwe dispêre konfederasyona eşîran. Di nava konfederasyonan de gelên ku li herêmê cih digrin, di asta temsîlbûnê de xwedî mafên rêvebirinê ne. Ev şêwaz demokrasiya xwecihî îfade dike.

Ji ber van sedeman bandoriya desthilatdariyê di şaristaniyên Kurdan de nayê dîtin. Pirtûkên ku Heredot di derbarê Medan de nivîsandiye, mirov rastî bûyerên desthilatdariyê nayê. Berovajî, Heredot pir cihan de qala hêz û civakbûna gelên ku di şaristaniya Medan de cih girtine dike û bandorbûna xwe ya li hember vê şêwaza rêvebirinê tîne ziman. Di rêvebirinê de Med bi Persan re hevpar kar dikin. Mirov dikare ji van şaristaniyan sosyolojiya civaka Kurd jî dahûrandin bike. Piştî konfederasyona Medan şûn de, ev şêwazê rêvebirinê wek eşîr û mîr derketiye pêş. Di tevahî şaristaniya Kurdan de, komên eşîr û mîran bi şêwazê komîn jiyan kirine. Ev şêwaz wek hişmendiyek di nava Kurdan de tê jiyan kirin. Kurd di tevahî dîroka xwe de her tim bi civakên derdorê xwe re di nav aramî û wekheviyê de jiyan kirine. Gelek caran gelê Kurd rastî êrîşên dagirkeran hatiye jî, lê her tim ji şêwazê desthilatdariyê xwe dûr xistiye.

Bingeha civaka Kurd xwe dispêre çanda dayîksalariyê. Hişmendiya dayîksalariyê jî li ser nirxên civaka wekhev û demokratîk ava bûye. Di herikîna dîrokê de her tim Kurdan ji civakbûnê re pêşengtiya biratî û wekheviyê kiriye. Derketinên wek Manî, Babek, Farabî, Îbnî Ruşt, Suhreverdî û Hallacî Mansûr’an hêza gelê Arî ya fikrî derdixîne holê. Ev kesên pêşeng li ser fikra komînan ji civakan re pêşengtî kirine. Tevî ku gelê Kurd gelekî qedîm ê Rojhilata Navîn e û ji tevahî pêşketinên civakî re pêşengtî kiriye, lê belê bi xwe bê pêşeng dimîne; ji mirovahiyê re dibe war lê bê war dimîne; ji mirovahiyê re dibe cihê xêr û bereketê, lê bi xwe bê nan dimîne û ji mirovahiyê re dibe cihê parastina zimanê dayikê, lê bi xwe bê ziman dimîne.

Her ku desthilatdarî xwe kûr dike, êdî dîroka gelê Kurd ji destê wan derdikeve û li gor hêzên serdest tê vegotin an rêvebirin. Ya ku ji civaka Kurd re maye bi nirxên dayîksalariyê ve xwe-parastin e. Xwe bi rêbazên eşîrên çiyayî ve didin jiyankirin û çanda xwe ya qedîm bi vî rengî diparêzin. Bi pêşketina şaristaniya Modernîteya Kapîtalîst ve, di nirxên civakî de guhertinên mezin çêdibin. Kevneşopiyên civakî wek paşverûbûyîn tê dîtin û ev mêzekirin bi xwe re bênirxbûyînê pêş dixe. Pergala Modernîteya Kapîtalîst çawa ku tevahî jiyana mirovan bandor dike, bi heman rêbazî li ser civaka Kurd jî bandoriya xwe ava dike. Her ku diçe di nava civakan de jihevketin û rizandin tê jiyan kirin. Dema mirov bi çavên pergala Kapîtalîst ve li rewşa heyî mêze bike, dibe ku ev civak jê re weke civakekî pêşketî were dîtin, lê eger mêzekirina sosyolojîk, demokratîk û sosyalîst hebe dikare dahûrandinekî rast ê civakbûnê bike.

Dîroka civaka Kurd xeta gelên berxwedêr ên li hemberî dewletbûyîn û desthilatdariyê îfade dike. Bi derketina Tevgera Azadiyê ve ev rastî hîn zêdetir eşkere bûye. Rêber APO tevahî jiyana xwe da ku heqîqeta civakî derkeve holê. Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de dîroka gelê Kurd hîn zêdetir dahûrandiye û perdeya tarî li ser rastiyên dîrokê rakiye. Civaknasî û hebûna gelê Kurd bi hemû milan ve girt dest û pênaseyên nû pêş xistin.

Îro gelê Kurd di nav şerê cîhanê yê sêyemîn de, pergala civaka komîn bi fikrên Rêber APO ve pêş xistiye. Modela rêvebirina xweser a ku li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin ji tevahî civakê re mînake. Rojava bûye modela herî pêşketî ya civaka rêvebirinê. Ya ku Rojava ji pergalên din cuda dike jî ev pergala wê ye ku bi pêşengtiya jinan ve tê rêvebirin. Ji ber ku jin ji vê pergalê re pêşengtiyê dike, bala her civakan dikişîne ser xwe. Ji ber ku di tu pergal û dewletan de mînakekî wiha nehatiye dîtin. Ev pêşketin bi felsefeya Rêber APO ve ava bû û li tevahî cîhanê bû modela herî demokratîk û sosyalîst. Di pergala rêvebirinê de nasname, mafên ferd û gelên cuda tên naskirin. Hişmediya wekheviyê li ser hîmê cudakariya pozîtîf dide pêşxistin. Ev cudahî dibe sedem ku kombûnên mezin li dora civaka Kurd werin çêkirin.

Çawa ku li Rihayê tovên jiyana azad hatibû çandin û bi pê re çanda baviksalariyê xwe rêxistin kiribû, heya roja îro jî ev têkoşîn hîn jî berdewam dike. Xeta gelê berxwedêr wek çemekî mezin her tim di nava herikînê de ye. Tevahî pêşengên gelan ji bo heqîqata civakî têkoşiyane û berdelên herî mezin dane. Gelê Kurd di tevahî dîroka xwe de cih daye şêwazê koman û ev komîn carinan wek eşîr yan jî konfederasyona eşîran derketiye pêş. Bi derketina Rêber APO ve ev ruhê jiyana komunal bi pênaseyên herî rast ve hatiye şîrovekirin û rêya têkoşînê vedike. Kurd di nav şerên herî mezin de bi rêbazên herî hêsan û aramî ve di Rojhilata Navîn de xwe rêxistin dike û pêşengiya herêma Rojhilata Navîn dike.